Serrûpel Dosya Êzîdî kî ne û Tawisê Melek çi ye?

Êzîdî kî ne û Tawisê Melek çi ye?

Belav bike

Bi gelemperî wateya êzidî li gor neteweyên misilman an jî cînarên wan û kêmzêde gelên di bandora îslamê de mane ne erênî ye. Di derbarê wan de pênîsên wekî “şeytanperest”, “gawir”, “dijminên elî”, “zindîq”, “kurdên bi porr”, “bi heşt simbêlan” bikartînin.[6] Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê Mishefa Reş û Cilwe ne. Li gor çavkaniyan herdu pirtûk bi zimanê kurdî ne. Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî nifş bi nifş ji hêla dê û bavan ve dihate veguhastin bo zarokan. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in.

Baweriya êzdiyan

Baweriya êzdiyan bi hebûna yek xwedayî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola êzdîtiyê ne weke olên rojhilata navîn, mîna cihûtiyê, mesihîtiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda bûye, guhertin, pêşketin pêre çêbûye. Di destpêkê de êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêşket, heya perestina rojê (Şêşims mefer e mêrê êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayîzimê tê naskirin. Ola êzdiyan olekê êkane ye li hemî cîhanê. Baweriya êzdiyan bi melekê Tawis heye. Perestgeha pîroz Lalişa Nûranî, li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan Tehsîn Beg e û serokê olî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Ba’adrê û Lalişê dimîne[çavkanî pêwîst e].

Dîroka êzdîtiyê

Dîroka derketiya êzdiyan heya 2000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember diçe.[çavkanî pêwîst e]

Êzdiyatî, yek ji kevintirîn dînên kurdan û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) êzdiyatî û zerdeştiya klasîk bûne[çavkanî pêwîst e].

Tê diyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka hind û îranî (hindo-îranî) de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikirên hind û îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên hind û arî ve nêzîkê hev in. Gotina “êzd”, kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya yazata[çavkanî pêwîst e]. Gotina yazat jî ji koka gotinên îraniya kevin *yaz-[çavkanî pêwîst e], ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.

Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.

Carina bi êzdiyatî dibêjin “dînê polîteyistîk” (pirxwedêtî), lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdiyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.

Sîstêma ola êzdiyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek “xirabîperest” hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdiya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kozmolojiya êzdiyan de digire.

Bona êzdiyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162an dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdiyan Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.

Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan Meshefa Reş û Cilvê ne. Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.

Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.

Koka ulmê ayînê êzdiyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.

Hemû civata êzdiyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.

Êzdîtî û zerdeştîtî

Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdiyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e.

Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kirasê de, ku dibêjinê “girêban” û cem zerdeştiyan jî ser kirasê de cêbek, ku dibêjinê “girêvan”.

Objeyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdiyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê.

Fermanên li dijî êzdiyan

Fermanên li dijî êzdiyan di sedsala 19an de

Fermanên Mîr Mihemedê Rewandizî li dijî êzdiyan (1831)

Fermanên Bedirxan Beg li dijî êzdiyan (1845)

Ferman û stemkarî li dijî êzdiyên di sedsala 20an de

Di nava çend sedsalan de, misilmanan ne carek, gelek caran ceribandin ku tevayê êzdiyan qirbikin. Serê sedsala 20an de, bi fermana hikumdarên tirkan, bi sed hezar êzdî ku dînê neteweyî yê kurdan dihebandin, bi hovitî hatine qirkirinê. Roja bîranîna miriyên xwe de êzdî, vê cenosîdê wekî Roja Xezebê nav dikin[çavkanî pêwîst e].

Paşê jî wextê Enfalan de (navê Sûra 8’an a Quranê ye) êzdî carekî din bi qirkirinekî kokanî re rû bi rû dimînin. Enfal navê cêrgeya hucûmkirina cengîyê, ku li sala 1988’an ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatiye pêşxistinê. Armanca (meremê) vê cêrgeya hucûmkirina cengiyê, ew bû ku li Îraqê tevayê kurdan qirbikin[çavkanî pêwîst e].

Stemkarî li dijî êzdiyan di salên 1980 û 1990î de

Fermanên li dijî êzdiyan di sedsala 21ê de

Komkujiya êzdiyên Şingalê (2014)

Di 3ê tebaxa 2014an rêxistina tundîxwazên îslamî DAIŞê êriş anî ser gelê êzdî yê Şingalê û komkujî çêbû[çavkanî pêwîst e].

Kurd û êzdîtî

Êzdî kurd in û alîgirên oleke kevnar in. Ola êzdîtiyê tene di nav kurdan de heye. Li gor pisporan û çavkaniyên dîrokî pêşiyên beşek mezin ji kurdên îro misilman berê êzîdî bûn û bi darê zorê hatine misilman kirin. Heta roja îro jî di nav civaka kurd de gelek malbat hene ku beşek ji wan êzîdî ne û beşek jî misilman in. Beşen misilman hertim dibêjin ku berê ew jî êzîdî bûn û pêşiyên wan hatine misilman kirin.

Belavbûn û Hejmara Êzdiyên

Piraniya êzdiyan li başûrê Kurdistanê li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên curbecûr weke li Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Efrînê û Serhedê û herwiha êzîdiyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber zora kurdên misilman û misilmankirina wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara êzîdiyan di navbera 800 hezar û derdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Elmanya (60.000) [7] li welatên rojavayê Ewrûpa jî êdî diyasporayeke kurdên êzdî heye.

Koçberî

Piraniya êzdiyên Bakûrê Kurdistanê di salên 90’î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewlata tirk û PKK‘ê cih û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Elmanya û Belçîkayê bi cih bûn. Êzdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din reviyan Ûkrayna, Rûsya û welatên din li Ewropayê. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahiya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk êzdî ji Başûrê Kurdistanê jî koçberî Ewropayê dikin.

Herwisa binêre

Girêdanên derve

Çavkanî