Meha Kanûnê li cem gelên xeçperest (Krîst) meheke pîroz e. Pîrozbûna vê mehê ji ber du tiştan e. Yek jê roja Nikolaus ku 6.12. û yan din jî Christmas ku di roja 25.12 de ye. Ez îro dixwazim li ser roja 6ê Kanûnê ango li ser Nikolaus bisekinim. Di vê rojê de zarok diyariyan, bi taybetî jî şêraniyan distînin. Şevek berî wê rojê zarok potîna (Sol) xwe ya xweşik û nuh paqij dikin û dîtinin ber devê derî. Ew gava ku serê sibê şiyar dibin derin li hundirê solên xwe dinerin û dibînin ku di hundirê solê de diyarî hene… Zarokên biçûk di wê baweriyê de ne ku ew diyariyana Nikolaus ji wan re aniye.
Gelo ev bûyer çawa bû ku di nav gel debelav bû ye û bû heta îro hat? Ez dixwazim îro, bi derengî be jî, ji we re çîroka Nîkolaus webêjim.
Li gor ku tê qalkirin, di wextekî de li bajarê Myra* malbatekî gellek hêjar hebû. Di vê malbatê de bavek bi sê keçên xwe yên kamilî/gîhaştî bihevdû re diman dijiyan. Bavê keçan gellekî pîr û bêhêz bûbû û di salên buhurî de ji ber deynên xwe ketibû halekî xerab. Ji alî aborî de nan tunebû ku bixwarana. Ev hêjariya wan bûbû astengek li pêşiya keçan ku ew bikaribin bizewiciyana. Belê hersê keç jî gîhaştibûn û tê gotin ku ew bedew û pirr jî xweşik bûn. Lê bavê wan ji ber bêperebûnê, nikarîbû pirtu û alavên wan bida ser hev û wan bizewicanda.
Ji ber vê bêçareyetî di nav keçan de gellek caran gengeşî û pevçûn jî çê dibe; bê ewê kîjan ji wan dikaribe bizewice û yên dina xwe ji bona wê feda bikin. Her yek ji wan digot “ez dixwazim bizewicim.” Belê ew dixwestin zû bizewicin, Lewra ew dizanîbûn ku yan na ewê werin firotin û ji dewlemendekî nenas bibin kole! Di wê demê de mirovên feqîr mîna alavekî ji alî dewlemendan de dihatin kirîn û firotin,. Gava di hundirê xênî de ev gengeşî û pevçûn çê dibe, bi rasthatinî ve zilamekî pîr (Nikolaus) di ber şibaka (pencerê) wan a vekirî de derbas dibe û hay ji vê bûyerê dibe. Ew dibe şahidê xizanî û hêjariya wan û problema wan a aborî. Kalê me (Nîkolas) wê şevê berî ku hayê wan çe bibe, hêdîka dîsan tê ber xaniyê wan û tûrekî di şibakê ya vekirî ve davêje hundirê xênî. Gava keç tûrik dibînin û ew vedikin, dinerin ku di hundirê wê de zêr hene. Ew ji kêfê direqisin û bavê xwe ji bûyerê haydar dikin. Bavê wan biryar dide ku keça mezin bi vî zerî cehizê xwe amede bike û bizewice. Keça mezin bi wan zêran cêhizê xwe amede dike û dighêje qismet û miradê xwe.
Li ser vê bûyerê ne kêm û ne jî zêde tam salek dibuhure. Nîvê şevê kalê me (Nîkolaus) dîsan tê ber devê şibaka wan û tûrekî din di şibaka vekirî ve divirvirîne hundir. Keç wî tûrî jî dibînin, ew vedikin û dinerin ku di hundirê wê de dîsan zêr hene. Li ser biryara bavê wan, bi vî zêrî jî keça din a navîn, alavê xwe yên zewacê amede dike û ew jî dizewice, digihêje qismetê xwe.
Li dû vê qewimandinê (Nîkolausê Xwazgînî ku dûre ew wek mirovekî pîroz tê pejirandin) li dû buhurandina salekî din dîsan di ber şibaka vî xênî de derbas dibe û dixwazi tûrê xwe ji şibakê bavêje hundir, lê vê carê ew şibakê girtî dibîne. Hinekî difikire û diponije û dûre biryar dide ku derkeve ser banê, da karibe diyariya wan bavêje hundir. Hildikişe ser banê û tûrê xwe yê ku tê de diyarî hebû, ji dûkeşê(pacê) ve davêje hundirê xênî. Keça biçûk ê mirovê hêjar, cil û kincê xwe şuştibûn û ji bona zuha bibin li bin dûkeşê raxistibûn. Gava tûr ji hundirê dûkeşê ve tê xwarê û dikeve, ew dikeve hundirê goreyek wê, ku bi kincên din pevre raxistîbû. Serê sibehê gava keçik dixwaze goreyên xwe yên zuhabuyû yên dirêj li xwe bike dibîne ku di hundirê wê de tûrek tijî zêr heye. Bi vê qewimandinê wexta zewaca qîza biçûk jî tê û ew jî digihêje qismetê xwe…
Gava sal li dû salan dubuhure ev qewimandina di nav gel de belav dibe. Li her aliyê welêt qala vê bûyerê dikin û li dû demekî dirêj ev bûyera goredirêj tê guherandin û di nav gel de bi avayekî din tê bahs kirin. Ji dêlava gorêdirêj potîn yan jî sol tên gotin. Loma ji wê rojê û vir de ev dibe tradîtsoyenekê û di nav gel de cîh digre.
Li gora vê tradîtsyonê, di nav gelên xaçperestan de di her sibeha roja 6. Kanûnê (6.mehan 12an) gava mirov radibin, berî ku hayê yên din jê cê bibe, xelet yan jî diyariyek bicûk dixin hundir sol û potînên kesin din.
Belê xwendevanên hêja. Tên gotin ku ev qehremanê cîroka me, bi gotinekî din kalê me yên xêrxwas, Kesîsê dêra bajarê (Myra) bû û ji alî gel ve pirr dihate hez kirin.
* Myra bajarekî antîk û kevnare yê Yewnaniya ye. Ev bajar îro di hundirê sînorê Tirkiyê de maye û li başûrê rojavaya Tirkiyê dikeve; bajarokek biçûk a li ser kêleka deryaya sipî ye. Tirk wek gellekî bajarên din navê vî bajarê antîk jî guhertine û navekî nuh lê kirine û jê re nuha dibêjin ”Demre”.