Ji dema tê bîra min, cara pêşî ku behsa me wek kurdên Rojavayê Kurdistanê bû, di 12ê Avdara 2004-ê de bû, wê çaxê xewna min erê pêk hat, lê pêkhatina wê bi rengekî ne xweş bû , ji ber ew xewn bi xwîna Pakrewanan sor bû bû . Xweş tê bîra min, bê çawa me xwe ji kenaleke kurd davêt kenaleke din, da ew behsa me bikin. Rast e, ku carinan behsa me kurdên Rojavayê Kurdistanê dihate kirin, lê piştî ku nûçeyên me keti bana jêr hesabên van kenalan.
Nayê bîra min, ku siyasetmedarekî kurdê Rojavayê Kurdistanê – tevî salên dirêj ji xebata xwe – ji bilî çend rojên Serhildana 12-ê Avdarê bi nirxê xwe berî Şoreşa Sûrî hest bû be. Di şahiya hevalekî min de di heyva çaran de ji Şoreşa Sûrî de serokê partiyeke kurd li ser kursiyekê li paş kursiyê min rûniştî bû û hayê ti kesî jê tune bû.
Ne tenê serokê wê partiyê, lê hemî serkirde bi tevahî dixwestin, ku hema xelk hinekî nirx bidin wan, belkî konên behîdariyê yek ji wan deverên ku serkirdeyên tevgera kurd piçek nirx tê de ji xwe re didîtin, lewra ew ji van konan qut ne dibûn. Ew serokê partiyê, yê ku li kursiya li paş kursiya min di wê şahiya di heyva çaran de ji Şoreşê rûniştî bû, ji ber pirbûna axaftina kenal û rojnameyan li gel wî, aniha ew nema li telefona xwe vedigerîne.
Em ji rastiyê dûr nakevin, ku em bêjin îro kurdên Sûriyê dîrokekê ji Rojhilata Navîn re dinivîsin, em ji rastiyê dûr nakevin, ku dewleteke wek Tirkiyê bi vê qewara ji kînê ji kurdan, ku bûjenên bi kurdî derbasî dibistanan dike, ne ji ber hezkirina wê ji kurdên wê re ye, lê ji ber tirsa ku kurdên Sûriyê li ser wê ji kurdên wê çê kiriye.
Em ji rastiyê dûr nakevin, ku ev asta bilind ji daxuyaniyên dewleta Tirk û guftgoyên li gel Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê -Ebdelah Ocalan- ji ber kabûsên ku kurdên Sûriyê di dilê Tirkiyê de çandine.
Dîsan em ji rastiyê qet dûr nakevin, ku em bêjin Îran li ser aramiya li rojavayê kurdistanê raziye, ji ber Îran li ser kurdên xwe ji kurdên Sûriyê ditirse û ji ESED dixwaze, ta ku jê bê, ku nêzîkî kurdan nebe, û kurdên Sûriyê ew in, yên ku çawa hiştin dewleta Tirk guftûgoyan li gel Ocalan bike, hiştin ku Îran bi xwe li ser zarê berdevkê wezareta derve ji van guftûgoyan razî be û biserketina wan bixwaze.
Qey ne Iraqa Nûrî El- Malikî bû, ya ku pêşwaziya Hevserokê Partiya Yekîtî ya Demoqrat Salih Mislim kir. Ew bi xwe bû, ya ku destên Tirkiyê bê hesab bo oprasyonan dijî PKK berda bû?
Gelo kîjan ji bapîrên Fladîmêr Potîn bi kurdên Sûriyê bihîsti bû, ta ku wê hin xwestek di riya Herêma Kurdistanê re ji kurdên Sûriyê xwest, an wisa Emerîka ji kurdên Sûriyê hez dikir, da vexwendinekê ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd re bo serdana Emerîkayê bişîne? An çiqasî dewltên rojnameyên Lofîgaro, Lomond, Independent û Apsiya Ispanî, kurdên Sûriyê li bîra wan bûn, da aniha raporên taybet li ser Rojavayê Kurdistanê amade bikin. Ev ku em rojname û çapemeniya piraniya dewletên ewropî, cîhanî, Çîn û Japoniyayê di nav wan de û şandina wan ji rojnamevanên xwe re bo bajarên kurdî li Sûriyê, behs nekin?
Herhal divê neyê jibîrkirin, ku yek ji sedemên sereke ew e, ku ev guhdan bi kurdên Sûriyê bûye û dibe, çekê yekîneyên parastina gel e, yên ser bi PKK ve ne, PKKya ku Tirkî naxwaze navê wê bibhîze.
Çendîn xweş e, ku îro Yekîneyên Parastine Gel û ew di şerê xwe yê Serê Kaniyê de kari bin bi yek gotinê li gel hemû hengelên (ketîbeyên) kurdî bin, da dîrokeke xweştir û baştir ji bo Rojavayê Kurdistanê bê nivîsandin.