Serrûpel Dosya Kurd li ser Melayê Cizîrî dinivisînin (Dosya)

Kurd li ser Melayê Cizîrî dinivisînin (Dosya)

Belav bike

Çavkanî: Melayê Cizîrî ”Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî” Nivîskar: Izeddîn Mistefa Resûl, profesorê Zanîngeha Silêmanîyê Kurmancîya wê: Ziya Avci

(Elîşêr) Mîr Celadet Bedirxan di wan tiştên ku di derbarê Melayê Cizîrî de nivîsandîye, bi qelema xwe nexşe û wênekê ji bo şair kêşaye û îhtîmal e her vegotin û gotinên xwe ji devê xelkê wergirtine
Wî bi vî awayî nivîsandîye:

”… Bejna Melê ne kurt, ne dirêj, lê navîn bû
Rûwê wî girover, sipî û sor bû
Çav û birhên wî reş bûn
Riha wî sivik bû
Gulîyên wî hebûn dihatin heta ber gûhê wî
Por, rih û gulîyên wî hergav şehkirî bûn
Enîya wî fireh, stowê wî dirêj bû
Rêveçûna wî bi lez bû
Kefîyek davêt ser serê xwe, yeke din jî li ser dipêçand
Xeftanek li ber bû
Pêlaveke sor têxiste pêyên xwe
Eba werdigirt
Hergav bi ken bû

Di dora xwe re xweş dikir, dilê xelkî ji xwe ne dihişt
Mela di Cizîrê de çûye rehmetê
Di taxa Torê di Medresa-sor de veşartî ye”
Bi vî awayî sifetê Melayê Cizîrî di çavkanîyên din de jî tê dîtin
Diyar e ew jî pişta xwe bi vegotinên devkî girê didin
Seydayê Seccadî jî di vî warî de nivîsandîye û dibêje: Mela ku li gor bi devkî hatîye neqilkirin yan jî di hinek tiştan de wênekî wî yê xeyalî hebe, mirovekî sor û sıpî bûye û di temenê xwe yê xortînîyê de bi nav û deng bûye
Çavên wî reş mezin, bijang dirêj, birhên sitor, pozzirav, dev û çavên wî pehn û di cil û berg de sipehî bûye
Di dewra feqetîyê de qumaşê Zaxo dikir şal û şapik û li gor ûrf û adetê wî welatî nexş dikir û li ber dikir
Cemedanî dida serê xwe, şal û şepikên wî welatî ne wekî yên alîyê Soran in, wekî pantolên niha ne, lê bi dixûn ne bi pişkok, ev cil û bergê taybetî yê kurdewarîyê ye
Ne dûr e her ev şal û çoxeyê welatê Botan be, ewropiyan tê de destkarî kiribe û kiribin çakêt û pantol
Seydayê Enwer Mayî jî di vî warî de wiha nivîsandîye: Giran, hişyar, sor û sipî, bejinbilindekî endamşûş, çavgeşekî reş, bijangên dirêj, birhên peywest û pozzirav bûye
Di dema xortînîya xwe de cil û bergekî sipehî, şox û şeng, şal û şepikên nexşîn li xwe kirîye
Eger bi qelem, em li wesfekî sipehî û edebî yê Melayê Cizîrî bigerîn, her lazim e em biçin li ser wê destpêka edebî ya seydayê Elaedîn Seccadî, ku wekî wî behsa şairên din kirîye, bi destpêkeke edebî wesfeke Melayê Cizîrî jî kirîye
Qelema rengîn ya seydayê Seccadî wiha nivîsandîye: ”Cewherekî şevçira li koşka çiyayên bedenê bilind ê Botan, semenderekî bêperwa ê teşbîhê xaneyê eşqê û dûr ji sotinê
Şêxê ku pîrê wî ji pîrê bilind ê perî bûbe her ew bûye, şêxê ku pîrê wî ji pîrê çavê şoxîgerî bûye bûbe her ew bûye! Nimûnekî bi rastî yê lalezarê naz de ku awaza dengê bilbil çemen bîne coş, aşiqekî serbestî ji baregahê xwedî şîyan ku semtora şiira dil û rahê yaran bîne hawarê
Pêxemberê serdeftera şiira terr a naz ji axa pak a Botan
Dilzindîyê, bêhndirêjê û pelavêjê deryayê tesewufa ji sinorê bilind ê kurdan
Fikra eynikeke bêgerde ji bo sofîyên xwedaperest, hestê şahwênekî sehrayê ji bo feylesofên heqperest”
Riataza