AVESTA KURD - Piştî vekişîna çekdarên Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslamî li Şam û Iraqê ya ji gundê Sûskê yê girêdayî bajarokê Girê Spî yê rojavayê Kurdistanê, hinek belgeyên wekî nasnameya welatiyekî Tirkiyê, alek bi navê Eniya Îslamî ya Kurd, hinek pirtûk, kovar û pênûsên li cihê çekdarên îslamî ji aliyê YPGê ve hatibûn dîtin.