Zinar Soran
Beş-1
Ez dê di vê nîvîsa xwe de, bi kurtayî li ser sê mijaran rawestim: Yek, nîzam û peymanên navdewletî; dudu, rewşa pêvajoya serxwebûn û referandûmê li Başûrê Kurdistanê û ya sisîyan jî pêwîstiya temsîl û nûnertiyek hevbeş ya Bakurê Kurdistanê.
- I) Dewletên mezin bi dû dabeşkirin û avakirina nîzamek nû de ne
Di cîhana îro de, nîzam û hevpeymanek navnetweyî nemaye. Dewletên emperyalîst û mezin ji bo dabeşkirinek nû û avakirina nîzam û hevpeymanek navdewletî di nav hewldan, xebat, berberî û şerekî wesayetî ya berfireh de ne.
Di sedsala dawî de, li Cîhanê du nîzam û hevpeymanên navdewletî hatin avakirin. Bi kurtayî be jî wê feyde tê de hebe ku em li ser wan rawestin, da ku kês û firsendên miletê Kurd yên wê gavê ji dest revandine, careke din raxînin berçavan û ji wan dersên pêwîst derxînin.
1- Peymana Sykes-Picot: Nîzam û hevpeymana navdewletî ya pêşî peymana Sykes-Picotê ye, ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di 16ê gulana 1916an de, di nav dewleta Îngilîstan û Fransayê de hate îmza kirin. Ev peymana bidizî, di cotmeha 1916an de jî ji alîyê dewleta Rûsyayê ve hate qebûlkirin. Peyman lihevhatinek li ser dabeşkirina erdên Rojhilata Navîn ya dewleta Osmanî de bû.(1)
Li gor vê peymanê:
1.1 Wê Trabzon, Erzirom, Wan û beşekî bakurê Kurdistanê ji Rûsyayê re bima.
1.2 Herêma rojhilatê Behra Spî, Edene, Entab, Ruha, Mêrdîn, Diyarbekir, Mûsil û peravên Sûryeyê ji Fransayê re bima.
1.3 Benderên Hayfa û Akkayî, Bexdad, Basra, û Başûrê Mezopotamyayê ji Îngilîstanê re bima.
1.4 Li ser wan navçeyên ku ji Îngilîstan û Fransayê re bima, wê dewletên ereban ya jî konfederasyonek dewletên ereban bihata ava kirin; ya jî di bin desthilatdariya Îngilîstan û Fransayê de wê dewletek erebî bihata ava kirin.
1.5 Îskenderûn wê biba benderek serbest.
1.6 Ji ber ciwarekî pîroz bû, wê li Filîstînê birevebiriyek navneteweyî bihata ava kirin.
Di sala 1917an de, piştî Şoreşa Oktobirê, Rûsya xwe ji vê peymanê vekişand. Troçkî kopîyayek vê peymana bidizî, di rojnameya Îzvestiyayê de weşand û ji raya dinyayê re eşkere kir. Ev nîzam û peymana navndewletî, di destpêka Şerê Duyem yê Cîhanê de ji holê rabû. Di vê nîzama yekem de, miletê Kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest nexist. Teva ku gelek milet û xelkên din bûn dewlet ya jî dewletên emperyalîst li gor nîzama nû ew kirin dewlet, Kurdîstan di encama siyasetên dewletên emperyalîst û kolonyalîst de, di 24ê tîrmeha 1923an de, bi Peymana Lozanê bi awakî “resmî” di nav çar dewletên dagirker û kolonyalîs de hate par ve kirin.
2- Konferansa Yaltayê: Nîzam û peymana navdewletî ya duyem, Peymana Yaltayê ye ku di sala 1945an de hate îmze kirin. Konferansa Yaltayê, di dema şerê Cîhanê yê Duyem de, di navbêna 4ê sibata 1945 û 11ê sibata 1945an de, li Qesra Livadiayê ya nêzîkî Yaltayê ku cihekî semester û behnvedanê ya Sovyetê bû hate civandin. Di Konferansa Yaltayê de, serekwezîrê Îngilîstanê Churchill, serokê Yekitîya Dewletên Amerîkayê Roosevelt û Sekreterê Giştî yê Komînîst Partiya Sovyetê Stalin beşdar bûbûn. Di Konferansa Yaltayê de, li ser eksena nîzama nû ya Ewropayê û ji nû ve parvekirina erdên Ewropayê hatibû rawestandin. Mafê vetoyê ya di Yekitiya Neteweyan (YN) de jî, di vê konferansê de hate qebûl kirin.
Deklerasyona Yekitiya Neteweyan û “hiquqa navneteweyî”
Di 14ê kanûna 1960î de, Yekitiya Neteweyan biryarek li ser mafê serxwebûna welatên ku di bin nîrê îdareya kolonî de ne, derxist û di vê warî de beyan û deklerasyonek belav kir.
Li gor vê deklerasyonê:
1. Serdestî û kedxwarîya biyanî ya li ser miletan, înkara mafên bingehîn e. Ev li dijî Şertên Yekitiya Neteweyan e û ji bo hevkarî û aştîya Dinyayê jî asteng e.
2. Mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin.
3. Têrnekirina aborî, civakî ya jî perwerdeyî, bi ti awayî nabe mazerata bi derengxistina serxwebûnê.
4. Ji bo miletên bindest bikaribin mafên xwe yên serxwebûnê bi awakê azad û aştî bikarbîne; wê hemû tundrewanî, tevgerên çekdarî û hemû awayên sîtemkariya li dijî wan, bi dawî bên û wê rêz li yekparetiya welatên neteweyî bêne girtin.
5. Welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine, ji bo ku bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadîyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtîyekê di nav wan xîne, hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin, wê tedbîrên lezgîn bêne girtin.
6. Hewldanek ku yekitîya netweweyî û nisbî jî be xerakirina yekparetîya welatekî armanc bigre; li dijî prensîb û armancên Şertên Yetiyîya Neteweyan e.
7. Hemû dewlet, wê Mercên Yekitiya Neteweyan, Danezîna Mafên Mirovî yên Gerdûnî û biryarên vê danezînê, wekhevîya hemû dewletan, destlênewerdana karên navxweyî, mafên hukumranîya gelan û rêzgirtina yekparetîya welatan re, bi sedaqet û herfbiherf bipejirînin. (2)
Ev beyan û deklerasyon weke “hiqûqa navneteweyî” jî tê qebûl kirin. Lê di rastîyê de, ew biryar û “hiquqa navneteweyî” ji bo Kurdistanê û gelek welatên din yên kolonî û bindest nehate tatbîq kirin. Îro jî, eger em defaktoya Başûrê Kurdistanê bidin alîyekê, Kurdîstan û gelek welatên din di bin nîrê kolonyalîzm û bindestîyê de; li ser axa bav û bapîrên xwe, bê dewlet û statuyek resmî jiyana xwe didomînin.
Mixabin di nîzama duyem ya navdewletî de jî miletê Kurd mafê “qedera xwe bi destê xwe tayin bike” bi dest nexist û weke miletekî bindest, perçebûyî û bê statuyek siyasî jiyana xwe di bin zilm, zordarî û hovîtiya dewletên kolonyalîs de domand.
Nîzama duyem ya Dunyayê jî di sala 1991ê de, bi hilweşandina Sovyetê dawî lê hat û niha dewletên mezin ji bo dabeşkirin, dîzayn û nîzamek nû di nav hewladan, xebat, plan û şerên cihêreng de ne.
Teva gelek guherandinên li dinyayê, hilweşandina ”sîstema sosyalîst” û damezrandina gelek dewletên serbixwe, hinek welat hê jî di binê nîre dagirkerî û bindestiyê de dijîn. Di dema Şerê Yekem û Duyem yê Cîhanê de, dewletên emperyalîst û kolonyalîst li ser dabeşkirina hinek welat û navçeyan bi awakî “misoger” li hevdu nekirin û hinek dewletên biçûk û ya jî dewletên bi xwe ve girêdayî ava kirin. Gelek sînorên xwezeyî û dîrokî bi cetwel û rastkêşan ji nû ve hatin tespît kirin. Li dijî îradeya xelkên wan deran nexşeyên nû hatin neqiş kirin. Gelek dewlet û navçeyên ku dewletên emperyalîst û mezin li ser dabeşkirina wan bi awakî ”misogerî” li hevûdu nekirine, îro qada şerên ji nû ve dîzaynkirina nexşeyan in û li benda parvekirinek nû ne.
Di heman demê de, li wan welat û navçeyan xebat û têkoşîna tevgerên rizgarîxwaz û civakî jî berdewam dikin. Heta van welatên kolonî û bindest ku di nav wan de Kurdîstan jî heye rizgar nebe, ew neheqîyên dîrokî neyên sererastkirin, wê li van deran şer û pevçûnên di nav van xelkên bindest û dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan de berdewam bikin û herweha wê berberî, plan û şerên cihêrengî di nav dewletên mezin û kolonyalîstan bi xwe de jî ji nû ve geş bibin.
Lê divê em ji bîr nekin ku gava înterese û menfeatên dewletên emperyalîst, kolonyalîst û paşverû li hemberî xebat û têkoşîna miletên bindest têkeve tengasî û metirsîyê, wê gavê teva nakokîyên di nav wan de jî, ew dewlet wê bi hêsanî bikaribin dîsa têkevin nav tifaq û peymanên “pîroz”!
Qadek navendî ku ev berberî, plan û şerên wesayetî yên cihêreng bi awakî dijwar lê tê domandin jî bê guman Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Ger tevgera rizgarîxaziya neteweyî ya Kurdistanê li gor vê rewşa nû tevnegere, hevahengîyek neteweyî pêkneyîne û di gelek waran de xwe ji bo vê rewşa nû amade neke û heta radeyekê be jî mafên xwe yên neteweyî û însanî bi dest nexîne; tirsek mezin heye ku em dîsa ”100” salî li benda nîzamek nû ya dinyayê; kês û firsendek nû bimînin!
————————————————————————————————-
Têbinî:
(1) https://sv.wikipedia.org/wiki/Sykes-Picot-avtalet
(2) http://www.uhdigm.adalet.gov.tr/sozlesmeler/coktaraflisoz/bm/bm_38.pdf
************************
Beş-2
- II) REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ GAVEK DÎROKÎ YE
Tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di reweşeke gelek taybetî, dijwar û metirsîyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkarîyên dewletên kolonyalîst de, rola dewleta Îran û Turkiyeyê xwedîyê cihekî taybetî û piralî ye. Li ser van plan û hedefên dewleta Îran, Turkîye û hevalbendên wan, divê bi taybetî bête rawestandin, armanc û hedefên wan yên rastî bêtir bêne eşkere kirin.
Bi awakî giştî, xeter û metirsîya li ser Kurdistanê û bi taybetî metirsîya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Divê hemû hêz, partî, rexistin û dezgehên Kurdistanê û gelê Kurd ji bona parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û berlêgirtina ji nû ve dagîrkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi berpirsîyarî tevbigerin; bi hemû hêz û îmkanên xwe nehêlin ev êrîş û armancên dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan bi ser kevin. Bi awakî giştî pêwendîyên hinek rêxistinên bi dewletên kolonyalîst û bi taybetî siyaseta PKKê ya yekrengî, yekdengî, req, bêtolerans û lidijderketina dewleta Kurdistanê, ku bi rewş û siyaseta neteweyî û kurdistanî nelihevkirî, bêtir kês û firsendê dide dewletên kolonyalîst ku êrîş û planên xwe yên li ser Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin. Divê îro ji her demê bêtir partî, rêxistin û gelê Kurdistanê li gel bîr û baweriyên xwe yên cihê, di binê alaya kurdistanê û bi siyasetek hevbeş ya netweyî û kurdîstanî, mafê serxwebûna Kurdistanê derxînin pêş.
Di jiyana her miletî de demên dîrokî hene ku divê mirov li gor pêwîstîya wê tev bigere. Miletê Kurd yek ji miletê kevnare yê Rojhilata Navîn e ku weke her miletî mafê wî jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Rewşa dunyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ya îro, ji her demê bêtir lihevhatî ye ku li Başûrê Kurdistanê miletê me, bi awakî azad û demokratîk qedera xwe bi destê xwe tayin bike û serxwebûna xwe îlan bike.
Weke tê zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî, di 7ê hezîrana 2017an de, bi partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê re civînek amade kir û di vê civînê de biryarek dîrokî, biryara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê girt. Referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di 25ê îlona 2017an de pêk bê. Biryara referandûmê, biryarek rewa, mafekî xwezayî û di cîh de ye.
II.1) Biryara Sexwebûna Kurdistanê, li gor Deklerasyona Yekitiya Neteweyan jî meşrû ye
Biryara serxwebûna Kurdistanê, di heman demê de li gor xala duyem ya “Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî “ ya 1960î jî, biryarek meşrû ye. Xala duyem ya vê deklerasyonê bi awakî vekirî diyar dike ku “mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin”.
Di xala 5an ya vê deklersyonê û “huqûqa navnetewî” de jî hatiye diyar kirin, ku “welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine, ji bo ku bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadîyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtîyekê di nav wan xîne, hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin, wê tedbîrên lezgîn bêne girtin”.
Eger Yekitîya Neteweyan li gorî van xalên Deklerasyona 1960î tevbigere, divê biryara “serxwebûna Kurdistanê” bi awakî fermî meşrû bibîne û herweha ji bo gelê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê bi awakî aştî û demokratîk îradeya xwe ya azad diyar bike, bi lezginî hemû tedbîrên pêwîst bistîne!
Kurdistan ji alîyê dewletên dagirker û emperyalîstan, ji dervî îradaya miletê Kurd û kurdîstanîyan hatiye dagir kirin û perçe kirin. Miletê Kurd ji bo serastkirina vê neheqîya dîrokî û weke her miletî, li ser axa bav û papîrên xwe bi awakî serbest û azad bijî, li hemberî dagirker, emperyalîst û kolnyalîstan gelek caran serî hildaye, têkoşîn û berxwedanek dûr û dirj daye; îro jî ev xebat, têkoşîn û berxwedan li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dikin.
Miletê Kurd, miletekî aştîxwaz e; welatê miletekî din dagir nekirîye, miletekî din bi darê zorê nexistîye bin destên xwe; ew tenê mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî dixwaze; ew tenê dixwaze wek her miletî li ser axa xwe bi awakî serbest û azad bijî. Lê miletê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn, bi dehan caran ji alîyê dewletên dagîrkeran ve hatine qirkirin û sirgûn kirin. Herî dawî kurdên Ezîdî, li Başûrê Kurdistanê bi jenosîda DEAŞê ve rûberû man û bi hezaran jin û keçên kurdên Ezîdî dîl hatin girtin.
Heta miletê Kurd jî qedera xwe bi destê xwe tayin neke, nebe xwedîyê dewletek serbixwe, demokratîk û azad; mixabin tu garantî tuneye ku ev sirqûn, enfal, neheqî û qetlîamên hatine serê miletê Kurd û kurdîstaniyan, dubare û sêbare nebin. Di van şert û mercan de, tenê serxwebûn û dewlata Kurdistanê dikare miletê Kurd û kurdîstaniyan ji jenosîd, qetlîam û enfalên weha biparêze. Serxwebûna Kurdistanê, wê ji bo pêşeroja jiyaneke hevbeş ya netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda jî bibe bingeh û derfetek girîng.
Pirsgirêka Kurdistanê, êdî ne tenê pirsa miletê Kurd û kurdîstanîyan ne; di heman de ew, pirsa navçeya Rojhilata Navîn, dewletên Ewropayî û heta radeyekê ya dinyayê ye jî. Heta ev pirsgirêk bi awakî dadwerî û rewa neyê çareser kirin; wê li heremê pirsgirêk, şer û tevlihevî her berdewam bike; wê aramî, azadî û demokrasîyek rastî neyê heremê; wê encamên şer û alozîyên herêmê tîn û tesîrek mezin li ser civat û dewletên Ewrpoyê bike; wê li heremê berberî û şerên wesayetî yên dewletên emperyalîs û mezin bidomin û ev jî wê tesîrê li civata wan welatan jî bike.
Bi awakî giştî, di vê xebat, têkoşîn û hewldana pêvajoya serxebûna Kurdistanê de û bi taybetî ji bo beşdarîyek berfireh, demokratîk û bi aştî pêknanîna referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, gelek girîng e ku di serî de, hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, civakî û olî, sîyasetmedar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi siyaset û helwestek hevbeş, hevaheng, neteweyî û kurdistanî li dora Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bicivin; piştgirîya referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin; gelê Kurd ji bo referandûmeke azad û demokratîk amade bikin; xebat, têkoşîn û hewldanên ji bo pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê geştir bikin.
Herweha divê hemû hêz, rêxistin, partî û kesên weletparêzên beşên din yên Kurdistanê jî bê hesab û kîtabên biçûk, bi her awayî alîkarî û piştgirîya vê referandûmê û pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin. Ev referandûm, ne ya partîyekê û ne jî ya kesekî ye, ev mafekî meşrû û demokratîk yê miletê Kurd e. Ev gava pêşî ya sererastkirina neheqîya dîrokî ye.
Bi qasî ku tê dîtin, dewletên ku bi awakî eşkere û tundî li dijî vê referandûmê derdikevin, di serî de dewleta Îran û Tirkiye, dewletên kolonyalîst in ku Kurdîstan di nav wan de hatîye dabeşkirin. Lê mixabin, em dibînin ku hinek hêz, partî û kesên kurd jî li dijî daxwaza referandûm û avakirina dewletek serbixwe ya Kurdîstanê ne. Li gor wan “dewlet ji bo ereban, îranîyan û tirkan ku Kurdistan di nav xwe de parvekirine û bi hêza dewletên xwe Kurdîstanê weke kolonî di bin destên xwe de digrin adet e, lê ji bo kurdan qebhet e!” Bêgûman kesên vê yekê diparêzin dikarin kurd bin, lê ne xwedîyê siyasetek kurdistanî ne. Kîjan dewlet, kîjan rêxistin û kîjan kes dibin bila bibin, yên ku li dijî mafên xwezayî, meşrû, demokratîk û însanî yê miletê Kurd û kurdîstaniyan derkevin, ew dibîn şirîkê siyaset û helwesta dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan. Divê em ji bîr nekin ku “ti tiştek ji bindestî û kolotîyê xwelîlisertir tuneye û herweha ti tiştek ji serxwebûn, azadî û demokrasîyê jî bi rûmettir tuneye!”
Ji bo welatekî serbixwe, gelekî azad û civateke demokratîk divê hemû partî, hêz, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan hewl bidin ku xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî xurtir bikin û piştgirîya referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Di encamê referandûmek azad û demokratîk de, gelê Kurdistanê wê bikaribe helwesta xwe ya ji bo serxwebûnê diyar dike. Ev mafekî wî yê herî xwezayî û demokratîk e. Loma jî, divê ti hêz, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li hemberî kês û firsendek weha dîrokî bêdeng û bêhelwest nemîne.
II.2) Garantîya serketina referandûmê, bi beşdarîyek girseyî ya jinên Kurdistanê mimkun e!
Di xebat û şoreşên neteweyî û azadîyê de, fedekarî û piştgirîya jinên Kurdistanê xwedî cihekî gelek girîng û taybetî ye. Di vê riyê de, zor, zahmetî, jar û azarîya herî mezin jî dîsa wan kişandine. Jinên Kurdistanê gelek caran zilm û zordarîyek mezin ji hêzen dewletên kolonyalîstan dîtine; ji bo dile dijmin şad nebe, rondikên çavên xwe di çavên xwe de veşartine; gelek caran li ber çavên wan zarokên wan hatine şehît kirin; ew dayikên şehîdên Kurdistanê ne.
Ev referandûm ji hêlekê jî, wê bibe tolhildana şehîdên Kurdistanê. Her kurdekî welatparêz û şoreşger deyndarê şehîdên Kurdistanê ye û divê di 25ê îlonê de, bi serketinek mezin beşekî vî deynê xwe bide. Di vî warî de, temsîl û nûnerên şehîdên Kurdistanê, dayik û xuşkên şehîdan ne. Loma jî piştî encamek serketî ya referandûmê, wê xelat û pîrozîya herî mezin, pişk û para dayik û xwuşkên şehîdan be!
Garantîya beşdariyek berfireh û serketinek mezin ya referandûma serxwebûnê jî, wê dîsa bi beşdariyek girseyî ya jinên kurdistanê mimkun be. Ger jinên Kurdistanê bi awakî çalak tevbigerin û mobilîze bibin, wê gavê bila tirsa kesekî nemîne ku em dê serketinek mezin nîşanî dinyayê, dost û dijminan bidin. Loma jî di vê roja dîrokî de, barekî mezin û wezîfeke pîroz dikeve ser milên jinên Kurdistanê. Bi awakî giştî jinên Kurdistanê û bi taybetî jî dayik û xuşkên şehîdan dikanin rolek gelek mezin bilîzin. Divê ji niha de, jinên Kurdistanê xwe mobilîze bikin; quçe bi quçe, mal bi mal bigerin û xebat û têkoşîna ji bo refrandûma serxwebûna Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin!
Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, wê bibe destpêka serxwebûn û azadîya perçeyên din yên Kurdistanê jî. Biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê, wê tevgera rizgarêxwazîya neteweyî û demokratîk , hest û bawerîyên neteweyî û kurdistanî yên perçeyên din jî xurtir û geştir bike. Teva hemû kil û kêmasî û rexneyên di cih de, parastina destkeftinên Başûrê Kurdistanê û piştgirîya referandûma serxwbûna Kurdistanê wezîfeyeke welatparêzî, neteweyî û însanî ye!
Di vê roja dîrokî û pîroz de, divê em heta kal, pîr û nexweşên ku nikarin bimeşin jî li ser darbestan bikin û wan bibin ser sindoqên referandûma serxwebûna Kurdistanê, da ku dinya, dost û dijmin bibînin bê miletê Kurd çiqasî bi hesreta serxwebûn û azadîya Kurdistanê dişewitin!
2017-07-30
****************************
Beş-3
III) Li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya temsîlek hevbeş ya sîyasî heye!
Di van şert û mercên dîrokî, dijwar û hesas de, divê em bi taybetî li ser rewşa siyasî, rêxistinî û dîplomasî ya Bakurê Kurdistanê bi hûrgulî rawestin; wezîfe û pêwîstiyên acîl yên derdikevin pêş careka din raxînin ber çavan.
Bêgûman kesên nêzîkî hevûdu ne û di warên siyasî û rêxistinî de weke hevûdu difikirin, dikarin di binê avayîyên siyasî de bicivin û bixebitin; xebat, têkoşîn û hewldanên rêxistin, partî, tevger, derdor û kesan ku ji bo tevgera neteweyî, demokratîk û çandî dikin gelek girîng in; herweha “hevkarîya” di nav 6 partî û rêxistên Bakurê Kurdistanê jî xwedî cihekî taybetî ye. Lê divê em pirs û pirsgirêkên neteweyî û demokratîk jî bi awakî vekirî û eşkere dîyar bikin û bixwazin bi hevûdu re li ser çareserkirina van pirs û pirsgirêkan rawestin.
Weke tê zanîn, gelek pirs û pirsgirêkên tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê hene; lê pirsa yekitîya siyasî, rêxistinî, hevkarî û “nûnertîya Bakurê Kurdistanê”, pirsa herî sereke û acîl e. Di vî warî de, heta îro hem di nav rêxistinan de û hem jî di nav derdor û kadirên siyasî yên serbixwe de, gelek xebat û hewldanên ji bo yekitî, hevkarî û tevkarîyan hatin kirin; hinek gavên pozitîf û kêrhatî jî hatin avêtin; tecrûbeyên cihêreng hatin jiyandin. Lê mixabin, ev hewldan û xebat, heta îro negîhaştin encamek demdirêj, misoger û berbiçav.
Teva hinek xet û rengên ne zelal, bi awakî giştî îro li Bakurê Kurdistanê du xetên siyasî yên ber bi çav hene:
1) Xet û siyaseta etegrasyona bi dewleta Turkîyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e. Mixabin ev xet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xeta herî xurt e û çi bigre hemû kanî, rûbar û cuhokên netewî dorpêç kiriye û rojev di bin kontrola wande ye. Bi gotinek din bêhn li partî, rêxistin û grûbên din yên neteweyî û kurdistanî çikandine û nahêlin nefesê bistîne!
2) Xeta din jî xeta neteweyî û kurdistanî ye. Lê mixabin ev xet, di warê rêxistinî û piştgirîya di nava xelkê de gelekî jar û hejar e.
Li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên di nav xeta neteweyî û Kurdistanî de ne, bi serê xwe nikarin mudaxeleyî pêvajoyê bikin, rojevê biafirînin û pêşengîya rojevê bikin. Herweha ev xet bi vê rewşa xwe nikarin temsîl û nûnerîya siyasî ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê bikin. Li aliyekî din jî li Kurdistan, Turkiye û Ewropayê gelek kadiren siyasî û xwedî tecrûbe hene ku xwe di nav vê xeta neteweyî û kurdistanîyê de dibîne, lê bi salan in ku di nav partî û rêxistinan de cîh negirtine. Partî û rexistinên hene, bi awakî giştî nikarin wan kadiran bikşînin nav refên xwe yên siyasî û rêxistinî; ew potansîyel di praktîkê de ji dervî pêvajoyê dimînin û nikarin rola xwe bilîzin.
Pirsgirêkek din jî ew e, ku partî û rêxistên hene, di giranîyê de, partî û rêxistinên “navoser û porsipîyan”ne; ew nikarin bi awakî ku pêwîstî jê heye ciwan û jinan beşdarî nav xabatên siyasî, civakî, çandî û rêxistinîyê bikin. Ev rastiyek tevgera Bakurê Kurdistanê ye û ji bo çareserkirina van pirsan, divê em awa û metodên nû yên xebatên siyasî, rêxistinî û civakî peyda bikin.
Bi awakî giştî, îro jî pêwîstî bi yekitî û rêxistinîyek neteweyî, demokratîk, girseyî ya hevbeş û kurdistanî heye. Bi gotinek din divê rêxistin, partî û derdorên siyasî yên li ser xeta neteweyî û kurdistanî tevdigerin û kadirên serbixwe yên dildar û dozdarên vê xetê ne, di nav partîyek eşkere, hevbeş, berfireh, girseyî û demokratîk de bigehêjin hevdu. Ev yekitî, divê li ser bingehê sentez û rêxistinek hevbeş bê ava kirin. Bêgûman partîyek weha wê bêtir bikaribe bawerîyê bide miletê Kurd; bi xebat û têkoşîna xwe ya li gor rewş û mercên tevgera neteweyî û demokratîk, wê bikarbe bibe hêvîyek nû û mudaxeleyî pêvajoyê bike
Em dizanin ku pirsa yekitî û avakirina partiyek li ser xetek serbixwe, neteweyî, demokratîk û kurdistanî ya hevbeş, pirsek piralî û ne hêsan e. Ji ber şert û merc, nakokî û berberîyên navxweyî û helwesta hinek rêxistin û partîyan, weha diyar dibe ku pêkanîna vê wezîfeya bingehî, di demek nêzîk de zahmet e. Lê ji hêlek din, jiyana siyasî û bûyer li benda me namînin; li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, şerekî piralî û dijwar, plan, berberî û reqabetek gelek mezin di nav gelan, dewletên heremê û dewletên mezin de berdewam dike. Herêma me û Kurdistan, ji bo gelek bûyeran “ducanî” ye û hergav dikare gelek bûyer, pêşketin û guherandinên nû rû bidin. Loma jî divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji van guherandin û bûyeran re amade be û bikaribe ji kês û firsetên derkevin holê îstîfade bike.
Di vê rewşê de; li Bakurê Kurdistanê, bê ku em pêwîstîya avakirina yekîtîyek siyasî, rêxistinî û girseyî ya hevbeş bidin alîyekî, pêwîstiya herî acîl ev e ku partî, rêxistin, derdor û kadirên siyasî yên di nav xeta neteweyî û kurdîstanî de ne, zûtirîn wext li ser esasê rastîya welêt û neteweya Kurd, dest bi xebata avakirina “temsîl û nûnertîyek neteweyî û kurdistanî ya hevbeş” bikin.
Nûnertîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê dikare di destpêkê li ser çend xalan bingehîn û hevbeş bê avakirin:
1) li ser çend armancên bingehîn û hevbeş yên siyasî,
2) li ser programek xebatê ku dikare li gor rewş û mercan bê guherandin û nûjenkirin
3) li ser awayê rêxistinîyek hevbeş ya li gor vê programa xebatê,
4) li ser birevebirina vê xebat û rêxistinîya sîwanî, hiqûqekî navxweyî; ango destûrek ku her kesî di praktîkê de jî girêbide.
Bêgûman, ev xal û hemû xalên din yên ku pêwîstî jê hene; nav û naveroka dawî ya vê “nûnertîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê”, dê di encama hewldan xebat û danûstendinên nav rêxistin, partî û derdorên siyasî de bêne zelal kirin. Di destpêkê de ev temsîl û nûnertîya Bakurê Kurdistanê dikare giranîya xwe bêtir bide ser xebatên siyasî, dîplomasî û lobîyên siyasî.
Ev temsîl û rêxistinîya sîwanî dikara hewildan; dikare xebat û pêvajoya yekîtîyek siyasî û rêxistinî ya ku bi beşdarîyek berfireh, avakirina partiyek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî û kurdistanî jî geştir bike; gelek kadirên serbixwe yên ku xwe di nav xeta neteweyî û kurdîstanîyê de dibînîn û di nav lêgerînê de ne jî beşdarî nav xebatek weha hevbeş bike.
Herweha, xebat û pêkanîna temsîlek weha, dikare ji bo partî, rêxistin û derdorên siyasî jî bibe qadek nû; kês û firsendek ku pêwêndiyên xwe bi xelkê re xurtir bikin û xebatên xwe yên siyasî, civakî û rêxistinî berfirehtir bikin.
Awa û metodên avakirina yekitî û rêxistinîyek hevbeş gelek girîng e!
Bi awakî giştî, di warê yekitî û hevkarîyan de, bi qasî çerçeweya siyasî; metod û awayên xebata ji bo avakirina yekitîyek weha jî gelek girîng e. Awa û metodên pêkanîna vê pêvajoyê, ji armancên lihevkirina programekê gelekî girîngtir e. Loma jî divê em bi hevûdu re metodeki li gor bejn û bala pêvajoyê peyda bikin. Bi taybetî divê em dûrî bîr û bawerîyên tenggirtin, jidervehiştin, liserferzkirin û ezezîyê bimînin.
Divê her rêxistin, partî û kadirên siyasî yên serbixwe, xwe di nav xebatek weha de bibînin; xebat û hewldanên bêne kirin weke xebat û hewlanên xwe bibînin; bê qeyd û şert, rêz û hurmetê ji hiqûq û destûra navxweyî re nîşan bide.
Kês û firsendên dîrokî her gav nayên ber derîyê me. Herêma Rojhita Navîn û Kurdistan di nav pêvajoyek gelekî dijwar û germ de derbas dibe û ji bo gelek bûyer, guherandin û pêşketinan “ducanî” ye. Di 25ê îlonê de, li Başûrê Kurdistanê miletê Kurd û kurdîstanîyên li wê derê dijîn, ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê wê dengên xwe bidin. Ev referandûm dikare bibe berbanga serxwebûna Başûrê Kurdistanê û kevirên sînoran ji nû ve bihûne. Loma jî; divê hemû partî, rêxistin, derdor û kadirên siyasî yên xwe di nav xeta neteweyî û kurdistanî de dibînin, li gor şert û mercên objektîf tevbigerin û xwe ji bo hemû bûyer û guherandinên dikarin rû bidin amade bikin. Ji bo welatekî serbixwe, neteweyekî azad û civatek demokratîk, wezîfe û pêwîstiyên îro dikevin ser milên me, divê em îro pêkbînin û nehêlin sibê; sibê dikare dereng be!
2017.08.01