Serrûpel Dosya Kalekî ji min bîtir siyaset dizani bû

Kalekî ji min bîtir siyaset dizani bû

Belav bike

Min jê pirsî: Tu çto zanî?. Got: Mirovek hebû pirî dewlemend bû. Dewarê xwe pir bû, naxira xwe mezin bû, sê jin û heft qîzên xwe hebûn. Lê kurên xwe tinebûn. Navê xwe Remo Axa bû.Rojekê ji dostekî xwe re got: Tu zanî Xwedê ev mala giş daye min e, lê kur nedan min ji bo vî malî biparêzin. Ez ditirsin Ereb werin min xezû bikin(Talan bikin). Tembeyekê li min bike çawa vî malî xwe biparêzim. Dostê wî jê re got: Li Devemixarê bazirganan konê xwe danîne, dibêjin ew ticareta Ebdan dikin. Li cema wan Ebid hene bi 5 zêran in, Ebid hene bi 50 zêra nin, û Ebid hene 100 zêra in. Remo Axa jê pirsî : Ma Ebid giş ne peyan in, çima weha ferqên mezin di navbera wan de heye?. Got: Ha..ha.. Ev Ebdê bi 5 zêran zorê 5 peyaan dibe, ê bi 50 zerî zorê 50 peyayî dibe, û yê bi 100 zêrî karê zorê 100 mirovî bibe. Remo Axa got: Bi Xwedê ev ê bi 100 zêrî bi min gereg e. Him Yeke, him jî bi sed peya ne. Remo Axa çû devemixarê Ebdekî bi 100 zêrî kirî û hanî warê xwe.
Roja din ji Ebdê xwe re got: Ez dikim herim bajêr e, li keriyê dewêr û li naxirê binihêre. Jin û zarokên min biparez e, dibe ku Ereb tên xezûyê. Ebdê Reş got: Xeman mekişîne, bira dilê te rehet be. Bi kêfê xwe here û bi kêfê xwe were. Remo Axa çû bajêr. Piştî rojekê. Ereban xezû hanîn ser warê Remo Axa, mal, jin û keç dane ber xwe û birin. Lê Ebdê Reş tiştek nekir. Remo Axa hat, dî ku tiştek nemaye, û Ebdê Reş arekî xwe dadaye, xwe bi ser êr de girtiye, gunê xwe germ dikiye. Remo Axa pê de qîriya: Law hey bênamûs, ka mal ka jin, ka keçên min? û bi dil şewat pizotek ar kuta pozê wî. Ebdê Reş veciniqî û got: Ev çiye?. Remo Axa got: Tu hîn pirs jî dikî ? min tu bi 100 zêrî kirî ku tu min ji xezûyê Ereban biparêzî, ka te çi kir kerê reş? Ebdê Reş şûrê xwe rakir û xwe çekire ser pişta hespê, weke qurşînê beziya. Piştî çend seetan vegeriya, dewar, naxir jin û keç giş hanî, û bîsak ereb bi hev de girêdaye û li pê xwe kaş dikiye.
Kêfê Remo Axa xweş bû, dilê xwe rehet bû, û bi nermî jê re got: Law madele tuyî weha fêde û hêzdarî, çima ji sifteh de te Xezû venegerand. Ebdê Reş got: Wê çaxê pozê min germ nebûbû.
A istaz .. ku kesekî pizotek ar di bêvilê Obama kira, wê çaxê wê rewşa Suriyê bi hêsanî çareser bibûya.