Serrûpel Dosya Milkê radyoya Êrîvanê bi berpirsyar va hatîye dizîn

Milkê radyoya Êrîvanê bi berpirsyar va hatîye dizîn

Belav bike

Vê pirtûkê bi derewan va “serê lodê girt”

Têmûrê Xelîl

Zerî Înanç xanimê pirtûkeke bi zimanên kurdî û tirkî çap kirîye bi sernavê ”Di Radyoya Êrîvanê de dengê kurdî”, înformatorên wê neferên malbeta Casimê Celîl in, Weqfa Ismail Beşikçî ew pirtûk çap kirîye, rojnameya ermenîyan ”Agos”ê jî bi Zerîyê ra ser wê pirtûkê hevpeyvînek çêkirîye. Ew hevpeyvîn li vir e: (http://www.agos.com.tr/tr/yazi/17703/erivan-radyosunun-kurtce-yayinini-dinlemis-her-kurdun-anlatacagi-seyler-vardir)

Bi rû va tiştekî pîroz xuya dibe. Kesên ev kar pêk anîne jî kesên navdar in. Lê emê çi bikin ji navdarbûna kesan, weqfê û rojnameyê, dema tiştekî rast di pirtûkê da tune? Ji ber wê jî ezê di vê gotarê da behsa kêmanîyên pirtûkê nekim, ji ber ku di pirtûkê da rastî tune, ku kêmanî himberî wê xuya bibin. A xeter ew e, ku navdarbûna wan dikare zirarê bide xwendevanan, ji ber ku xwendevan pir caran bawerî bi kes, komele, weşanxane û rojnameyên navdar tînin.

Di pirtûkê da Casimê Celîl weke ku damezirener, rêvebir, berpirsyarê wê radyoyê bûye hatîye raberkirin û hemû karên radyoyê bi navê wî va hatîye girêdan.. Lê di esilê xwe da rastî ha ye: Dema sala 1955an ew radyo wek test-cêribandinê dest bi karê xwe kir, Casimê Celîl wek bersîvdarê (ne berpirsyar) wê testê kivş kirin. Ango, ew hela ne radyo bû, tenê di heftêyê da 4 rojan, her rojê 10 deqeyan nûçe belav dikirin û ew nûçe tenê li paytext – Rewanê dihat guhdarîkirin û nedigihîşte navçeyên Ermenîstanê jî.

Dibe hinek bêjin ez şaş im, hinek bêjin ez rast im. Ezê tenê nimûneyekê bînim, ku hûn bi xwe jî dikarin bizanibim ka ez rast im an na.

Serokê radyoyê 24 salan (ji sala 1957 heta 1981) Xelîlê Çaçan bûye (ji destpêkê, piştî ku komîsyona ji Moskvayê hat ew radyo ji testê derxist û kir radyoya fermî, her eynî rojê da Casimê Celîl jî ji karê bersîvdarîya demkî-testî derxist, ji ber ku tu karek nekiribû û nikaribû bikira jî. Hema wê rojê Xelîlê Çaçan hêvî ji komîsyonê kir, ku Casimê Celîl di radyoyê da bihêlin, ango karekî bidinê, bo bêkar nemîne. Komîsyonê jê ra got: -Ew êdî di kompetensîya te da ne, tu bi xwe biryarê bide. Lê berpirsyarê nû nikaribû karê cîgirê xwe, an karê serekê beşekê bide wî, ji ber ku ew kar bi qelemê va girêdayî bûn. Lema karê bersîvdarê beşa stiranan da wî. Ew jî ne bo wê ku ji mûzîkayê fêm dike. Ewî gerekê dengbêj peyda bikirana, ew bi sazbendan va bida girêdan, stûdîyo kirê bikira û h.w.d). Ango, destpêka radyoyê bi fermî sala 1957an tê hesibandin, dema biryara dewleta Sovyet hat dayîn, jimara xebatkaran çend caran zêde kirin, antenna/satalite a xurt bi cî kirin, ku tevaya Kurdistanê û warên ku kurd lê dimînin bê guhdarîkirin. Û hemû karên radyoyê, qeydkirina hemû stiranan û pîêsan bi navê Xelîlê Çaçan va girêdayî ye, ji ber ku ew kar dema serokatîya wî destpê bûye û ew karê wî 24 salan (heta sala 1981ê. Piştî salên 80î jî Sovyet hilweşîya, jimara xebatkarên radyoyê dakete 2 kesan, wextê weşanan 3 caran kêmtir bû, satalite hate rakirin, ango bû radyoyeke lokal) berdewam bûye. Bêjera pêşin, ango ji destpêkê, Eznîva Reşîd bûye, ku 27 salan kar kirîye ( ji sala 1955 heta 1982), ez 3 salan berpirsyarê beşê yê wê radyoyê bûme (1981-1984). Û di pirtûkê da yek gotin jî ser van hersê kesan tune.

Mirov dikare êdî berdewam neke, ji ber ku wek dibêjin, ”batifka rûyê derewan teqîya”.

Nayê fêmkirin bo çi ser bergê pirtûkê wêneyê Casimê Celîl e û bo çi radyoya kurdî bi navê malbeta Casimê Celîl va tê girêdan, dema hema bêje tu eleqê wê malbetê di karê pêşketina wê radyoyê da tune? Casim û keça wî Cemîle tenê çend salan di bin serokatîya Xelîlê Çaçan da her rojê 2 sietan di beşa sazbendîyê da kar kirine (ji ber ku beşên din bi qelemê va girêdayî bûn û wana ew kar nikaribû bikira, nedane wan). Nimûneyeke din: di pirtûkê da wêneyê Cemîla Celîl heye tevî çend dengbêjên kurd yên jin, Cemîle teypa xwe danîye çolê û dengê wan qeyd dike. Nivîskara pirtûkê vê dîdemê wisa raber dike, ku xudêgiravî Cemîle wan dengan bo radyoya Rewanê a kurdî qeyd dike. Lê di esilê xwe da ew bo pirtûka xwe qeyd dike, ku wana paşê bi notayan çap bike (ew meseleyeke din e, ku notayên wê hemû şaş in). Ma qey dengê dengbêjan li çolê û kolanan têne qeydkirin, an li studyoya radyoyê? Herdu wêne jî weke ku fotoshop in, ji ber ku di salên 50î da fotoyên bi reng tunebûn.

Xênji wê, ku di dema radyo di testê da bû Casimê Celîl tu karek ne kiribû, lê hela di ser da dengbêj hatibûn radyoyê bona sitirana bêjin, berî wan dabû. Bo nimûne, di hevpeyvîna zindî a Mehmet Aktaş bi Karapêtê Xaço ra dengbêjê navdar ha dibêje:

-Ez sala 1956an çûme radyoyê, min sitiranên xwe gotin, Casimê Celîl qebûl ne kir, got ku di sitiranên te da mêrkuştin, heyfhildan, jinrevandin, qaçaxî, firarî hene.

Lê dema Xelîlê Çaçan bû serok, wî careke din gazî Karapêtê Xaço kir (herwiha dengbêjên din jî, ku stiranên wan di dema Casim da nehatibûn qeydkirin), hemû sitiranên wî dane qeydkirinê û kirin milkê tevaya gelê me.

Derheqa ji kar derxistina Casimê Celîl û anîna serokê nû Xelîlê Çaçan Mûradov da berpirsyarê îro yê radyoya kurdî a Rewanê Keremê Seyad di vê hevpeyvînê da tevaya rastîyê radixe ber çavan (navê hevpeyvînê ha ye: ”Gava dewleta Romê li Êzdîyan hate xezebê”): (http://www.kurdistan-post.eu/ku/gava-dewleta-rome-li-ezidiyan-hate-xezebe-1 ). Di bin destê min da sê belge hene, ku çawa endamên komîsyonê nivîsên Casimê Celîl bi qelema sor va rast kirine û ew bûye yek ji sebeban, ku ew ji kar derxistine. Dema lazim be, ez dikarim wana jî raber bikim.

Dibe Zerî xanim bêje sûc ne yê min e, Celîlê Celîl înformasyonên xelet dane min, dibe Weqfa Îsmail Bêşikçî jî bêje sûc ne yê me ye, nivîskar yeke navdar e, me bawerî pê anîye, çap kirîye, dibe rojnameya Agos jî hewil bide her bi wî awahî xwe efû bike. Hilbet, ew rast bin jî, lê nikarin bêne efûkirin, ji ber ku tiştê ber çavan ew e, ku nivîskar Zerî Înançê malûmatîyên ji serî heta binî şaş raberî xwendevanan dike derheqa dîroka radyoya Rewanê da. Weqf jî nikare bê efûkirinê, ji ber ku pirtûkeke ji binî va dûrî rastîyê çap kirîye, rojnameya Agos jî nikare bêje çi hatîye gotin, me ew çap kirîye, ji ber ku xwendevanan dixalifîne. Wek me dît, heta dereceyekê Zerî xanim, Weqf û Agos dikarin bi lêborînê xwe hinekî efû bikin, ji ber ku haya wan jê tunebûye, ango bêy zanebûn şaşî kirine, lê Celîlê Celîl hîç nikare bê efûkirinê, ji ber ku wî bi zanebûn derewên mezin ji Zerî xanimê ra gotine, ew xapandîye, wê jî bawerî pê anîye.

Wek ku xebatkarê berê yê radyoya kurdî Cemalê Ûsiv dibêje: -Ev pirtûk derheqa malbeta Casimê Celîl da ne û tu eleqê wê bi radyoya kurdî a Rewanê ra tune.

Carina wisa dibe, ku mirovek profêsor e, nivîskar e, xelk gotinên wî wek rûnê helandî qebûl dike, lê ew kes bi dehan salan bi karê xwe va gelê xwe rûreş dike, dîroka çand û edebîyeta me bi zanebûn bi rengekî şaş dinivîse, çap dike û gelê me biçûk dixe. Ronakbîrên paqij û zane jî hewil didin dijî wan derkevin, rastîyê binivîsin. Û cara pêşin nîne ku neferên malbeta Casimê Celîl keda xelkê li xwe helal dikin. Mesele, Hecîyê Cindîyê nemir derheqa malbeta Casimê Celîl da di pirtûka “Hecîyê Cindî û malbeta wî” da, rûpel 104, ku sala 2012an li Rewanê ji alîyê weşanxaneya ”Asoxîk” da çap bûye (amadekar – keça Hecîyê Cindî, Frîda Hecî Cewarî) ha dinivîse: -Yekî ro nava nîvro “Kerr û Kulik”ê min kir ser navê xwe û usa jî destana “Têlî Hemze”. Min wergera destanê dabû şayîrê ermenîya Soxomon Taronsî, ku wergerê sererast bike. Û çend mehên din şûnda “Têlî Hemze” a min bi navê wî kesî çap bû. Em nava xelqê da dijîn, xerîbîyê da, ez îzinê nadim xwe herim şikyat kim… De, bira teslîmî Xwedê be…

Em rind zanin, ku ev pirtûk bi navê Ordîxanê Celîl çap bûne.

Qanatê Kurdo di hevpeyvîna min a bi wî ra dema behsa Ordîxanê Celîl dike, bi deng (https://www.youtube.com/watch?v=D6WGz8UIFKM ) dibêje: -Ez gerekê berhemên xwe zû çap bikim, ku ew nekevine destê merivên diz. Eynî hevpeyvîn li vir jî çap bûye: http://kovarabir.com/hevpeyvina-temure-xelil-bi-qanate-kurdo-ra/

Lê Fêrîkê Ûsiv helbesteke ha ser Casimê Celîl nivîsîye:

Wî emrî da timê xapand,

Her şuxulî da bû “kandrabant”.

Kesekî ew neanî rayê,

Tenê kaltîyê di poz da dayê.

 

Ji dereca ew derketîye,

Nahaka jî mal da ketîye,

Difikire, dicedîne –

Ça Ezrahîl bixapîne…

 

Di vê pirtûkê da „keda„ here mezin di karê rûreşkirina karê radyoya kurdî a Rewanê, biçûkxistina wê, xwerina keda kesên ku bi rastî ew radyo birêvabirine, şên kirine û bi karê xwe va bi mîlyonan kes şîyar kirine a Celîlê Celîl e.

P.S.

Min derheqa vê yekê da bi serokê Weqfê birêz Îbrahîm Gurbuz ra xeberda, ew camêr bi xwe jî ser wê meselê şaş û metel ma û soz da min bi Îsmaîl Bêşikçî ra bişêwire, ka çi bikin. Lê dû ra tiştek ne qewimî. Ez bi Zerî Înanç xanimê ra ketime nava pêwendîyan. Wê şaşîyên xwe qebûl kiribin jî, lê tu hewildaneke ku wan şaşîyan rast bike, ji wê xuya ne bû. Lema jî ez mecbûr mam vê gotarê binivîsim.

 

Ez berê xwe didime pirtûkfiroşên kurd, ku eger ew qedirê edebîyeta me digirin, wê pirtûka bi derew û bêbextîyan va dagirtî nefiroşin, çimkî bi îhtîmaleke mezin ew pirtûk wê careke din bi rastîyan va bê çapkirin.

 

Eger Weqf qedirê xwe zane, bira nehêle ew pirtûk belavî nava gel bibe û wê pirtûkê careke din bi rastîyan va çap bike. Bira pirtûkfiroşên kurd jî qedirê karê xwe bizanibin û wê pirtûkê nefiroşin. Bira xwe efû nekin ku naveroka pirtûkê me eleqedar nake. Eger pirtûkfiroşek here zêran bikire, lê dewsê paxir bidinê, an jî here xwerinekê bixwe û jehrî bibe, wê çi bike? Firotana wê pirtûkê jî eynî tişt e. Ango, gunehkarî ye!