Serrûpel Dosya Golikvanê gund bû hunermendê kurd?

Golikvanê gund bû hunermendê kurd?

Belav bike


(hûmorêsk-pêkenî)

 

       A, wê hemû hevalên wî bûne şayîr û nivîskar, sazbend û dengbêj, xwedî pêşek û huner. Lê ew di dersxana 6-an da ji dibistanê  derket, çû ber golika û hela hê poça golikava darda bûye û bernade. A, wê Şemalê kurmetê wî jî zewcî, mirazê dê-bavê pê bive, wê sibê herin dergîstîya wî bînin, lê  bextê Qulîxan tê bêjî ketîye qeyayê û qeya jî hatîye hev. Ewî çi keçik raçav kir, nebû xurê wî. Ka wê çawa bibûya xurê wî, gava tu kes derî li ber dê û bavê wî venake. Dibêjin, qîza meye usa tune, ku bidne golikvanê tilikî serkundir. Ji ber ku serê wî mezin û notla kundira gulover bu, navê wî danîbûn Serkundir. Bavo, golikvanî dîsa han-hana, lê gava pirsek didane  Qulîxan û wextê ewî dixwest bersiva xwe bide, ziman lê giran dibû, lêvê wî dircifin, serî li ser dihejîya û dikre tile-til, kesî tiştek devê wî fem nedikir. Wê demê pîrqîn dikete teva û dikenyan. Xasma keçikên gunde berzeq nav-nûçik wî dikirin: «Golikvanê serkundir, heta kire tile-til, xelqê dergîstîya wî xwera bir!..».

         Belê, di destpêka payîzê, li gundê berpala çîyê dewat bû. Qulîxan li fêza gund li ber golika xweda dikelya û difikirî: «Gelo kengê wê ro dagere, ku van bêxweyê golika daxme nava gund û herme dewatê». Lê heyamê nîvro bû, heya êvarê hela êpêce wede hebû…

         Ro îdî dadigerîya, du rim mabû, ku here ava. Qulîxan radyoke destaye biçûk, ku sala par ji ber heqê wîva dabûnê, bi benekî girê dabû, avîtibû milê xwe û guh dida axaftinên kurdî ya Radyoya Rewanê.

          «Radyoguhdarêd ezîz! Naha bibhên kilamêd cimeta kurda. Ez kewotkim. Distrê Hesen Cizrawî»,– Keremê Seyad îlan kir. Û dengbêjê meşûr Hesen Cizrawî kire qîrîn…


Ez kevokim, lê, lê…
Ez kevokim, way, way!
Kevoka şînim, qurbano
Li ser bana, bin bana
Ez dixwînim, way, way!
Ez aşiqê, lê, lê
Çavê şînim, way, way!
Ez maşoqê, lê, lê
Çavê şînim, way, way!

 

         Serkundirê me li bin awazê vê stranê tenê xwera direqisî. Gava Hesen Cizrawî digot «Lê, lê», ewî şivdara destê xwe bilind dikir û digo «Xudêyo!», lê gava «Way, way» dihate navê, ewî şivdar jorda danî xarê û zerp du caran erdê dixist û digot: «Tew, tew!». Kenê meymûna wî, qilxê wî û reqasa wî dihat. Heynese, dawîya stranê nat. Qulîxan te îdî guh nedida stranên radyoyêye mayîn. Ewî golik berbi gund dajot û bin lêvên xweda dikire gine-gin, gotinên strana «Kevokim, lê, lê» pêş û paş, li tevî hev dikir û bi zimanê xweyî til distira:

 

Ej kewotkim, lê, lê…
Ej kewotkim, wey, wey!
Li şer bana, bin bana
Ej dimeşim, tew, tew!
Ej aşiqê, lê, lê
Çavê leşim, wey, wey!



         Serkundir hey distra û hey ho dikir, heya golik ajote nava gûnd. Lez hate malê, kire «wey, wey!», şiva destê xwe wêda avît, hevan alîyê dinda kewkî kir, ha-hanga qerpalê li ser xwe êxist û kincê nû xwe kir, tûncika xwe şe kir û berê xwe da mala metê dewatê. Êvarê kete govendê, xwe hejand û destbi strana tezefêrbûyî kir. Gava ewî got «Ej kewotkim, lê, lê, ej kewotkim, wey, wey!» bû pîrqînîya cimetê. Govend betal bû. Camêrekî navsere ji bo govend sar nebe, bi ken, lê bi fen got: «Heyran, xorto rind distrê, hûn çima dikenin? Bêje, birê apo, bêje! Şerm neke! Ewê divêjin ji te çêtir nînin». Ew bû û ew! Serkundir te bû şûrê şîn, wê êvarê îdî dor neda kesî, hey got, hey reqisî…

         Wê şûnda li gund çi dewat dibûn, Qûlîxanî di nav da bû. Çend stranên dinê jî îdî hîn bûbû. Gava govend dikimkimî, ji bo hewasê dewatvanan ew dikirine sergovendîyê  û xweşîyê xwe wî dikirin. Bi wî teherî dewat bi ken û eşq derbaz dibû, lê Serkundrê me jî hêdî-hêdî dibû «gula govendê». Dûra ewî darê golikvanîyê danî û tembûrek xwera kirî. Sibê heta êvarê kar-pêşê ev bû: tinge-tinga wî bû li tembûrê dixist, lê tu tişt jê dernediket. Der-cînar dîsa diketine kirrê wî: «Malik ava, heyfa te û deng-seda te nîne tu tembûrê dixî û dengê xwe zîz xirab dikî. Lê tu mêrê tembûrêyî? Dengbêjê eynsî tebûrê naxin, lo! Tu bilbilê çîyayê meyî, dibê tu xwera tembûrvanekî baş destxî. Bila ew lêxe, tu jî bistrê. Wê demê nav û dengê te wê li dinê zû bang bide!»…

         Ji wê rojê gelek sal derbaz bûn. Û van dawîya li tora civakî ya Întêrnêtê ez tiştekî digeryam. Axir, kambaxa Întêrnêtê jî usane, tê bêjî xiringêle ye, wek sûka navnetewî ye. Tiştekî digerî, tiştekî din dikeve destê te.  Li wira her tiş heye û kê bêjî heye. Li vira şa  û padşa rastî hev tên, xam û xas bi hev re rûdinên û deng dikin, zane û nezan berê xwe dine hev û dikevne gotebêjê. Li vira qet-birra bendan, bazara kirîn-firotana mal û milkan, lo heya ya can û laşan jî tê kirinê. Xulese, serê we neêşînim. Min xwest stranên Hesen Cizrawî bigerim. Navê strana «Ez kevokim, lê, lê!» min avîte Întêrnêtê û li YouTube wêneyê Hesen Gizrawî re tevayî yê zilamekî serkundir jî li bar çavê min ket. Navê wî dixwînim: «Gulîcan–hunermendê kurd». Êpêce stranên Gulîcan li vir hene. Ew hemû bê tam û bê fikirin. Tê xuya, ku ewî li vir, li wir hildaye, li hev xistîye û kirye wek helîse, hinek nimûnên folklora meye pirawaz jî wek rûnê nivîşkî berî li ser daye. Li ser Gulîcan gotar û nivîsar jî hene. Dinvîsin, ku ew  hunermendekî navdare, li şayî û cejnên gelêrî herdem beşdare! Dibêjin, ku xwendina wî ya sazbendîyê jî heye, lê kengê û li ku dest anîye, ne dîyare. Tê gotin, ku ji malbeta wî xwedê giravî çend sazbend û dengbêjên eyan derketine, lê kêne û navê wan çîye, meva tarî ye! Va ye, resmê wî tevî hûnermendê meye naskîrî jî heye! Va ye ew li şayîkê distrê, zimanê wî îdî vebûye, tembûrvanê wî jî tembûrê dixe! Va ye di hevpeyvînekê de, mala me xirab be, ew bûye rexnevan,  sazbendîya kurdîye gelêrî û ya nûjen qîmet û nirx dike! Va ye li cîhkî dînêyî nenas ew pesnê xwe dide xas bi xas!..

         Ez li çavên xwe bawer nakim. Heyran, ev golikvanê gundê quntqra çîyê Qulîxanê serkundir nîne? Hey gidî dinya! Dêmek, Qulîxan bûye Gulîcan? Tew, tew, tew! Golikvanê gund bûye hunermendê kurd?

         Dikevime nava mitalan û pirsê dime xwe. Gelo çiqas qulîxanên awa wek bezek û kurman xwe avîtine nava çanda me? Bersivê nabînim. Lê bila devê wî camêrê navsere bişkesta, ku gelek sal berê, di destpêka payîzê, li gundê berpala çîyê, li dewatê kurê metê got: «Qulî can, keremke, bistrê!»… 

 

Prîskê Mihoyî.