Di otomobîlên Itfaîyê de ku asayîşa PYD li dijî kesên ku derketibûn roja ala Kurdistanê bi kar anîbû û av bi ser wan de reşandibû, eşkere bû ku di nava avê de madeyeke kîmawî Al Fom hebû.
Ew otomobîlên agirkuj ji Rimêlanê anîbûn ku di vemirandina agir de bi kar dianîn.
Ji ber ku ew ava di otomobîlên îtfaî de, gemarî bû madeya kîmawaî Al Fom di nav de bû, kesên ku di dema êrîşê de av li wan katibû, gelek ji wan piştî ku çûbûne mal, cildê wan reş bûbû, û cihê ava ku asayîşê avêtibû wan bûbû leşe û şewitîbû.