Lê çûn yan neçûna Mesud Barzanî bo Diyarbekrê û pêkhatin yan pêknehatina wî bi Erdogan re ne ya giringe; ya giring, bi helwest û kiryarên xwe ve, kesayetiya Barzanî ye. Ew, bi qasî kiryarên xwe yên ku bo netewbûna Kurdan û bo destkeftên Kurdan dibine eger, bi qîmet e. Helbet ev berpirsiyariya ewçend berfireh ne barê hemî kesekî ye û çênabît ku mirov bihête darizandin da ku xudan kiryarên mezin nebûye bo netewekî. Lê dema babet Barzanî bin, ev pirsyar dibît pirsyarekî rewa. Dîroka Barzaniyan wê mafê didete me ku em vê pirsyarê ji wan biken.
Kîjan dîrok? Helbet dîroka çi caran teslîm nebûnê. “Mala” Barzanî, ewçend xudan helwesteka seqamgîr ya bêwêne ye, ku ne bitenê balkêş bûye bo Kurdan, herwesa netewên dîtir û heta dewletên dîtir jî di derbarê Barzaniyan da xudan mereqeka mezin bûne û evro jî ev mereqa wan hêj berdewam e. Jiber vê çendê: Ji Şêx Abdulselam heta evro, endamê zincîra van rêberan çi caran teslîmî dujminên xwe nebûne. Helbet wext çêbûn ku ew dîl ketine, yan xeletiyên mezin kirine, yan bûne xudanê xetayên mezin yên siyasî; belê tiştê ku hêla di dirêjahiya demê da ew bibin xudan nav û deng, ev helwesta wan ya sade bû: Çi caran teslîm nebe û li beramber dujmin serê xwe netewîne!
Nimune: Piştî ku Komara Kurdistan ya Mehabadê hêşta êk sala xwe tewaw nekir rûxa,di zivistana 46’an da, Mistefa Barzanî bo hevdîtinan çûbû Tehranê. Rayedarên Farisan hatin nik Şêx Ehmed Barzanî û ji bo ku zext li ser wî dirust biken, gotin: “Heke hwîn aniha hemî çekên xwe teslîm nekin û neçine Hemedan bo niştecihbûna li ew cihên me diyar kirî, dê jiyana Mistefa Barzanî li jêr metirsiyê bît.” Bersiva Şêx Ehmed weha bû: ” Digel me gelek Mistefa Barzanî yêd heyîn. Hwîn çawa daxwaz diken, weha biken. Belê heke hwîn wî bikujin jî, em çi caran sîlehên xwe teslîm naken û heta pêşmergê duîmahîkê, em dê berdewam bin û şerê hewe biken. “
Herwesa çîrokeka teslîmnebûnê ya mezin bû, çawa ku Mistefa Barzanî pişt re bo Kruşçov serokê Sovyetê gotibû, bi şerkirina li beramber heft dewletan, bi qundaxa tivingan rêka berfê vekirin û ji Kurdistana Başur derbasî axa Sovyetê bibûn.
Dema Mistefa Barzanî li beramber nwînerên zilumkar ên Stalîn bi berxwedanê meşxul bû, serokê Eraqê Nurî Seîd peyamek rêkiribû bo Şêx Ehmed Barzanî ku digel hemî kesukarên xwe li zindana Besra lijêr biryara sêdarêdanê da çavereyî mirinê bû. Nurî Seîd digot, “Dawa lêborînê bike û pabendiya xwe bo hikûmeta Eraqê ragehîne (anku bêje “ez di xizmeta dewletê da me”), em jî te bi sêdarê nedin.” Bersiva Ehmed Barzanî weha bû: “Ez dawa lêborînê ji kesekî nakim, belku ji Xudê!”
Helbet kes neşêt bizanit ka Şêx Ehmed ji Xudê dawa lêborînê kiriye yan na; belê ew helwesta wesa bûye taybetmendiya giştî ya nifşê Barzaniyan û heta evro jî hatiye.
Wekî ku di nivîsa Necdet Buldan da jî diyar dibît (*), ew helwîstên taybetmend yên Barzaniyan evro jî nehatine guhertin, belku zêdetir tund jî bûne. Ev ruîdana ku Buldan jê behs diket wesa bû: Supayê Tirkan ji layê Bakur ve hêz kêşabûn ser gerîlayên li geliyê Zapê bi armanca operasyoneka mezin û herwesa ji binkeya Tirkan ya li Bamernê jî tankên Tirkan derketibûn ku ji Başur u Rojava ve harîkariya supayê xwe biken. Xelkê di rêveberiya Barzanî da, rê li wan tankan girt û heke pêşmergên wan bi xwe nebana, wan dê ew tank û ew serbazên Tirk parçe bi parçe peritandibana.
Helbet eve ne tiştên ecêb in, lê tiştê bi rastî ecêb ev e ku, ev nerîta Kurdan ya teslîm nebûnê ku di esasê xwe da taybetmendiya bingehîn ya hemî Kurdan bû, çawa çêbû ku evro wek îstîsna diyar dibît? Belê ev, derencameka xebatên navendên dagîrker e ku bo armanca têkdana kesayetiya baz ya Kurdan bi sedsalan berdewam kirine. Meseleya Barzaniyan, jiber wê çendê giring e ku karîgeriyên wî karê bêyom û newêrek dişkênît.
Ne bitenê Osmanî, herwesa dagîrkerên Ewrupî jî, ku bo ragirtina pêşkeftina supayê Osmanî û piştre jî bo jinavbirina wê împaratoriyê, karekî wan yê herî giring hebû: Ew kesayetî û karekterê Kurdan ku di bûna Selaheddîn da diyar bibû, bişkênin. Jiber vê çendê, di sala 1920an da Stenbol anku navenda herî giring ya krîstiyanan ketibû destê Brîtaniyan, lê bêy ku fîşegek biteqînin, wan Stenbol teslîmî Tirkan kirin. Belê balkêş e, her ew Brîtanî piştî wê nişkê dest bi şerê Kurdan kirin û bi dehan salan, bi çek û sîlehên herî pêşkeftî yên cîhanê, hêrişên xwe li dijî Kurdên Îran, Soran û Barzaniyan berdewam kirin. Firokeyên şer, di dîroka cîhanê da cara destpêkê liser Kurdan hatin ceribandin. Hêzên Hewayî yên Qraltiya Brîtanya şerê hewayî yê destpêkê li dijî Kurdan û taybet li dijî Mala Barzan kirin; herwesa Tirkan hêrişên hewayî yên destpêkê li dijî Kurdên Dersîm kirin. Heta evro jî nediyar e ka Brîtaniyan li beramber çi û bi berdêla çi Stenbol dane Tirkan, û belê ji 1918 heta salên 1960an berdewam şerrê Kurdan kirin?
Di rastiyê da ew şer, li dijî ew kesayetiya Kurdan bû ku li şûna ku serê xwe bitewînin, razî bûn bi rêka mirinê. Ji dema Selaheddîn heta evro ev helwest ya berdewam e. Li ser qebra Selaheddîn ya li Şamê, lempeyeka zîvî daliqandiye ku liser wê, digel armê Sultanê Osmanî, herwesa armê Wîlhelmê II. Melîkê Elmanya hatîne nexş kirin. Vî kayzerê Elmanî, dema li sala 1898 seredana Şamê kiribû, dîtibû ku qebristana Selaheddîn bê seruber e û wêran bûye. Bi ferman û piştgiriya wî, ev qebristan ji nû ve hate çêkirin. Bi vî rengî, melîkê Elmanî xwastibû ku paya serbilindiya wê dujminê herî birêz li cîhanê careka dîtir diyar ket. (**)
Di rastiyê da, yê ku hêla Osmanî beref Rojava pêşkevin û bibin împaratoriyeka rasteqîn, dîsa Kurd bûn û herwesa şêwazê ramana Kurdan bû ku xudan şiyan bû baweriyeka tund ya wekî îslamiyetê biguhorîne beref hizreka jiyanê ya cîhanî. Ev baweriyên wek Elewî, Kakeyî, Yarsanî û Êzdî ku evro jî dawa rêzgirtinê diken bo hemî baweriyên olî yên dîtir, bermayên baweriya Kurdan ya berî hezar salan in, -herçende gelek hatibin guhertin jî. Wek Mehrdad Îzadî jî di pertûka xwe ya derbarê Kurdan da derbiriye, baweriya civatên Kurdan berî du hezar salan, baweriyeka siruştî bû û ji hemî cure qurretî û nijadperestiya olî dwîr bû.
Ew şêwazê felsefeya jiyanê ku di bingeh da bermayê felsefeya Kurdan bû û bi navê “Bektaşî” bibû egerê wextên zêrîn yên Osmaniyan, bala Ewrupiyan jî kêşabû. Wan bi rengekî aşkira dîtin ku ew baweriya bihêz û xudan şiyaneka cîhanî, dê bibe egerê rûxana hemî Ewrupayê, û dest bi kar kirin: Di nav Osmaniyan da îslamiyeta sunne bi rêk xistin, dezgehên olî yên dijî jiyana rasteqîn û vekirî bihêz kirin. Di derencam da, bi hevkariya Xanedanê Osmanî serkeftî bûn bi rûxandina “Ocaxa” supayê Osmaniyan (Yeniçeri Ocağı) û bi vî awayî pêşkeftina Rojhelatê beref Ewrupa dan ragirtin.
Di rastiya xwe da, tiştê ku hêla helwestên corewcor li beramber seredana Barzanî ya Diyarbekrê derkevine rojeva evro, ev e ku wî ew rih û damarê Kurdayetiyê pê girtiye û bernadet: Ev jî, bi kurtî helwesta “çi caran teslîm nebûn” e. Li vê cihografya ya ji çiyayên Elburz heta Cebelî Teriq ku rûyê mirovê cîhanê diyar diket û ji layê kolonyalîzma qedîm û ya hevçerx hatiye reş kirin, heke rojekî mirovatî ji nwî ve çêbîtin, zehmet e ku ji bilî Barzaniyan kesek nûnertiya vê nûbûnê liser navê Kurdan biket. Bi nirxên xwe yên kesayetiya serbixwe, heta di demên ku wan herî zêde parastina reformîzmê dikirin jî, ew serkeftî bûn bo berdewamkirina serxwebûna xwe. Û evro jî, damarê bingehî yê dilê Kurdayetî , ku daxwaza serxwebûnê diket, di rihê wan da veşartiye.
Belê sed mixabin, heta ew hêzên ku Kurdan di nav sînorên xwe da û li jêr serdestiya xwe da tund girtine, baş dizanin Barzanî nunertiya çi diket, lê hejmareka mezin ya Kurdan bi xwe, ji vê çendê haydar nînin.
Guman ev e ku, navenda nerîtî ya dewleta Tirkya, vê nezaniya Kurdan weke emrazekî stratejîk dibînit. Belê, di gorepana diyar ya siyasî da ew rûyekî pêkhatinê nîşan diden, lê li pişt wê, plan ev e ku hêza Kurdan ya li Bakur ku êdî gehîştî ye û ragirtina wê zehmet e, careka dîtir li dijî Kurdan bi kar bihênin. Egerê kwîrkirina nakokiya di navbera Ocelan û Cemîl Bayik da, ev temayê hêzên dewletê aşkira diket. Bi vî rengî, dema Ocelan hêza şerkar ya Kurdistana Bakur bikêşîte gorepaneka aştiyê da ku metirsiyên mezin çênekin bo Tirkya, di layekî dîtir da Cemîl Bayik dê ji bilî Kurdên dîtir kesî nebîne li berabmer xwe, da ku şer biket bo berdewamkirinarêkxistina xwe. Ev îhtîmal herçende îhtîmaleka herî xirab e ku em Kurd bînin bîra xwe, dîsa jî, ev hêviya ew hêzên herêmê ye ku, ne li berjewendiyên wan da ye, ku piştî hezaran sal Kurd careka dîtir bibin xudan hêz di asteka cîhanî da.
Derencam: Têkoşîna siyasî di navbera layenên Kurdan da, nek bitenê tiştekî asayî ye, lê herwesa tiştekî pêwîst e jî. Belê ev helmeta reşkirinê ya ji layê hindek Kurdan li beramber tevgera Barzanî, ji bilî reşkirina rihê Kurdayetiyê kêrî tiştekî nayê. Ji bo dîtina vê rastiyê, ew ên ku dibêjin Barzanî hevkariya împeryalîstan diket, bila serê xwe rakin û li kêleka xwe temaşe biken. Ew de bibînin ku layengirên Ergenekonê ku damarê herî tundûtîj e di dujminatiya Kurdan da, her wekî wan êrîşî Barzaniyan diken.
(*) 21.11.2013, http://kurdistan-post.eu/tr/guncel/amedde-bozulanbozulmayan-ezberler-nejdet-buldan
(**) Mehrdad Izady, The Kurds.