Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

Rêvebirê giştî yê Rûdaw dinivisîne

Girtina Şingalê û xistina balafira Rûsya ji aliyê Tirkiyê û çêkirina navendeke leşkerî ya din a Rûsya li bajarê Humsê yê Sûriyê û biryara parlamentoyên Brîtanya û Almanyayê bo beşdariya artêşên wan di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê û bicihbûna pispor û leşkerên Tirkiyê li derdora Mûsilê, hemû hesabên nû û kevn li navendên siyasî û stratejî yên hêzên mezin ên cîhanê livand. Van rojan cîhan di liv û tevgereke pir bilez a leşkerî de ye.

“Ji apê min Kamîran re gorekê çêbikin”

Sînem Bedirxan li ser apê xwe Kamîran Bedirxan diaxife...

“PKK ji Almanya ciwanan dişîne rojava”

Li gor îstixbarata almanî "Verfassungsschutz", ji Almanya bêtirî 100 kes çûne Sûriye û Iraqê, ji bo ku li wir di nav şervanên kurd de şerê DAIŞê bikin.

Tirkiyê 30 hezar esker li dijî PYD amade kiriye

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got eger ku xeterek ji aliyê PYD ve were ser wan wan 15 hezar serbaz bi tank û topan amade kirine ku sînor biparêzin. Erdogan her wiha bal kişande ser wê yek li ewê ji Cerablusê heta bi Çoban Bey, ku 98 kîlometran li ser sînorê Sûriyê dirêj dke, bi 30 serbaz û çekên giran biparêzin. Erdogan dema ku ji Qeterê vegeriya, ji rojnamevanan re got, niha karê sereke yê hêzên hevpeyman şerê li dijî DAIŞ û terorê ye, û wan berê gotiye ku ew li hemberî hemû rengê terorê ne, wê ji ezmanan balafir êrîşî bikin, li ser erdê jî Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên lîberal, şer bikin. Erdogan got, wan 15 hezar esker bi tank û topan li ser sînorê Sûriyê amade kirine, her wiha balafirên wan jî ji şerê terorê amade ne.

“Kobanî bi alîkariya pêşmergeyan rizgar bû”

Perlamentarekî partiya sosyal demokrata Almanya dibêje, bajarê kobanê yê rojava kurdistanê bi alîkariya hêzên pêşmerge û hevpeymanan ji destê daişê hate derxistin û bi berdewamî dide zanîn ku alîkariya pêşmerge bûye sedema kontrolkirina wî bajarî ji aliyê hêzên kurdî ve. Di civîna îro ya parlamentoya almanyayê de ya taybet bi encamdana gotûbêjan li ser şandina hêzên serbazî ji bo îraq û sûriyê, endamekî fraksiyona partiya sosyal demokrat ragihand ku, şandina hêzên serbazî ji bo sûriyê pêwîstî bi gotûbêjên bêhtir nake û pêwîste parlamento vê yekê erê bike.

Li Efrînê asayîşa PYD bi dehan xort girtin

Hêzên Asayişa Rojava ku wek Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) têne nasîn, helmetek li gundewarê Efrînê pêkanî, di encam de bi dehan xortên Kurd bo Leşkeriya Neçar destgîr kirin. Şeva doh 2 Kanûnê Asayişa Rojava helmetek destgîr kirina xortan bo leşkeriya neçar, li gundewarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê pêk anî. Di encam de bi dehan xortên Kurd hatin destgîr kirin. Serkirde di Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDKS) Ebdurehman Apo ji BasNews re ragehand: “Hêzên Asayişa PYDê, doh bi şev hejmarek ji xortên gundên Soxnak û Çiyayê Leylûn li gunewarê Efrînê destgîr kirin, ew bi zorê bo leşkeriya neçar birin.” Navborî got: “Asayişên PYDê Endamê ENKSê Zekî Mûsa ku temenê wî 60 sale destgîr kirin û bo cihekî nediyar revandin.”

Gundiyekî di zeviyê xwe de 600 mîlyon dolar dît

Li Kolomiya gundiyek di zeviyê xwe de, 600 mîlyon dolarên nû, ku di bîdonekî şîn de bûn dibîne. Ew pere di bin darekê de hatibûne veşartin. Li gor malpera brîtanî gundiyê bi navê Xose Mariana, ji ber ku gelekî feqîr bû, hikûmetê 3 hezar dolar dabûne wî ji bo ku zeviyê xwe bişîne. Tê texmînkirin ku ew pere yên mafyaya kolombî bin. Wê ew gundî bi wan peran û bi hevkariya hikûmetê, projeyên aborî û civakî ava bike.

2 alî – HDP û AKP tîne hember hev (vîdyo)

- Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, bi qasî ku tê dîtin di nava agir de ye... - Aliyên sereke yên pirsgirêkan her roj hev bi sûcên cuda tewanbar dikin

Ji ber mankêneke Rûs klîpa xwe şewitand – Vîdyo

Hunermendê kurd ê Bakurê Kurdistanê, Aydin Aydin bi şewitandina vîdyoklîpa xwe Rûsya protesto kir. Di klîpa Aydin de, mankêneke Rûs lîstibû. Aydin Aydin, xelkê bajarokê Geverê yê girêdayî Colemêrgê ye, stranên kurdî û tirkî dibêje û di televîzyona TRT Kurdî de programeke Show pêşkêş dike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com