Serrûpel Dosya “Hûn bixêr hatin Kantona Silêmaniyê”

“Hûn bixêr hatin Kantona Silêmaniyê”

Belav bike

Ez ditirsim rojekî wiha bêjin: Hûn bixêr hatin Kantona Silêmaniyê


Dr. Azad Ehmed Elî

Eger ez ne şaş bim, min ta niha çar caran serdana Silêmaniyê kiriye. Cara pêşî li ser vexwendina Mam Celal bû. Em wek şandeke rewşenbîrên Kurd ên Sûriyê roja 17 yan 18ê Îlona 2001 li Silêmaniyê bûn mêvan (dîroka serdanê ya tekûz tevî dîmenên wê di rûpela yekem a rojnameya Kurdistanî Niwê de hatiye weşandin.)

Mam Celal wek her car bi dilgermî li ber deriyê baregeha xwe li Qelaçolanê pêşwaziya me kir. Wê çaxê Mam Celal bi dûrûdirêjî dabaşa karesata 11ê Îlonê û karvedana wê li ser rêjîma Îranê kir. Civîneke pirr germ bû û di bîranîna me mêvanên Silêmaniyê de bi kûranî cih girt.

Tevî kêmiya demê, biraderên wek Sadî Pîre, Azad Cundiyanî û Cewher Kirmanc kedek mezin bi me re dîtin û hin bizavên herî giring ên bajêr nîşanî me dan. Silêmanî aram bû û bi temamî kesk bû. Ne tenê bi hejmara darên xwe, lê bi pirrbûna alên xwe yên kesk jî!

Me serdana navenda Serdem kir û me çend wêne bi helbestvanê Kurd ê mezin, rehmetiyê Şêrko Bêkes re girtin. Herwiha me serdana Komeleya Kazîweyê kir, ku guhdanê bi zarokên bêkes û perwerdekirina wan dike. Ez bi kar û çalakiyên vê komeleyê û rêxistineke din a jinan mitûmat bûm.

Di nava du rojan de, Silêmanî bi atmosfêrên xwe yên şaristanî û rewşenbîrî em matmayî hiştin. Wê çaxê, ked û hevrikiyeke rasteqîn bo nîşandana cudahî û taybetmendiya bajêr hebû. Beriya ku roj biçe ava, em bilez vegeriyan Hewlêrê, çimkî wê demê rê di navbera herdu bajaran de nexasim bi şev ne ewle bû.

Li Hewlêrê, ku em mêvanê wê yê hefteyekê bûn – lewra jî mafê wê yê monopolkirina me ji bo wê demê hebû – em rastî gazinde û lomeyên tûj hatin. Endamekî polîtbîroya PDKê pêşwaziya me kir û em rexne kirin çimkî me serdana Silêmaniyê kiribû! Serokê şanda me Nezîr Cezmatî, ku kesekî bi temen e û ji kurdên Şamê ye, tengijî.

Cezmatî beriya vê bi demekê Komunîzm berdabû, lê haya wî ji karûbarên kurdan ên navxweyî nebû. Lewra ez neçar mam xeber bidim û meselê zelal bikim. Min berê xwe da mêvandarê me û got: “Ziyareta Silêmaniyê rûmetek mezin e ji me re, çimkî Silêmanî li ber dilê me û dilê hemû Kurdistaniyan ezîz û giranbiha ye. Herwiha em bi hevdîtina Mam Celal kêfxweş in.”

Wê çaxê, atmosfêra şerê navxweyî hêj bi temamî ji holê ranebûbû. Hevrikiya hizbî di lûtkeya xwe de bû. Wê çaxê, Silêmanî hema bêje nîv dorpêçkirî bû. Ez ne şaş bim, em yekemîn “şanda” rewşenbîrên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûn ku me dîwarên wê dorpêçê herifand.

Piştî vê bûyerê bi rojekê, me têderxist ku em hatine cezakirin û êdî em nikarin serok Mesûd Barzanî û rêzdar Nêçîrvan Barzanî bibînin. Lewma jî em bi kêfxweşî vegeriyan Sûriyê. Me bi giyanê hevaltiyê jî cezayê ziyareta xwe bo Silêmaniyê pesend kir. Em geşbîn bûn ku xebero me pireke piçûk di navbera herdu aliyan de lêkir.

Herwiha, em di şikandina cemeda di navbera partiyên Kurdistanî de beşdar bûn. Me beşek ji dorpêça rewşenbîrî ya li ser Silêmaniyê jî herifand. Piştî serdana me, gellek serdanên din pêk hatin û gellek kes û komên din serdana Silêmaniyê kirin.

Me serdana xwe belge kir. Min ji çend dost û hevalan li Hewlêr û Silêmaniyê xwest ku di kovara Elhîwar de binivîsin. Me hejmarek taybet li ser serdana Silêmanî û “ronesansa Kurdistanê” derxist. Mijara sergotara kovarê jî li ser çalakiyên çandî û bajarvanî li Kurdistanê bi giştî û Silêmaniyê bi taybetî bû. Li jêr tesîra bizav û çalakiyên Komeleya Kazîweyê jî, min sernavê wê gotarê kir “Demokrasiyeke hêvîdar li komara boyaxkerên sol û pêlavan.”

Serdana duyem sala 2005an bû. Ev serdana li ser daxwaza hinek dostên min ên teknîkar bû. Armanca vê serdanê, beşdariya di planên avakirina Silêmaniyê de bû. Yan dersdana li Zanîngeha Silêmaniyê. Lê belê herdu armanc jî têk çûn. Min têbînî jî kir ku, çalakiyên çandî û bajarvanî li Silêmaniyê hinekî bi paş ve çûne.

Serdana sêyemîn sala 2012an bû. Ev serdan yek ji çalakiyên hevdîtina ragihandinê ya rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê û Yekîtiya Rojnamevanên Herêma Kurdistana Iraqê bû. Ziyareta me kurt bû. Me serdana Helebceya şehîd û herdu kanalên Gelî Kurdistan û KNNê kir. Mêvanan nameyek erênî li ser atmosfêra demokratîk wergirt, nexasim di warê ragihandinê de. Herwiha, me serdana Mûzexaneya Şehîdan kir ku, pêngaveke serkeftî bû ji hêla organîzekerên serdanê ve. Silêmanî beriya du salan, di warê avakirinê de bi pêş ketibû. Li ser herdu astên asoyî û stûnî, berfireh û dirêj bûbû. Lê derfeta me nebû ku em pêşketina avasazî û rewşenbîrî bidin ber hev.

Beriya çend rojan, ez tevî dostekî xwe yê ji Bakurê Kurdistanê – ku zehf dixwest wê bibîne – çûm Silêmaniyê. Em bi riya Kerkûkê derbasî Silêmaniyê bûn. Dostê min bi paqijî û avahiyên Silêmaniyê mitûmat bû. Lê bi çavê pisporekî û li gor bîranîn û hersê ziyaretên berê, min bi mixabinî li Silêmaniyê dinerî.

Terzê avahiyan pirr eksperîmantal in, li avahiyên nîv kolonyal diçin û ti nasnameyeke wan a xwecihî û taybet nîne. Birc û camekan ne girêdayî bajêr in. Xisletên binyatî di wan de serdest in û ew tenê wek komên hesin û belûr dixuyin. Mirov têderdixe ku ofîsên endezyarî yên îranî ev dîzayn danîne û bilez cîbicî kirine.  

Tevî paqijiya bajêr, lê eşkere bû ku avahiyên Silêmaniyê bilez hatine lêkirin. Xwezaya avahiyan a lokal winda bûbû. Xisletên keleporî yên avahiyan hemû hatibûn windakirin. Lewma, ti rengekî taybet ê van avahiyan nemabû. Nivîs, afîş û poster dubare dibûn û pirraniya wan bi tîpên ingilîzî ku bilêvkirina kurdî ya peyvê nadin, hatibûn nivîsandin. Te digot qey elîta rewşenbîrî li Silêmaniyê nizane ku pirraniya kurdan bi tîpên latînî dinivîsin. Alfabêta latînî bi awayê herî baş xisletên fonetîk ên peyvên kurdî nîşan dide.

Serdana me asayî bû. Me bi çavê mêvanê Kurdistanî yê xemxwer çavdêriya kitûmitên bajêr dikir. Me serdana “Mûzexaneya Şehîdan” kir. Ev dezgeha ku hêjayî rêzgirtinê ye. Çimkî şehîd sermiyanê me yê sereke ne ku em dikarin bi serbilindî veguhêzin nifşên nû. Dinya baran bû. Min û hevalê xwe, pirraniya dema xwe li pêşber hola albûma wêneyên şehîdan borand. Tevî kêfxweşiya me bi vê keda mezin, lê ev dezgeh jî ne dûrî serdestiya hizbî ye û fîltereke mezin û bêînsaf derheqê bîranîna berfireh a şehîdên Kurdistanê dike!

Em li kolanên Silêmaniyê geriyan û me bi hûrbînî li camekanên avahî û dezgehên wê yên hikûmeî nerî, lê me ti îşaret yan nîşanek nedît ku ew girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ne! Herwiha, logo û amblemên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zelalî li cihên xwe yên edetî û pêwist xuya nebûn.  

Me pirr dixwest li çalakiyeke çandî ya bajêr ku rêzgirtina hunermendê koçkirî Teha Xelîl bû, hazir bibin; lê me xatirê xwe ji Silêmaniyê xwest û em jê derketin. Em hilkişiyan serê çiyê. Avahî li jêr baranê mabûn. Mij û dûmanê birc û avahiyên Silêmaniyê pêçabû. Min bi xemgînî lê dinerî û dida ber dîrok û rabirdûya bajêr.

Ez bi metirsî û mij û moraniya siberoja wê hesiyam. Ew rengên xweşik niha li Silêmaniyê nemane. Çirîska hevrikiyê û giyanê kedrêtinê lê nemane. Dostê min kêfxweş bû û digot: “Silêmanî li bajarên Ewropayê diçe.” Lê ez xemgîn bû û min di ber xwe de digot: “Van partiyan çi aniye serê te!” Em daketin jêr. Haya min jê hebû ku Silêmanî hîn bê walî ye, kî dizane dibe ku bê şaredar jî be! Lewma me jê bar kir. Dema em derketin, Silêmanî bi gellek alan oxira me kir. Al hemû bi yek rengî bûn û bi hejmar û rengên xwe ji ala Kurdistanê bêhtir bûn. li Silêmaniyê, em rastî sembolên Kurdistanî nehatin. Çavên me bi ti sembolên ku girêdana bajêr bi Herêma Kurdistana Iraqê re tekez bikin, neketin.

Me berê xwe da Dokanê. Min li pişt xwe nenerî. Ez ditirsiyam bi awayekî zelaltir bibînim bê çawa Silêmanî xwe dorpêç dike û di îzolebûna xwe de bi bêdengî dijî. Tirsa min ji wê tirsê ye ku di serdana xwe ya bê de, ez li derbasgeha Silêmaniyê rastî tabloyeke mezin bêm ku wiha li ser hatibe nivîsandin: “Kantona Silêmaniyê bi xêrhatina we dike! (Rûdaw)