Serrûpel Nûçe Fermana girtina Qeys El Xezeelî derket

Fermana girtina Qeys El Xezeelî derket

Belav bike

Libnanê fermana girtinê a serkirdayekî milîsên Heşdî Şeibî derker, ku dijatiya mafên gelê Kurdistanê dike.

Li gor nûçeya rojnameya El Exbar a Libnanî, li ser daxwaza Dozgerê Giştî yê Libnanê Semîr Hemod fermana girtina Emîndarê Giştî yê milîsên Esayib Ehlî Heq Qeys Xezelî daye. Ji roja 15.01.2018ê ve artêş û hêzên ewlehiyê fermana girtina wî daye derî û firokxaneyan.

Dozgerê giştî yê Libnanê sedema biryara girtina Qeys Xezalî jî, ji ber bi awayek ne yasayî derbasî nava axa Libnanê bûye.

Di dawiya sala bûrî de, girtevîdyoyek belav bû, tê de Qeys Xezalî ligel serkirdeyên leşkerî yên Hizbulaha Libnanî li sînorê di navbera Libnan û Filestînê de bûn.

Ew rêveberê Heşdî Şeibî yek ji wan berpirsên Iraqê ye ku berdewam dijatiyeke bihêz li hember gelê Kurdistanê dike û milîsên wî jî destê wan di xwîna bi dehan welatiyên Kurd ên li Kerkûk û Xurmatû de hene. K24