Serrûpel Dosya Mayînên li “BINXET“ê û zarokên Kobanî

Mayînên li “BINXET“ê û zarokên Kobanî

Belav bike

Hişkiya li dijî kurda; girtin, hepis kirin, talan, lêdan, biçûkxistin, ajotin û kûştin zêdetir bû. Welatên dagirkêr peyman û hevdîtinên xwe binû kirin. Ji aliyê îstixbarat û ewlekariyê tedbîrên pêwîst anîn rojevê.

Tixûbê îro di nav Turkiyê û Suriyê çi caran ji aliyê kurdên bakur û rojava ve nehat pejirandin. Başûrê biçûk (rojava) û bakur mîna perçeyên Suriyê û Turkiyê nehatin dîtin û binavkirin. Ji beşê bakur “Serxet”ê û aliyê rojava re “Binxet”ê gotin.

Rejîma Suriyê, bi polîtîka “Kembera erebî” û Turkiyê bi “xet û deverên bi xeter û qedexe li ser sînor” tedbîrên nû kirin beşek ji jiyanê. Bi taybetî Turkiye, xeta sînorê Ser/ Binxetê, ji “têlên pola, bi birek û stirî” dîwarek ji hesîn kişand û asê kir. Ji bo çavdêriya sînor, êvaran teknîka dawî bikar dihêne û 24 saetan bi çekên giran kontrol dike.

Turkiyê û Suriyê, li ser sînorê bakur û rojava, bi 100 hezaran mayîn çandin. Turkiyê, yek ji wan welatan e ku di fabrîkayên xwe yê çekan de mayînên li dijî “mirov/ kes” û “tanka” îmal dike û difroşe. Bi milyonan mayîn ji febrîkeyên wan derçûne. Hejmarek mezin ji wan, di nav salên 1950-1998 an de, li tixûbê Bin/ Serxetê de hatin çandin. Turkiyê, hejmarek “mayînên M2” ji Emerîkayê kirî bû û ew jî li heman deverê danîn.

Malbata Esad jî giringî dabû çandina mayînan. Rejîma Suriyê ji Rusyayê hejmarek mezin ji “mayînên PMN2” kirî û ew tev li heman deverê hatibûn çandin.

Ji dûhî heta îro, bi dehan serpêhatiyên li ser teqîna mayînan û mirina mirovên li ser sînor, tên gotin. Kesên nig an destê wan jêbû ne pir in. Hinek ji wan felc mane an roniya çavên xwe winda kirine. Brîn û êşa mayînan di laşê kurda de vekirine, kur in û derman nabin. Çîrok û serpêhatiyên wan ji neslekî derbasî yên din dibe.

Peymana navnetewî ya “Qedexekirina Mayînan” di 2003 an de ji aliyê Turkiyê hatiye îmze kirin. 2004 an de pejirandiye. Li gorî peymanê, deverên ji bo sivîlan bi xeter divê ji mayînan bên paqij kirin. Adara 2014 an roja dawî bû. Lê piştre dirêj kirin ta adara 2022 an. Turkiyê beşek ji mayînan rakir, lê karên bên kirin pir e.

Di îlona 2014 an de, bi êrîşên hêza “Dewleta Îslamî-DI” li dijî Kobaniyê, gelek kesên sivîl malên xwe bi cî hiştin û ber bi aliyê Serxetê ve çûn. Beşek ji wan bi kerî û garanên xwe, li korîdora “Tel Şair”ê hatin rawestandin. Turkiyê derbas kirina heywanan nepejirand. Xelk mecbûr bûn ku, bi heywan û timobîlên xwe nêzî xetê bijîn.

Korîdora Tal Şairê ji mayînan baş nehatiye paqij kirin û bi xeter e. Li gorî agehdariyan, bi teqîna mayînan, 6 zarokên ji Kobaniyê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes brîndar bûne. Mayînên li wir ji bo zarok û heywana xeterên mezin pêk dihênin.

Mayînên li ser sînor, duhî bûn sedema mirin û seqetmayîna gelek kesên sivîl. Ew, îro jî heman rola neyînî dilîzin. Encamên siyaseta şaş û çandina mayîna di rapora dezgeha mafê mirovan “Human Rights Watch-HRW” jî tê rexnekirin. Turkiye û Suriye bi sersariyê sucdar dikin.

Ez jî mîna “HRW”ê hizir dikim: Hêza Turkiyê û paqijkira mayînan heye. Divê zarokên Kobanî nebin qûrbana mayînan. Pêwîst e Turkiye erkê xwe bi cî bihêne, rêz û hurmetê ji qanûna qedekirina mayînan re nîşan bide, mayînên li sînorê Ser/ Binxetê rake û ji xeteran pak bike. 2014-12-05

EuroKurd News-Human Rights Documentation Office

Gabar ÇIYAN