Serrûpel Dosya Sîrwan Rehîm nivîsand: Koça çiyayan

Sîrwan Rehîm nivîsand: Koça çiyayan

Belav bike


 

 

 

Her koçek valahiyekê li dû xwe dihêle. Koç bi giştî bêdengî û vemirîneke balkêş li pey xwe dihêlin. Bêguman her koçek nîsbetekê ji bandora „tunebûnê“ li pişt xwe dihêle. Bandora koç peywendî bi nirx û giraniya kesên ku koç dikin re heye. Koça perperîkekê, kevokekê, koça ewran û koça çiyayan ne weke hev in. Lê her hemû, her hemû koçan wê valabunê, wê bêdengî û tunebûnê li pey xwe dihêlin.

Dema kevok koç dikin û bax tenê dimîne, kî heye yekser bi xemgînî û tenêtiya bax nehese?  

Dema perperîk koç dikin û kulîlk bi tenê dimînin, tenê kulîlk bi xwe dizane tenêtî çiye û perperîk çi bêdengî û çi xamoşiyek jêre çêkiriye.   

Dema ewir jî koç dikin, êdî guhdarî newaya dilop û pirjeyên şil û têrav nabe. Lê koça çiya, ji hemû koçên din xuyatir e.

Dema serê sibê em radibin û dibînin çiyayek li cihê xwe nemaye. Çiyayek koç dike, em fêm dikin û korek jî pê dihese çiyayê koçkirî çi valahî û çi şunwarek li pey xwe hêştiye.

Mirina nivîskar û efrênerên mezin hevkat koça ewir û çiya di xwe de bi gewde dike û nîşan dide. Mirina nivîskarê mezin dişibihe ezmanê bê ewir, hişkesala bê baran û ji nişkê ve berzebûn û windabûna heybet û hsewketa çiya.

Lê gelo nivîskarekî ku bi dehan karakter, bi dehan rûber, mêrg û kulîlk, çiya û deştayî, hespên efsunawî û bi dehan teyrên rengîn biafrîne, kevir bide axaftin û di peyv û hevokên xwe de bîhna binefşê were kirin, guhdarî cirîwandina civîkan were kirin, guvîna ziryan û dengê sirweyan were bihîstin, nivîskarekî wisa dimire?

Koça wî çi cureyeke ji koçan e?

Têgihîştin ji koçê wisa û baskirina wê ne hêsan e!

Hinek kes hene ku tu naxwazî bbehsa koça wan bikî, behsa mirina wan hesteke din ji xemgîniyê dide mirov, hesteke pir cuda ji xemgînî, tiştekî ji derveyî danasîn û şîrovekirinê.

Min çend caran Yeşar Kemal dîtibû, lê min bi kamêraya xwe hevpeyvîn pêre çêkiriye û dîmenên wî min kişandine, fîlmeke mitewazî min li ser wî çêkiriye. Hendik aşnayê wî bûm, danûstandina wî, xuyê wî, axaftin û dev û duyê wî. Lê baştir hevalê ew xweza, hesp, kulîlk, deşt, newal û ewan kesanim ku wî jiyana xwe ji efrandina wan re pêşkêş kiribû. 

Mirov bi siruşta xwe weha ye ku naxwaze guhdarî hinek nûçeyên koç û hinek mirinan bike û bawer bike.

Mirina Yeşar Kemal dişibihe koça çiyayekî, çiya dema ku koç dike, ji xeynî ku valahiya mezin û şunwarê berfereh li pey xwe dihêle, herwesa bêdegî, kûrbûneke fire alî jî diafrîne.

Çawa her guhek nikare dengê axê bibihîse, her giyanek jî ji mirina kesên mîna Yeşar Kemal fêm nake. 

Fêmkirin ji mirina kesên weke Yeşar Kemal ne hêsan e!

Giyan dixwaze jê fêm bike.

Giyanekî taybet û cuda.

Giyanekî bikaribe dengê axê bibhîse, ji hîleya hesp û dilopên baranê guhdarî bike û ji wan fêm bike.

Giyanekî semaya kêlgeyan, mezrayên pembû û newalên tijî binefş bibîne û ji rengên wan têbighîje û bikare wan bixwîne….