Gelê Kurd li her perçeyê Kurdistanê û dervayî welat xuya kir ku şiyar e, xwenas e û sînorê perçebûna Kurdistanê û nakokiyên di navbera partiyên kurdan de qebûl nake.
Cara yekemîn partiyên kurdan li gorî xwestinên milletê xwe hewl dan. Gelê Kurd partiyên kurdan bi Şengal û Kobanî nêzîkî hev kirin. Eger îro Pêşmerge û şervanên YPGê, ev jî ji bo min Pêşmerge ne, mil bi mil bi hev re şer dikin, şehîd dikevin û bi hev qêrîn dikin “bijî Kurdistan” ne hewceyî ti gotinê ye.
Em werin ser rizgarkirina Şengalê,
Ev nêzîkbûna partiyên kurdan û bi taybetî gelê Kurd ji bo netewbûn û mafên gelê Kurd li Kurdistanê pêwîst e. Lê sibê ku DAIŞ ji Şengalê derkeve û millet vegere cih û warê xwe, dê çi bibe? Partiyên kurdan û tê de PKK û PDK dikarin bi hev re li ser konseptekî rawestin ku çawa êzîdiyan û komên din li herêma Şengalê were parastin? Niha jî deng bilind dibin ku hinek behsa xweseri ji bo Şengalê dikin, an jî dixwazin ku ev herêm bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdan. Bêguman deng jî hene dibêjin bila Şengal wek berê girêdayî Mûsil û wiha jî girêdayî Bexdayê be.
Tiştê ez dizanzim: Êzîdî piştî vê jenosîdê hatine guhartin û naxwazin wek berê bijîn. Ew naxwazin “qedara” xwe bikin destên bêbaweran. Ew ji bo xwe û nifşên nû misagoriya statû û mafên xwe dixwazin. Di nav ciwan û rewşenbîrên êzîdiyan de hewldanên wiha li dervayî welat û Kurdistanê dest pêkirine. Bêdeng in, lê li hev kom dibin, gengeşe dikin û xwe hêdî hêdî rêûpêk dikin.
Hinek ji eşîrên êzîdiyan û Mîrê wan ne siyasî ne û bêvîzyon in ji êzîdiyan. Ewê wek berê bêdeng bin û serê li himberî, kî bihêz be, bitewînin, bila ereb, kurd be, PDK an jî PKK be. Ew wiha fêr bûne. Lê ev ji bo êzîdiyan êdî şerm e û nayê qebûlkirin.
Bêguman Bexda û hinek ji partiyên kurdan dê bi hinek dirav û sozan bixwazin hişyar, bîrnebûn, zayenda otonomiya Şengalê bi “serokên êzîdiyan re” bidin sekinandin. Bexda jixwe niha jî dest bi hewldanên wiha kiriye.
Ez dizanim ku êzîdiyên koçber hê jî têkoşîna jiyanê didin. Herkes bi tirs nizane ka ewê vê zivistanê derbas bikin an jî biharekê dinê bibînin. Jixwe divê Kurd bi hev re biryarekê bidin, rewşa Şengalê ya siyasî dê çawa be. Lewra konferenseke netewî ji bo çareseriya pirsa Şengalê li Kurdistan pêwîst e.
Bi giştî, derfetên jeopolîtîk û konjunktura rojhilata navîn niha jî bi aliyê kurdan û wiha jî bi aliyê êzîdiyan ve diçe. Lewma divê ku Hikûmeta Kurdistanê û partiyên din û êzîdî di demeke kurt de xwestinên xwe eşkere bikin.
Li gorî min divê ev mijar lezgîn werin rojevê û çareseriyek were dîtin:
Şengal hewceyî statûyeke siyasî ye an na?
Şengal divê ji Mûsilê were qutkirin an na?
Ez bixwe ji bo Şengal otonomiyê an jî bi kurdî xweserî herî erênî û maqûl dibînin. Beriya her tiştî divê lezgîn ji aliyê mirovên herêma Şengalê hêzeke leşkerî ji bo parastinê were avakirin. Şervanên êzîdiyan ku li dijî DAIŞê şer dikin, dikarin pêşengiyekê bikin.
Li Şengalê divê mirovê herêmê bikarbin xwe ji aliyê ewlekarî, perwerde, tendurustî, aborî, çandî û olî rêkûpêk bikin. Ji bo vê jî Hikûmeta Kurdistanê û kantonên PKKê li Rojava dikarin bibin alîkar.
Eger Kurd di nav xwe de bi yek deng otonomiya Şengalê pêşve bibin, dewletên wek Ewropa û Amerîka jî dê bibin alîkar. Bexda jî divê fêm bike ku bi Mûsil û pirraniya misilmanên Ereb re jiyaneke wek berê çenabe. Dema Bexda bixwaze Iraq bimîne, divê di nav sînorê Iraqê de jî xwestinên wan ol û milletan bi cîh bîne.
Tenê wiha Şengal û tê de êzîdî û komên din dikarin ol, kelporî û ya herî pêwîst jiyana xwe biparêzin, hebûna xwe misoger bikin. Tekoşîneke wiha jî bi siyaseteke girseyî û aqilane hewce ye.
Êdî kurd û bi taybetî êzîdî hatine vê astê ku divê li ser Şengalê bi rast û durustî rawestin û konkrêt guhartinan pêk bînin. Çawa di wan mehên dawî de gelê Kurd bi yekdengî, yek hest e, yek dil li her kolanên dinyayê ji bona Kobanî û Şengalê rabûn ser xwe, divê bi vê nêrîna gel partiyên kurdan jî siyaseteke netewî bidomînin. Ew deyndarê wan zarok, jin, mêr û kalûpîrên ku hatin kuştin, revandin û koçberbûn, in. Siyaseta kurdan li Kurdistanê divê ji bo wan Pêşmerge û şervanên Kurd be ku mil bi mil, bi giyanekî netewî dîsa şeref dan her kurdekî, berjewendiyên kurdan biparêzin. Îro dora Şengalê ye, sibê dora Kobanî ye, dusibê dora…
Jêder: Rûdaw