Serrûpel Dosya Mîrê Bêgor! Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan (DOSYA)

Mîrê Bêgor! Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan (DOSYA)

Belav bike

Konê Reş

Werin. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geşdibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wîdihat givaştin.

Wî ji Stenbolê destpê kir. Di nav rewşenbîr û welatparêzên wê de mezin bû. Bi MêcerNowêl re li Kurdstana bakur geriya. Navê wîdi lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin. Li Almaniya xwendina xwe bir serî. Li Beyrûtêrojnameya Roja Nû û Stêr bi zimanê kurdîweşandin. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonêde zimanê kurdî parast. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir. Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, Barzanî jêxwest ku bibe cîgerê serok komara Îraqê, lêew razî nebû, bi tenê xwest ku bibemamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayêŞingalê de.  Û wî di kovara xwe Roja Nû, hejmara 11an, sala1943an de, li dor xwendinû nivîsandina zimanê kurdî wiha gotiye:

(Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanêxwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihevî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştêko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destêxelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirovketine vê medresê; di nav wan de xortênbîst salî û peyayên çel, çel û pênc salîhebûn. Ev di nav sê mehan de hînîxwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te destavêtê dibe rovî).

Dawî li Parîsê, di roja 04.12.1978an de, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya bira û pismamên xwe xatir xwest û ber dilovaniyaXwedê. Erê werin, werin piştî 39 salan em vîlehengê xwe bibîr bînin.

Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wîbibîr bîne.?! Di baweriya min de miletê kulehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhênxwe re bavêje, ew milet ne xercên jiyanêne.

Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawîkiriye û berî mirinê, wî termê xwe diyarîfakultên bijîşkî li Parîsê kiribû. Anku ew bêgor e! Rehma Xwedê li wî û tev neferênmalbata wî be. Û rehma Xwedê li canê tevlehengên Kurdistanê be. (BAS)