Referanduma, pêşnûmaya guhertîna qanûna bingehîn 18 xalên a Pergala Hikûmeta Tirkiye 16ê Avrêlê pêk hat. Di encama referandumê de ji sedî 51 dengên ‘erê’ hebûn. Piştî referandumê nîqaşek jî mijara dengên Kurdan bû. Dibêjin ku bandora dengên Kurdan li ser encama erê çêbûye. Her wisa di axaftina xwe ya êvara referandumê de Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan jî bal kişandibû ser dengên Kurdan û gotibû dibe ku ev yek bibe sedema ‘destpêkek nû’. Erdoğan beriya referandumê çekberdana ETA’yê mînak dabû û di axaftina xwe ya li Amadê de amaje kiribû ku ger PKK dest ji çekan berde dibe ku ji nû ve dîalog dest pê bike.
Her çiqas di sala 2013’an de pêvajoya aştiyê birêve neçûbe jî Kurdistana Bakur ev yek bo aştiyê erênî didît. Lê belê muzakereyên biqasî du salan, beriya 7ê pûşberî sekinîn û piştî hilbijartinê jî şer dest pê kir. Li Bakurê Kurdistanê piştî polîtîkaya xendek û barîkatan yên PKK, qedexeyên derketina derve û şer û pêvçûn bûn sedema rûxandina bajarên Kurdan. ji ber vê rewşê biqasî 1,5 mîlyon Kurd bûne koçber, piraniyên wan merivên sîvîl bi sedan meriv canê xwe ji dest da.
Bê guman şer û nîqaşên di navbera PKK û hikûmetê de herî zêde zirar da Kurdên Kurdistana Bakur. Ji ber ku di salên 2015 û 2016’an de li Bakurê Kurdistanê şerekî giran çêbû. Kurd ji her du alîyan re him bi hêrs bûn him jî dilê wan ji her du aliyan şikest. Dubarekirina Hilbijartinên Giştî, girtina sîyasetvanên Kurd, berdewamkirina qedeyan derve di civaka Kurd de bû sedema travmayê. Kurdan ev qebûl nedikirin û digotin bila dîsa dîalog û pêvajoya aştiyê dest pê bike. Lê belê, di gulana 2016’an de parêzbendiyên parlamanterên HDPê hat rakirin, piştî 6 mehan Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê û serokên şaredariyên Agiriyê hatin girtin. Her wisa qayyûm hatin ser şarederiyên DBPê. Ev hemû bûyer pêkhatineke dîaloga nû zehmettir kiribû. Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê Mesut Barzanî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û gelek caran bangewaziyan li her du alîyan re dike û dibêje ez dikarim bibim ‘navbeynkar’
Ji bilî bûyerên ku li bajarên Kurdan qewimîn li Tirkiyê pêngava derbeyekê çêbû û her wisa pêvajoya guhertina qanûna bingehîn ya pergalê jî destpêkiribû. Di Berfanbara 2016’an de li Meclîsê bi hevkariya AKPê û MHPê biryara pêşniyaza referandumê derketibû. Pêşniyaz di referanduma 16ê Avrêlê de, bi encama ji sedî 51 hat pejirandin. Digotin ku Kurdan piştgirî dane referandumê. Dema ku nîqaşên referandumê berdewam dikir, greva birçîbûnan a ku di 15ê Sibata 2017’an de hatibû destpêkirin, bi bangewaziya KCKê ya ‘grev gihîşt armanca xwe’ bi dawî bû. Demildest parlamenterên HDPê yên girtî hatin berdan. Tê axaftin ku gerek bandora Kurdan a li ser referandumê, gerek dawîbûna greva birçîbûnê, gerek serbestberdana hin parlamenterên HDPê, ev hemû tişt bangewaziya aştî ya Barzanî wekî ku encam daye.
Barzani: Em ji bo alîkariyê amade ne
Serokê Herêma Kurdistanê piştî ku proseya çareseriyê rawestiya û pevçûnan destpê kir, gelek caran banga diyalogê li her du aliyan kir. Barzanî di Mijdara 2016’an de, piştî girtina Hevserokên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ, di hevpeyvîna xwe ya bi BBC yê re eşkere kiribû ku bo alikariya her du aliyan amade ye û wiha gotibû: “Em piştevaniya berdewamiya proseya aştiyê dikin û ji bo vê yekê jî çi ji destê me bê em amade ne ku alîkariya her du aliyan jî bikin. Em hêvî dikin li Îranê jî rêkeftinek di navbera wan de pêk were.” Barzanî li ser diyalogê jî wiha axivî bû: “Dema înkara Kurdan derbas bûye û înkarkirina Kurdan sûdekê nagihîne tu dewletan. Kurd jî divê ji bo bidestistina mafên xwe bi hikûmetên navend re bi riya diyalogê û di nava aştiyê de têkiliyan deynin.”
“Divê Demîrtaş bê berdan”
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di Sibata 2017’an de beriya serdana xwe ya bo Tirkiyê, dîsa banga vegera proseya aştî û diyalogê, daxwaza serbestberdana hevserok û parlamenterên HDPê kiribû. Herwiha Barzanî ragihandibû ku Erdoğan ji bo çareserkirina pirsa Kurd sekneke bihêz nîşan daye, lêbelê mixabin geşedanên nû rû dan û niha rewşeke cuda heye. Barzanî di her fersendekê de banga vegera ser maseya diyalogê li Enqerê û HDPê dike û tê gotin ku aliyekî di nava HDPê de dixwazin Barzanî navbenynkariyê bike ji bo destpêkirina proseyeke nû.
Ahmet Türk: Barzanî ya ku ji destê wî bê, dê bike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Enqerê piştî hevdîtinan civîneke çapemeniyê lidarxistibû û li ser destpêkiririna proseyeke nû jî ev gotibûn: “Ez ji proseyeke nû bihêvî me û hêvî dikim ku dê di demeke nêz de dest pê bike.” Şaredarê Mêrdînê yê Berê Ahmet Türk jî ku bi Barzanî re hevdîtinek pêk anîn, wiha axivibû: “Serok Barzanî ji bo Kurdan aktorekî girîng e. Barzanî serokekî Kurdan e û ez di wê baweriyê de me ku wê ji bo proseyeke nû çi ji destê wî bê wê bike.” Mesûd Barzanî ku tê çaverêkirin ji bo destpêkirina proseyeke nû roleke aktîf bilîze, herî dawîn li Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan û Serokwezîr Binali Yıldırım geriyabû bi boneya encamên referandûmê pîroz kiribûn.
‘Bangên Barzanî yên diyalogê karîgeriyeke mezin dikin’
Li Enqere û Hewlêrê tê diyarkirin ku bangên Mesûd Barzanî yên bo vegera ser masê û proseyeke nû karigeriyeke mezin li ser bidawîbûna grevên birçîbûnê û serbestberdana parlamenterên HDPê ku piştî referandûmê pêk hatin, kiriye. Li hêla din doza Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku di 4ê Mijdarê de hatibû girtin, dê 28ê Nîsanê bê dîtin. Piştî berdana parlamenterên HDPê Nursel Aydoğan û Meral Danış Beştaş, tê çaverêkirin ku Demirtaş jî di vê rûniştinê de serbest were berdan.
HDP û Wezîrê Dadê hevdîtinên girîng dikin
Pêşiya referandumê Parlementera Stenbolê û Berdevka Koma Meclîsê a HDPê Pervîn tevlî Parlementerê HDPê yê Enqere Sırrı Süreyya Önder ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de di 7ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdağ re hevdîtînek pêk anîbûn. Buldan û Önder anîbûn ziman ku hevdîtin baş derbas bûne. Buldan û Önder diyar kirin, Bozdağ ji wan re ragihandiye ku di mijara binpêkirinên mafên girtiyan, miameleya xirab a li girtîgehan de bê tolerans in û dê her bê tolerans jî bin. Vekolînên me li ser vê didomin, eger li girtîgehan kiryarên dijyasayî hebin dê bên cezakirin.
Gava yekem, grevên birçîbûnê bidawî bûn
Greva birçîbûnê di 15ê Sibatê de li girtîgeha Şakranê a Îzmîrê bi beşdarbûna çend girtiyên Kurd dest pê kiribû û li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê belav bûbû. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî li girtîgeha Edîrneyê piştgirî dabû vê grevê, lêbelê piştî 6 saetan rêveberiya girtîgehê daxwazên wî pesend kir û Demirtaş greva xwe bi dawî anî. Piştî referandomê, KCK bang li girtiyan kir û got; Grev gihîşt armanca xwe û ji girtiyan xwest ku greva ku 64 rojan berdewam dikir rawestînin. Girtiyên Kurd piştî banga KCKê greva xwe bi dawî anîn. Her wiha di sala 2013’an de beriya ku proseya çareseriyê dest pê bike di 12ê Îlona 2012’an de girtiyên siyasî greva birçîbûnê dabûn dest pê kirin û bi banga Serokê PKKê Abdullah Öcalan bi dawî anîbûn. Piştî bidawîanîna grevê jî ji bo proseya aşitiyê danûstandin hatibûn kirin. Parlementrê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu bi neyênî li vê mijarê dinêre û dibêje; Rawestandina van grevan biryarek rast û di cih de ye. Ez lêgerîna mafên siyasî li ser bedena kesayetan rast nabînim.
Rewş ber bi asayîbûnê ve diçe?
Parlementerê AK Partî yê Diyarbekirê Galîp Ensarioğlu jî, “Bidawî anîna greva birçîbûnê û berdana her du parlementerên HDPê wek destpêka normalîzebûnê dinirxîne.” Sirrî Sakikê ku ji hevserokatiya şaredariya Agirî hatibû dûrxistin jî dibêje em li bendê bûn ku piştî referandomê dê parlementerên me bên berdan. Li gor Sakik, berdana parlementeran ji bo vekirina deriyekê nû û destpêkeke erênî ye û wiha didomîne: “Tahliyekirina parlementeran dike ku rêyek nû ji bo hevdîtinan peyda bibe. Demokrasî jî wisa emir dike. Ez azadiya hevalên xwe, piştî referandomê wek hêviya destpêkirina proseyeke nû dibînim.” Her wiha parlementerê CHPê Tanrikulu jî ‘Tahliyekirina parlementeran wek vegera ji şaşiyê dinirxîne. Gerek hemû parlementerên girtî bên berdan, lê belê ji bo nirxandina ku dê proseyek nû dest pê bike hê zû ye.’
Serokê Berê yê Mazlumderê Ahmet Faruk Ünsal di bareyê vê mijarê de dibêje; “ Têri nake lê baş e” . Bidawîanîna greva birçîbûnê û guherîna rewşa siyasî jî baş e. Bi awayekî me proseya referandomê derbas kir. Dê her kesek rûne û bifikire. Ez bawer im ku Hikûmet jî li gor xwe peyama xwe wergirtiye. Hê zû ye mirov bidawîanîna greva birçîbûnê û berdana parlementeran wek destpêka proseyeke nû binirxîne lê îşareteke wê ye.
“Dê gav bên avetin”
Parlamenterê HDPê yê Amedê İmam Taşçıer ragihand ku ew berdana her du parlementerên HDPê wek destpêkirina proseyeke nû dinirxînin û di wê hêviyê de ne. Piştî referandumê dê gavên demokratîk bên avêtin û pêşiya çareseriya mesela Kurdî vebe. Ev yek di nava daxwazên me de ye.
HEFTENAMEYA BAS