Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

PYD ji girtina rojnamevanan têr nabe

Hêzên asayîşa ser bi PYD ve di nava 3 rojan de 3 rojnamevan girtin. Peyamnêrê Yekîtî Medya li Amûdê Ferîdûn Qiço (bavê 2 zarokan) jî ji aliyê asayîşê ve hate girtin. Êdî li rojavayê Kurdistanê ewlekariya karê rojnamevanî nema ye. Rojnamevanên ku têne girtin, bê sûc têne girtin. Berî Qiço, rojnamevan Amir Murad (niha li zindana Cirkînli Qamişlo girtiye, her wiha rojnamevan Gulal Liyanî jî di zindanên asayîşa PYD de ye. Ne dûre sibe asayîş wan weke terorîst jî bi nav bike.

Nêçîrvan Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin (vîdyo)

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû Istanbulê û wê ligel serokomarê Tirkiyê Receb teyib Erdogan dicive. Barzanî ji aliyê Erdogan ve bi fermî tê pêşwazîkirin. Wê hevdîtina wan saet 14.00 bi dema Enqerê li Koçka Mabeyn pêk were. Pirsên girdêdayê pêwendiyên di navbera her du welatan de, rewşa bakurê Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞ û gelek mijarên din wê di navbera her du serokan de werin gotûbêjkirin. Berî ku hevdîtina ligel serokomarê Tirkiyê pêk bîne, Nêçîrvan Barzanî ji aliyê serokwezîrê wî welatî Ahmet Davutoglu ve bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî sersala Mesîhiyan pîroz kir – foto

Nêçîrvan Barzanî sersala Mesîhiyan pîroz kir - foto

Demirtaş: Ez ne nûnerê PYD me

Hevserokê HDP Selaheddîtin Demortaş, piştî vegera xwe ji Mosko ji rojnamevan re civînek çêkir û behsa serdana xwe û hevdîtinan kir. Li ser pirseke ka wî bi rayedarên Rûs re behsa Kurdên Sûriyê û PYD kiriye yan na, Demirtas got ew ne nûneriyê PYD ye ku ji ber wê ve biaxife, lê wan behsa rewşa Kurdên Sûriyê kiriye.

DAIŞ şahciwana Kurd ya Îraqê tehdîd kir

Şema Kasim (20) ku Kurda Kerkûkê ye û şahciwana Îraqê ye, ji aliyê DAIŞ ve hate tehdîdkirin. DAIŞ ji wê re telefon vekiriye û gotiye eger ku ew bi xwe neçe nava wan, ewê wê birevînin. Piştî 43 salan cara yekemîn li Îraqê pêşbirka şahciwaniyê çêdibe û keçeke Kurd tê hilbijartin. Li gor rojnameya Kiwêtî El Weten, Şema Kasim gotiye ewê karê xwe berdewam bike û guh nade tehdîdên DAIŞ. Di Adara 2016 de wê li Tayland şahciwana cîhanê were hilbijartin, bi navê Îraqê wê Şema Kasim beşdar bibe.

DAIŞ zarokekî Kurd li Dêrezorê îdam kir

Li Dêrezorê DAIŞ zarokekî Kurd yê 13 salî, ji ber ku ala Kurdistanê di telefona wî de hate dîtin îdam kir.

Hirço Berazî kujerê serokê Sûriyê mir

Hirço Berazî, ku bi eslê xwe Kurdekî ji Kobanî bû, û serokê berê yê Sûriyê bi destê wî hatibû kuştin, di 75 saliya xwe de wefat kir.

Êdî dixwaze li karê xwe yê berê vegere

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Mihemed Selîm (Rengîn Şero) dibêje, li ser raporeke Rûdawê ez ji partiya xwe hatim dûrxistin. Herwiha dibêje, “ez dixwazim stîl û cilên min wek yê penaberan be.”

Hevdîtina Demîrtaş û Lavrov dest pê kir

Hevserokê Giştî yê HDPê Demîrtaş û şanda pê re, li Moskovayê dest bi hevdîtinan kir. Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBPê Kamûran Yuksek, Berpirsyarê KNKê yê Têkiliyên Derve Nazmî Gur, Nûnerê KNKê yê Rûsyayê Selahattîn Soro, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd Merab Şamiyev, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinê dikin. Ji ber ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê li Sûriyeyê xist xwarê, ev serdana hîn bêhtir ji nêz ve tê şopandin û bala raya giştî kişandiye ser xwe.

Îtalya konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Bi amadebûna Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Pîrên Îtalya Pêtro Graso, herwiha hejmarek ji berpirsên Îtalya û Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de balyozxana Îtalya li Hewlêrê bi fermî hate vekirin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com