Bawer dikim gumana me tune ye ku di pêvajoya demokrasiyê de Amerîka yek ji welatên xwedî tecrûbeyeke gelek dewlemend e. Bawer dikim wê gumana me tune ku gelê Amerîkî di warê demokrasiyê de gelekî têgihiştî ye.
Di makezagona Amerîkî de nehatiye diyarkirin ku nabe serokekî/e Amerîka ji 2 caran zêdetir bibe serok, tenê piştî şerê cîhanê yê duyemîn, di sala 1947 de, bi zêde-xalekê tê nîşandan ev yek. Serokê Dewletên Yekgirtî / US/ George Waşington 2 caran bûye serok û ev yek pişt wî re dibe mîna zagonekê û cihê xwe di çanda US ya siyasî de digire. Piştî George Waşington tevaya serokan an carekê an du caran hatine hilbijartin.
Gelo ji vê qaydê re qet ti îstisna nebûne?
32emîn serokê D.Y. Franklin Delano Roosevelt di sala 1932an de cara yekem tê hilbijartin, di 1936an de cara duem, di 1940an de cara sêyem û di 1944an de cara çaremîn dibe serokê Amerîka. Yanî tê fêmkirin ku di Dîroka D.Y de Roosevelt ne tenê du caran lê belê 4 caran bûye serok.
Çima?
Ev tê wateya ku di demokrasiyên herî pêşketî de jî rewşên awarte nahêlin mirov weke qalib li zagonan binêre.
Rewşa awarte çibû?
1- Salên 30an salên „krîza mezin“ (Great Depression) ya aboriyê bûn, diviyabû serok çareyek bidîta.
2- Di dawiya salên 30an de şerê cîhanê yê duyemîn destpêkir, diviyabû D.Y şiyar ba û berjewendiyên xwe biparasta. Van şertan hiştin ku Roosevelt ne tenê 2 caran lê belê 4 caran bibe serok.
Ka em li şert û mercên ku Kurdistan îro tê re derbas dibe binêrin.
Aborî: Rewş di qonaxeke xerab de ye. Hema mirov dikare bêje ku rejîma îraqê Embargo li ser Herêmê daniye.
Siyasî: Welat di şerekî dijwar de ye û xeter gelek mezin e.
Dîrokî: Sînorên Sykes Picot piştî salên dirêj diherfin û şansek mezin dikeve destê Kurdistanê ku bigihe sînorên xwe yên heqîqî, bigihe serxwebûna xwe. Piştî sed salan ji şer cara yekemîn e ku em dibin xwediyê Kerkûkê û digihin dewlemendiyên xwe. Cara yekemîn e ku dewletên wek Amerîka îşartan didin ku dikarin serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin. Tam di demek wusa de serokatiya birêz Berzanî were dubarekirin ne li dijî demokrasiyê ye, belê dibe ku bersiva herî rast be ji şert û mercên nû re.