Serrûpel Dosya Belgeyeke girîng di derbarê Cangîr Axa de

Belgeyeke girîng di derbarê Cangîr Axa de

Belav bike

Xerzî Xerzan 

Cangîr Axa wê serdemê, li gel birayên xwe yên kurd, bê ferqûmêlî, ji bona armanca hevpar, an ku ji bona Kurdistana Azad, bi hevkarî tevgerîyaye… 

Cangîr Axa, wekî ku tê zanîn, yek ji lehengên dîrokî yê kurdên êzdî yên Serhedê ye… Di şerê cîhanê yê yekemîn de, li gel peya û xweşmêrên kurdên êzdî, ewî li ber Îttîhadîyan li ber xwe da û bi hezara kurdên êzdî û bi wan ra ew çend jî ermenên sîvîl ji qirkirinê xelas kir, wan derbasî axa bin desthilata Rûsyayê kir. Bin fermana wî de, seda xortên kurdên êzdî hebûn û bi hev ra li hember Osmanî tê dikoşîyan. Artêşa Rûs jî, dixwest kurd li cem xwe bigire û di destpêka şer de, mezinahîyên kurd, bi taybetî Mîr Evdirezzaq Bedirxan, Ismaîl Axa yê Şikakî (Simko) û Şêx Ebdulselam Barzanî jî, di wê alozîyê de rêyên hevkarîyê li gel Rûsyayê digerîyan, da ku bikaribin hemû kurdan ji bindestîya Osmanî, nemaze ji zilma Îttîhadîyên faşîst û kûjer xelas bikin. Armanca tevan yek bû, Kurdistaneka azad û serbixwe…

Lê ev yek, ne bi dilê Taşnakîyan bû û ji ber ku bi armanca mezinahîyên kurdan serwext bûn, û ev armanc, li ber daxwaza wan a siberojê re asteng bû, ewan dest bi propagandaya reşkirinê kir û hemû rêberên kurdan li ber çavê Rûsan reş kirin. Mîr Evdirezzaq, li Tiflîsê bi fen û fûtên Taşnakan teslîmî tirkan hat kirin û mixabin hate bidarvekirin, piştî rê li ber Şêx Ebdulselam jî hate girtin, Şêx Ebdulselam ji ber bêgavî vegerîya başûr û kete destê Silêman Nazîf ê Walîyê Musilê û mixabin ew jî bi heman qedera Mîr Evdirezzaq re rûbirû ma. Simko ê Şikak jî çû rojhilat û li ber xwe da, di dawîyê de piştî şerê mezin 12 sal, ew jî kete destê persan û hate şehîdkirin, mîna hevrêyên xwe… An ku her sê mezinahîyên kurdan, bi destê dagirkerên Kurdistanê hatin şehîdkirin…

Piştî van agahîyên dîrokî, ez dixwazim belgeyeka balkêş pêşkêşî xwendevanan bikim û bi vê yekê, em tev bikaribin analîzeka tekez a dîrokî pêk bînin. Mamosta Aso Zagrosî, wek ku tê zanîn, li ser dîroka gelê kurd xebatên bêhempa dike û di gotareka xwe a bi tirkî de, cî daye belgeyeka balkêş û hêja, û ev belge ji boyî zelalkirina nêrîn û ramana Taşnakîyan li kurdan gelekî girîng e.

Bi taybetî, hevokên di derbarê Cangîr Axa de, pir balkêş in…. Nêrîna Taşnakîyan li hemû kurdan yek e û Cangîr Axa, wê serdemê, li gel birayên xwe yên kurd, bê ferqûmêlî, ji bona armanca hevpar, an ku ji bona Kurdistana Azad, bi hevkarî tevgerîyaye…

Wergera beşê gotara Mamosta Aso Zagrosî, li jêr e… 

Kerem bikin;

 

“…..Weşana Partîya Taşnak a bi navê DROSCHAK, sala 1916-an li Cinêvê, derbarê “Têkoşîna Wanê” de pirtûkeka bi Frensî belav kir….

Di vê pirtûkê de, Partîya Taşnak, bang li Partîya Îttîhad û Terakkîyê, ya ku bin rêveberîya Enver, Talat û Cemal paşayan de bû, dikir û digot: “Ne me, lê kurd bi we re îxanet kir…!”. 

Ew “kurdên xayîn” kî bûn? Li vira, em gotin ji birêvebirên Taşnak-ê re bihêlin;

“Di serî de, di destpêka şer de, yên ku ji ber dijmin revîyan û îxanet li desthilatdarîyê (li Hikûmeta Îttîhadê) kirin, kurdên xwînxwar in… Ev yek, di zevtkirina Bazîdê de hate îsbatkirin. Piştî, firar û revên nû çê bûn. Mezinahîyên kurdan, bi awayekî eşkere tev li vê helwestê bûn; Evdirezaq, Mistafa Beg, Hisên, Sadem Beg, Osman û Necîb Beg û em li vira serokê êzdîyan Cangîr Axa jî qeyd bikin. Li Ebexê, me bilindkirina wan a ala Kurdî ji bîr nekir. Ew al, di nav xwe de, slogana “Kurdistana Serbixwe” dihewand…” (Rûpela 26-an)…” 

(Wergera li kurdî; X. Xerzan)

 

(Evdirezaq, Mistafa Beg, Hisên, Sadem Beg, Osman û Necîb Beg, tev de welatperwarên kurd in û piranîya wan ji malbata Bedirxanîyan e…) 

 

Ji vê belgeyê jî xweş tê famkirin ku, hemû kurdên zana, pêşeng û pêşdîtî, bi hevkarî tev digerin, lê mixabin, ev yek ne li xweşê hin derûdoran (Taşnakan) e û bê şerm û heya, piştî qirkirina ermenan salekê, ewan rabûye, fesadîya pêşîvanên kurd, li ba kûjerên gelê xwe an ku li ba kûjerên ermen kirîye û bi vê yekê, xwestine xwe li ber çavên wan şîrîn bikin….

Ma hewceyî şîroveyê ye, ev tenê bêrûmetî ye û bi tenê dijminahîya gelekî ye… Binavkirina van kurdên birûmet, yên ku li hember Osmanî ji bona azadîya gel û welatê xwe li ber xwe dane, wek “xayîn”, tenê cîyê fihêtê ye. Û ji boyî Cangîr Axa yê leheng jî… Cangîr Axa ji destpêka şer heta dawîyê li ba Artêşa Rûs li hember Osmanî li ber xwe daye, ji bona parastina kurdên êzdî û bi wan ra parastina gelê ermen jî… Û ev wek “îxanet” tê binavkirin… Mirov tenê matmayî dibe… Helwesteke ecêb û durû û her wiha nankorî…

Wek encam, daxwaza Kurdistaneka Azad û Serbixwe, ji hêla Taşnakîyan ve “îxanet” e… Û ev dijminahî dibe sebebê sê mezinahîyên birûmet ên gelê kurd… Ez wisa dixwînim, ji lew re, ev propaganda, her wiha ji Rûsan re jî dihat kirin, lê bi awayekî dinê… Vêca “îxanet” berê xwe diguherand û li hember Rûsan rû dida…!! An ku, bi durûtîyeke ecêb, armanc tenê biçûkxistin û bêîtibarkirina van mirovên mezin bû… bi her awayî… Û mixabin, dîrok piştrast dike ku Taşnakî di vê hêlê de bi ser ketine û sê leheng, bi destê dijminan hatine şehîdkirin…. Heta sixûrtîya Cangîr Axa jî kirine, lê baş e ku wê demê Cangîr Axa neketîye destê Îttîhadê û xwe parastîye… Ji boyî wan ev helwesta hevpar a pêşengên kurdan (çi êzdî, çi mislman), “îxanet” e, lê ev belgeya hanê, ji boyî tevahîya gelê kurd, rûpeleka zêrîn a dîrokî ye. Xwedê hemû têkoşerên azadîya Kurdistanê bi dilovanîya xwe şa bike…

Portre: Rebwer K Tahir
Riataza