Serrûpel 2014 Adar

Arşîva mehane: Adar 2014

Xeyredîn Mûrad dest ji siyasetê berda

Sekreterê berê yê her du baskên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad, di daxuyaniyeke çapemeniyê de, ragihand ku ji ber hinek sedemên taybetî û objektîv, ku li cem wî parastî ne, ew dest ji karê hizbî û partiyê berdide.

“Di balafira Nêçîrvan Barzanî de tu kêşe derneketin“

AVESTA KURD - Sekreterê rijnamevanî yê serokwezîrê Kurdistanê, Samî Ergoşî daxuyaniya da malpera hikûmeta Kurdistanê û got, di dema serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel wî de ji bo bajarê Wanê li bakurê Kurdistanê, tu kêşeyêm teknîkî di balafira wî de dernetin.

Di şer de ev anîne serê wî (FOTO)

AVESTA KURD - Di şerekî de li Çînê, hinekan 3ê mîx di serê zilamekî de kutandin.

PKK zewac serbest kir…

AVESTA KURD - Zewac, ku heta niha di nava PKK de xeteke sor bû û qedexe bû, hate serbst kirin.

Gora bapîrê Siltanê Osmanî li Kobanî di xeterê de ye

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got ku wan ji bo parastina gora Şah Silêman a li devera Qereqozaq a ser bi herêma Kobanî ve hemû tedbîr standine.

2 xûşkên hev

2 xûşkên hev di dema komkujiya Helebçe de

Şahidê Helebçe li UN diaxife

AVESTA KURD - Fotografê Kurd yê ku ji bakurê Kurdistanê ye, yekemîn fotografe ku di dema komkujiya Helebçe de derbasî wî bajarî bû û wêneyên komkujiyê kişandin, û dinya bi riya wêneyên wî bi komkujiya Helebçe hesiya, Ramazan Öztürk wê biçe Cinêvê û weke şahidê bêdeng beşarî civîna Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bibe.

Hevdewletî

Meriv li ser dewletek qeyîdkirî be, ayîdîyeta wê/wî pê ra hebe tê gotin hevdewletî. Bi almanî jê ra dibêjin „Staatsangehörigkeit.“ Hevdewletîya te tinebe, kesek...

Serokê herêmê Parêzgehkirina Helebçe îmze kir

Îro yekşem 16.03.2014 demjimêr 10 ê berî nîvro, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî parêzgehkirina Helebçeya şehîd îmza kir.

Vekirina 4 deriyên din

AVESTA KURD - Di serdana xwe ya Wanê, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê li ser gelek xalên siyasî û bazirganî gotbêjkirin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com