Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, li Amedê derkete kolan û navedên danûstandinan û serdana esnafan kir. Baydemîr, li dikaneke berberiyê, porê mişteriyekî birî û qala zarokatiya xwe kir ku çawa wî û birayê wî porê hev dibîrîn kir. Bi zarokekê re, kir nekir ku hevdu nasbikin, lê keçika xeydok pêşniyara Baydemîr qebûl nekir.
Şaredar Baydemîr, di berdewamiya serdana xwe de, çû dikaneke utiyê û “wek jilêtê” utî kir û ji xwediyê dikanê re got, “ger pêdiviya we bi utivanekî hebe, ji şaredariyê re têlefon bikin ez ê werim.”
serdan û bi gelê Amedê re sohbet û rûyê bi ken yê Osman Baydemîr hêjayê dîtinê ye.
Li ser vê navnîşanê hûn karin temaşe bikin:
https://www.facebook.com/photo.php?v=102616346552305