Di hilbijartina vê carê de, berendama kurdan ji bo serkokatiya şeredariya mezin a Amedê Gülten Kişanak e, û aliyê hember jî Mehemt Galip Ansarioglu weke berendam destnîşan kiriye.
Li Tirkiye weha tê gotin, her aliyek li Stanbol hilbijartinan qezenc bike û wî bajarî bigre destê xwe, tevahiya Tirkiyê di destê wî de ye. Heman cure, li bakurê kurdistanê jî her aliyek li Amedê qezenc bike, tevahiya kurdistanê di destê wî de ye. Li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê desthelat û hêz di hembêz û di ruhê wan du bajaran de ye.
Balkêşe ku di propagendeya vê hilbijartinê de, beşekî berfereh ji durşman bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Ne tenê aliyê Kurdan, herweha berendamê AK Partî jî bi heman zimanî, bi Kurdî propagendeya xwe dike.
Druşma sereke ya AK Partî li Amed weha ye; „Êdî Diyarbekir guhertinê dixwaze“.
Erê Amed pêwîstiya wê gelekî bi guhertinê heye û bi rastî jî guhertinê dixwaze, lê guhertineke çawa? Guhertinên ku bajar û xelkê bajêr dixwazin û armanca wane ango guhertinên ku xelkên din, ewên din, dixwazin û armanca wane?
Galip Ansarioglu ku bi xwe ji Amedê ye û endamê AK Partiyê ye, ji xeynî Tirkî, bi zimanê Kurdî jî diaxve û propagendeya hilbijartinê dike. Lê belê xatu Kişanak ku ji Elazizê ye, ji ber ku Kurdî nizane, bi zimanê Tirkî propagendeya hilbijartinê dike. Bila zimanê propagendeya Ansarioglu Kurdî be ji, ji ber sedema valabûn ji bawerî, li ba xelkê Amedê naghêje armanceke giring. Zimanê Kişanak jî her çiqas Tirkî be jî, lê ji ber ku ji wê cureyê ye ku baweriya xelk pê heye, baş jê têdighêjin û pêşwazî lê dikin. Ziman û axavtina wê Xatunê ji wî cureyî ye ku helbestvanê Çile Pablo Neruda (1904-1973) gotiye: „ewên hejar û xizan ji hinek helbestên min fêm nedikirin, lê ji ber ku bawer bûn min ji wan re nivîsandiye germ pêşwazî dikirin û ji dil jê nêzîk dibûn“.
Di nava Amedê de digerim, druşman dibînim û wan dixwînim, paşê li taksiyekê siwar dibim û li cihê xwe yê mayînê vedigerim. Ji şofêrê taksiyê dipirsim; gelo meha çaran Gülten Xatun mîna seroka şaredariyê kar dike?
Şofêr temaşeyî min dike, temaşeyeke pir wate û dibêje; „heke em wê jî nikaribin, xwe bikujin çêtire…“.
Stanbol û Amed, yekemê wan kilîta Tirkiye û duyem jî kilîta bakur e. Amed di destê kê de be, pirisgirêka kurd jî li ba wî, di destê wî de ye û bi rêka wî tê çareserkirin. Heke Erdogan û AK Partiyê dil dikin û çareseriya pirsgirêka Kurd armanca wane, pêwîste bi wan re biaxvin ku li Amed piraniya deng qezenc dikin û Newroza sedan hezar kesî saz dikin.