Di destpéka tevgera avakirina PDKT’ de ked û emeg û ramana şexsiyetén héja weke Katibé Hereketa Şéx Seîd Efendî Fehmî Bilal, Senatoré Bajaré Urfayé Kemal Badıllî, Parézer Faîq Bûcaq, Parézer Şerefeddîn Elçî, Emer Turhan û bi taybet Limumba’yé Mileté Kurd Seîd Elçî heye ku havéné vé xeté rihê wané ezîze û rûmetbilind e.
Piştî ku biryara avakırına Partîyeke milli hate dan, 5 kes li Bajaré Amedé roja 11 yé Tirmeya 1965é vê partîyê avakirin û programa partî di biné imzayén Faîq Bûcaq, Seîd Elçî, Şakir Epozdemir, Şerefeddin Elçî, Emer Turhan û Derviş Akgül da hate imzakirin. Ew program û Nizamnama Partîyé û Qeraré Mehkemeya Cezayé Giran ya Bajaré Antalya û Qeraré DGM’Ya Bajaré İzmîré belgenameyén heré giringén vé réxistiné nin. Kes nikaré vé rastîyé texrîş bik e.
Ezé vé makaleyé di vé manga Tirmeyé û di vé rojîya remezana şerif da beriya 11 yé Temmuzé belav bikim; ji bona kesén din jî ku şahidé wan rojanin û li heyaté nin; ew jî vé sersalé bîr bînin, belkî ku çend rézan li ser partiyeke 49 salî ya îllegal binivsînin. Ango destén xwe bidine ber enîya xwe li van 49 salan kûr bibin ka di van 49 salan da roleke erénî, berçav, berketî, serkeftî û dîrokî bi ser xistine an nexwe di van salén dûr û diréj da fersendén mezin û giring winda kirine û 50 salén gilover heba kirin e.
Ez weka damezraner û parézvaneke Siyasî yé Dawa Antalya yé, gava bi çaveke bé teref bala xwe didime pévajoya 1969- 2014 yé di van 45 salan da destkeftîyek ku héjayé gotiné be nabînim.
Yeké din jî, min xwest ku Rêzdar Mehmed Emin Kardeş û damezranerén PDKT ya Legal û Yasal pîroz bikim ku vé partîyé bi dewleta Tirk dane pejirandin û partî hate tescilkirin.
Eger kû ev partî bibe partiya milyon Kurdan û xwe bighéjîne hedefa xwe ya xwezayî ku navé vé partîyé di dilé milyon kesan da cîyé xwe girtîye, wé rihé wan kesayetîyén navbihorî geş bibî. Lé mixabin ku ji ber bé qadroyîyé, ji ber qadroyén ku kes naxwezin xwe bidine dora wan, herkes di cîyé xwe da tevizîne li benda tevgereke xurt û xwîneke taze nin.
Divé ev damezranér çibikin? Beriya her tiştî lazime ku senpatîzanén vé rébazé bidine hev û wana bixine péşîya xwe, divé ku ev qadroyén kevin bidine peyî qadro û dilxazén azadiya milleté Kurd û welaté Kurd û hemû Kurdistaniyan. Divé ku ew bidine peyî qadroyén taz e. Divé siyasetvanén karizmatik û xwedî vizyonén ku Kurd wana weka péşkéş bipejirînin peyda bikin û vitrima xwe ya bi rékûpék dewlemend bikin ku bawerî ji welatparéz û mihafezekaran ra çéb e.
Kine ev kadro?
Ew kesin ku baweriya kîtleyan bi wan hey e. Kém dijtexilin lé xwedan îrade û ray û biryarin. Ew kesin ku li gundén xwe, li navçeyén xwe, li tax û kolanén xwe téne hezkirin û baweri bi wan té kirin. Ew kesin ku gava Kongreyek, xwepéşandanek çébû, bikaribe bi sedan, bi hezaran dor û teref û bira pismam û dostén xwe li gel xwe bîné nava hereketé. Ew kesin ku di bajar û bajarokan da bo mafén esnafan, bo mafén karker û rénçberan, bo mafén gundî û cotyaran xebat kirîne û xwe bi wana, bi xelqén xwe dane qebûlkirin û hezkirin. Ew kesén ku rûmeta urf û adet û toreya milleté xwe girtine û tevli felsefeyén biyanî, ideolojîyén çewt û beredayî nebûn e. Ew kesén ku siyaneta hemû dîn û baweriyan digirin lé beriya her tiştî şexsîyeta xwe jî parastibin, xwedan qedir û rûmet û sîyanet bin.
Qadroyén ku partî bi wan xurt bibî û bibe xwedî xeber ewin ku siyasîyén nava xelkén ne, kîtleyén mezin li peyî wan henin û di warén xwe da serkeftî bûn e. Melayén Gund û bajaran, mixtarén gund û bajaran, péşkéşén gund û bajaran iqna bikin, baweriya wan bi xwe û projeya xwe bînin. Eşîretén ku a niha li Bakûré Kurdistané henin, divé babik bi babik béne iqnakirin, divé serok û alikarén wé eşîré bi nefsa xwe, bizzat xwe bidine péş û bikevine biné bar. Temayîya wan kesén aferozkirî nekin. Divé ku hun Neqşebendîyan iqna bikin. Divé ku ehlé tesawufé qîma xwe bi we bînin. Daxaza neqşiyan ewe ku mesleka xwe îcra bikin û di sîstemé da cîyé wan jî hebî. Aşé wan bi bayé sîstemé diger é.
Divé ku hun behişté ji hemû Kurdistaniyan ra vâd bikin. Di waré ekonomî û péşvaçuyîné da, di waré xwendin û perwerdeyé da, di warén serbestî, aşîti, aramî, komelî, dadî, dînî, mezhebî, ramanî û demoqrasîyé da û di hemû warén insanî da divé hun Kurdistaniyan iqna bikin û baweriya wana bi xwe bîn in. Divé statuya ku bo we armance, hemû terefdarén we qîma xwe bi wé sistemé bînin û ew jî şirîké vê destkeftîyé bin.
Diplomat, akademisyen, rewşembir, rojnamevan, teknoqrat, nivîskar û ronakbîr di vé noqteyé da ji partîyek ra péwîstin. Projeyén we divé projeyén welateke aram û azad û xoşewîst be.
Divé hun hedefa xwe kifş bikin. Serbixweyî mafé Kurda ne. Lé gava ku ya rast û realîte ew be ku Kurd û Tirk bi şirîkayîtî bi hevra bijîn; wé gavé daxaza xwe li gora Konfedere, federe ango Otonomîyé ji Kurdan ra, ji bingeya réxistina xwe ra derz bikin. Bila her kurdek bizané ka ew statu jé ra çî bidest dix e. Divé di her hal û karé da jiyana mileté Kurdistané di projeyé we da qençtir, baştır û hésantir be.
Azadî û serbixweyî bé şerté jiyaneke xweş bé tame, bé lezete û kes temayîya ziké birçî nak e.
Divé ku hun Partî û tevgerén nézîké xwe gişan bidine hev. Giş bi hevra kongreyek çébikin. Merivén ku bikaribin wan sınıf û tebeqeyén navbihorî iqna bikin bidine péş. Divé ku ew jî wezifa xwe bizanin û derdén wana ne ew be ku xwedan meqam bin.
Divé hereketa Kurd, partiya Kurd ne li peyi şaredariyan û parlemana Ankarayé bin. Divé xwe ji parlemana Otonom ango konfedere ya kurdistané ra û hilbijartina şaredarî û Walîyén statuya xwe bi xwe ra, li ser axa xwe amade bikin.
Divé em li ser axa xwe bi partîyén Kurdan ra bikevine misabeqe yé ango yarişé. Me çi girt. Xweda bike ku reqîbé me li hemû bajaran yek kursi winda me ke. Ew jî serkeftineke bo Kurdistaniyan, Lé belé ew partiya di xeta PDKT da ku wan şiretén min ifade kirin bîne cih, wé weka KDP û YNK yé, ango weka îro wé KDP, YNK, Goran, Yekgirtû û Komal derkevine péş. Ew jî demokrasiyeke rengdér û temsîlkirina hemû bawerîyan û ramanan e.
Nexwe divé ku hemû siyasetmedar û réxistinén Kurdan bihemhal xwe ji révabirina ango iqtidara Kurdistaneke xwedan statu ra hazir bikin. Di vé meşé da péwîstî pé heye ku xwendevan û şorişgerén Kurdistané û bi taybet welatparézén Kurd fedekarî bikin. Fedekarî dikare yekîtîya kurdan ava bike û bi péş bix e.
56 salin ku çavén min li ré ye. Tevgerén Kurdén Bakûr di dervayé PKK yé da biser neketibin jî, rewşa dinyayé, çerx û dewrana tarîxé ji Kurdan ra li hev anîye ku fersenda rizgariya Kurd û Kurdistané carek jî hatîye ber pîyén wan. Vé caré jî ku em weka hercaran bikevine peyî tiştén boş û betal wé ev fersend jî di ser me da baz bide her é. Hîvîdarim ku xebatkar û dilxwazén réxistina min ya PDKT û hemû dilxwazén xeteke demoqrat û liberala Kurdistanî şiretén miné 77 salî navéne pişta guhén xwe. Dermané serkeftiné yekîtî, yekîtî û her yekîtî ye. Îlacé yekîtî û yekrézîyé jî fedekarî, fidekarî û fedekarî ye…
Carek jî 49 saliya Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiya yé li hemû welatparézan, li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim; Legalîteya vé partîyé weka ku péşvaçuyîna demoqratîyeta rejima Tirkîyayé dipejirînim û dixwazim hemû welatparézén Kurd li ser vé xeté hézén xwe bikin yek, ji hev dûr nekevin. Ev xet Xeta Fehmîyé Bilal û Faîq Bûcaq e. Ev pévajo, rébaza azadîxwaza Qazî Mihemed, Mela Mistefa, Nûreddin Zaza û Şerefeddîn Elçî ye. Ez bawerim ku wé rojek hesreta dilé wan ezîzan, wan péşkéş û lîderén héja here serî û Kurd û Kurdistanî bighéjine qonaxa aramî û rizgarî yé.
07.07.4014 – Enqere
Bİ réz û bi hévîya serkeftinén berketî, sererast û realîst…
Şakir Epözdemir
Lékolînér – Nivîskar