Şahînê Bekirê Soreklî: 1996
Lawo, çawa bêhna bîsofî ya şîrê daya te hîn di bêvilên te de maye! Tew bêhna simbêlên bavê te jî, tevî ku di jiyana xwe de tu tenê sê caran maç kiribûyî! Çi bû ku digeriye li dareke hêjîrê, da destê xwe bi ser qaqilê wê re bixuşînî û bêhn bikî pelên wê da ku wan rojan bi bîr bihînî! Dengê dahol û zurneya dawetên herêma te, stranên şivan û naxirvanan, teqeteqa tifingên leşger û qaçaxciyan, axaftina gundiyan di odeya gund de, şîngerandin û giriyê jinên li ser goran û dengê pîrejinên dema zarotiya te, de çima qe wenda nabin ji nav gola hişên te? Û hîrrîniya hespan, zirrîniya keran, ewte-ewta segan, û dengê çêrandina pezê li ser pirêzeyan, de çima weqa zindî mane di guhên te de? Ma ne pirraniya van bêhn û dengan nema li welêt jî mane! De çima ji wê demê û ji wê şûnê weqa dûr hîn bi wan re dimînî, ew jî bi te re?!
Ha wa ye tu gihîştiye binê planêta erdê, temenê te nêzikiyê li payîza xwe dikêye, de çima va dilê te yê ciwan nikare xwe bigihîne aramiyê û hîn daye dû xewnên bihara jiyana te? Tu geh dibî baz û di bin asîmanê sayî de li ser pêlên Mezinderyaya Hindî difirrî, geh dibî xezaleke berrî û bi çolan dikevî û geh dibî komeke ji hestan û xwe di nav şevên vî bajarî de vedişêrî. Bi ku ve çûn amancên ciwaniya te, mebesta derçûna te, çemên evîna te, deryaya avjiniya bîr û baweriyên te, û hevalên paşerojên te! Û çi hat bi wan xewnên te yên rengîn, ew xewnên ku kesekî rengbûna wan bawer nedikir, xewnên wêrek û bêlîwan?
Şevê xwe ji nîvê xwe derbas kiriye, lê xew nakeve çavên te! Televizyonê xwe bi hemî babetên demderbaskirinê tiji kiriye, lê tiştek nahêt li xweşiya te! Kasêt û CD’yên te li ser refan bêdeng mane, meyxane û lokalên bajêr ji te pêpar mane; deriyên cîhana mezin li ser piştê mane; de çima bîrên meraqê di dilê te de îroj weha bêav mane?!
Dilê te hîn bi hêz lêdixe, mêjiyê te ranaweste û tu dizanî tu dijiye, lê her du kurên te ji nuha ve sêwî mane, û diya wan her dihîne bîra te: “Jiyan kurt e; ha wa ye zaro mezin bûn, bêyî ku tu bi wan re têkevî nav lîztikekê!” Tu dibêjî: “Bi ya te ye rêhevalê, lê kesekî ku bavê wî pê re nelîztibe, dê çawa bibe beşdarê leyiztina ligel zarokên xwe?!”
Weqa raman di hişên te de li nav hev dikevine, weqa bûyer xwe vedijînine û ew qas dîmen xwe dilivînine. A nuha bi sedan mişk di wêneyekê de ne, mişkên biçûk ku li kêleka rûbara li rojhelatê bajarokê zarokiya te warê xwe çêkiribûn, mişkên xwe bi derbasbûna mirovan re li bayê bezê digîhandin nav qulikên xwe; û hîn ew wêneya bi tevahî wenda nebûye wêneyeke din xwe diavêje ser wê, wêneya kulemoza li ser bîra gundê te; û lawê te yê biçûk ji nişkan ve dikeve hindir û ji bo kurtedemekê zincîra wêneyan dide rawestandin . Dipirse, tu dê wî sibe kengê bigihînî rawesteka trênê, da ku biçe rojekê ligel dapîra xwe derbas bike. Day û brayê wî duhinî çûn û ew ê dawiya hefteyê li wir bin. “Ez ê te heft û nîvê sibeyê bi wir gihînim,” tu dibêjî; û hestê tawanê xwe di dilê te de dilipitîne. Ev bû demek tu nema diçî bajarokê xwesiya xwe ya pîr da ku serîkî li wê xînî, ne jî diherî şûna ku we xweliya giyanê xezûrê te avêtibûyê. Dizanî, dilê jina te jî ji bo vê yekê li te maye, lê meraq nakî biçî. Giraniya tabûta xezûrê xwe bi bîr diînî û milê te yê rastê piçekî diêşe. Xwedê dizane, mirina jina wî jî êdî nêzik e, û qîza wan ê dîsa dest bi girî bike û mala we dê ji bo çend hefteyan tiji şîn bibe. “Qîzê ez gundî bûm, lê tu ji min gundîtir î,” te gotibûyê li dû mirina bavê wê. Wê jî va pirsa ji te kiribû: “Ma tu ji min dipêye ku ez li ser bavê xwe negirîm?!” Û li dû va pirsa xwe bi bîra te hanîbû ku çawa di dema serilêdaneke Kurdistanê de, pêş dora bîst û du salan, hevaline te wîskî jê re hanîbûn gund û mat mabûn ku jineke ciwan ya rojavayî wîskî venaxwe! Dema te çi peywendî di navbera giriyê wê yê pirr li ser mirina bavê wê û matmayîna hevaline te ku ew wîskî venaxe de nedîtibû, wê gotibû: “Hevalên te mat mabûn ku çawa jineke rojavayî wîskî venaxwe û tu jî li dû mayîna weqa sal ligel kesên rojavayî û zewaceke bîst û sê salan ligel yeke ji wan mat dimînî ku çawa jineke di nav çandeke rojavayî de mezin bûye dikare weqa bi mirina bavê xwe biêşe û hêstiran bibarîne.” Tu li gotina xwe poşman bû bûyî. Û ji ber ku rewşa dema mirina kesan dihêt holê te weqa ditirsîne, toreyên mirinê yên “Hindiyên Sor” dihên bîra te, û tu dibêjî xwe: “Xweziya her yek ji me jî wek wan biçûya li ser sîbata xwe veketa û can bida.” Û dû re dîmeneke ji dokumentereke televizyonî dihêt bîra te, ku çawa japoniyên demên par dawiya salên pîrbûnê xatir ji yên xwe dixwaztin û diçûn li serê çiyayekî li benda hatina mirinê diman.
Dîmeneke mirina li welêt dihêt ber çavên te: Kelandina avê di sîtila mezin ya reş de, giriyê jinan, bêdengiya peyan û çûna goristanê. Û goristana ji dema zarotiya te wê bizavê dike ku rûpela di kompiyûterê de têxîne nav goreke xwe, lê peyvên li ser rûpelê mêrzel dikişînin nav xwe, û ji nişkan ve mitên kulindirê serên xwe di nav peyvan de radikin, goran di nav xwe de vedişêrin û dû re rêzên nivîsarê dibin xetên cotê li ser zeviyekî welatê zarotiya te.
Saldemên welêt dihên bîra te û bihareke zarotiyê xwe dixe nav dîmenekê: Berê komeke ji bêrîvanan bi qerêc de ye, bêrîvanên bi kiras û xeftan û bervanek, bêrîvanên bi tac û rext: diaxifine, dikenine, mirov hişmekar dike li wan binihêre. Tu hewl didiye xwe têxî nav vê dîmenê lê nikarî: tenê cîhê zarokekî tê de heye, û tê bîra te tu nema zarok î; û agir li pêş çavên te bi wêneyê dikeve, û wêneya agirpêketî di nav talîzokeke payîzên Kurdistanê de wenda dibe.
Ava Kaniya Ereban, Kaniya Murşid û ya Qineya Romanan xwe dixin nav wêneyekê û mijekî destpêka zivistanê bi ser wan dikeve, xwe di wêneyeke din de dike ewrekî û baraneke sivik ji xwe dibarîne. Çîlikeke wê xunaviyê xwe digihîne lêvên te yên hişk bûnî û wan şil dike û bi şilbûna wan re Kobaniya îroj bêav mayî xwe dixe wêneyekê, û ji ber ku nema dikare gol û rûbara xwe di wêneyê de raber bike serê xwe ji şermê nizm dike, û Kaşê Miştenûrê li başûrê wê dixewine, û Kaş brînên xwe raber dike, şûnên ku kevirên xeta hesinî jê derhanîbûn, da ku Berlîn bigihê Bexdadê û giyanê gelekî ji hev biqelişe; û wêneyeke qermiçî, yeke reşsipî, gundiyekî wenda li wê deverê raber dike ku hewl didêye gavekê ber bi Qamîşloya Cizîrê, yekê ber bi Efrîna Çiyayê Kurmênc û yekê ber bi mînên bakurê bi simbêl rane, lê ji ber ku her yek ji wan li aliyekî cuda ye gundî li hev şaş dibe û dimîne maye li ser piştê bikeve.
Dîmena taxa serek ya bajarokê zarokiya te îcar xewan dibe û zarokek bi dengê dabençeyekê vedicinqe û peyak li pêş firoşgehekê dikeve û teqîn xwe ducar û sêcar dike û xwediyê dabençeyê direve. Zaro ber bi peyayê ketî dibeze û wî di sikranê de dibîne, û çiqa dixwaze tiştekî ji bo hawara wî bike jî, ji dest nahê; dixwaze biqîre lê şerm dike, dil dike tiştekî bibêje lê ziman nafertile, û laşê yê mirî di nav xwînê û komeke peyan de pêş mirinê di sikranê de dilerize.
Wêneya rojeke zivistaneke bi berf xwe dixe şûna wêneya bi xwîn û erd gewr-spî dibe, çivîk birçî dimînin û ji neçariyê xwe diavêjin ser dehfên zarokên gundê te û zarok wan hildiqetînin û xwîna çivîkan rengê spî yê berfê bi yê sor çîn dike: wêneya nû jî xwînî dibe; û bav ji zarokên xwe yên zîrek re “aferîn” dibêjin, û çivîkên azad manî li ser yên hatinî kujtin difirin û digirîn, lê zarokên gund li giriyê wan xwedî dernakevin, çimkî ji bo wan bi xwe, wekî bavan gotine, “girî ji bo peyan şerm e,” û hemî zarok dizanin ku ew peya ne; ew ê jî rojekê li ser zeviyekî, di taxekê de, li serê çiyakî, yan li ser sînorekî bikujin yan bihên kujtin: “Xwîn şana egîdan û ciwanmêran e!”
Wêneyên siyasî dest pê dikin xwe di albûma şeva te de têxin rêzê, lê tu wan îşev li cîh dihêlî, çimkî ditirsî ew ê neçakî, xwîn û gemara li nav hev ketî bikin “vîros” û têxin nav mêjiyê kompiyûtera te. Şev jî wek dilê te êdî şkestiye, û giyanê westiyayî xwe ber bi xewê radikişîne.
(Wêne: Li xwendegeha Kobaniyê: 1959)