Serrûpel Dosya “Sala 2014 sala qederê ye ji bo Tirkiyê”

“Sala 2014 sala qederê ye ji bo Tirkiyê”

Belav bike

Hilbijartinên şaredariyê wê li 30 adarê de çêbibin, û hemû partiyên Tirkiyê û bi taybet jî partiyên ku li nav perlemanê de, wê bi hemû derfetên xwe têkevin van hilbijartinan, û wê ev hilbijartin heta astekî mezin pêşaroja hilbijartinên din diyar bike.

Heta niha tiştê ku dixuyê rikberiya mezin di navbera partiya AKPê û CHPê de ku rû bide, wê li ser bajarên Stembol, Enqere û Îzmîrê de bin, û kî dikarî van bajaran têxe destê xwe wê nexşeyê desthilat û rêjeya hilbijartinên perleman û serokomariyê biguhêre.

Li aliyekî din partiya BDPê wê li Kurdistanê bi partiya AKPê re têkeve rikberiyê, ji ber wê jî BDPê şev û roj dixebite ku piraniya şaredariyên bajar û bajarokên bakurê kurdistanê têxe destê xwe, û berpirsên wê radighînin ku, serkeftin û binkeftina wan li hilbijartinên şaredariyê wê bandore xwe li ser pêvajoya aşitî û pirsgirêka gelê Kurd û hilbijartinên perlemanê hemûyan bike, ji ber wê jî wê sala 2014 ji bo wan jî bibe sala qderê.

Gelek siyastmedarên Tirkiyê dibêjin, ji bo hilbijartinên perlemanê ku pêwîste li meha gulan yan hezîranê bên li dar xistin, wê bandore bûyerên parka Geziyê, û operesyonên gendelî, û têkiliya AKPê bi welatên rojava û Emerîka, û dîsa şaşiyên siyaseta derve di rojhilata navîn û bi taybet li Sûriyê bi awayekî nerînî li ser bike, û AKPê jî tevî ku leyreya Tirkî ji sedî deh ji nirxê xwe li hemberî dolar wanda kiriye, wê bi hinek yasayên darayî ku civaka Tirkiyê jê sûdê werbigrê hin qezencan têxe dest xwe.

Herweha îhtimala mezin, cemaat CHPê û MHPê wê derbeyên mezin li AKPê bidin, lê BDPê wê di riya siyem de rawest, ji ber ku ew ditirse ku eger Erdogan û AKPê têk çû, pêvajoya aşitî jî têk biçe.

Piştî van hilbijartinan Erdogan wê xwe ji bo hilbijartinên serokomariyê amede bike, lê dijatiya cemaat û welatên rojava wê gelek bandore xwe li ser serkeftina Erdogan bike, û îhtîmala mezin jî cemaat careke din piştgiriya serokomar Abdula Gul bikin, û wê demê wê Erdogan neçar be ku li 2015an de careke din xwe bike serokwezîr, ji ber wê jî heta niha ne diyare ka wê hilbijartinên perlemanê wê li hezîrana 2014an de bê kirin, yan jî wê li mehên mijdar û kanûnê bên kirin, ew jî wê hilbijartinên şaredariya pergala wê diyar bike. Rûdaw

Çavdêrên siyasî li Tirkiyê dibêjin, sala 2014an sala qederêye ji bo Tirkiyê, ji ber ku wê div ê sale de, sê hilbijartin çêbibin, yên şaredarî, perleman û serokomariyê, û hersê hilbijartin wê nexşeya siyasî li Tirkiyê ji bo sibe rojê biguhêrîne.

Hilbijartinên şaredariyê wê li 30 adarê de çêbibin, û hemû partiyên Tirkiyê û bi taybet jî partiyên ku li nav perlemanê de, wê bi hemû derfetên xwe têkevin van hilbijartinan, û wê ev hilbijartin heta astekî mezin pêşaroja hilbijartinên din diyar bike.

Heta niha tiştê ku dixuyê rikberiya mezin di navbera partiya AKPê û CHPê de ku rû bide, wê li ser bajarên Stembol, Enqere û Îzmîrê de bin, û kî dikarî van bajaran têxe destê xwe wê nexşeyê desthilat û rêjeya hilbijartinên perleman û serokomariyê biguhêre.

Li aliyekî din partiya BDPê wê li Kurdistanê bi partiya AKPê re têkeve rikberiyê, ji ber wê jî BDPê şev û roj dixebite ku piraniya şaredariyên bajar û bajarokên bakurê kurdistanê têxe destê xwe, û berpirsên wê radighînin ku, serkeftin û binkeftina wan li hilbijartinên şaredariyê wê bandore xwe li ser pêvajoya aşitî û pirsgirêka gelê Kurd û hilbijartinên perlemanê hemûyan bike, ji ber wê jî wê sala 2014 ji bo wan jî bibe sala qderê.

Gelek siyastmedarên Tirkiyê dibêjin, ji bo hilbijartinên perlemanê ku pêwîste li meha gulan yan hezîranê bên li dar xistin, wê bandore bûyerên parka Geziyê, û operesyonên gendelî, û têkiliya AKPê bi welatên rojava û Emerîka, û dîsa şaşiyên siyaseta derve di rojhilata navîn û bi taybet li Sûriyê bi awayekî nerînî li ser bike, û AKPê jî tevî ku leyreya Tirkî ji sedî deh ji nirxê xwe li hemberî dolar wanda kiriye, wê bi hinek yasayên darayî ku civaka Tirkiyê jê sûdê werbigrê hin qezencan têxe dest xwe.

Herweha îhtimala mezin, cemaat CHPê û MHPê wê derbeyên mezin li AKPê bidin, lê BDPê wê di riya siyem de rawest, ji ber ku ew ditirse ku eger Erdogan û AKPê têk çû, pêvajoya aşitî jî têk biçe.

Piştî van hilbijartinan Erdogan wê xwe ji bo hilbijartinên serokomariyê amede bike, lê dijatiya cemaat û welatên rojava wê gelek bandore xwe li ser serkeftina Erdogan bike, û îhtîmala mezin jî cemaat careke din piştgiriya serokomar Abdula Gul bikin, û wê demê wê Erdogan neçar be ku li 2015an de careke din xwe bike serokwezîr, ji ber wê jî heta niha ne diyare ka wê hilbijartinên perlemanê wê li hezîrana 2014an de bê kirin, yan jî wê li mehên mijdar û kanûnê bên kirin, ew jî wê hilbijartinên şaredariya pergala wê diyar bike.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/opinion/01012014#sthash.zHvsfh5v.dpuf