Du cur serok heye..
Serok heye xwe li ser gel û welatê xwe ferz dike..
Di her fersendekê de bi bîr tîne, bi riya mirîdên xwe bi bîr anîn dide ku serok ew e.
Li dû ye..
Nayê girtin, nayê kuştin. Zirarê nabîne.
Bi girtin dide, bi kuştin dide. Zirarê digihîne.
Ev curê serokatiyê..
Xwe ferz dike. Bi kîja zimanî be, kî bi çi zimanî fam bike.
Xwe bi serokatiyê mezin dike.
Xwe radigihîne qada Xwedî û “Xwedayetî” yê.
Ev cur serok bi hezar û dehhezaran e.
…
Di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyona frensî kanal 24 ê de Serokê hilbijartî yê Başûre Kurdistanê Barzanî pirsa, “Hûn dixwazin bibin serokê hemû Kurdan?” weha dibersivîne..
“Tu rojekê xeyal û fikireke min çênebû ku bibim serokê gelê Kurd. Hewldaneka min a ku bibim serokê hemû gelê Kurd jî çênebû. Lê min her baweriya xwe bi Kurdistaneke serbixwe û bi destxistina mafên rewa yên Kurdan anî. Ji ber vê yekê jî çi ji dest min tê dikim, ezê bikim. Mezintirîn xeyala min serxwebûna Kurdistanê ye. Ne serokbûna gelê Kurd”.
…
Ev jî nimûna me ya duyem e..
Ku li cîhanê minakên wê ji hejmara tiliyên destekî derbas nabe.
…
Di nimûneya yekem de..
Nav û sifeta serokatiyê ji qam, çap û kapasiteya “serok” dirêjtir û mezintir e.
“Serok” di nav de wenda dibe.
Serok li ser kursiya serokatiyê rûnane.
Kursî li ser wî rûdine.
Di nimûneya duyem de..
Her cur nav û sifet ji qam, çap û kapasîteya “serok” kurttir û biçûktir e.
Nav, sifet û kursî li ba serok bê qîmet dibin..
Bê mane dibin.
Hûrik dimînin.
…
Serokê bi rastî jî serok tenezul nake bêje..
Serok ez im.
Weke Mesûd Barzanî dibêje, “Ez Pêşmerge me”.
Weke bavê wî Mele Mistefa Barzanî gotibû, “nabe ku gora min ji ya pêşmerge bilindtir be”.
Ango..
Gora Pêhmerge ji ya min nizmtir be.
…
Di vê dema ku Kurd û Kurdistan li her çar perçeyan di bin êrîşeke hovane de ye..
Mesûd Barzanî diyariyeke “Xwedê” ye ji Kurd û Kurdistanê re!
Ji ber ku serokatî li himber wî biçûk dimîne.
Mesûd Barzanî bi serokatiyê biçûk dibe..
Mezin nabe.