Cihê rehmetî Elçî, di tevgera rizgarîxwaz a Bakûrê Kurdistanê de cîhek gelek taybet e. Evîna Kurd/Kurdistanê di dilê rehmetî Elçî de her dem hol/alî da jiyana Wî. Di xortaniya xwe de bayê Başûr ku rehmetî Barzaniyê mezin dayî tevayiya Kurdistanê, ew jî girt nav xwe. Di dawiya salên 1950an de, gava kurdayetî li Bakur di pêvajoya herî zexmet de bû, kete nav bizava rizgarîxwaz a Kurd de. Bû yek ji têkoşer/nemirên 49an ku di dîroka Bakurê Kurdistanê de, Mîlad a vejîna Kurdayetiyê ye. Mam Şerateffin di destpêka salên 1960yan de di bin bandora Şoreşa Îlon a mezin di bin serkirdayetiya Barzaniyê Mezin de, doza kurdayetiyê domand. Di Tîrmeha 1965an de bi çar hevalên xwe re bû damezgerê Partiya Demokrat a Kurdistan – Tirkiye. Gava bayê çepîtiyê tesîr li tevgera xortan û rikberiya siyasî li Tirkiye û di nav xortên Kurd ên xwendina bilind di monopolên Tirkiye dikir de, wî û hevalên xwe berê xwe dan tevgerek neteweyî-demokratîk a Kurd. Rehmetî Şerafettin Elçî, heta dawiya jiyana xwe di vê xeta neteweyî-demokratîk a ku bîngeha wê Barzaniyê nemir danî de têkoşa. Her dem xeta Barzanî şopa xwe di jiyana wî de diyarkir.
Elçî, di navbeyna salên 1970an de bû Parlementer di Meclisa Tirkiye de û Wezaretî kir. Di parlamentoya Tirkiye de, yekem car wekî wezîrek di kursiya Parlamentoya Tirkiye de got: Li Tirkiye Kurd hene û Ez Kurd im! Bi vî awayî diyarkir ku: ideolojiya fermî ya Tirk tu caran di inkarkirina neteweyî Kurd li Bakûrê Kurdistanê de biser neketiye û nakeve! Ji bo vê helwêsta xwe di Parlementoya Tirk de, piştî Inqilaba Eskerî ya 1980an hate girtin û beramberî îşkenceyên giran hat.
Di xebata Kurdayetî li Bakûrê Kurdistanê de Rehmetî Elçî, her dem rolek sereke girt. Weqfa Kurd a maf û azadiyan, di sala 1992an de, li gel 98 hevalên xwe avakir. Bû yekem serokê wê! Di dawiya salên 1990an de Platforma Demokratîk a Kurd avakir ku paşî wekî Partiya Demokratîk a cemawerî jiyana xwe domand. Piştî girtina vê Partiyê ji alî Dadgeha Destûrî ya Tirk ve, Rehmetî Elçî, Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) avakir. Bû Serokê Partiyê û di meha Heziran a sala 2010an de wekî Parlamenterê Serbixwe yê Amedê hate hilbijartin.
Rehmetî Elçi, di tevayiya jiyana xwe siyasî de di doza Kurd/Kurdistanê têkoşîn da û di rêzên yekem ê Tevgera Bakûrê Kurdistanê ya doza rewa ya gelê Kurd de cîh girt.
Gelê Kurd di doza xwe ya rewa ya neteweyî de, dê her dem bi rêz rehmetî Elçi bibîrbîn e.
Serê gelê Kurd û malbata Elçî sax be!…
Stockholm, 26. 12. 2012