Serrûpel Dosya Têkoşer û Canfidayê Gelê Kurd Hemîd SÎNO

Têkoşer û Canfidayê Gelê Kurd Hemîd SÎNO

Belav bike

ji Qada Xebata Kurdayetî barkir, Ew qehremanê ku bi mêrxasî xizmeta gelê xwe kir, wisa wifadar ma, ji roja ku dest bi kar û xebatê kir heya roja xatirxwazî û koça dawî. lewma îro hêja ye, ku merov bi Rêz û Wifadarî beramberî Yadî koça Wî rawestê, û Wî bi qedirgiranî bi bîranîn bênê.

 

Nemir sala 1940 î li gundê Gurgund, devera Derbêsiyê hatiye dinê, di malbateke Niştîmanperwer de perwerde bu ye, fêrî xebata Kurdayetî bu ye, di dema xortaniya xwede dest bi Kar û Xebatê kiriye. Zaniye çawa merov bikarê qehreman û canfîdayê gelê xwe, yê bindest bê û di ber mafê wî de kar bikê.

 

Dema Partî tê damezirandin û li seranserî Welat hevwelatiyan li nav xwe dicivîne û li seranserî welat belav dibe, nemir jî destê alîkariyê dirêjî partî dike, û di dawiya salên 50 hî de, Şerefa Endametiya Partî werdigirê û tevlî refê Hevalanî pêşengî kar û bar dibê.

 

Ew dema ku em dizanin bê çiqas zor û zehmet bu, ne hêsan bu li gor mercên wê demê, ku merov dest bavêjê kar û xebatê.

Dawiya salên 60 î de, xwendina xwe ya sereta tewaw dikê û li xwendegiha Helebê beşê Avokatî di xwênê, lê di wê deme de, serkirdayetiya Partî û endamên wê dihatin girtin û li wan digerihan ku bigirin û Zûndan bikin.

Seyda yek ji wan Endamên ku lê digerihan bu, lewma ji neçarî sala 1963 iyan berê xwe da Ewropa( Ferense ), bi mebesta xwendina Zanyarî, li Kolêca zaniyariya Rêzanî û Aborî.

 

Belê vêce nûjeniyek li jiyane wî peyde bu, ew jî destpêka Wî ya Karê Rêzanî li derveyî Welat li gel Heval û Hogirên Kurdistanî,wê demê Şoreşa 11 ê Êlunê bi rêberiya PDK-Iraqê û serokatiya Serokê Netewa Kurd, Nemir Mustefa Barzanî dest pê kiribu, li Ferensa Nemir Dr. Kamîran Bedirxan nûnerê Şoreşê bu û cihê hêviya Barzanî bû, nemir Hemîd wî nas dikê û li gel wî têkiliyan dikê û bi şêwirmendiya Dr.Kamîram kar dike. Herweha di nav refên Komela xwendevanên Kurd li Ewropa KSSE de kar dike, nûnerîtiya Komelê sala 1965 an di Kongirê wê de dike.

 

Mixabin ji ber sedemên Aborî, ku jiyan jêre li Ferensa zor hat, berê xwe da Elmanya Rojhilat DDR, li bajarê Berlîn, da bikarê xwendina xwe bike, li wir jêre alîkarîya Aborî ya xwendevanan derket.

Li Berlîn jiyaneke nû dest pê dike, ku li Sîstêmeke Sosyalîst bijî, nemir li gel xwendina xwe karê Komela Xwendevanan jî dikir, beşdarî piraniya Kongirên Komelê dibe, di navbera salên 1964 – 1970 î de alîkarî kiriye, herweha di Komîta birêvebira Komelê de jî cih girtibu û karê xwe dikir.

 

Di vê demê de, karê Kurdayetî bi mêrxasî dikir, piştevaniya wî ji bo Şoreşa niştîmanî li Kurdistan xurt bu û jê pir bi behwer bu, lewma ew dibê nûnerê beşdariya Kongirê Niştîmanî yekem, bo yekgirtina herdu Parçên partî li Sûriya, ku li Kurdistan pêk hatibu.

 

Serdarê nemir sala 1971 ê, piştî ku xwendina xwe tewaw kir, Dîploma xwendegeha bilind bi dest xist vedgerê welat, da ji nûve bi Hevalên xebatê re, bi hêz û xurtî kar bike. Partî wî destnîşan dike bo bibê namzetê Kurdan, bo Hilbijartina civata Komuna navçê, wê salê gel li dora Partî û Namzetên wê bi xurtîyeke Cemawerî piştgîrîyê dikê, lê mixabin ku Rejîmê ew hêvî beravêtî kir, dema ku şêweyê Dêmoqratiyê beravêtî kir.

 

Sala 1972an dibê endamê Kongira Partî ya Yekemîn, ku li Başurê Kurdistan pêk hat, di bin Sîwana Serokê nemir Barzanî de. Di Kongire de tê hilbijartin bo endametiya Komîta Nawendî û piştire endamê Nivîsgeha Ramyarî ( Mekteba Siyasî ).

 

Sala 1973 iyan bu sala girtin û lêgrîn ji hêla Rejîma Sûrî ve, ku Endamên Partî yên çalak û serkirde bigirin bixin Zîndanan, wê demê wan dikarîn xwe li nav Cemawerê xwe veşêrin.

                             

Sala 1973 ê Sekreterê Partî nemir Hacî Diham Mîro li gel hejmarek ji hevalên Serkirdayetiya Partî hatin girtin, lewma hevalan nemir Hemîd Sîno hilbijartin, bo hilgirtina Kar û Barê Sekreterê Partî, bê goman karê wî zor bu di wê dema zor de, Wî û Hevalên xwe yên Komîtê pir zehmetî dîtin, tevlu zor û zehmetiyê bê westan rêveberiya Parta Dêmoqrat li Sûriya kirin, heya ku rewşa Reş bi ser gelê Kurd de hat, ew jî hevpeymana 6ê Avdarê sala 1975 an, ku Şoreşa Kurdî rawesteha. Lê Ew û hejmarek ji Hevalan wifadarî mafê gelê xwe man û Karê xwe berdewam kirin, heya ku Ew bi xwe Payiza sala 1975 an hate girtin.                

 

Di Zîndanê de ma heya sala 1980 îyî, ku li gel Hevalên wî hatin berdan.

Diyarbu ku rewşa Zîndanê li Tendirustiya wî bandor kiribu, tevlu wilo jî, Ew wefadarî Partî û Gelê xwe ma, pir hes dikir vegerê nav qada Kar û Bar, Ew yê yekem û tenha bu ji hevalên girtî xwest vegerê, lê rewşek taybet ku heval li ser daxwaza wî ne sekinîn,  û rewşa wî weha berdewam kir heya ku ji nav me barkir û berê xwe da Buhişta Karwanê Nemiran.

 

Belê vêce merov çawa dikarê Yadî Serdarekî weha bênê bîra xwe û li ser Jiyana wî ya Dewlemend rawestê û Soz li gel Peyman bidê, ku merov vê Rêça pîroz bernedê, merov wê behweriya wî ya avakirî bi Rêbaza Kurdayetî xurt bikê, bi Şev û Rojan weke wî û bihtir kar bikê, ew Armancên, ku Ew û Hevalên xwe di ber de çûn, bi dest bixin, da Ew tev bikaribin li Bûhişta Nemiran Şad bin.

 

Namirî û Serberzî bo giyanî pakî nemir Hemîd Sîno tevaya Karwn û Rêhevalên wî.

Akram Sebrî

Axin o6.10.2012

 

 

 

Sipasî bo hêja Xalid Sîno ku em agehdarî van xalên giring kirin bo nasîna jiyanا  Sekreterê Partî  nemir Hemîd Sîno kirin, herweha kekê Saroxan Sîno bo wêne yan.