Serrûpel Dosya Dijminên xweşkok: Salih Mislim li ber deriyê Malikî

Dijminên xweşkok: Salih Mislim li ber deriyê Malikî

Belav bike



Me yê jî gava Salih Mislim serokê partiya Yekîtiya Demokrat ber bi Bexdayê ve fêm bikira, Bexdaya ku kêrên xwe tûj dike û xencerên xwe jehrîn dike da ku tecrubeya Kurdistana Başûr têk bibe, me yê ew gav fêm bikira ger ne Salih Mislim û lip ê wî cahilên apoçiyan her kesê ku ne hemfikrê wan e bi Erdoganiymê tawanbar nekirana. Me yê ew gava ber bi Malikî (dijminê xweşkok) ve fêm bikira eger Salih Mislim berî çend rojan navê ajanê Erdogan li hempîşeyekî xwe  nekiriba. Me yê ev gav fêm bikira eger “koma daholvanan” bi şev û bi roj sixêf û dijûn dermafê yên ku muxalifên baweriyên wan in nekirana û  gav û tevgerên kesên dûrî tradisyona xwe bi cedwel û xêzkêşa “welatparêziya apoçî” ku tenê takedijminekî kurdan nas dike ew jî Erdogan e, nepîvabana.

Eger ku, mesela, Selah Bedreddîn yan xeyrî wî ji serokên kurdên Sûrî di nav serdana şandeyekê de berê xwe daba Enqereyê û hevdîtin li gel serkwezîrê Tirkiyeyê kiribe wê bi kîjan awayî pîvanê wê cedwel û xêzkêşa ecêb bihatana guhertin? Em ne bi hewceyî xeyalekî sînemayî ne ku nas bikin bê heta kîjan radeyê dê êrîşa li dijî Bedreddîn û yên din  mezin be ji ber wê gavavêtinê.

Ez bi xwe ne li dijî serdana Malikî me yan jî li dijî serdana Erdogan im eger armanc pêkanîna berjewendiyên milletê kurd be ji ber ku ev yek ji mumkinat û pêkanên siyasetê ye û nîşana nermayî û xurtî û mêraniya di pêşberiya reqîban de ye, lê kenadina bi xelkên sadedil û dagirtina dilê wan ji kînê û nevîna hertiştê ku ne ji rengê te ye û di gerdûna te de çerx nabe, ew karekî kirêt e û stalînizima ku divê her û her şerê wê bibe ye.

Li vir ez dixwazim pirsekê ji wan (zirne û mozqirdkên) ku har û hêrs û hêç dibin çaxa ku bîr û baweriya dijber dibihîzin, ez dixwazim bipirsim û bibêjim: gelo Salih Mislim nikaribû lêborîn ji beşdarbûna di wê şandeyê de bixwesta! bi kêmanî heta ku hinekî Talbanîyê ku hindik maye ji qehra mazûvanê S. Mislim ê “xweşkok” Malikî bemire, rihet bûba? Yan qey bîna goştê biraştî û masiyê Mesqûf ê sifra mazûvan jê tijî bû daye ser her bînê? Gelo ewî nikaribû empatî li gel Barzanî (mazûvanê wî yê comerd ê çend caran û kesê ku li ser xwîna kurdan bi tirs e) di vê dema xirab û aloz de ku Malikî xwe amade dike êrîşî Kurdistana başûr bike û eşkere tehdîdan dişîne, bikira? xuyaye ku êrîşên Erdogan êş û bele ne, û yên Malikî dims û xurme ne!

Jn: min ev nîvîsa xwe ji erebî wergerandiye da ku ew wergervanê raporçî xwe hinekî rihet bike. Gunehê min pê tê, rebeno pirr diweste. J. D