Serrûpel Nûçe Rewşa Îraqê nayê qebûlkirin

Rewşa Îraqê nayê qebûlkirin

Belav bike

 Di hevdîtinê de her du alî li ser rewşa qeyrana siyasî ya li Îraqê û çawaniya çareserkirina vê rewşê li ser bingiha destûrê sekinîn. Tony Bilinkin di axivitina xwe de tekez li wê yekê kir ku Emerîka dostê welatê Îraqê û Herêma Kurdistanê ye û ew piştgire ji pêvajoya demokrasî û destûra bingihîn re. Her weha got jî ku, ew gelekî baş ji guman û metirsiyên Herêma Kurdistanê tê digihin. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa qeyran û tengasiyên heyîn, nepêkanîna destûrê û peymanên hatîn îmzekirin û got jî rewşa Îraqê qet nayê qebûlkirin û divê di çarçoveya destûr û van peymanan de çareseriyeke bingihîn çêbibe.

 

Avestakurd