Ji fîlmê xuya dike, ku rojnamevan S. Kevirbirî ked û wextekî mezin daye bona amadekirina vê fîlmê û ewê bibe arşîveke baş bona dîroka Kurdistana Sor ji sala 1923an destpêkirî heta sala 1992an. Di fîlmê da min tu şaşîyek texmîn ne kir, kê çi dibêje, rast dibêje û fîlmçêker jî gotinên wan raberî temaşevanan dike. Ji xwe armanca fîlmçêker jî ev e. Bi rû va tu kêmasîyeke fîlmê tune. Lê min gelek îzbatî û rastîyên ku di fîlmê da nehatine gotin (ne ji alîyê amadekarê fîlmê, ne jî ji alîyê kesên pirs li wan tê kirin), an jî hatine gotin, lê ji bo kêmbûna wext hatine kurtkirin-birrîn, texmîn kir. Eger em wan îzbatîyan eşkere bikin, wê demê mêrxasî û welatparêzîya hinek kurdan, ku di tevaya fîlmê da xuya dike, wê bibe xayîntîya bi ”welatparêzîyê” va nixamtî û batifka rûyê hinek kesan wê biqete. Û ew yek bi awayekî sergirtî di fîlma Salihê Kevirbirî da, ji dîdema rizgarkirin û îlankirina Kurdistana Sor xuya dike. Li wir bi mîlyonan temaşevanên kurd têne xapandin, ku xudêgiravî çend kurdên Sovyeta berê bi serokatîya Wekîl Mistefayêvê ji Azirbêcanê û cîgir û wezîrên hukumeta wî ya xeyalî ya Kurdistana Sor ji Ermenîstanê Emerîkê Serdar, Şerefê Eşir, Elîxanê Memê, Îşxanê Eslan û yên din zora du artêşên du dewletan – Ermenîstanê û Azirbêcanê birine, Kurdistan rizgar kirine û bi maçkirina alaya Kurdistanê, di bin dengê sazbendîya ”Ey Reqîb” da Kurdistana Sor li xwe vegerandine. Gelo kete serê we? Lê rastî ew e, ku piştî pêkanîna wê sênaryoya xayîntîyê bi hezaran kurdên Kurdistana Sor bi paytextê Laçîn va di nav çend sietan da mal û milkên xwe hîştin, ji warên xwe derketin, revîn bona serê xwe xilaz bikin û eva zêdeyî 25 salan e, ku ew perîşan û deroder in, ne li ser axa xwe û milkê xwe ne û ew Kurdistana ”rizgarkirî” hîç sietekê jî di bin destê kurdan da nema û hîç kurdek li wir nema. Dewleta Azirbêcanê jî piştgirîya aborî dide wan hemû penaberên, ku di rûyê şerê di navbera Qerebaxê û Azirbêcanê da zirar dîtine, xên ji kurdên Laçînê û ji cihanê ra dibêje, ku kê ew ax zevt kirîye, bira ji wir derkeve, ku xelkê wir bikaribin vegerin warên xwe.
Kurdistana Sor di navbera Ermenîstanê û Qerebaxê da ne. Ji bo ermenî bikaribin herine Qerebaxê, gerekê ser Laçîna paytextê Kurdistana Sor ra derbaz bin. Ango, bidesxistina wî warî ji bo ermenîyan pir giring bû. Lê ermenîyan ne dixwest wî warî zevt bikin, ji ber ku ew nedikete nava axa herêma Qerebaxê û wê li cihanê bihata qîmetkirin wek zevtkirina erdê xelkê. Azirbêcan jî gerekê hewil bida, ku Laçîn nehata zevtkirinê, bona pêşî li sertbûna rewşa li dor Qerebaxê bigirta, nehîşta ermenî ji Ermenîstanê derbazî wir bibin û herine hewara birayên xwe yên Qerebaxê. Vêca, kenê mirîşka kelandî li vê bûyera ”ji alîyê kurdan da rizgarkirina Kurdistana Sor” tê.
Ango, di fîlmê da xuya nake, ku îro li Laçînê û tevaya Kurdistana Sor hîç kurdek nemaye, lê çend sietan berî zevtkirin û îlankirina Kurdistana Sor ji alîyê kurdan da li wir bi hezaran kurd hebûn û eger ne senaryoya xayîntîyê ya bi rêvebirîya Wekîl Mistefayêv û Emerîkê Serdar da pêkanî bûya, ermenî bi xwe wê ew ax zevt nekirana û ew kurd wê heta îro jî li welatê xwe bimana.
Hinek kes dikarin bêjin wê te jî di wê fîlmê da fikira xwe gotîye, bo çi te ev gotin li wir negotine? Min gotine, lê xuya ye meqesa Rudaw Tv tûj e, fikirên min yên sereke birrîne, bêy ku min agahdar bikin.
Gelo ji temaşevanên vê fîlmê kê texmîn kir, ku rizgarkirina Kurdistana Sor leyîstik û senaryo bû û artîstên wê fîlmê jî kurdên xwefiroş û xayîn bûn, rola xwe baş lîstin û di rûyê wan da kurdên ku zêdeyî hezar salan li ser erdê xwe bûn, bûne penaberên ji tu kesî ra ne lazim? Ez bawer im, ku pir kêm kes vê rastîyê zanin, ji ber ku di fîlma Salih Kevirbirî da derheqa vê yekê da nayê gotin. Lê gerekê bihata gotin. Bo çi nehatîye gotin? Ez nizanim!
Gelo em dikarin bêjin, ku Salihê Kevirbirî û Rudaw Tv bi mîlyonan temaşevan xapandine? Na, em nikarin bêjin! Rojnamevan çi ji kurdan bihîstîye, ew qeyd kirîye û kirîye fîlma xwe, bêy ku têkilî fikirên wan bibe. Rudaw Tv jî wê fîlma rojnamevan belav kirîye. Ma Salihê Kevirbirî wê ji ku bizanibûya, ku 2 sietan piştî vê senaryoyê ji kurdan ra hatîye gotin: ”Mala we ava, we rola xwe baş lîst, lê niha serê xwe bikin ber xwe û ji van deran bicehimin herin, bêy ku li paş xwe binihêrin”? Lê di hêleke din va, dema Salihê Kevirbirî bi min ra ser vê meseleyê hevpeyvîn kir, min jê ra got, ku rizgarkirina Laçînê ji alîyê kurdan da provokasyon e, di ketina Kurdistana Sor da û di deroderbûna hemû kurdên Laçînê da sûc yê wan kurdan e, û min yek bi yek ew bi nav jî kirin, lê ew beş di fîlmê da tune. Lema jî di fîlmê da kurdên neyarên kurdan wek mêrxas xuya dibin.
Temaşevan û xwendevan dikarin bêjin, ku ew fîlm û ev nivîsa Têmûrê Xelîl tam eksî hev in û gorî qanûnên rojnamevanîya rasteqîn gerekê ew ne eksî hev bûne. Wê demê êdî temaşevan û xwendevan bira bi xwe biryarê bidin, ka kê rast e.
Kurdên ku ev mesele nizanibûn, di nav wan da kurdên zane, xwendî û welatparêz jî, di Facebookê da ji dilsaxîya xwe bi dil û can şa dibin, ser rizgarkirina Laçînê bîr û bawerîyên xwe yên qenc û malîavabûnê dibêjin. Vêca em mêze bikin ka ew kes wê piştî derketina vê rastîyê çi binivîsin û çi bêjin.
¤¤¤
Hinek caran mirov difikire, ku hinek kurd lava dikin bêne xapandin û ji wê xapandinê zewqê distînin. Van rojan yekî ereb, namzedê parlementerîyê ji partîya AKPê ber gelek kurdên berevbûyî dibêje: ”Êdî eyb e em bêjin em kurd in, em çerkez in, em azirî ne. Bêjin em tirk in”. Piştî vê bûyerê bi sedan kesan di Facebookê da êrîş birine ser wî erebî û ew rezîl kirin. Lê di rastîyê da yên rezîl ew kurd in, ku heta dawî guh dane xeberdana wî, tu mêrek ji nav wan derneket, ku devê wî bide girtin, tûyî li ser rûyê wî bike, guhê wî bi kaxezan bigire, ji wan deran biqewirîne. Û hîç kurdek jî di Facebookê da êrîş ne bire ser wan kurdên ku guhên xwe bel kiribûn û guh didane namzedê parlamenterîyê yê ereb, ku ji AKPê hatîye pêşnîyarkirin. Nizanim bo çi kurd dijminên xwe tenê di nav biyanîyan da digerin.