Serrûpel Dosya Duh Şengal, îro Kobanî sibe dora kîjan herêmê ye?

Duh Şengal, îro Kobanî sibe dora kîjan herêmê ye?

Belav bike


Partîyayên kurdan serbest nînin, ew girêdayên wan dewlatane, yên ku Kurdistan perçe kirine.

PDK rabû û got: va serxwebûnê îlan dikim, Şengal wêran bû. PKK rabû û got: min li Rojava dewlet damezirandîye, Kobanî kambax bû…

Gune giranin, lê her tişt destîşan dike, ku Şengal û Kobanî bûne şehîdên sîyaseta van partîyayên kurdan, sîyaseta wane durnedîtî û ya girêdayî…

Amêrîka, dewletên ereban û Tirkîyayê ev dêwê wehîş yê bi navê DAÎŞ «hişyar» kirin berê yekemîn ji bo Kurd û Kurdistanê tune bikin, ya duemîn Kurdistanê di nava xwe da dîsa pereçe-perçe bikin.

Tirkîya zûva dixweze îpêratorîya Osmanîyê bide dasekinandinê. Li Tirkîyayê di bin perda dêmokratîyayê Receb Erdoxan da kemalîzm û nêoosmanîzm roj bi roj gulve dide û pêşve diçe. Serokên kurdan jî diçine dest û rûyê Recebê kirîvê xwe…

Tirkîya dixweze Kurdistana başûr û Kurdistana rojava bike li bin bandûra xwe. Û ew bi destê çeteyên DAÎŞ`ê vê sîyaseta xweye gemar pêk tîne. Ecêb ewe, ku kurd qet haj xwe tunene û bê hemdî xwe ketine nava vê lîstika qirêj, «avê li ser aşê dijmin da dikin».

Tirkîya bi destekî çeka dide çeteyên DAIŞ`ê, bi destê dinê, Xwedê giravî, van rojan alîkarîyê dide pêneberên Şengalê û Kobanîyê…
Ay, maşellah, Tirkîya, te û sîyaseta te ra! Sîyaseta te wek jina qehbe herdem bi rûspî û bê gune derdikeve!..

Prîskê Mihoyî.
21.09.2014.

P.S. Gelo ev dayka kurd bangîna xwe dike mala Xwedê û ji bo yazî û bextê xweyî reş nifira kê dike? Tê xûya, ku Xwedê dengê wê nabhê. Xwedê vê gavê gelekî mijûle: ewî bêxeberên hemû olan civandîye li ser hev û dawê her tenê pêxeberîkî dike, peyçûyên kîjanî eva bêtirî hezar salane Rojhilata Navîn kirine gola xwînê…