Ev jixwe bawerî jî rasterast girêdayî cureyê xwe amadekirin û piştrastbûnê ye ji encaman ku zanibin encamên baş bi dest tînin.
Di van rojên dawî de PDK berevajî YNK (ku demek nêzîk dibin hevrikên hev) pêkutiyeke mezin li ser sazkirina hilbijartinan di dema wan de dike û kiriye hêleke sor.
Di sala 1992 de gava yekem hilbijartinên parlamentoyê hatin sazkirin û heta îro, ne şaş e ger bêjim PDK di hemû hilbijartinan de yekem derket. Beşekî wan serkeftinên PDK ger pirraniya caran sextekarî jî hatibe kirin, hinek faktorên profesyonelî tê de hene ku vedigere wê yekê ku PDK dizane çawa xwe bo hilbijartinan amade bike; fêrî wê yekê bûye çawa stratîj û taktîkên wê bo wan hemû sîsteman hebe ku di hilbijartinan de tên bikaranîn. Wek lîsta vekirî û girtî.
Her lewma jî di çend hilbijartinên borî de ew texmîn û pêşbîniyên ku dezgehên girêdayî hilbijartinan kirine pirr ji rastiyê nêzîk bûn û bi cudahiya kursiyekî du kursiyan encam hatine ragihandin.
PDK di vî alî de ji YNK zîrektir û bi şenstir e. Şensê wê ew e ku cemawerên wê diyar in û tenê li Behdînan nebê ku li wir beşekî cemawerên wê ji cemawerên Yekgirtû nêzîk in, heke na li deverên din wek çawa tîmên fotbolê cilên wekhev li xwe dikin û tên naskirin, wilo bi rohnî diyar e dengderên PDK kî ne. Nexasime ku ligel pêşketina teknolojiya û zeftkirina desthilata eminî û îdarî dizane her mal û kûçe û kolanek çend dengderên wê lê hene.
YNK piştî cudabûna Goran, cemawerên wê tev li cemawerên Goran bûne û wek PDK, nikare cemawerên xwe ji yên Goran cihê bike. Herwiha Goran jî heman kêşeya wê heye.
Faktorekî din ku PDK ji YNK û Goran û tew partiyên li ser qada Iraqê jî cihê dike, ezmûna desthilatê ye. PDK ji salên heftê yên sedsala borî ve ji ber îdareya otonomî, derfeta desthilateke yekalî ya reha ket destê wê. Wê demê çewtiyên zêde kirin û ew çewtî jî wek beşek ji mîrata siyasî ya PDK heta destpêka salên 2000 jî her mabûn, lê bazên vê dehsala borî li herêma zer, bîranînên wan salan ji bîra xelkê birin. Berevajî wê ne YNK li herêma kesk û ne jî Goran di dema desthilata xwe ya navçeyî de li wê herêmê nikaribûn wê ezmûnê li cem xwe nîşan bidin.
Lewma kêmbûn di dengên PDK de kêm tê dîtin û berevajî wê jî şensê wê heye ku bi tenê dora ji sedê 40ê kursiyên parlamentoya bê ji xwe re bibe.
Ger PDK bikare wê rêjeyê bîne û YNK jî hinek kursiyan ji Goran bistîne, hêviyek pêk tê ku parlamentoya bê dikare kêşeya destûr çareser bike û hinek biryarên giring ên din derbas bike.
Ger çi hêj zû ye ku texmîn û pêşbînî bo encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên kirin, lê celebê pêkutî û helwesta partiyan li hember sazkirina hilbijartinan li Kurdistanê heta astekê jixwe baweriya partiyan diyar dike.

Rêbwar Kerîm Welî
– See more at: http://www.rojevakurd.com/medya_kurdi/rudaw/13924-PDK-hilbijartinn-car-yekem-dibe.html#sthash.WBJHBN4C.dpuf