Stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises, bi hevjîna xwe a ducanî Ayşegul Yildizê re li hev hat. Tatlises nêzikî mehekê bû ku ji hevjîna xwe ji ber sedemeke ne diyar qeherîbû û mala xwe terk kiribû. Piştî ku li hev hatin, Tatlises û Ayşegul Yildiz, ji bo ku amadekariya zarokê xwe yê ku wê mehên pêş de were dinyayê bikin, bi hev re derketine danûstendinê.