Rewşa penaberan li Kurdistanê û dewletên din gelek xirab e. Gelê kurd di vê wan rojên reş û tarî de êzîdi bi tenê nehiştin. Kêmayî û rexneyên li hemberî Hikûmeta Kurdistanê ya li ser alîkariya êzîdiyan jî didomin. Pirsên heyî divê vekirî werin gotûbêj kirin, da ku hêzên ku dixwazin êzîdiyan ji kurd û Kurdistanê dûr bikin, sernekevin. Ji ber ku ev dem çi qasî bi êş, tadeyî û şîn be jî hewldanên perçebûnê di nav êzîdî û kurdên misilman de tên meşandin. Di vê karesatê de hinek kes dixwazin siûdê werbigirin.
Li gorî agahiyên min di van demê nêzîk de şandekî êzîdiyan bi mirovên dewleta Tirkiyê û Iraq re hevdîtin pêk anîn. Tirk û ereb dixwazin êzîdiyan ji nasnameye kurdbûnê dûr bikin û wan li dijî Hikumeta Kurdistanê derbixin. Di nav hinek eşîrên êzîdiyên Şingalê de jî helwestek wiha heye. Lê piraniya eşîrên êzîdiyan li Şengalê êzîdiyatiyê û kurdîtiyê ji hev cuda nakin.
Bila şaş neyê fêm kirin: Bêguman, mafê êzîdiyan yên taybetî ji bo Şingalê heye û ez herdem dinivîsînim ku pêwist e Şingalê statuya otonomiyê bistîne. Lê ev xwestin divê li ser prensîbên demokrasî û diyalogê bi Hikumeta Kurdistan û Bexdayê re were pêkanîn.
Hewldanên ku êzîdî ne kurd in, ereb in an jî neteweke din in, ne nû ne. Lê di vê dema ku birîna êzîdiyan vekiriye ev ne etîk e û li dijî berjewendiyên êzîdiyan e. Wiha jî dixwazin helwesta êzîdiyan ku dikaribin dîsa vegerin Şingalê û li cih û warê xwe bijîn û rawestînin. Ev niyeteke xirab e û ne feyda êzîdiyan û ne yên kurdên misilman heye. Kurdên êzîdî û kurdên misliman ne dijminê hev in, ji malbatekê ne. Rast e, kurdên misilman di dîrokê de heta îro gelek car li ser navê islamiyetê êzîdî êşandine. Serokên kurdan, weke Mîrê Botan, an jî Mîrê Rawanduzê bi tenê an jî dijminê kurdan re, wek Împaratoriya Osmaniyan, bibûn destekê jenosîdan li dijî êzîdiyan. Lê ev bûyer û mijara êzîdî kurd in an na ji hev dûr in û tenê reaksyoneke bê çareya êzîdiyan e ku dîsa xwe bi tenê hîs dikin.
Ez vê jî bibêjim: Ku êzîdî hemî naxwazin kurd bin, bila ne kurd bin. Ev problem û pirsa wan e. Tu kes nikare bi zor û kotekî nasnameyekê bide yekî. Lê ji ber ku hinek mirov dibêjin êzîdî ne kurd in, nayê wê wateyê ku yek milyon êzîdî jî wiha difikirin.
Li gorî zanebûn û lêkolînên min li ser êzîdiyan bêguman êzîdî kurd in. Çîroka ku ji Babîlê ne tu jêder û dokument nînin û neteweyek êzîdîyatî jî nîne . Ereb jî û bi taybetî Saddam Huseyin ji digot, êzîdî ereb in, ji ber ku Şêx Adî ereb e, êzîdî ji koka Muawî hatin e. Ev rast e û êzîdî ereb in?
Êzîdî kurd in, lê taybetiyên wan hene û divê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê û hemû kurdan werin qebûlkirin. Ji şûna xwe înkarkirin an jî “evîniyekê” bi ereban re êzîdî û kurd bi giştî divê pirsên xwe ye navxweyî eşkere bikin, ku hewce bike jî lêborînê ji hev bixwazin bi mebesta jiyaneke bi hev re ya aramî, azadî û wekhevî. Ji bo vê jî cesaret û lehengî hewce ye!
Herwiha hemû kurd divê haydar bin ku destûr nedin tu partî û rêxistinên kurdan ku êzîdiyan ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev bikar bînin.
Ji aliyên din jî êzîdiyên ku endamê partiyê kurdan in divê zêdetir bi siyasî ji bo êzdiyan di nav partiya xwe de bitekoşin û xwe ji bo “meselên mezin” înkar nekin. Bi kurtayî êzîdî divê zana, calak, jîr bin û ne tenê gazindan bikin, pasîf û destruktîf bin. Ev niha 200 sal in ku êzîdî gazindan ji xwe û dinyayê dikin. Çi hat guhartin?
Mîr û Mirantî ku berpirsên êzîdiyan yê siyasî ne, di 50 salên dawî de çi kirin? Vîzyon û projeyên Mîr Tahsin Beg çi ne? Mîr dê çawa bikaribe êzîdiyan ji jenosîdê azad bike û li hemberî dinyayê biparêze? Mîr ji Hikûmeta Kurdistanê, Dewletên Yekgirtî, Komisyona Ewropa û DYAyê statuyekî taybeti bi proje, niviskî û hevdîtin xwestiye? Çima bi veşartî gelek eşîrên êzîdiyan navê Mîr xirab dikin û Mîr nikare wan li hev kom bike?
An jî rastiyeke dinê heye: Mîrantî di nav êzîdiyan di dîrokê de çi qas risteke mezin lehîstî be jî, îro bi dawî dibe?
Mîr Tahsin Beg gelo Mîrê dawî ye? Ez nizanim!
Ku wiha be, êzîdî hewceyî berpirsên ku ji aliyên civaka êzîdiyan werin hilbijartin û li Kurdistan û dinyayê mafên xwe biparêzin hewce ye.
Tenê saziya Bavê Şêx, ku berpirsê olî ye ji bo êzîdiyan re bes e? Ku wiha be, meclisa Ruhanî dibe wek encumaneke ji bo pirs, parastin û pêşvebirina ol, şert û şurtên êzîdiyatiyê, wek Vatîkana xiristiyan kar bike. Bavê Şêx dikare serokatiya vê bike? Ku wiha be herwiha mecliseke siyasî û civakî ku ji aliyê êzîdiyan li Kurdistanê were hilbijartin ferz e. Ev herdu meclis dikarin bi hev re baştir pirsên navxweyî çareser bikin û bi yek dengî li hemberî dervan mafên ezîdiyan biparêz in? Wiha mimkin e? Ez nizanim! Rûdaw