Serrûpel Dosya Bêjan Matûr dinivisîne

Bêjan Matûr dinivisîne

Belav bike

Paşê ew jî qanî bû ku rexneya wî ne di cih de bû. Lê bersiva min a wê rojê ku min ji wî rojnamevanî re got, hêjî di bîra min de ye: ‘Dema ez li Stenbolê li tengavê dinêrim, çiyayan dibînim.’ Bi rastî jî weke Kurdek hûn li kû derê cîhanê bijîn, di kîjan çîn û civakê de cih bigrin jî, di dawî de çiyayek di bîra we de heye. Eger di şiyarbûna we de ew çiya neyê bîra we, tê dikeve xewna we. Ew wêneyê cografîk wisa bihêz e ku dikare we bê xewn jî bihêle. Û pirr tişt vedibêje.

Beriya du salan min hevpeyvînên ku ligel gerîllayên PKKê kirin, di pirtûkekê de civandin û navê wê jî danî “Awirek Li Aliyê Din yê Çiyêˮ. Ji ber ku eger çiyayek hebe û ne tenê bandorê li ser jiyana we bike, herwiha bandorek wisa li ser xeyalên we jî bike, hûn nikarên bêdeng bimînin li tiştên ku li pişta wî çiyayî rûdidin. Serpêhatiya ew kesên ku hûn weke xwişk û birayên xwe dihesibînin, heta astekê bala we dikişîne. Hûn jê guman dikin, kêfxweş dibin, hêrs dibin…

Beriya ez biryara nivîsandina vê quncikê bidim, gellek caran ez çûme Hewlêrê, Kerkûkê, Selaheddînê, Mexmurê, Qendîlê û bajarên din. Meraqa ku bi min re hebû ji meraqa nivîskar û rojnamevanekî kûrtir bû. Ji ber ez dizanim ligel wan zehmetiyan rastiyeke din heye ku hestên xweş û coşê dide mirov.

Ez her tim difikirim ku çarenûsa cografyayê jî heye. Çarenûsa Kurdan di vê demê de derfetên gellekî mezin pêşkêş dike. Em jî dibin çavdêr ka ev derfet çawa dibin bingeh ji bo pêşketinan.

Di demekê de ku çarenûsa dîrokî ya Kurdan diguhere, ez pirr girîngiyê didim wê yekê ku em ji aliyê din ê sînorê ku em ji hev cuda kirine, bang bikin. Ji ber em çiqas ji hev dûr ketibin jî, rasterast weke ku ez li tengavê dinêrim û çiyayan dibînim, hûn jî Kurdên Bakur û jiyana wan meraq dikin. Bi baweriya min, ew çiyayên ku hûn pişta xwe didinê, hesreta behrê dikişînin. Ev meraq û eleqeya ku di navbera me de heye, pêdiviyeke ontolojîk e. Ev meraq ne nû ye jî. Di zarokatiya min de hebû. Kalê min, li gundê me, di wan şevên ku bi şewqa stêrkan ronî dibû de, bêyî ku kes pê bihese, ji îstasyonên qaçax ên radyoyê agahiyên derbarê têkoşîna Mele Mistefa Barzanî guhdar dikir. Kalê min bi rêya wê radyoya ku dikir xişe xiş, bi têkoşîna Mele Mistefa Barzanî şanazî dikir. Em, Kurdên ku li vî aliyê sînor diman, bêhêz û bêziman bûn. Lê li aliyê din ê çiyayan ewên ku şanaziya kurdayetiyê bilind dikirin hebûn.

Ew şanaziya ku kalê min û pîremêrên gund dikirin, îro di nava nifşê min de berdewam dike. Sedem çi dibe bila bibe, rûdanên xirab ên li wir çêdibin me diêşînin. Rûdanên baş jî şanaziyê didin me. Lewma nivîsandina ji bo Rûdawê, ya ku li Hewlêrê, li keleha Kurdistanê (weke zarokek ku nû dest bi meşê dike) tê weşandin, ji bo min pirr birûmet e. Dema ez vê yekê dikim, hinekî jî melankoliyeke nostaljîk hîs dikim. Ez di dilê xwe de dibêjim, xwezî ew mirovên ji nifşa bapîrê min ev roj bidîtana. Ewên ku li pişta çiyayan bûn û dengê wan bi radyoya ku dikir xişe xiş dihat guhê bapîrê min, niha hewl didin ku bi hemû cîhanê re entegre bibin. Ez şanaziyê bi wê hewldana wan dikim û pirr girîng dibînim ku li teniştê wan bim. Ji ber çi mafê Kurdan bo cîhanê hebe, mafê cîhanê jî bo Kurdan heye.

Di vê quncikê de ezê her heftiyê hewl bidim nêrînekê ji Tirkiyeyê pêşkêş bikim. Dema ez vê yekê bikim, ez navbera me difikirim û ev jî coşa min zêde dike. Ji çiyayên Kurdistanê heta Tengava Stenbolê, di wê cografyaya fireh de Kurd dema pêşeroja xwe ava dikin, rawestandina li tenişta wan êdî weke hilbijartinê nayê hesibandin: Ev ne tenê berpirsiyariyeke dîrokî ye jî; ji wê jî girîngtir, pêdiviyeke kûr a mirovahiyê ye. Ji ber ku berdêla derketine Kurdan a di qada dîroka nûjen de hêsan nebû. Ez îro weke kesek ku haya wê ji hemû berdêlan heye, ji we re dibêjim merheba! Rojbaş hevalên hêja…  Rûdaw