Serrûpel Dosya “Bêyî DAIŞê serxwebûna Kurdistanê nabe“

“Bêyî DAIŞê serxwebûna Kurdistanê nabe“

Belav bike

Dinya bû şahidê çîrokên lehengî û berxwedana keç û lawên kurd ku li dijî hêzen tarî ji bo jiyandina rojê ser ketin. Kurd îro leheng in, lê sibê jî dê wiha be?

Ev dostên kurdan yên îro dost in an jî ji bo berjewendiyan û ji ber bêçaretiya xwe bi kurdan re li dijî wan terorîstan hewl didin?

Aktor û “dostên” berê wek Tirkiye, îran, Iraq an jî Sûriyê rista xwe winda kirine an jî armancên wan jihevdûrbûn e. Êdî li ser textê satranjê kurd jî hene. Lê kî wan bi kuderê ve dileptîne niha ne diyar e. Ku terorîst bê bandor bin, emê bibînin çawa “şêrên” çola Iraqê, roviyên bêdûv û dîkên bêmirîşk li Tirkiyê û Sûriyê serê xwe radikin û behsa netew û ala xwe bikin. Amerîka û Ewropa jî vê zirna xwe ya kevn derxin û bibêjin “Kurdistanek ji bo Rojhilata Navîn tehlûke ye!”

Lê hê jî DAIŞ heye û kurd li dinyayê “bi nav û deng in”. Gelo ne pêwîst e ku niha kurd bi her derfetên xwe posîzyona xwe eşkere bikin û niha zemîna ragihandina serxwebûna Kurdistanê deynin?

Kurd îro dikarin pozîsyoneke baş di nav ve leyîstikê de, wek di nav leyîstaka fûtbolê de, bigirin. Lê kurd divê zanibin li ser kîjan pozîsyonê bileyîzin, da ku wek di paşerojê de ne dîsa tenê ji derva vê leyîstikê temaşe bikin.

Heta alozî hebe û terorîstên wek Al-Qaîda û DAIŞê dewletên wek Ewropa û Amerîka bitirsînin, berjwendiyên wan di tehlûkeyê de bin, kurd dê bal, sempatî û alîkarî bistînin.  Lê paşî?

Li konferensa Londonê, ku aliyê kurdan nehat vexwendin helwesta “dostan” gellek vekirî  û eşkere bû. Lezgîn tê bîra mirov û pirs dike, gelo ev kurdan ji xwe re bikar tînin? Kurd şehîd dikevin, qurbanan didin, erdê wan ji wan tê sitandin, jin, mêr, kal û zarok tên kuştin û li Londonê serkerderiyên dinyayê li hev kom dibin û wek serkeftina xwe pîroz dikin, planan çêdikin. Lê kurd? Ev bila bimînin xulam!

Wiha xuya ye ku  “qedera” serxwebûna Kurdistanê û xweseriya Rojava girêdayî hebûn an jî tinebûna DAIŞê ye. Nexwe em dikarin bi hinek polemîk bibêjin: Xwedê wan terorîstan ji serê “dostên” Kurdan kêm neke?

Îro herkes li ser Iraqê hesabê xwe dike û li gorî berjewendiyên xwe gavan diavêje. Belkû lewma him birêz Mesûd Barzanî û him gellek serkerderiyên kurd bi zimanekî “diplomasî” behsa “îmkaneta” ragihandina serxwebûnê dikin. Ev herdem deriyêkî ji bo ku di nav Iraqê de bimînin vekirî dihêlin. Serkerderiyên kurdan di demeke şans û rîskê de dijîn. Çiqas dilê wan ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê lêdixe jî, ev ketine nav fikir û ramanan. Hesabekî matematîk-siyasî wek têoriya Einstein giring e û divê wek hosteyekî satranjê kevirên xwe bileptînin. Lê her kevir ne wek mezintiya xwe giran e.

Ez di vê baweriyê de me, na, ez hêvî dikim ku serkerderiyên kurdan bizanibin dostê kurdan nînin, lê kom û kesên hevkar yê stratejîk û demkî hene.

Ev pirs ji bo Rojava jî giring e. Bêguman serkeftina kurdan li Kobanê bûyereke dîrokî ye. Mirov çiqas behsa lehengiya şervan, pêşmerge û bi taybetî milletê Kobanê bike jî, kêm e. Lê pirsên siyasî, gavavêtinen rêk û pêk ji bo azadiya gelê kurd li Rojava êdî destpê dike. Niha jî lehengên siyasetvan, şewirmend û zana ji her partî û hizb hewce ne ku dikaribin civakeke azad, pirr-reng, pirr-partî û demokratîk ava bikin. Bi yekîtiyeke mezin belkû dikaribin xweseriyekê li Rojava ava bikin û xewna kurda rast bikin. Ku wiha nebe û dîktatoriyeke di nav kurdan de ava bibe, dîsa bi rêjîma Sûriyê re mafên kurdan binpê bikin, wê demê hinek kurd jî dê bibêjin: “Xwedê wan terorîstan ji serê kurdan kêm neke!”

Îro “dost” hene sibê tinene. Ku kurd bixwazin ji bo paşeroja xwe tiştekî bikin, divê îro bikin, sibê dê dereng be.
(Rûdaw)