Serrûpel Dosya Nameyeke vekirî ji serdariya PKK re

Nameyeke vekirî ji serdariya PKK re

Belav bike

NAMEYEKE VEKIRÎ JI SERDARIYA PKK RE

 

Birêzên gellekî hêja di serdariya Partiya Karkerên Kurdistan û rêxistinên pê re hevkar re,

 

Min li ser milên xwe wek erkekî mirovahî û neteweyî dît ku van rêzên di vê nameyê de bi shêweyeke vekirî ji we birêzan re bishînim, wekî dîtineke shexsî û pêshniyaziyeke bi amancên çak.

 

Di nav nêzikî 30 salên çûnî de PKK bi serdariya birêz Abdullah Ocalan û bi saya ciwanên kurd yên amade bûn jiyana xwe bo rêxistinê û gelê xwe pêshkêsh bikin dikaribû ne tenê li hember hêzeke leshgerî, ku di nav endamên NATO de ya 2yemîn e têbikoshe, lê her weha pirsa kurdî li Tirkiyeyê gesh bike û psîkolojiya ewên ku nema dixwaztin xwe wek Kurd bidin zanîn bide guherandin û wan bi kurdbûna wan serbilind bike… Ligel hinek shahiyên bi rê ve encam danî jî, îroj bi milyonan Kurd bi partiyê re ne, pê re hevkar in, yan bo têkoshîna wê bi sempatî ne.

 

Hûn ê ji min bashtir bizanibin ku di nav 30 salên çûnî de cîhan û zihniyeta siyasî û moralî ya navneteweyî hatin guhertin.  Xelk, bi kêmasî li welatên rojavayî, nema bi têkoshîna çekdar re ye.  Xelk bi pirranî heta nema dixwaze xwe bi sherên li hinek beshên Afrîkayê, Amerîkaya Latînî û Asyayê berdewam re eleqedar bike, naxwaze derbarê wan de bixwîne….  Ger em li Ewropayê IRA ya îrlendî bidin pêsh çav, ku li dawiyê bi ashtî dest ji çekan berda, ger em li rojhilatê Asyayê dawîhatina têkoshîna çekdar ya Pilingê Tamilan li Srîlenkayê bidin pêsh çav, ku bi têkçûna di sher de bi dawî hat, û li Rojhilatê Navîn, ger em li domandina têkoshîna çekdar ji aliyê Hemasê û ya bi ashtî ji aliyê hukûmeta rêxistina Fetih ve binihêrin, em ê bibînin ku têkoshana siyasî di rojên me de gellekî ji ya çekdarî bêtir bi sûd e, û ji gellek aliyan ve.  Em Soktelendeyê jî wek nimûneyekê bidin pêsh çavan.  Bi sedan sal sher yan hevrikî di navbera skotlendiyan û înglizan de hebû, lê sher û hevrikiyê skotlendî negîhandin amancên mezin.  Li dawiya dawiyê ew bi ashtî bi hev re di nav sîstêma brîtanî de man.  Pêsh çend hefteyan serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron û wezîrê serdar yê kabîneya skotlendî Alex Salmond peymanek îmze kirin ku di sal 2014 de jêpirsîneke gishtî li Skotlendeyê cîh bigire, da ku skotlendî bi xwe biryarê bigirin, ka dixwazin welatê wan bibe yekî serbixwe yan ligel Brîtanyayê bimîne. 

 

Zihniyeta sherxwaziyê di nav Kurdan de, ta radeyekê bi encama peopgandaya siyasî, gesh bûye, lê li milê din, di nav yên bêdeng de bi milyonan ji yên êdî ji sher û bêaramiyê westa bûne hene.  PKK dikare roleke dîrokî ya gellekî mezin îroj bileyize, ku encamên wê dikarin ne tenê bo Kurdên bakur û Tirkiyeyê, lê her weha bo hemî herêmên Kurdistanê û bo hemî welatên Kurd lê dijîn bi shêweyeke bêhûde sûdmend bin.  Û ev rola ez gotina wê dikime dê ne bi sherkirinê, lê bi destberdana ji çekan be.  Biryara destberdana ji sher qehremaniyeke gellekî ji ya girtina biryara sher mezintir dixwze. 

 

PKK/BDP berê li Tirkiyeyê xwediyên bingeheke siyasî ne.  Ger hûn dest ji hinek shopên îdyolojiya salên 60an, 70yan, 80yan û 90an berdin û rêxistinên bi bernemayên nû yên ligor dem-û-dewrana li cîhana pêshkevtî bi rêxin, Rêxistina we ya nû dikare mu’cizeyan bi rê xe.  Ger Rêxistina we ya siyasî bernameyên bi demokrasiya resen û amancên ligor demê bi rêxe, dest ji hinek metodên demên par berde, deriyên xwe ji hezaran Kurdên shareza, zimanzan, dîplomat û pispor re veke, ew ê bikaribe wêneya xwe li ser sehneya navneteweyî rengîntir û mezintir bike û ew ê herêmên kurdî li bakur bigihîne asta pêshkevtina li welatine ewropayî.  Dema endamên we yên parlemanê bi 2, 3 yan 4 zimanan bizanibin, dema tew hinekên ku li Ewropayê parlementer bûn bibin parlementerên rêxistinê û dema bi hezaran kesên perwerdeya bilind bi dest xistine di nav rêxistineke bi derî û teqayên vekirî di rê de di kar de bin, wê demê zihniyeta pêshkevtina siyasî, civatî, ekonomî û ya hevkariya gishtî dikare gesh û geshtir bibe, Tirkiye dikare aram bibe, Kurdistan dikare aramtir bibe, zimanê kurdî dikare bihêt vejandin û bikarhanîn, jiyan dikare xweshtir bibe û heta bi zihniyeta fashîstan be dikare li hember Kurdan bi derbasbûna demê re bihêt guhertin.  Qe nebe sher, mirin, nefret, domandina hevrikiya sedsalan û perîshanî dikarin hêdî-hêdî ji holê rabin.  Lê bo amancên weha niyetên pak, fedakarî û îsrar divên, bêguman ji her du aliyan.  Encameke din ya mezin dê ev be: Her çar welatên li ser herêmên Kurdistanê desthelatdar ê nema bikaribin dema xwaztin peymanên hevbesh derbarê Kurdan de îmze bikin û dema xwaztin wan li dij hev û din û li dij hev bi kar bihînin.

 

Birêzên gellekî hêja,

 

Dema mirov naveroka pêshniyaziya li jor bide pêsh çavan, guman tê de niye ku dê nikaribe hemî daxwazan bi dest xe.  Lê hûn ê bas bizanibin, ku carine bidestxitina kêmtir ji amancan di qonaxeke demî de, dikare di siberojê de bêtir ji amancan bi dest xe.  Rêxistina nû dikare bi destkevtiyên biçûktir dest pê bike û bi rêyên siyas, dîplomatî û zanyarî bi derbasbûna demê re amancên mezintir bi dest xe.   Domandina sher, li milê din, dibe encama bêtir xwînrijandinê; her weha hevrikiyê û nefretê kûrtir dike.  Heye ku di proseya domandina sher de daxwaza amancên mezin hebe, lê sherkirin bidestxistina wan misoger nake, yan bi kêmasî dema bidestxistina wan diyar nake.  Lewma, wek Kurdekî ku bi salan e doza gelê xwe û rêxistinên kurdî dishopîne û di heman demê de ji rûdanên cîhana mezin haydar e; wek mirovekî ku rojek derbas nabe bêyî ku bi encama jana di nav gelê wî de berdewam beshekî ji wê janê hest neke; wek mirovekî ku rojekê amadebû heta ava bajrekî “neyaran” tiji jehr bike, lê îroj aramîxwaz, ashtîxwaz û lihevhatinxwaz e, ne tenê bo Kurdan û hevrikên wan, lê bo seranserê cîhana me; û wek kesekî ku ne serok û ne serdar û ne navdarekî grîng e, ji we birêzan tika û rica dikime, ku hûn ji bo xatirê berjewendiya dûramanc ya gelê xwe, ji bo xatirê aramiyê û siberojeke bashtir bo hemî aliyan û ji bo xatirê dawîdana sher, mirina ciwanan û hemî encamên nerênî yên sherkirinê dest ji têkoshîna çekdar berdin û ber bi asoyekî berfirehtir û bi ronahiya hêviyê dagirtî ve biçin, ber bi têkoshîna siyasî ya ligor mercên bilindast. 

 

Dê bala we kishandibe ku min di nameya xwe de behsa aliyê tikrî nekir, ji ber ku 1, ger min bikira mijar ê bi encamê tevlihev û dijwar û dirêj bibûya, name dê bibûya pirtûk û 2, dizanim ku hûn ê bikaribin bi wan re li hev bikin, ger meziniya dilê we weha bike ku hûn ji bo xatirê berjewendiya gishtî û siberoja nifshên li pêsh biryara ranana gavên dîrokî yên gellekî wêrekîxwaz ranin.  Biryara ranana gavên ber bi rûmeta mirovahî ya herî bilind di dest we birêzan de ye.

 

Ligel rêza min û hêviya serkevtinê

 

Shahînê Bekirê Soreklî

 

22/11/2012