AVESTA KURD - Melayekî Kurd, di dîmenekî vîdyoyî de ku li ser malpera Youtube û malperên taybetî yên Facebookê hatiye belavkirin, wênegirtinê heram dibîne û wênegiran jî wek mel’un bi nav dike. Serokê Komeleya Wênegirên Kurdistanê jî dibêje ku yek ji navên Xweda ‘’El-Misewir’’ e û Wezareta Ewqafê jî tekez dike ku hîç melayek nikare ji mînberên mizgeftan xelkê wek ‘’mel’un û kafir’’ bi nav bike.