Serrûpel Dosya KURDKUJî û nîqaşa zarave û alfabeyên kurdî

KURDKUJî û nîqaşa zarave û alfabeyên kurdî

Belav bike
dê bibêjin qey ev nîqaş bi bandora hêz û rêxistinên siyasî ve tê kirin, loma jî kî çi bibêje, rîska wî heye ku navekî siyasî lê were kirin. Li welatên rojhilatî, mîna welatê me û welatên din yên ku welatê me di nava wan de hatiye parvekirin, heçî fikra ku têkildarî karên civakî be, bi vî awayî ve dê bibe « siyasî » an jî îdeolojîk. Li welatên Rojavayê, gava ku mirov nîqaşekê li ser zimên bike, mirov illeh naxin nava tevger an jî rêxistinekê, lewre mirov bi « behsa zimên » ve, bi tenê « behsa zimên » dike û tu xema zimannasên ewropî ya weha nemaye ku mirov carinan xweziya xwe bi dilê wan tîne.

Ev çend sal in ku, qey ji ber ku li Başûr êdî hikumeteke kurdî heye û desthilatdariya Herêma Kurdistanê hatiye bidestxistin, em dibînin ku hin hewldanên li ser zimên jî tên kirin. Hêzên ku ji ber peywendiyên tevgerên Kurdan yên berê (birakujî) newêribin dest biavêjin vê mijarê, bi rêya hin kesayetiyên navdar, rewşenbîr, stranbêj, helbestvan û rojnamegeran ve vê nîqaşê gurtir dikin.

Divê were destnîşankirin ku herçend berê di nava tevgeran bi xwe de pirsgirêka her du zaravayên sereke (kurmanciya jorê û ya xwarê) peyda bûbe û di binî re bûbe yek ji sedemên xurt yên cudabendiyê jî, heta piştî avabûyina hikumeta Herêma Kurdistanê jî ev pirsgirêk weha weke şerrê du seriyên cuda ewqasî belloq û aşkere nebûbû. Ji xwe, binavkirina weke kurmancî û soranî jî (ku di sedsala 18 û 19’an de nebû) nîşana vê pirsgirêkê ye. Em ê weke hin « rewşenbîrên kurd » peyva dawîn di serî de nebêjin û bihêlin dawiya vê gotarê

Weke ku tim tê gotin, millet û netewe li ser nirxên hevpar tên avakirin ku li hin welatan ziman ne alava hevpar e, lê ji dêleva wê alavine xurttir hene. Hejmara wan nirxên hevpar çendî zêde be, jihevqetîn û jihevqetandina wan jî ewqasî dijwar e. Yekzimanî di avakirina neteweyan de ne xala mecbûrî ye (mîna Swîsre û Kanada), lê belê xaleke gellekî girîng e, bi taybetî jî gava ku cudahiyên ziman-zarava-devok hebin û welatekî serbixwe ji bo vehewandina van cihêrengiyan nebe. Dijwariya cihêrengiyên zimanî ji devokan dest pê dike, xala wan ya duyem dijwariya zaravayan e û ya herî mezin jî dijwariya zimanan e. Heger cihêrengiya devokan baş neyê îdarekirin û peywendiya devokan çênebe, ew devok dikarin bibin zarave û ji hev gellekî bi dûr ve bikevin. Ev guherîn û jihevdûrketina devokan dikare pêvajoyeke bi sedan salan û hezar salan jî bide ber xwe, heta ku bigihîje encama dawîn, yanî zaravebûyinê. Di rewşa zaravebûyinê de xeteriya cudabûnê mezintir dibe, lewre heger baş neyê birêvebirin û peywendî û danûstendinên baş di nava wan de neyê avakirin, zarave dê bi temamî ji hevdu bi dûr bikevin, xalên xwe yên bingehîn yên hevpar dikarin wenda bikin û bibin weke zimanên serbixwe. Vegera ji vê yekê bi awayekî zimannasî û mentiqî ne pêkan e. Di rewşa zimanên serbixwe û cuda de, sedemên bihevrejiyînê divê werin avakirin ku em li Tirkiyeyê li gellek awayên vê siyasetê rast tên, weke yekîtiya olî, yekîtiya axî û yekîtiya alayî ku li dijî daxwazên Kurdan mîna « sembolên pîroz » tên nîşandayin. Îroj di rewşeke guncaw ya hikumeteke temsîlkar ya Kurdistaneke guncaw de, Kurd, weke komên ji hev cuda, nehatine wê astê ku li hebûna neteweyên cuda yên nava Kurdan bifikirin. Lewre, pirsgirêka devokan ji têgihîştinê re nabe asteng û ya zaravayan jî di nava kesên xwende de weke asteng nayê nirxandin, lewre yê ku bi zaravayê kurmanciya jorê baş bizane, ji zaravayê kurmanciya xwarê (soranî) jî fahm dike. Ji bilî mijara zimanî, digel bandora sedsala 20’an ku ew ji hev cuda kirin û xistin bin bandora ziman û çandên (tirkî, erebî, farisî, ermenî, gurcî, rûsî) ji hev gellekî cuda, hişmendiyeke Kurdan ya hevpar hê jî heye ku weke ku hemû birêvebirên kurd jî dibêjin « xewna Kurdan yekîtiya axê û Kurdistana mezin » e. Ev xewn bi êş û xemên hevpar ve jî hatiye xurtkirin ku hin ji wan ev in : Di qirkirina Helebçeyê de li Mêrdîn û Diyarbekirê jî xelkê xwepêşandan li dar xistin ku wê demê mirov karîbû ji bo vê kirinê bihataya kuştin ; Kurdên Sûrî piştî 1980’ê li Kurdên Bakurî bi xwedî derketin û yên Bakurî jî piştî 1988’an li yên Başûrî bi xwedî derketin ; li Başûr jî û li Bakur jî û li Rojavayê Kurdistanê jî, dîroka Komara Kurdistan ya Mehabadê weke parçeyekî dîroka hemû Kurdan tê fahmkirin ; li her çar parçeyan jî Ey Reqîb weke sirûda neteweyî tê pejirandin û Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî weke milkên neteweyî tên xwendin. Lê belê, kîjan netewe an jî neteweyeke çawa ?

Neteweyek herçend ji ber dîroka xwe, êşên xwe yên hevpar, qedera hevpar û sembolên hevpar yên “pîrozkirî” (ziman û al û sirûd û ax) dibe komeke mirovan ya mezin jî, ya ku wê neteweyê temendirêj dike û dibe sedema “yekîtiya neteweyî” armancên hevpar û xweziyên hevpar e.

Nîqaşa dawîn ya li ser zarava û alfabeyên kurdî, nîşanî me hemûyan daye ku hin kesayetiyên başûrî « têgeha neteweyê » ji van fikrên jorê cudatir dinirxînin û ji « yekîtiya axê » vegeriyane ser « cudahiya herêmî » û « cudahiya alfabeyî » û hetta bi « yekkirina Başûr û Rojhilatê welêt » ve, axir gihîştine « cudahiya zaravayî » jî, lewre li Başûr û li Rojhilatê welêt (em aşkere ji hevdu re bibêjin) hejmara soranîaxêvan ji ya kurmancîaxêvan zêdetir e an jî weha tê zanîn. Hingê di nîqaşa alfabeyan de pirsgirêka yekem di “binavkirina pirsgirêkê” de diyar dibe. Weha diyar e ku “alfabe bahane ye” û peyamine din di wan beyannameyan de hene. Ji ber ku nîqaşa li ser alfabeya kurdî ji zû ve ye ku tê kirin.

Gava ku em bala xwe didin dîroka zimanê kurdî, em cara yekem bi awayekî aşkere di kovara Rojî Kurdê de li nîqaşeke mîna vê ya dema me rast tên ku gellek kes tev lê bûbinê. (Bêguman, ji ber ku Xeznedar (2009)[1] behsa Yusiv Ziyaeddîn Paşa kiriye, em li vira tiştekî nû li ser agahiyên wê gotarê zêde nakin û nakevin wê behsê.) Hingê divê mirov li wê dewra serê sedsala 20’an li sedemên vê nîqaşê bigere, da ku mirov xwe şaş neke.

Di salên 1910’î de, berdewamiya çavdêriyeke rojnameya Kurdistanê dihat kirin ku li ser “nexwendebûna Kurdan” bû. Weke ku tê zanîn, heta bi dema Hawarê ve jî, vê çavdêriyê xeta karên wêjeya kurdî bi rê ve biriye. Ji ber ku Kurd ne xwende bûn û dibistanên weke dema me yên giştî (bi wateya “ji bo herkesî û mecbûrî”) jî nebûn, rewşenbîrên kurd li rêyên çareseriyê digeriyan da ku bikariyana di demeke kurt de xelk fêrî xwendinê bikirana. Divê were destnîşankirin ku ev têgihîştin wê demê li seranserê dunyayê hebû, lewre pêleke modernîzmê hemû welat dabûn ber xwe û vê yekê jî jakobenîzma çandî û siyasî, ne bi tenê di nava Kurdan de, li seranserê dunyayê kiribû serdest. Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê jî hêdî hêdî alfabeya latînî cerriband, lê belê bi dû re ji ber sedemên îdeolojîk dev ji vê bernameya xwe berda.

Alfabeya osmanî yan jî ya erebî (ji ber ku ew alfabe ji bo wan zimanan dihat bikaranîn) herweha ji zimanê kurdî re jî dihat bikaranîn, lê belê, diyar e ku wê alfabeyê rewşenbîrên kurd têr nedikirin; loma jî Abdullah Cewdet di hejmara Rojî Kurdê ya yekem de dibêje « Pêwîst e ku kurd alfabeya xwe biguherînin, … û alfabeya heyî biterikînin.”[2]. Sedemên vê çavdêriyê îroj jî ji aliyê herkesî ve tên zanîn. Lewre, hin deng hebûn ku nivîsandina wan ya cuda ne pekan bû û her di wê serdema belavkirina “zanînê” de, rewşenbîrên kurd gihîştin wê baweriyê ku alfabeya heyî ya aramî-erebî ku li Dewleta Osmanî dihat bikaranîn ji bo zimanê kurdî nikarîbû bihataya bikaranîn. Hetta, Abdilrezaq Bedirxan, bi îhtimaleke mezin bi fikra civata Kurdên Stenbolê yên ku ji kurmanc û soran û zazayan pêk dihat, wê demê çûye cem Orbelî da ku tev li amadekirina alfabeya latînî bibe û wê alfabeyê bi xwe re bîne Stenbolê[3], lê belê şert û mercên wê dewra Abdulhemîdê ku ji cudaxwazan ditirsiya destûr neda ku ev kar bigihîştaya serî. Ji ber van sedeman, di Rojî Kurdê de alfabeyeke nû hat pêşniyarkirin ku tê de bi hemze û fethe û kesreyan ve adaptasyoneke alfabeya aramî ji bo zimanê kurdî hatibû danîn.[4]

Hingê em dizanin ku, di nîqaşên li ser alfabeyeke kurdî de, armanc û motivasyona bingehîn hêsankirina fêrkirin û hînkirinê bû. Weke ku me got, sîstema dibistanên mîna ya îroj tunebû û ji ber wê jî ne hêsan bû ku mirov zû bi zû fêrî nivîsandinê bibûya, ji ber sedemên guherîna tîpan ya di serê peyvan, nava peyvan û dawiya peyvan de. Nebûna bersiva hin dengên kurdî jî ev yek dijwartir dikir. Mîna Kurdên Bakurî yên ku bi alfabeya kurdî-latînî nizanin û peyva “Xwedê” weke “Hede” dinivîsin[5].

Pirsgirêkên alfabeya kurdî-erebî yên wê demê sala 1919’an Celadet Bedirxan ber bi fikra adaptasyona alfeya latînî ve biriye û her wê demê dest bi danîna alfabeya kurdî-latînî kiriye. Celadet Bedirxan bi xwe di hejmara 13’an ya Hawarê de behsa vê serboriya xwe ya 1919’an dike.[6] Lê belê, piştî ku li Tirkiyeyê jî derbasî alfabeya latînî dibin û sîstema dibistanan tê danîn, Celadet Bedirxan hin guherînan di alfabeya xwe de dike, mîna tîpên “ş, ç”, da ku Kurdên Bakurî yên ku ji perwerdehiya zimanî bêpar hatine hiştin bi hêsanî derbasî alfabeya kurdî bibûna. Îroj em dibînin ku li Bakur mirov pirr bi hêsanî fêrî alfabeya kurdî-latînî dibe û serboriya peyvên “Xwedê” û “Hede” ku me sala 1997’an nivîsandibû jî delîleke wê ya piçûk e. Ev jî nîşana “pêşbîniya” Celadet Bedirxan e ku di vî warî de rê li ber jibîrkirina nivîsîna kurdî girtiye. Bi vî awayî, Kurdan him formeke alfabeya aramî/erebî û him jî formeke latînî adapteyî zimanê kirin û “kirin ya xwe” û pê nivîsîn û dinivîsînin[7].

Amadekirina alfabeya latînî (ku ya Rojavayîyan bû), li hember alfabeya erebî (ku ya Qur’anê û Îslamê bû) û li welatê Osmanî (ku ji cudaxwazan ditirsiya) ne pêkan bû. Ne dûrî aqilan e ku ji ber wê ye ku pêşniyara Abdullah Cewdet ji dêleva alfabeya latînî ber bi adaptasyoneke alfabeya erebî ve çûye. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, Başûriyan bi alfabeyeke kurdî-erebî çalakiya nivîsînê dewam kir û Bakuriyan jî bi derengî be jî çalakiyên xwe veguherandin ser alfabeyeke kurdî-latînî û bi herdu alfabeyan jî îroj standardeke kurdî heye. Ji xwe, pêdivî pê nîne ku em bibêjin ku di nava zaravayên kurdî de êdî pirsa standardiyê tuneye, lewre ew standardî kêm zêde hatiye avakirin[8].

Bê guman, armanca vê gotarê ne ew e ku bikeve nava danberheveke alfabeyên kurdî an jî danberheveke zaravayên kurdî û wê nîqaşa bêwate ya derzanistî ku amatorên zimên gellekî jê hez dikin gurtir bike. Lê belê, divê em bi bîr ve bixin ku, ji peydabûna alfabeya kurdî-erebî û alfabeya kurdî-latînî û bi vir ve, di herdu alfabeyan de jî, çi di warê fonetîkê de be û çi jî di warê ortografê de be, guherîn pêk hatine û her du alfabe jî bi zimanê kurdî gihîştine standardeke berbiçav ya ku herkes bikare jê fahm bike. Ji xwe îroj bi herdu alfabeyan jî, bi kumancî jî jî û bi soranî jî wêjeyeke geş hatiye afirandin.

Mixabin, digel dîroka zimanê kurdî ya “mişt qedex û êş” û dîroka herdu alfabeyan ya kurt jî, em dibînin ku hin kesên ku tev li van nîqaşên zarave û alfabeyan dibin, hewl didin ku nîşan bidin bê kîjan alfabe baştir e û argumentan li gora xwe tînin. Divê em dîsa balê bikişînin ser ku di zimannasiyê de tu teorî an jî metod nînin ku nîşan bidin ku zimanek ji zimanekî baştir e û alfabeyek ji alfabeyeke din baştir e, ji bilî metod û teoriyên şovenîst[9]. Ji xwe, kes guh nade van metod û teoriyên ku bi bandora îdeolojî û hesabên siyasî ve tên pêkanîn. Loma jî em ê nekevin behseke bi vî rengî an jî hewla îspata başbûna alfabeyekê ji ya din û zaraveyekî ji yên din an jî zimanekî ji yên din.

Divê em bibêjin ku zimannasî qebûl nake ku zimanek ji yê din dewlemendtir e, zaravayek ji yê din xurttir e an jî alfabeyek ji ya din baştir e. Her ziman li gora xwe xurt e û di warê bikaranîna xwe de dewlemend e. Herweha, li ser ruyê dunyayê hîç alfabeyek jî nîne ku bikare hemû dengên zimanekî derxe. Mirov bi işaretan û adaptasyonan tîpan nêzîkî dengan dike, lê belê hejmara dengên zimanekî tim ji ya tîpên alfabeya wî zêdetir e. Di zimanan de, ya esil “deng” e, ne “tîp û alfabe”. Ji ber vê sedemê jî, em nîqaşa li ser alfabeya latînî an jî erebî ji amatorên zimanî re dihêlin, ew ne karê me ye.

Her ziman an jî zarave li gora pêdivî û îxtiyacên axêverên xwe bi peyvan tê dewlemendkirin û rêyên derbirîna zimanî tên firehkirin[10]. Weke mînak, heger îroj “termînolojiya astronotiyê” bi kurmancî an jî bi soranî an jî bi hewramî û kirdkî (zazakî) tunebe, ev nayê wê wateyê ku Kurd tucarî nikarin biçin fezayê, lê belê tê wê wateyê ku Kurd heta nuha neçûne fezayê û zanîna fezayê jî bi kurdî nehatiye kirin. Lê belê, îroj, di hemû warên zanistiyên civakî û îdarî de tecrubeyeke her du zaravayan jî heye, lê ev nayê wê wateyê ku hewramî an jî kirdkî nikare di birêvebirina dewletan û sîstema perwerdehiyê de were bikaranîn. Em dizanin ku tibba nava xelkê ji ber “textorê kurmancî” di nava xelkê de xwedan warekî dewlemend e. Hingê em dibînin ku zimanê kurdî bi hemû zaravayên xwe ve xwedan wê şiyanê ye ku di warên ku ji xelkê kurd re pêwîst in de were bikaranîn û ev nayê wê wateyê ku nikare li gora pêdiviyên “dema nû” warê bikaranîna wî berfirehtir bibe.

Lê belê, em dîsa dibînin ku li Başûrê Kurdistanê ku Hikumeta Herêma Kurdistanê lê desthilatdar e û otonomiyeke Kurdan heye, ji ber serdestiya zaravayê soranî ya ji 1920’an û bi şûn ve hin kesên ku di nava civaka başûrî de weke rewşenbîr û zimannas û wêjevan tên naskirin ketine nava hin hewldanan ku hin bibîrxistin û hişyarkirinan pêwîst dikin.

Berî her tiştî, heger em hin bûyeran bi bîra xwe ve bînin, ew ê ji bo baştir fahmkirina mijara nîqaşê alî me bike.

Berî her tiştî, li Herêma Kurdistanê, nîqaşên li derdora zimanê standard û zaravayên kurdî û alfabeyên kurdî, di eslê xwe de li ser soranî û kurmancî (behdînî) ne û mijara alfabeyê mijareke perîferîkê ye. (Em ê bi dû re vegerin ser vê mijarê).

Li Başûrê Kurdistanê perwerdehiya giştî heta demên nêzîk jî hebûna zaravayê kurmancî qebûl nedikir. Di salên 90’î de, bi civîneke li wezaretê û bi fermana Hikumeta Hewlêrê ve hin zimannasên herdu zaravayan hatin cem hev û biryar hat dayin ku çend salên destpêkê yên dibistana seretayî li parêzgeha Dihokê kurmancî jî were perwerdekirin. Bi dû re, pêl bi pêl, kurmancî jî kete sîstema perwerdehiyê, lê belê niha bi tenê li parêzgeha Dihokê bi awayekî giştî tê fêrkirin. Ji ber ku derfetên têr û pêwîst jê re nayên avakirin, bê guman, perwerdehiya kurmancî bi qasî ya soranî nehatiye bipêşxistin. Li zanîngehên Herêma Kurdistanê, îroj, mirov dikare lêkolînan bi soranî bike, lê belê ji bilî parêzgeha Dihokê lêkolînên bi kurmancî nayên qebûlkirin. Li Zanîngeha Selehedîn û Zanîngeha Silêmaniyê tezên doktorayê nikarin bi kurmancî werin nivîsandin, digel ku li Zanîngehên Dihok û Zaxoyê tu astengî li hember nivîsandina tezên master û doktorayan ya bi soranî nîne.

Sala 2008’an, 53 rewşenbîrên kurd yên soranîaxêv ku dîsa Şêrko Bêkes di nava wan de bû, nameyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandin û heman name di rojnameya Hewlatî de dan çapkirin. Di nameyê de ji serokatiya herêmê, civata wezîran û parlamentoya herêmê re dihat xwastin ku zaravayê soranî weke zimanê fermî bi qanûnan ve were parastin, lewre ew êdî bûye “zimanê bi hezaran pirtûk û bi sedan rojnameyan” û “êdî dibe zimanê fikrînê jî”[11]. Ev tevger bû sedema nerazîbûneke mezin di nava kurmancîaxêvên herêma Behdînanê[12][13]. Hêjayî gotinê ye ku heta nuha kesî bangek li rayedarên kurd nekiriye ku zaravayê kurmancî weke zaravayê fermî were qebûlkirin û alfabeya kurdî-latînî bikeve şûna ya kurdî-erebî.

Li ser banga 53 xwazyarên soranî weke zimanê fermî, derdora 150 nivîskar û rewşenbîrên kurd yên ji her çar parçeyan jî daxuyaniyek belav kir û bi bîr ve xist ku zimanê kurdî li Tirkiye û Sûriyeyê di qedexeyan re derbas bûye û îroj cihê mixabinê ye ku heman siyaset bi destê Kurdan ve li ser beşekî civaka kurdî tê birêvebirin. Di wê daxuyaniyê de, bang li rayedar û berpirsên Herêma Kurdistanê dihat kirin ku rêyê li ber hewldanên bi vî rengî bigirin.

Bi dû re, saziya ku li Başûr bi navê Akademiyê tê naskirin, di navbera 20 û 23. 12. 2009’an de Konferansek li Hewlêrê li dar xist, da ku rêyeke çareseriyê were peydakirin; lê belê armanca wê konferansê ji serî ve diyar bû: navê konferansê “Konferansa Zimanê resmî yê Herêma Kurdistanê” bû[14]. Hewl hatin dayin ku bi biryarên siyasî ve û bi “entrîkayên mîna yên osmaniyan” ve zaraveyekî li ser yê din ferz bikin[15]. Herkes dizane ku ji wê civînê dê biryara “fermîkirina zaravayê kurmancî li Herêma Kurdistanê” derneketaya. Piştî wê konferansê, aşkere bû ku ew konferans jî bi meqsed bû.

Piştî nîqaşên li ser van bûyer û kirinên jorê, Hikumeta Herêmî biryar da ku digel beşdariya zimannas û rewşenbîrên ji beşên din jî Konferansa Zimanê Kurdî li dar bixistaya. Vê carê nav rast hatibû hilbijartin. Ji bo sazkirina wê konferansê, bi nûnerên Akademiyê, nûnerên Zanîngehên Herêma Kurdistanê, yên Kurdên Bakurî û yên Ewropayê û yên wezaretê ve civîn hatin lidarxistin, da ku li ser bernameya Konferansê lihevkirinek pêk were. Di gava dawîn de Akademî ji civînan û ji Konferansê vekişiya. Di wê konferansê de (îlon 2011) tu biryarên li ser “ferzkirina zaraveyekî li ser zaraveyên din, an jî ferzkirina alfabeyekê li ser alfabeyên din” derneket. Lê belê gava ku “pêşniyar” hate kirin ku ji ber sedemên coxrafî li Dihokê navendeke zimanê kurdî were danîn, da ku navbeyniya her çar parçeyan (bi taybetî Bakur û Başûr) bike, beşdarên soranîaxêv ku ji kurmancîaxêvan zêdetir bûn rabûn ser xwe ku salonê û konferansê terk bikin. Ji ber vê, ew pêşniyar hate betalkirin, lê belê biryara jiyana bi hev re ya zarave û alfabeyan bi pirraniya dengan hate wergirtin û li ser plandanîna zimanî hin pêşniyarên realist li hikumetê hatin kirin. Konferansa Amedê (adar 2012) jî biryarên Konferansa Hewlêrê hatin teyidkirin.

Komeke nivîskarên kurd yên soranîaxêv ya 27 kesî meha bihurî bangek belav kir û tê de daxwaza fermîkirina alfabeya kurdî-erebî dihat kirin û bi dû re ev daxwaz bi îmzeya 471 kesan aşkere kir. Dîsa navê Şêrko Bêkes û Ferhad Şakelî weke serkêşê vê komê diyar dibû. Vê koma ku ji xwe re digot “Grûpa Inîsyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” digot ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê alfabeya latînî ji bo wan “xeta sor” e û ew ê qebûl nekin ku alfabeya latînî li ser wan were ferzkirin. Herweha digotin ku hewleke bi vî rengî “lîstina bi agirî” ye. Di wê bangê de dihat gotin ku Kurd weke millet rojhilatî ne, misilman in û alfabeya wan erebî ye; alfabeya latînî ya kemalîstan e û ya krîlî jî ya Stalîn e.

Komeke nivîskarên kurd yên kurmancîaxêv ya 80 kesî jî bangek belav kir û got ku hewlên dabeşkirina Kurdan ya bi herêman û gefên li ser bikarhênerên zaravayên din û alfabeyên din li dijî “Yekîtiya Kurdan” e û “esasen ev hewldan lîstina bi agirî ye”. Di vê bangê de jî banga parastina cihêrengiya zaraveyan û bihevrejiyîna beşên cuda dihat kirin.

 

Lê belê, nîqaş ne bi tenê bi daxuyaniyan ve tên meşandin û herweha bi gotar û beşdariyên li ser medyaya kurdî ve jî tên dewlemendkirin. Fikrên beşdarên wan daxuyaniyan an jî fikrên yên ku li derveyî daxuyaniyan rawestiyane aşkere diyar dikin ku tiştine veşartî jî hene ku kes newêre bibêje: pirsgirêk bihevrejiyîna soranî û kurmancî ye.

Sedema vê têbiniya me ev e: di banga Grûpa Inîsyatîf ji bo Parastina Zimanê kurdî (bi kurtî em ê bibêjin GIPZK) de ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi tenê behsa parçeyên Rojhilat û Başûr tê kirin û bi tenê behsa alfabeya erebî tê kirin, ku ev sembolên ku hatine bikaranîn, bi pirranî weke sembolên “zaravayê soranî” tên naskirin. Em hemû dizanin ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bi alfabeya erebî, rasterast behsa zaravayê kurmanciya xwarê (soranî) tê kirin. Ev jî işareta parçekirina Kurdan e. Bi banga 80 kurmancîaxêvan ve jî ev yek dihat destnîşankirin.

Di daxuyaniya GIPZK’ê de, şêwazeke weha ya tund hatibû bikaranîn ku asta wê bangê gellekî kêm dikir û ew kesên ku bi îddiayên zanistî ve radibûn (lewre ji beşdarên Konferansên Hewlêr û Amedê re digotin “ne pispor in”) dixistin rengekî “kûlubeke hevalan” an jî “piştgirên tevgereke siyasî”. Peyvên mîna “xeta sor” di siyasetê de tên bikaranîn, lewre di warê zanistî de “xeta sor” nîne. Herweha peyvên “lîstina bi agirî” jî rasterast û bi awayekî aşkere û zelal “gef” e ku mirov ancax di zimanê çete û mafyayan de hevokên bi vî awayî peyda bike.

Di daxuyaniya GIPZK’ê de tê gotin ku ji hilî “hin kesan” beşdarên wan konferansan ne pisporên zimanî bûn û behsa “siyasîbûna organîzasyonê” tê kirin. Ev, heqareteke mezin e, lewre herkes dizane ku li Bakurê Kurdistanê perwerdehiya kurdî nîne (ji bilî hin zanîngehên ku van du sê salên dawîn hin hewlan nîşan didin) û li Ewropayê jî kêm dever hene û ji xwe derfetên herkesî nînin ku biçin Ewropayê û dîplomayên zimanê kurdî werbigirin. Ji xwe, hemû beşdarên bakurî jî pisporên zimanê kurdî bûn û mamostetiya kurdî dikirin, lê GIPZK dixwaze balê bikişîne ser fikrên hin beşdaran yên siyasî yên ji derveyî wan konferansan[16]. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê di dewrên xirab de û bi berdêlên mezin ve, kêm kesan xwe fêrî kurdî kiriye û bûye “pispor” ku hin ji wan beşdarên wê konferansê bûn. Herkes bi vê rewşê dizane û loma jî li Bakur kes li dîplomaya mirov napirse û unwanên akademîk ewqasî bi pêş dernakevin û nebûne adet.

Herkes dizane ku Celadet Bedirxan jî û Cegerxwîn jî ne doktorên zimanê kurdî bûn, lê herduyan jî rêziman nivîsandine.

Lê ya herî xirab ne ew e: Heger “diploma” argumenteke pêbawer be, gava ku mirov bala xwe dide banga GIPZK’ê, mirov dibîne ku stranbêj û helbestvan û weşanger jî di nava wan de hene ku mirov dibêje qey “festivaleke çandî û hunerî” ye. Ji bo ku mirov bibêje “hûn ne pispor in”, divê pêşi mirov bi xwe pispor be. Bi qasî ku em dizanin Nasir Rezazî û Şêrko Bêkes û Ferhad Şakelî û Bedran Hebîb û Bextiyar Emîn bi xwe jî ne pisporên zimanê kurdî ne û doktoraya wan ya li ser zimanê kurdî nîne. An jî bila hin kes ji me re bibêjin gelo mirov çawa dibe “pispor”, lewre rewş bi vî awayî piçekî tev li hev dibe.

Xaleke din ku balê dikişîne ew e ku di van nîqaşan de helwêsta GIPZK’ê û ya Akademiyê bi awayekî gellekî aşkere dişibe hevdu.

Xala herî girîng jî ew e ku heta nuha berî hertiştî behsa zaravayan dihat kirin, lê vê carê zarava di binî re xuya dibin û “alfabe” weke pirsgirêka sereke hatiye nîşandayin. Gelo çawa dibe ku heman kesayetiyên ku demek berê “fermîkirina zaravayê kurmanciya xwarê” dixwast, nuha dageriyane ser “fermîkirina alfabeya kurdî-erebî”? Ev jî weke stratejiyeke kone ya sedsala 19’an xuya dibe, lewre di vê dewra “aqilan” de kes bi van stratejiyan ve naxape.

Divê em balê bikişînin ser ku fermîkirina zaravayê soranî cara yekem pişt şerê cîhanê yê yekem û bi desthilatdariya Brîtaniyan ve tê. Wê demê êdî jê re dihat gotin “soranî” û navê “kurmanciya xwarê” hêdî hêdî hate jibîrkirin ku bi tenê hin rewşenbîrên kêmhejmar vê peyvê bi kar tînin. Îroj li Başûr ji soranî re dibêjin “kurdî” û ji kurmancî re dibêjin “kirmancî” an jî “behdînî”.

Guherîna wateya peyvan an jî referansên wan jî stratejiyeke siyasî ye û heger mirov bixwaze bikole, diçe heta bazarên Hikumeta Tirkiyeyê ya bi Brîtaniyan re. Lewre, piştî şerê cîhanê yê yekem, Brîtaniyan soz dabû Civata Neteweyan (îroj bûye Yekîtiya Neteweyan) ku wê dê mafên hindikahiyan bidana û ev yek ne li gora hesabê “kemalîstên tirk” bû. Ji ber ku wan qebûl nedikir ku milletekî bi navê “kurd” heye û heger hebe jî “zimanê wî tuneye”. Heger ji wê demê û bi şûn ve li Iraqê “zimanê kurdî” bihataya qebûlkirin, bicîhkirina vê siyaseta wan dê ne guncaw bûya û kes jî dê pê nexapiyaya. Ji ber wê jî Brîtaniyan “zaravayê soranî” weke zimanê kurdî qebûl dikir. Soranî wê hingê ket perwerdehiyê, weşangeriyê û medyayê; kurmancî jî di heman waran de dihat bikaranîn, lê belê soranî bêtir dihat favorîzekirin. Ji ber wê ye ku kovarên wêjeyî yên mîna Gelawêjê derdiketin, lê belê kovareke kurmancî ya xurt dernediket. Ji wê rojê ve ye ku ancax piştî Destûra Iraqê ya piştî Sedamî, di xala 4’an de behsa zimanê kurdî dihat kirin beyî ku behsa zaravayan bibe. Ji xwe, hemû nîqaşên li ser zarava û alfabeyan jî piştî teqezkirina desthilatdariya Hikumeta Herêma Kurdistanê derket holê. Liberxwedana axêverên kurmancî ya ji bo bikaranîna zaravayê xwe ya di sîstema perwerdehiyê de xof bera dilê hin kesan da ku hesabê wan li ser giştîkirina zaravayê soranî bû. Weke nimûne, di pêvajoya salên piştî 1991’ê de ku herêma otonom hate sazkirin, nameyên master û doktorayê li Zanîngeha Selehedînê bi kurmancî an jî li ser kurmancî nedihatin qebûlkirin[17].

Hingê, piştî van serboriyan, divê mirov bang û daxuyaniya GIPZK’ê bi çavekî din jî bixwîne. Ka gelo GIPZK di eslê xwe de dixwaze çi bibêje?

Gelo “agir” çi ye?: Yekîtiya Kurdan e. Hingê, ji bo vê yekîtiyê divê em hemû “bi soranî bipeyivin” û “bi alfabeya kurdî-erebî binivîsînin”. Heger weha nebe, gelo dê çi bibe?

Kî bi “agirî” dilîze ?: Kesên ku bixwazin taybetmendiyên beşekî civaka kurdî li ser yên din ferz bikin û bibin sedema kîn û neyariya nava Kurdan.

Erê, lê kî vî karî dike? Ev çi tatelokên van camêran in? Ji wan pê ve kesî zaravayek li ser zaravayên din ferz nekiriye û alfabeyek li ser alfabeyên din nedaye sepandin.

Di eslê xwe de, kesî zaravayekî din jî û alfabeyeke din jî li ser wan bi xwe jî ferz nekiriye. Bi tenê di Konferansa Hewlêrê de hatiye “pêşniyarkirin” ku ji bo “danîna pireyeke di navbera Başûr û Bakur de”, hefteyê saetek be jî li Herêma Kurdistanê alfabeya kurdî-latînî jî were fêrkirin. Ji xwe, gava ku 53 kesan ew daxwaza dilê xwe aşkere kir, hê sê sal hebûn ji Konferansa Hewlêrê re.

Hingê “xeta sor” û “lîstina bi agirî” di eslê xwe de sepandina alfabeyekê û bi vê rêyê ve sepandina zaravayekî din e. Divê ev daxwaz rast were xwendin. Lewre ji vê daxwazê û bi şûn ve “qedexekirin” dest pê dikin ku li Tirkiyeyê heman siyaset li ser zimanê kurdî dihat meşandin. Hingê, gelo “kî kemalîst e?”

Di vê dîroka Kurdên Bakurî de ku zimanê wan 90 salan hatiye qedexekirin û bi wê alfabeya Celadet Bedirxan ve zimanekî û wêjeyekê û heta milletekî li ber xwe daye, bikaranîna peyva “kemalîst” ji bo wê alfabeyê, û ji bo wî millet ku ji ber kemalîzmê zulm kişandiye, bi tenê “haqaret” e û “tahrîk” e. Heger zanistî be, ev ne zanistî ye; heger siyasî be, divê rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê lêpirsînê di vî warî de bidin destpêkirin, lewre di wê bangê de “daxwaza şerr” û “provokasyon” heye û “gef” li beşekî civaka kurdî tê xwarin. Weha diyar e ku di bernameya wan de piştî qedexeya alfabeya latînî, dor dê were ser qedexeya kurmancî û zaraveyên din, paşê jî qedexeya Êzdayetiyê û Xrîstiyaniyê li Kurdistanê, paşê jî dê nexweş û seqet û homoseksuelan bixin odeyên gazê. Lewre, gava ku mirov hevdu red bike, divê mirov li dorê negere û aşkere bibêje. Navê vê, “şo-ve-nî-zm” e û rêya wê heta bi “fa-şî-zm” ê jî diçe.

Hingê, heger hişê mirov li serê mirov be û mirov bi rastî xêra Kurdan bixwaze, divê mirov bibêje ku ne bi tenê kurmancî an jî soranî, lê belê “hemû zaravayên kurdî” ji bo me “xeta sor” in û rehên “yekîtiya neteweyî” ne. Heger yek ji wan bixitime, yekîtî namîne, lewre beşekî civaka Kurdan çi gava ku fersend bikeve destê wan dê ji parçeyên din cuda tev bigere û biryarên cuda bide. Ji xwe, li Rojhilata Navîn gellek caran fersend dikevin destê mirov. Heger 471 Kurdên Başûrî tiştekî weha bixwazin, divê daxwaza xwe aşkere bibêjin.

Bihevrejiyîna zaravayan qet nabe asteng, ne li hember yekîtiya neteweyî û ne jî li hember yakîtiya hişmendiyê. Nimûneya Swîsre û Norwecê di vî warê de nimûneyên herî baş in ku li Swîsreyê 4 ziman fermî ne û li Norwecê jî du zarava bi hev re fermî ne û heta nuha jî herdu welat parçe nebûne.

Herçî pirsgirêka alfabeyê ye, ew jî ancax dikare bibe biryara siyasî ya plandanîna zimanî. Ev mijar ne karê zanist û pisporan e. Zimannas nikarin biryara zimanê fermî an jî planeke siyasî bidin. Ew bi tenê dikarin lêkolînên xwe bikin û heger bi kêrî siyasiyan ve were, baş e. Hingê gelo “kî siyasî ye?” [18]

Ji ber van sedem û pirsên jorê, ev kirinên Akademiyê û GIPZK’ê bi me weke hewldanên provokatîf yên siyasî xuya dibin. Ji xwe, ji ber wê ye ku banga GIPZK’ê bi destê kesên ne zanist ve û bi zimanê kolanan yê tehdîtkar ve hatiye nivîsîn û armanc jê “kurdkujî” ye. Sibehê, heger ew camêr kêr û demançeyan rahijin û derkevin pêşiya nivîskarên kurmanc, divê mirov şaş nebe. Lewre tayên qels yên yêkîtiya Kurdan bi hewlên bi vî rengî ji hev tên veqetandin.

 

 

Rouen (Fransa)

22’ê îlona 2012’an


[1] Marif Xeznedar (2009), “Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî” in Kulturname, http://www.kulturname.com/?p=1859

[2] Abdullah Cewder, « Bir Hitab » in Rojî Kurd, h. 1.

[3] Husên Hebeş di lêkolîna xwe ya bi navê Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de radigihîne ku Evdilrezzaq Bedirxan di sala 1913’an de ji bo amadekirina alfabeyeke kurdî çûye ba kurdologê navdar Orbelî ku Celîlê Celîl jî di 13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd de behsa wî dike û dibêje ku ew li ser alfabeya kurdî ya latînî xebitîye, lê bi dû re ev kar teslîmî Isahak Marogulov kiriye (r. 139-149). Herweha Celadet Bedirxan di hejmara 10’an de dide zanîn ku Tewfîq Wehbî jî ji bo kurdî li ser alfabeyekê xebitîye, lê ji ber ku hê alfabeya wî temam nebûbû, wan nikarîbûye alfabeyan bikin yek

[4] Em ê li vira behsa dîroka alfabeyên kurdî nekin û loma jî nekevin behsa alfabeya latînî yak u ji hêla Orbelî ve hatiye destpêkirin û bi qasî deh sal bi şûn ve ji hêla Maragulov ve hatiye dawiya salên 1920’î temamkirin ku her di dewra Hawarê de jî hatiye bikaranîn. Herweha em ê behsa hemû guherînên li ser alfabeya kurdî-erebî an jî kurdî-latînî nekin û nekevin pirsgirêkên wan yên temsîla dengên kurdî.

[5] Me di nivîseke xwe de behsa serboriyeke xwe ya li ser nivîsandina hin dengên kurdî kiribû ku di alfabeya tirkî-latînî de nînin: “Kuştina Seydo, Kerba Bavê Min û Pênûsa Min” in

[6] Ev alfabeya 1919’an îroj li ber destan nîne, lê belê tê zanîn ku di Dadgeha Erziromê de yek ji delîlên ku li dijî tevgera kurd hatiye bikaranîn jî ev alfabe bûye û weke cudaxwaziyê hatiye nirxandin. Ne dûrî aqilan e ku ew alfabe ji aliyê dadgehê ve hatibe şewitandin.

[7] Em li vira behsa serboriya alfabeya krîlî û adaptasyonên Kurdên sovyetê nakin, lewre nîqaş bêtir li ser alfabeyên aramî û latînî tê kirin. Ji bo wan agahiyan , binihere li Xeznedar (2009).

[8] Emîr Hesenpûr (2008), “Kurdî wekî zimanekî cot-standart”, Rwange (Kurmanciya wê : http://www.kulturname.com/?p=68)

[9] Emîr Hesenpûr (2010), « Şovenîzmî soranî û efsanekanî » in Ferheng, h. 22 û h. 24, Hewlêr, (kurmanciya wê : http://www.kulturname.com/?p=3094)

[10] Nivîskarê vê gotarê teza xwe ya doktorayê li ser hevokên kompleks yên zaravayê kurmancî û di romanên kurmancî de pêşkêş kiriye û li ser demsazî, hevoksazî, watesazî, termînolojî û gotarbêjiya kurmancî lêkolînên wî bi fransî û bi kurdî hatine çapkirin.

[11] çavkanî: “Bila soranî bibe zimanê standart û kurmancî zimanê arşîvê” , malpera Avesta, http://www.avestakurd.net/arshiv/V1/news_detail.php?id=518

Ev mijar di hevpeyvînên rojnameya Çawdêr yên sala 2008’an de jî bi berfirehî hate nîqaşkirin ku malpera Avestayê beşek ji hevpeyvîna Şêrko Bêkes bi kurmanciya jorê jî belav kiribû:

http://www.avestakurd.net/arshiv/V1/news_detail.php?id=2472

 

[12] Hesen Silêvanî & Dilbixwîn Dara (2008), “Hevpeyvîn: Em qebûl nakin ku kesek soranî li ser me feriz bike”, Avesta, http://www.avestakurd.net/arshiv/V1/news_detail.php?id=647

[13] Mueyed Teyib (2008), “Kurd û Pirsa zimanê standard” in Peyv, h. 46, Herêma Kurdistanê (cf : http://www.kulturname.com/?p=332)

 

[14] Emîr Hesenpûr (2009), “Nameyek bo Konferansa Akademiya Zimanê Kurdî” in Kulturname http://www.kulturname.com/?p=2653

[15] Hesen Qazî (2009), “Ew du nameyên nehatine xwendin”, http://www.kulturname.com/?p=2730

 

[16] Nexweşiyeke din ya Kurdan jî ew e ku nikaribin tahammulî hevdu bikin. Ne bi tenê aliyek weha ye, lê hemû alî weha ne. Kêm kurd hene ku dikarin tahammulî piştgir û endamên rêxistinên din bikin. Ev jî diyar dike ku şopên serboriya rêxistinên Bakurî ya berî 1980’ê û dewama wê, hê jî nehatine jibîrkirin. Li Başûr ji xwe ev bêtehammulî bûbû sedema şerrê birakujiyê.

[17] Serboriya kesên pêşîn ku di vî warî de diploma wergirtine li Başûr baş tê zanîn ku mînaka Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa û ya Dr. Bahiez Omer Ehmed ya herî naskirî ye. Zanîngehê wê demê dîplomaya wan nedabû wan û heta ji wan re gotibû “hûn bi ser neketine û vegerin mala xwe” û beyî ku tu biryareke nivîskî bidaya wan, daxwaza wan ya agahiyan red kiribû. Lê bi dû re, ev mijar bûbû cîhê nakokiyeke siyasî û Zanîngeh hingê mecbûr mabû ku dîplomaya wan bide wan. Herdu pisporên zimanê kurdî îroj li Zanîngeha Dihokê û ya Zaxoyê dixebitin û Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa cîgirê serokê Zankoya Zaxoyê ye. Ev herdu akademîsyenên kurd jî beşdarî Konferansa Hewlêrê bûbûn.

 

[18] Bersiva argumentên wan yên din ji aliyê Prof. Dr. Emîr Hesenpûr (2010) hatiye dayin. Ji ber wê, em nakevin wê behsê jî.