Serrûpel Dosya 15 saliya malpera Avestakurdê pîroz be!

15 saliya malpera Avestakurdê pîroz be!

Belav bike



Bêguman li ba xelkê 15 sal ne pir e, lê ba kurdan pir e. Bi taybetî jî ji bo malperên ne yên partiyan ne hindik e. Li ba kurdan tenê du numûne hene, ew jî Avesta û Nefel e. Van herdu malperên serbixwe, ne girêdayî tu hêz û partiyê îstîkrareke pir baş nîşan dan.
Di van 15 salan da min gelek caran şaşiyên zimanê Aveste raxne kir û şaşî dan rastkirin.
Hin caran min xeberên wê, uslûba xeberan rexne kir. Lê gelek caran jî xeberên wê bûn çavkaniya nivîsên min. Ne Avesta bûya minê nikanîbûya ew nivîs binivîsandana.
Avesta yek ji wan malperana ye ku ez her roj çend caran lê mêze dikim û jê sûdê digrim. Ji bo malpereke nûçeyan ev ciyê serbilindiyê ye.
Bi kurtî weşana wê, zimanê wê tam ne bi dilê min be jî min her roj çend caran bala xwe daye Avesta, jê feyde girtiye û tim jî xwestiye ew jiyana xwe ya weşanê bidomîne, bipêşkeve û weşaneke baştir û bêterefgirî bike.
Ez 15 saliya malpera Avestakurdê bi dil û can pîroz dikim û jê ra jiyaneke dirêj dixwazim…

(Ji “blogspot” Zinarê Xamo)

Têbinî: Spas rêzdar Zinarê Xamo, Avesta gelek caran bi têbinî û rexneyên te pêşde çû. Her demê em li benda rexne û têbiniyên te ne, sax bî (Sernivîseriya AVESTA)