“Daxwaza hevdîtina li Hewlêrê nehatiye xwestin“
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îdîayên wekî ‘ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza hevdîtina di navbera PKK’ê û Tirkiyê de li Hewlêrê’ hatiye kirin, ne rast in.
Omer Guney sûcê xwe qebûl kir?
AVESTA KURD - Di hevpeyvîneke xwe de sefîrê Fransa li Enqerê got istîxbarata Tirk (MIT) û Istîxbarata Fransa bi hev re li 3.500 seet vîdyo temaşe kirine û têde bersûcê cînayeta Parîsê Omer Guney nas kirine.
Laşê Ehmedê Şêx Sînan hate dîtin
AVESTA KURD - Li Serêkaniyê li taxa Mehta, laşê Kurdekî bi navê Ehmedê Şêx Sînan hate dîtin...
Eger qebûl bibe êdî PKK ne dijmin e!
AVESTA KURD / Komîsyona jêrîn ya Terorê a ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê avkiribû rapora xwe temam kir. Di raporê de tespîtên balkêş hat kirin. Ji van tespîtan yek jî divê PKK ne wekî dijmin lê belê wekî komên sûcdar bê qebûlkirin. Di raporê de li ser piştgiriya pêvajoya hevditînên Îmraliyê hat rawestandin û ji bo çareseriya pirskirêkê nexşerê jî hat eşkerekirin.
Melayê ku wênegirtin heram kir hat kuştin
AVESTA KURD - Şevê din li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê sê melayên Kerkûkê bûn hedefa hinek çekdarên nenas û di encam de Mela Remezan Şukir ku wênegirtin heram kir û ji wênegiran re jî digot ‘’mel’un’’ hat kuştin.
Hêzên YPG li Qamişlo jineke Kurd girtin
AVESTA KURD - Li Qamişlo, hêzên çekdarî yên YPG (Yekîneyên Parastina Gel) jineke Kurd bi navê Şêrîn Ehmed girtin.
Sîstanî balyozê Tirk qebûl nekir
AvestaKurd - Li Iraqê otorîteyê olî yê herî bi bandor Ayetullah Sîstanî, daxwaza hevdîtinê a balyozê Bexdayê yê Tirkiyê qebûl nekir. Tê zanîn, li Iraqê di derheqê Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Tarik Haşîmî de biryara girtinê derketibû û Tirkiyê Haşîmî nedabû Iraqê.
Li cimbişê xist û stran gotin (Vîdyo)
AvestaKurd - Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, beşdarî bernameya ku stranbêjê navdar Arîf Sag pêşkêş dikir bû. Onder, di bernameyê de, him li cimbişê xist û him jî stirî.
“PKK di hezîranê de ji Tirkiyê derdikeve“
AVESTA KURD - Nivîskarê Kurd Muhsin Kizilkaya li ser hevdîtinên PKK û MIT got, li gora wan hevdîtinan dibe ku çekdarên PKK di gulan yan jî di hezîranê de ji nava sînorê Tirkiyê derkevin.
Şûna ala Tirk ala HPG çêkir û salek ceza xwar
AvestaKurd - Turîstekî Hollandî, li devera betlaneyê li Bodrum Gumbetê, ji deqkerekî bi navê Ozcan T. dixwaze ku, li sel milê wî yê çepê ala Tirkiyê bideqîne. Deqker şûna ala Tirkiyê ala HPGê xêzdike. Ji ber vê bûyerê, dadgehê salek cezayê girtîgehê da Ozcan T.