Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî, di Twitter´a xwe de, diyar kir ku serokwezîr Barzanî, piştgirî û desxweşiya xwe li xanim Perwaz Hisên dike û hêviya serkeftinê jêre dixwaze.
Ergoşî di vê derbarê de daxuyaniyek da û got ku ji destpêkê de Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo Perwaz Hisên nîşan daye.
Li gora Ergoşî, Barzanî heftane nûçeyên wê şopandine.
Ergoşî her wiha got, piştgiriya serokwezîr bû sedem û di tora telefonê de ew gelek dengan kom bike.
Samî Ergoşî, bal kişande ser wê yekê ku, Nêçîrvan Barzanî destxweşî li cîgirê xwe Imad Ehmed kir ku di xeleka borî de beşdarî programa Arab Idol bû.
AVESTA KURD