Di derbarê aktorê sînemayê yê navdar Tom Cruise û hevjîna wî, aktris Katie Holmes, ku piştî 5 salan zewaca xwe bi dawî kirin, her roj paşgotiniyeke balkêş derdikeve holê.
Hin dibêjin, Tom Cruise ji Katie Holmesê eciz bû, hin jî dibêjin Katie Holmes, hîn zêde nikaribû tehamula tarîqeta ku Tom Cruise endam e, a Scientologyê bike. Lê îdia herî balkêş avêtin holê.
Tê îdiakirin ku, Katie Holmesê, Tom Cruise û futbolîstê bi nav û deng David Beckham, ku her du malbat dostê hev in, di nivînekê de, di cem hev de girtiye. Xwediyê îdiayê, malpera li Holywoodê zêde tê naskirin Dramarama ye. Îdia ev e ku, tê gotin piştî vê bûyerê, Katie Holmes biryara, ji Tom Cruise a veqetandinê girtiye.