Serrûpel Dosya Malikî! Ne Kurd, ne Dinya Saddamek nû qebûl dikin!

Malikî! Ne Kurd, ne Dinya Saddamek nû qebûl dikin!

Belav bike



Nivîsîngeha zilamê Iran û Suriye – Nuri Al Malikî daxuyanî li ser daxuyaniyan belav dike, qaşo Serokatiya Herêma Kurdistanê – ”Destûra Bîngehîn a Iraqê binpê dike(!)” Dinya-alem, lê di destê yekem de gelê Kurdistanê û heremên Kurdistanê ku ne din kontrola desthilata Kurdistanê de dizanin ku Destûra Iraq a Federal ji alî nîjadperestên Ereb ên diktatorîparêz, hovên ekstremist û Malikî ku bûye Saddamek biçûk ve tên pelixandin.

 

Rewşa Malikî li ber çavan e! Ew di hilbijartinên dawî yên Parlamentoyî li Iraq a Federal de jî biser neket, lê di carçoweya piştgiriya hevpeymaniya ku li gel PDK û YNK heyî – Aliansa Kurd piştgirî da wî û ew bi vî awayî bû Serokwezîr! Divê ne Malikî, ne hovên din ên ekstremist ên Bexdayê jibîr bikin – Kurd bîngeha tekoşîna li dijî diktatoriya BAAS bûn e û xwê ya/ wan herî zêde di avakirina Iraq a nû de heye. Gelê/n Iraq a nû dengê xwe dan Destûrek Bïngehîn ku ji alî Malikê ve tê pelixandin. Di wê Destûrê de xala 140an ku xala bingehîn e, diviyabû berî çendîn salan hatibûye çareserkirin. Ji cîhê ku ev xala – ku bîngeha lihevhatina Kurd-Ereb û kêmneteweyên din ên Iraq a federal e bê pêkanîn, şowenên Ereb û hovên ekstermistên oldar, li gor hizrên / konseptên xwe yên nîjadperest û li gor planên Tehranê û Şamê,  ev xal a herî girîng binpê kirin! Ger Destûra Iraq a federal ji alî Serokwezirê  Iraq a Federal Malikî ve bête pelixandin û stop!ek ji vê yekê  re neyête peydakirin, bêguman rewsa girêdana Bexda û Hewlêrê dê  gelek qels bibe. Heta imkana ku bi hevûdu re pêşerojek biafirînin jî namîne!

 

Kurd tu caran serî li ber tehdidên Malikî – yê ku berjewendiyên hin aliyên din li Iraq a federal lidar dixe û li gor wan tevdigere, herweha dijî  berjewendiyên gelên Iraq a federal disekine, natewînin. Kurd, desthilata Kurdistanê, Serokatiya Kurdistanê temsila daxwaz, hêvî û berjewedniyên Kurdistanê daye pêşya xwe. Malikî û derdora wî vê rastiya girîng dizanin û dizanin ku Kurdistan û Barzanî li ber tehdidan tu caran serî ne tewandin e, berewajî tehdîdkar rûswa kirin e!

 

Li herêma Rojhilata Navîn, bi taybetî li Suriye şoreşek dijberê diktatoriyê tê kirin! Komara Islamî ya Iranê ku mezintirîn piştgirê rejima diktator a Suriyeyê ye, her awa û metodê bikar tîne ku rejima BAAS a Suriye bimîne. Ji ber ku Komara Islamî xeteriya hebûna xwe di çûn a Besar El-Esed de dibîne. Tehranê rola pir û demarê têkilîdar di navbeyna Tehran û Şamê de daye El-Malikî. Şirovevanên cîhanî weha dinirxînin ku Malikî wekî zilamê projeyên Iranê di herêmê de tevdigere!

 

Li aliyê din Hewlêr û bi taybetî Serokatiya Kurdistanê, di çarçoweya çarenûs û hêviyên gelan li rewsa şoreşên li Rojhilata Navîn û herweha Suriye de dimeyzîne. Barzanî bi dehên caran li Hewlêr, Washington û navendên din ên siyasî ên cîhanî de jî da xuyakirin ku pêşeroja Suriye û bi taybetî ya gelê Kurd li Suriye divê ji aliyê gel û hevwelatiyên vî welatî ve bête nexşekirin.

Guman jê re nî ne ku pozisyona Bexda û Hewlêrê di gelek babetan de ne wekî hevûdu ye. Û guman jê re nî ne û realieteyê deverê jî diyar dike- Hewlêr temsila demokrasi û moderniteyê û Bexda temsila diktatorî û kevneperestiyê dike. Rastiyek din jî heye!  Rastiya Başürê Kurdistanê  hissiyat û germîtiya 40-45 milyon Kurdan temsil dike. Baş e ku Malikî vê rastiyê tu caran jibîr neke!….

 

Stockholm 15. 12. 2012