Şahîn Bekir Soreklî: Kîbûna wî, Beşine ji Jiyana wî, Xebata wî û Hinek Baweriyên wî.
Omer Resûl (medaratkurd.com)
Wek şahsiwarekî gellekî jêhtî û xwedîtecrûbe, te li paytonên xwe dike û di rêyên janê û bêtaran, rêyên xebatê û têkoşanê re derbas dike; qonaxên demî di nav bêdengiya xwe de kurtewazî dike, bi bêhna axê û peyvên çîrokan li gundên dûr destjmêjê digire. Dibînî berê berhemên xwe ji bêtarekê daye bêtareke din, û her ku bedewiya gerdûnî di beşekî xwe de ji hev dikeve, nêzike navendên Xwedê yên mijûl dibe, û bi kenê li ser lêvên zarokekî lingên xwe bi ava rûbarên cengan dişoye û xwe fêrî sirûdên berbanga nû dikêye, dikeve nav wan, da ku bedewiya gerdûnî li çerxa çalakiya wê vegerîne û navendên Xwedê ji westabûna malwêran azad bike û ji nû ve ber bi dîlana li ber dengê daholên xudayî bade, bi baweriya ku berdewamiya di navbera pêlên deryayê, xwînderbûna ji erdê û ji bêvila asîmên hevgirtineke bêyî cudabûn e.
Û her ku di gerên xwe de hildikişe jorekê, serên hespên xwe berdide û wan ji qayîş û benên paytonan rizgar dike, da ku xwe bi tevahî bide ber nêçîra hêşiniya bêdawî ya asîmanê fireh û wê dilop bi dilop vegerîne nav tamar û lêdanên dilê xwe, da ku ji mehrecana hûrniherînên li çaviyên demsalên di navbera giravên zarotiyê û mijûliya bi jiyana dema me de bêpar nemîne.
Şahsiwarekî helbestvan e, Şahsiwarekî nivîskar e, Şahsiwarekî wergêr e, Şahsiwarekî rojnamevan e, bêjer e, mamoste ye, evîndarê zimanan e, çavdêrê bûyeran e, siyasetmadarê her çax û deman e, di parastina dîtina durist de xwedî prensîp e; serhişk e di lêgerîn û berevaniya rastiyê de. Di xweragiriyê de aram e, di şîrovekirina naverokê de rêk û pêk e, di dan-û-standinê de dilsoz e, hestnazik e, ji dayînê re derya ye, ji benderan re fener e, kelek û gemîyên rêwinda dikarin xwe lê bigirin, û li pêş hemî bahoz û reşebayan kela ye!
Me hatina wî ji nav kûraniya bajarên mijê dît, ji kûraniya rojên borî li Australya, li nîvê başûrî yê zemîna me, berên bêjimar ji baxçeyên xwe yên nîvê sedsalekê hilgirtine. Me ew li ber pêpelûkên “Madarat Kurd” rawestand, da ku wî bikin mêvanê baxçeyê wê û ji fîncaneke ji jîngeriya wî ya tiji ked û jan û destkevtin pê re vexwin û da ku em bi hev re serîkî li rawestekên jiyana wî xin, û dû re wî û hespên wî dîsa ji cîh û deman re berdin.
De fermo dest bi seyranekê di nav baxçeyên jiyana wî de bikin xwendevanên hêja.
———-
Beşê 1emîn
Bikaribî çend agahiyan derbarê kîbûna Şahînê Soreklî de bidî?
Şahîn Bekir Soreklî: – Şahîn Kurê Mihemed Elî Soreklî ye, ligor navê fermî “Muhemme Elî Bekir.” Bavê wî li herêma Kobanî bi navê “Soreklî” dihat nasîn û îroj malbata wî bi heman navî dihêt binavkirin. Navê “Soreklî” li wî hatibû kirin, çimkî dema xortaniya xwe ji herêma Swêregê hatibû Kobanî. Navê diya Şahîn Naylê bû, qîza Mihemed Elî Bozanê E’brûş, ku li gundê Mezra E’brûş cîhwar bû, gundê ku berê bi Sirûcê ve girêdayî bû û nuha bi dora 5 kîlometiran li rojavayî Kobanî ye. Şahîn jî li heman gundî ji day bû, ligor kutûga fermî, di meha 8emîn ya sal 1946 de.
-
Çi ji rojên destpêka zarokiya te di bîra te de maye. Bikaribî çend bîrhanînên wê demê bi me re parvebikî?
– Dema zarokiya min kurt bû. Bavê min pêdivî bi alîkariyê hebû, lewma ji rojên zarokiyê ve, her dema ne li xwendegehê bûm berpirsiyên mezin didan ser milê min. Ji rojên zarokiyê gellek kes û tişt û rûdan di bîra min de mane: xizmên me, dost û nasên ji me nêzik, hespa şê, segên me yên dilsoz, yekemîn pisîklêta min, motorsîkla min, cîpa ku min bêyî rêdana fermî diajot, yekemîn otomobîla ez ligel bavê xwe lê siwar bûm, dema xwediyê wê yê ermenî em rojekê biharê birin gundê me yê duyemîn, Dolîyê (Dolî Dax). Pêş her tiştî mirovên ji min nêzik di bîra min de ne: Xal û xalanên min, meriyên bavê min yên ji herêma Swêregê bi qaçaxî dihatin serîlêdana me, dostên bavê min, ku ez pê re diçûm serîlêdana wan, wek Bozan Begê, Feredûnê Hurço, cînarê ji gundê me ne dûr Mustefayê Mûsê, Mala Besrawî, Temoyê Midûr li Sûsanê, Zêdoyê El-Tipo û Hec Muslim (Zêdan Elî Temmo) li Şêranê û gellekên din di bîra min de ne. Gundên Deyşta Sirûcê, Qeracê Şêxan û rojavayê Kobanî di bîra min de ne. Şevên tarî, ku tê de dengê çekan ji ser sînorê ji gundê me ne dûr em ji xewê vediciniqandin, dema şer di navbera qaçaxciyan û leşgerên tirk de derdiket dihên bîra min, her weha ew berbanga ku tê de leşgerekî dirêjî bejnzirav xwe tev tifinga xwe ya dirêj ji aliyê Tirkiyeyê ve gîhand mala kalikê min (bavê diya min), leşgerekî hejar yê ku ta roja îroj dilê min pê dişewite. Bavê min leşgerê bêdeng bi cîpê bir Kobanî û radeste qişleya cendirmeyan kir û cendirmeyan li dû çend rojan ew radeste berpirsên aliyê tirkî irin.
Dihêt bîra min çiqa xembar dibûm her ku şer di navbera endamên malbatan de li gundên herêma Kobanî derdiket, hinek dihatin kujtin, hinek xwînî dibûn û kîna di navbera endamêm eşîran de bi salan didomand. Dawetên zewacê yên carne bi rojan didomandin û jimarên bilind ji xelkê herêmê beşdarê dibûn, dawetên bi dahol û zurne û govend û geşbînî hîn di bîra min de ne. Xembariya min ya li ser zewicandina xwîşkên min û keçên din di u’mrê zarokan de ligor erf û toreyên herêmê di bîra min de ye. Şîna li ser miriyan hîn di bîra min de ye. Ew cotkar û paliyên zimanxweş û dilsoz di bîra min de ne, kesên ku ligel belengaziya xwe jî ciwanmerd û mêvanhej bûn. Ew rojên berê yên xweş di bîra min de mane, tevî ku hinek ji wan carne ne weqa xweş û hêsan bûn jî. Ji wan rojan kesên delal her zindî di bîra min de dimînin, li ku bim jî. Çiqa herêma me ji aliyên nerênî ne vala bû jî, rojên zarokiya min li wê herêmê her xweş û şêrîn dimînin, çimkî aliyên herêmê yên erênî pirr ji yên nerênî bêtir bûn û civata herêmê ya wê demê bi tevahî ji civatên min dû re nasîn cuda bû.
-
Jiyana te ya dema zarotiyê di nav atmosfêreke bi tevahî kurdî de bû. Bikaribî behsa hinek aliyên wê rewşê bikî?
– Atmosfêreke (rewşeke) bi hestên evîndariyê dagirtî bû, lê di heman demê de ji hestên hesûdiyê, kînê û neyariyê ne vala bû. Bi şêweyeke giştî mirov di nav wê rewşê de aramiyeke hindirî û asayişî hest dikir, di nav kesên ku xwedîlêderketin û mazûvanî di nav wan de bêyî sînor bû. Mirovên civata wê demê kesên weha bûn ku yekî dikaribû pişta xwe bi dilsozî û hevalbendiya wan girê bide. Di nav wê civatê de mirov bi dengê Kurmancî diket xewê û bi dengê Kurmancî ji xewê hişyar dibû. Rewşeke weha bû, wekî ku ew herêm yeke bi serê xwe bû û kesên tê de wekî masiyên golekê bûn, ditirsiyan bi derçûna ji wê têk biçin. Herêmeke bi tevahî kurmancî bû, lê bi derbasbûna demê re rewşê dest pê kir hêdî-hêdî bihêt guhertin. Heye ku destpêka guhertinê dema yekgirtina Sûriyeyê û Misrê be sal 1958. Bêguman dawîhatina salên zarotiyê û destpêkirina salên xortaniyê jî rola xwe di hestkirina guherandinê de hebû.
-
Ji bilî Kurmancan komên din li Kobanî hebûn, wek Ermeniyan û Siryanan, bo nimûne? Dostaniya te bi wan re hebû? Navbera wan û Kurmancan çawa bû?
– Salên destpêkê yên zarokiya min jimareke bilind ji şêniyê Kobanî Ermenî bûn. Min gellekî ji wan hez dikir, jiyana bi wan re yeke aştiyane û dostane bû. Cîranên mala me ya li Kobanî hema-hema hemî Ermenî bûn. Ji dostên bavê min li bajêr gellek Ermenî bûn, wan û bavo bi hev re bi tirkî dipeyivîn. Ermenî xemla Kobaniyê bûn, mirovên bi pirranî aram, rind û karhej bûn. Cîraniya malbata me û yên wan yeke bi dilsozî û evîndarî bû, hîn hinek ji peyvên ermenî yên ez ji wan fêr bûm di bîra min de ne. Li Helebê jî dostên me yên Ermenî hebûn, bi encama karên bavê min û hevkariya bi Ermeniyan re. Ji dostên me yên li Helebê yek Dîkran Kextalyan bû, û endamên malbata wî; yên din şofêr û makînêst û pîşesaz bûn. Destpêkê gellek ji şofêr û makînêstên ji bavê min re kar dikirin Ermenî bûn. Min çiqa bîre dostên Ermenî û wan deman kiriye! Ji Kobaniyê çûn û li cîhanê belav bûn, çûn Helebê, Bêrûtê, Qibrisê, Ermnistanê, Ewropayê, Amerîkayê … Dû re pê hesiyam hinekên çûnî Ermenistana wê demê di bin sîwana komonîst de pirr poşman bû bûn. Yek ji malbatên ku li Kobanî cîranê me bûn li Australya peywendî bi min re danîn, hewl didan derkevin. Divêt bibêjim ku li dû derçûna min ji welêt pê hesiyam ku hinek bêhişan û zarokên tolaz neheqî li hinek Ermeniyan, yan keşeyên wan, kiribûn; êdî jimara wan jî sal bi sal kêmtir bû bû. Dema zarotiya min tiştekî weha nebû.
Ji Siryanan jî çend malbat hebûn, lê ne pirr bûn. Ji Siryanan berberê me yê delal Mecîd di bîra min de maye, her weha şagirtê wî Kerîm û qonderçiyê herî baş li Kobanî, ku mixabin navê wî ji bîra min çûye. I’zêrê cihû jî dihêt bîra min, ew, jina wî û qîza wan ya qelew Heyat. Mala wan li taxa me bû, li aliyê nêzikî kolana navenda bajêr ya ber bi Qehweya Karmên ber bi rojava dikişiya. I’zêr ta mirina xwe li Kobanî ma. Hîn tabûta cenazeyê wî ya li ser posta Lawo ber bi Helebê di rê de di bîra min de ye.
-
Gelo wê demê perwerde ji bo her kesî hebû, lê tenê ji bo yên ku rewşa wan baş bû?
– Xwendegeha sereta bo lawan hebû, ne bo keçan. Demekê xwendgeh bo keçan jî hebûye. Xwîşkên min yên ji min mezintir çûbûnê; bawer dikim li rojavayê mizgeftê li başûrê rûbarê bû û dû re şûna wê bû ‘Merkez Theqafî.’ Tevî ku polên beşê seretayî ji hemî lawan re vekirî bûn, hinekên belengaz, yan li gundan, nikaribûn lawên xwe rêbikin xwendegehê. Tenê yên rewşa wan ya aborî baş bû, yan malên meriyên wan li Kobanî hebûn dişandin. Dû re xwendegeh li hinek gundan jî vebûn. Ji gundê Mezrê, bo nimûne, tenê ez û brayê min muhemed diçûn. Maleke me li Kobanî hebû, Diya Muhemed, damariya min, li wir bû. Me hewl da brayê xwe Bekir jî bi xwe re bibin, lê me çi kir jî nedomand. Carekê piyên xwe li dora dîregekî gerandin û min kir-nekir, min nikaribû ji wir bilivînim. Li dawiyê ya wî bi ser ket û neçû.
-
Ji aliyê jiyana te ya şexsî ve, çi cudateî di navbera qonaxa xwendina seretayî li Kobanî û ya xwendina navend li Helebê de hebûn?
– Heleb rêya derçûna ji warê min, ku tê de hema-hema her kesî ez dinasîm, vedikir û ez digîhandim şûneke din, şûneke ku fersendên azadiya şexsî yên berfirehtir didan min. Tevî ku Heleb ji bo yên wek min ne şûneka bi tevahî namo (xerîb) bû jî, di navbera civatên her du şûnan de cudatiyên mezin hebûn, ligel ku civatên li Helebê bi xwe jî ji aliyê etnîkî, erdnigarî, civatî, aborî û perwerdeyî ve ji hev cuda bûn. Min wê demê ciwanên helebî bi pirranî cilq û ne ceddî didîtin. Di navbera şexsiyeta me ciwanên ji herêmên kurdî û wan de cudatî hebûn. Dihêt bîra min mamosteyê me Kamil Nasîf di polê de ji hinek zaroyên helebî re car li dû carê digot, “Law cilqî û neceddîtiya we bêsînor in! Law hinek xwendekar ji bo fêrbûnê ji deverên dûr hatine; nehatine wek we dema xwe wenda bikin.” Em ji aliyê şexsî ve ji wan girantir û ceddîtir bûn. Mixabin di nav xwendekarên helebî de hevalên min yên nêzik nebûn, hevalên nêziktir Kurd bûn, bi taybetî yên ji Kobanî. Dizanim di vî warî de tawan bêtir ya min bû, ne ya hevalên E’reb. Ez ne kesekî weha bûm ku dikaribû, yan dixwazt, zû bi zû xwe ji kesên nenas nêzik bike. Ew a’deta demeke dirêj bi min re ma.
Heleb ez fêrî gellek tiştan kirim, yek ji wan ya xwebirêvebirinê û bixwebaweriyê, çimkî li derveyî herêma ez lê mezin bûm û di nav yên xwe de bûm bû. Li Helebê em fêrî çûna dîtina fîlmên nû, şevbirkan û şûnên demderbaskirinê bûn û Heleb şûna “perwerdekirina” me ya cinsî jî bû, li wir bû ku peywendiya nêziktir ji bo yên wek min bi jinê re pêkan bû.
Rastiyê bixwazî, ez li Helebê bi encama kurdbûna xwe rastî çi neheqiyan nehatim. Erê, di nav mamosteyan de hinekên şoven hebûn, lê di nav wan de yên pêşverû û ji bo Kurdan pişgir jî hebûn. Hinekan ji wan, wek Lutfî Rehwan bo nimûne, aşkere piştgiriya Kurdan, heta şoreşa kurdî li başûr, dikirin. Min carê bihîst ji komeke xwendekaran re dibêje, “Kurê min wir Kurdistan e, şûneke bi her awayî ji aliyê e’rebî yê Îraqê cuda ye.” Cudakirina hebû ji aliyê muxaberatan ve bû, dema kesek bi çalakiyên kurdewariyê yên siyasî radibû, bi taybetî di qonaxên ku hevsar di dest aliyên şoven de bû. Mixabin carne muxbirên muxaberatan kesên Kurd bûn û hinekan ji wan ji bo sedemên corbicor bêbextî li nasên xwe dikirin. Wek xwendekarên Kurd tirsa me ji kesekî nebû, ji bilî muxaberatan. Bi taybetî li dû veqeta Sûriyeyê ji Misir, ji bo demekê em ji aliyê siyasî ve bêtir serbest bûn. Qe ji bîra min naçe, dema min li başûrê Helebê (Sal 1964, pola 11emîn, dema fêrbûna leşgerî ya “Futuwwê”) sîlleyek li hevalekî Helebî xist, ji wî û Ebdunnasir re gotinên xirab kirin, dema ji min xwazt ku transîstora xwe bidimê, da guh bide axaftineke Ebdunnasir. Bi salan li wê kirrayê poşman bûm û min digot xwe, “Xweziya li wî hevalî rast bihatama, da ku lêborînê jê bixwazim!” Di serîlêdaneke Kobanî de, li şûna şîngirtineke li Mikteleyî, min bihîst Fuad Hecî Şahîn, yê ku wê demê bi me re li “Futuwwê” bû, vê rûdanê ji hinekan re dibêjêye.
-
Ji aliyê hestên niştimanî ve, bandora kê li te hebû? Tu endamê Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyê bûyî?
Salên zarotiya min hestên niştimsnpererweriya siyasî pirr kêm bûn. Em di nav atmosfêreke kurdî de dijîn, bi ziman, erf û toreyên kurmancî, lê hestên neteweyî li dû vegera Mustefa Barzanî ji Yeketiya Sovyêtî, bi taybetî li dû şoreş û şerê çekdar li “Kurdistana îraqê,” wekî ku wê demê dihat binavkirin, dest pê kirin (dawiya salên pêncehan û nîvê yekemîn ji salên şêstan). Wek dihêt bîra min, yekemîn kesê ku ji bo siyasetê peywendî bi min û dostine min re danî Osman Şêx Xidir bû, ji Helincê; heye ku dema ez di pola 7emîn de bûm, dawiya salên pêncehan. Dihêt bîra min navnîşana firoşgeheke pirtûkan li Helebê da me û navê hinek pirtûkên marksî ji me re nivîsandin.
Li Helebê ez û hevaline ji Kobanî rastî ciwanên ji Cizîrê û herêma Çiyayê Kurmênc hatin. Heye ku Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyeyê rêxistina kurdî ya tenê bû wê demê. Endamiyeke siq û bi çalakiyên rêk û pêk nahêt bîra min, lê carê ez, û bawer dikim Cum’a salih û Fadil Axcan, li mala kurdekî, heye ku ji herêma Çiyayê Kurmênc bû, beşdare êvareke pîrozkirina Newrozê bûn. Çalakiya tenê ya ji bo partiyê pê rabûm birina jimareke ji belavokan ji Helebê bo bajarê sûrî Laziqiyye bû, ku Fadilê Hec Sewê (Fadil Xelîl) organîze kir.
Ez nozdeh salî ji Sûriyeyê derketim. Li Otrîşê (Nemsa) çi çalakiyên min yên siyasî nebûn, lê li bajarê almanî Mûnşin (München) beşdare jimareke ji kombûnan bûm ligel xwendekarine kurd yên ji her sê beşên din. Sal 1973, dema dora salekê li Berlînê bûm, bi Ferhad Ibrahîm (ji Amûdê) û hevalekî ji Çiyayê Kurmênc re beşdare çend kombûnên rêxistina PDKS bûm. Li Australya qonaxeke nû di jiyana min de dest pê kir. Li zanîngehê bi serê xwe, wek kurdekî, ya ji dest hat min ji bo nasandina Kurdan û piştgiriya mafên wan dikir, ta ku me sal 1979 yekemîn komeleya kurdî li Sydney damezirand û ez dora şeş salan serokê wê bûm… Ji wê demê û şûn ve xebata min ya siyasî ji bo piştgiriya doza neteweyî ya hemî beşên welêt, bi taybetî li başûr û bakur, her ku çû zîztir bû; ne pêkan e di vê hevpeyvînp de tevahiya wan çalakiyan têxînim nav rêzan.
-
Her mirovekî tecrûbeyeke xwe ya evîndariyê (eşqê) heye. Gotineke kurdî heye bi wateya Darek tune ku bê ew nehejandiye. Gelo di demên ciwaniya te de bê dara te jî hejandibe?
– Ligel ku stranên me yên gelêrî bi serpêhatiyên evîndariyê/eşqê mişt in û tevî ku her kesî ji wan stranan hez dikir jî, eşq û evîna aşkere ya lawekî bi keçekê re salên destpêka ciwaniya min di nav civata min de tiştekî tehlûke bû. Dikaribû bibûya sedema kujtina kesan. Lewma, evîndariya lawan û keçan di dilên wan de nehênî dima. Bêguman hestên evîndariyê ji bo hinek keçan di dilê min de dikeliyan, lê ji dûr ve, bêyî heta tevaxaftineke bi dizî. Bo nimûne, demekê min ji keçeke Ermenî hez dikr û bawer im wê jî ji min, lê me newêribû nêzike hev bibin. Axaftina lawekî bi keçekê re wek kiryareke bi şermezarî di civata min de dihat dîtin. Tenê ji dest min hat êvarekê bi dizî tûrikekî tiji fistiq ji pencereya mala wan derbas wê bikim. Dihêt bîra min Kurdekî ku mala xwe ji ya mlbata keçê nêzik bû, li nik bavê dostekî min gazinc kiribûn, ku ez bi motorsîkla xwe “pirr” di taxa wan re derbas dibim. Li Helebê rewş cuda bû û fersend bi dest ket ku nêzikî di navbera min û hinek jinan de çêbibe, lê evîndarî nebû. Li Ewropeyê rewş bi tevahî hat guhertin û ez ketim nav civatên ji yên rojhelatî cuda, lê şop û bandorên civata ez di nav de mezin bûm kurtedemekê bi min re man. Destpêkê min fedî dikir, şerm dikir, bi jinekê re biaxafim, heta ji bo sedemên peywendî bi evîndaiyê re nebû. Lê dirêj nekir û ez fêrî tevaxaftina bi keçan û jinan re bûm. Li Otrîşê û Almanyayê peywendiyên ji nêzik ve di navbera min û hinek dostên keç de hebûn, lê nebaşbûna rewşa min ya aborî û nebûna “istiqrarê” rê li kûrtirbûna hestên avîndariya bi dostekê re dibirrîn, ji bilî keçeke almanî re. Hatina min ya Australya em neçar kirin benê wê peywendiya evîndarî bibirrin, ji hevcudabûneke a’tifî ya xembar bû. Li Australya qonaxeke nû û cuda di jiyana min de dest pê kir û ez bi dora sê salan li dû gihîştina wir zewicîm. Tiştê seyr ew e ku pirraniya hevkarên min, hem di karê bi wezareta perwerdeyê de û hem di karê bi Dezgeha Ragîhandinê SBS re jin bûn. Rêza min ji wan re wek hevkar û wek berpirs bilind bû û bi derbasbûna demê re cudakirin ji bo min di navbera hevkarekî peya û hevkareke jin de nema.
Beş 2
-
Tu yek ji kesên yekemîn bûyî ku ji Kobanî bo xwendina bilind çûn Ewropayê. Tu çûyî ku, te li ku xwend û xwendina te ya bilind di çi beşan de bû?
– Dema bidestxistina “bekelorya,” belgehnameya li dû kutakirina pola 12emîn, min dil hebû ji bo xwendina bilind biçim Ewropayê. Yekemîn pejirandina xwendina akadêmî ji Zanîngeha Medrîdê bû. Dema gihîştim Viyena dostê hêja Sadiqê Hec Sewê (Sadiq Mella Xelîl) , yê ku wê demê pijîşkî li wir dixwend, pêşniyaz kir ku li şûna Medrîdê li Viyena bimînim. Alîkariya min kir ji bo qeydbûna di xwendegeha fêrbûna zimên û dîtina şûneke lêmayînê di maleke xwendekaran de (Europa Haus). Dû re Zanîngeha Viyena ez rêkirim xwendegeheke taybet li Mödling ya li başûrê Viyena, ya ku xwendekarên biyanî ji bo xwendina bilind amade dikirin. Xwendegeha ji bo salekê bi peran bû, xwarin û razan jî li wir bûn. Min nîvê yekemîn bi serkevtin kuta kir. Di nîvê salê de Zanîngeha Graz, bajarekî li rojhilatê Otrîşê, bêyî merc ez ji bo xwendina bilind pejirandim. Min şaşiyeke mezin kir, dest ji xwendegeha li Mödling berda û çûm Graz, ji bo xwendina beşê siyaset û ekonomiyê. Dirêj nekir pê hesiyam ku zimanê min yê almanî hîn têre têgihîştina rind ji mamosteyên polên akadêmî nake. Ez vegeriyam Viyena û ji wir çûm bajarê almanî Mûnşin, Mûnîx. Min nîvsala akadêmî li Zanîngeha Mûnşin bi serkevtin kuta kir, lê rewşa min ya aborî êdî gihîştibû binê sifrê, çimkî pereyên ji bavê min dihatin hema-hema bi carekê ve hatibûn birrîn. Ne zêdekirin e ger bibêjim carne min pirraniya rojê birçî derbas dikir. Di nîvê duyemîn yê salê de ji nişkan ve telegrameke ji balyozxaneya australî ez agahdar kirim ku vîzaya bo çûna Australya ji min re derketiye û ew ê bilêta firrokê jî bidin min (Çend mehan berê beşdare hevpeyvîneke li balyozxaneya australî ya li Viyena bû bûm, bi mebesta çûna Australya, lê min êdî ji bîr kiribû). Ev jî çîrokeke xwe heye; em wê li şûn bihêlin. Bi kurtî, dawiya meha 10emîn ji sal 1968, yanê bi sê salan li dû derçûna ji Sûriyeyê, gihîştim Sydney. Dema gihîştina firrokxaneya Sydney di beriya min de du dolarên australî mabûn, ji 100 markên min li Almanya ji dostekî deyn kiribûn. Min weha bawer dikir, ez ê salekê yan du salan li Australya kar bikim û dîsa vegerim Almanya ji bo kutakirina xwendina bilind, lê wek helbestvanekî E’reb gotibû, ‘’… Ba ligor meraqa keştiyan naçe.’’ Lê heye ku bicîhnebûna vê hêviyê îcar li berjewendiya min bû. Sal 1973 hewldana min ya dawîn bû ji bo xwendina li Almanya, dema bi jina xwe re nêzikî salekê li Berlînê mam, lê Robyn li wir ne şad bû û me biryar girt dîsa li Australya vegerin. Min êdî vegera li Ewropayê ji serê xwe avêt û destpêka sal 1974 li Zanîngeha Macquarie ya li Sydney dest bi xwendina bilind kir. Li dû çar salan, dawiya sal 1977 min xwendin bi wergirtina du belgehnameyên akadêmî (Baçelor of Arts/Diploma of Education) bi serî kir. Naveroka belgehên akadêmî xwe e’leqedare mijarên bi zimanên înglizî û almanî ve girêdayî dikirin, her weha wêjeya almanî, felsefeyê, siyasetê, mijarên perwerdeyî, mamostetiyê û fêrkirina zimanan.
-
Xwendekarên Kurd bi te re hebûn?
– Li Mödling du xwendekarên ji başûrê Kurdistanê hebûn, Hikmet û Şehîr. Çi çalakiyên me yên siyasî nebûn. Li Graz min xwendekarekî bi navê Kemal, ji herêma Çiyayê Kurmênc, nas kir. Li Mûnşin rastî xwendekarine Kurd hatim, yekî ji bakur, yekî ji başûr û du yan sêyên ji rojhilat. Me carne hev didît û em bi hev re beşdare çend kombûnên siyasî yên Rêxistina Xwendekarên Kurdistan jî bûn, lê hemî ji nifşê pêş min bûn, berî min hatibûn Ewropayê û hinek bi almaniyan re zewicîbûn.
-
Tu ji welatekî ku ji aliyê mercên perwerdeyî, pîşesazî, ekonomî û hinek aliyên şaristanî ve wek Ewropayê pêş nekevtibû çûyî dewleteke ewropayî. Cudatiyên mezin di navbera Sûriyê û welatekî wek Otrîşê (Nemsa) de hebûn. Çi cudatiyan bala te kişand ser xwe? Bikaribî çend nimûneyan bidî?
– Li rawesteka trênê ya Viyena min ji şofêrê taksiyê pirsî ka ew ê bi çend Şillingan (pereyên welêt yên wê demê) bigihîne şûna min dixwazt biçûmê? Şofêr tiliya xwe dirêje hacetê pîvan û jimartinê kir. Têgihîştim ku bazarkirin li wir tune. Bi pereyên gîhandina min sê palî li Kobaniyê dê ji rojhilat ta rojava bixebitiyana. Vê yekê ez veciniqandim. Ez zû pê hesiyam ku bi 300 lîrayên bavê min dê meh bi meh rêkirana, divabû ez pirr miqayit bim da ku bikaribim xwe bi wan îdare bikim. Bi min weha hat ku ma’mûrekî, yan karmendekî mûçebaş li Otrîşê ji hinek axayên Kurdan û “dewlemendên“ Sûriyeyê baştir dijîn. Azadiya rojnameyan, serbestiya xelkê, peywendiyên di navbera jinan û mêran, û keçan û lawan de; her weha ji disîplîna xelkê ya derbarê rêzgirtina ji demê re, ketina dorê, pakhîştina kolanan û şûnan, bêdengiya li hinek şûnên giştî, kêmbûna pevçûnan û lihevxistinê, nebûna bertîlan (rişwetê) … gellekî bi min balkêş hatin, ne wek li Sûriyeyê bûn. Min ji xusetên wê demê yên endamên wê civatê, ewên min wek erênî didîtin bêguman, pirr hez kir û biryar girt di qonaxa destpêkê de xwe ji rojhilatnavîniyan bi dû xînim, da ku bikaribim fêrbûna zimanê almanî zûtir bikim û ji xusetên baş sûdê bi dest xînim. Bêguman xerîbiyê ez xembar dikirim û min bîre endamên malbatê û dostan dikir; bandorên bidûrketinê rojên destpêkê bi jan bûn, lê mirov bi demê re fêrî guhertinan dibe û jiyan didomîne. Bi kurtî, mercên civatî, ekonomî û siyasî ji gellek aliyan ve ji yên li Sûriyeyê cuda bûn.
-
Di aqonaxa xwendina bilind de dijwariyên li pêş te çi bûn, xwe bi zimên ve girê didan, yan bi alîne din ve?
– Zanîna zimên bêguman ji bo serkevtina di xwendina akadêmî de gellekî grîng e. Destpêkê ew dijwariya hebû, lê min ji almanî hez kir û zanîna xwe pêş ve bir. Mezintirîn dijwariya li pêş min xwe bi kêşeya aborî ve girê dida. Ji bo pirsa pereyan min nikaribû xwe bi tevahî bidim ber xwendinê; ji aliyê derûnî ve jî bandora kêmbûna pereyan hebû. Vê yekê bandora xwe her weha digîhand peywendiyên bi dostan û hevalan re, çimkî gellek caran min şerm dikir bi wan re biçim xwaringehan, qehwexaneyan û şûnên demderbaskirinê. Neçar dibûm carne li karekî bigerim, ligel ku kardîtin ji bo me, wek xwendekarên biyanî, ne hêsan bû. Dema min karek didît rewşa aborî piçekî baştir dibû, lê îcar bandoreke nerênî li proseya xwendinê dikir. Mixabin wê demê derbarê derfetên daxwaza alîkariyê ji hukûmetan û dezgehan de ne agahdar bûm û serbilindiya min jî nedihîşt xwe li wê yekê deynim. Lewma, li dawiya dawiyê min biryar girt biçim Australya.
-
Li derveyê zanîngehê te xwe ji aliyê şexsiyetê ve wek kesekî didît, yan wek nûnerekî gelê kurd?
– Bi kurtî, min xwe wek berpirsê xwe û kiryarên xwe didît, lê di heman demê de, wek endamê gelekî ku ne dewlet hebû, ne jî heta balyozxaneyeke li derve, min xwe wek nûnerekî gelê xwe hest dikir. Min hewl dida nimûneyeke baş bim ji bo Kurdan û xwe bi serbilindî wek “Kurd“ dida nasîn. Min şîret li ewên xwedî sinçiyên xirab dikirin, ku bila navê Kurdan xirab dernexin, ta wê radeyê ku kesekî carê gotibû, “Ma polîsê Kurdistan e?“
-
Civata ewropayî wê demê bi çi çavan li biyaniyan diniherî; dan û stendina wan bi biyaniyan re çawa bû?
– Bi şêweyeke giştî, li Otrîşê û Almanyayê dan û stendina bi xwendekaran re ji ya bi karkeran re baştir bû. Du-sê car ne tê de, ez bi xwe rastî kiryarên nijadperestî derheqê min de nehatim. Yek ji wan du-sê caran li Mûnşin bû, dema serxweşek bi pê min ket û her got, “Biçe welatê xwe.“ Dihêt bîra min, li dû çend gavan ez lê vegeriyam û min sîlleyek li rûyê wî xist. Min ji du polîsên ber bi me hatinî re sedem şîrove kir û wan dest nedan min. Wê demê welatine ewropayî hewcedarên karkerên biyanî bûn. Destpêkê hema-hema hemî Kurdên li Ewropayê ji bo xwendina bilind li wir bûn. Dû re, di salên şêstan û heftêyan de gellek Kurd bi refên karkerên tirk re gihîştin welatên ewropayî.
-
Zihniyet û sinçiyên xelkê ligor şert û mercên civatan dikarin ji hev cuda bin. Wek Kurdekî, yan wek kesekî ji herêma Rojhilatê Navîn, gelo tu ji vî alî ve rastî çi dijwariyan hatî?
– Wek min got, gellek ji sinçiyên xelkê wan welatan li xweşiya min hatin û min hewl da ligor şert û mercên ewropayî jiyana xwe bi rê ve bibim. Bêguman dem divêt, ta mirov bikaribe xwe ji şop û bandorên civata berê azad bike. Ji aliyekî din ve, kurdbûna me bûye beşekî ji me û qedera me û xweazadkirina ji bandorên kurdbûnê hema-hema ne pêkan e. Jê pê ve, dema mirov dikeve nav civateke nû, endamên wê civatê zû bi zû wî kesî bi tevahî wek yekî ji xwe napejirînin, bi taybetî ger rengê xwe, paşerehên xwe û şêweya axaftina xwe ji yên wan cuda bin. Ev ne tenê ji bo civatên ewropayî weha ye, lê her weha ji bo civatine din, civatên kurdî jî di nav de. Dijwarî ji vî alî ve dikarin li her derê hebin, û li Sûriyeyê jî ne hindik bûn, lê van dijwariyan ligr demê û şûnê dikarin ji hev cuda bin. Ji çakbextiyê van şêwe dijwariyan astengên mezin li pêş proseya jiyana min bi cîh nekirin. Pirraniya kes û komên ez ketim nav wan ji bo min rêzgir bûn û bûm xwediyê gellek dostan û hevkarên xoşewîst. Ev wê wateyê nade ku min dan û stendina bi her kesî re wek yeke îdyal û çak dît, ne jî wê wateyê dide ku her kesî ez wek dostekî hêja dîtim. Min bi xwe bi dan û stendina hinek kesên ez di rêya jiyana xwe de li wan rast hatim hez nekir, di nav wan de Kurd jî dê hebin. Bêguman hinekan dê ji dan û stendina bi min re jî hez nekiribin. Tiştên weha xwerisrî ne, normal in.
-
Bikaribî serpêhatiyeke balkêş ku tu lê rast hatî ji me re ragihînî?
– serpêhatiyên balkêş pirr in, du ji wan:
-
Di hefteyên pêşîn de li Viyena carê li navendeke ciwanan bi keçeke zimanxweş re dipeyvîm. Hema li dû kurtedemekê min li çavan niherî û got, ”Ez ji te hez dikim.” Keçik bişirî û got, ”Te hîn pêş çend xulekan (deqeyan) ez dîtim û tu min nedinasî. De çawa ji min hez dikî?” Rûyê min ji şermê sor bû û min şaşiyeke weha nema dubare kir.
-
Dema telegrama pejirandinê ji balyozxaneta australî gihîşt min û min biryar girt dest ji Almanya berdim, çûm ofîsa zanîngehê da ku berpirsan agahdar bikim û raporta derheqê proseya xwe ya akadêmî de bi dest xînim. Mamosteyekî min xwazt min bibîne, û dema min jê re şîrove kir ku dê biçim Australya, li min hêrs bû û got, ”Australya li kûna dunyayê ye Şahîn! Tu dê çima dest ji xwendina xwe berdî û biçî wî welatê dûr? Min jê re sedem şîrove kir, ku rewşa min ya aborî pirr xirab e… Profesor got, here û sibe filan demê were min bibîne. Roja din ji min re got, ku bi çend hevalên xwe re derheqê min de axaftiye û wan li hev kirine ku meh bi meh pereyên ji bo jiyana min pêswîst bidin, ta ku çareyekê ji kêşeya min re dibînin. Hêstir bi çavên min ketin û profesorê hêja çi got jî, min nepejirand. Li derve ez bi kerrî giriyam û min digot xwe, “Ha Şahîno! Bavê te xwediyê zeviyan, traktoran, patosan … û nizanim çi ye; tu jî li Ewropayê bûye wek parsgeran, xelk dê ji te re ‘sedeqeyan’ berhev bikin! Nuha, dema ew serpêhatiya dihêt bîra min, serê xwe dihejînim û bi ehmaqî û serbilindiya xwe ya wê demê dikenim.
Beş 3
-
Tu bi keçeke biyanî re li Australya zewicî. Kengê bû? Te çawa nas kir?
– Ji bîr meke ku yê “biyanî“ wê demê ez bûm. Hinek cînarên mala keçê tenbe li bav û diya wê kiribûn ku bila miqayit bin, çimkî bawerî bi hinek biyaniyan nabe… Bavê wê John Hyde 3 salî bi malbata xwe re ji Îngliztanê hatibû Australya û malbata diya wê ji mêj ve li Australya bû, ew jî ji paşerehên înglizî ye. Min Robyn (Min navê wê neguhertiye wekî hinekan texmîn kiribû, navekî înglizî ye) li bajarokekî biçûk, li bakurê Sydney, nas kir. Wê demê li şûneke bi navê Kurri Kurri çend mehan li nik şirketa kamiyonên almanî MAN di kar de bûm. Em sal 1971 zewicîn û ev bûn nêzikî 48 salan em bi hev re ne. Du kurên me û çar neviyên me hene.
-
Zewaca te bi qayîliya malbata te ya li Kobanî bû? Daweta zewacê çawa bû?
– Dihêt bîra min, min ji endamên malbata xwe re pêşniyaz kir ku bûkekê ji min re bibînin. Lê bavê min qelen, erf û toreyên Kurdan hanîn bîra min û ji min xwazt ku ji bo vê mijarê biçim welêt. Di nameyekê de ji min pirsîbû: ”Kurê min, kî li herêma Kobanî dê qayîl bibe ku qîza xwe bi tenê têxe teyyarê û ji bo zewacê bişîne welatekî li dawiya dunyayê?” Min dît mafdar e û min ji wan xwazt dest ji vê mijarê berdin … Kesek ji malbata min ne li dij zewaca min bû. Dema Robyn cara yekemîn bi serê xwe çû serîlêdana malbata min, bavê min bi rêya wergêr hêja Mehmûd Ramî gotibûyê, ”Bi Şahîn ra wefadar be ha!” Ez keniyam dema Robynê dû re ji min re got.
Zewaca me ligor erfên ewropayî bû, gellek dostên malbata Robynê û xizmên malbatê beşdar bûn. Ji aliyê min ve Fadil Sulêman (Fadilê Axcên), Ehmedê Mişe’nnabî û dostekî helebî li zemawenda zewacê bûn. Cara yekemîn bavê min û hinek endamên malbatê ez û Robynê li Bêrûtê dîtin (1973). Ez nikaribûm biçim Sûriyeyê, çimkî Dadgeha Asayişa Dewletê ya Bilind dixwazt min bide dadkirin, ”ji bo endamiya di rêxistineke nehênî ya kêşeyên nijadî germ dike” de, ligor dadgehê. Di serîlêdana Robynê ya yekemîn de muxaberatan berbanga sibehekê avêtibîn ser mala me ya li gund, li min pirsîbûn, hemî tiştên Robynê velo kiribûn û pirsîbûn ger bavê wê Cihû ye… lê rûdan bi selametî derbas bû bû, ji bilî destdana ser dûrbîna bavê min û girtina zavayê me, bi rehmetî mistefayê Xidê, ji bo dîtina dabençeyekê di bin balgîhê wî de.
-
Li dû zewacê te çi kir, te kar kir yan li xwendina bilind vegeriyayî?
– Li dû zewacê em li Sydney bi cîh bûn. Destpêkê min wek makînêst di şirketeke firotin û tamîrkirina otomobîlên Volkswagen de dest bi kar kir. Robynê jî carne di ofîsên şirketan de kar dikir. Ez her weha hefteyê 2-3 şevan bi karên din ve mijûl bûm di klûban de, yan ji bo kurtedemekê wek şofêrê taksiyan. Li dû vegera ji Ewropayê (1973) min destpêka sal 1974, wek min li jor ragîhand, li Zanîngeha Macquarie ya li Sydney dîsa dest bi xwendina bilnd kir û li dû çar salan, dawiya sal 1977, xwendina akadêmî bi serî kir.
Destpêka sal 1978 min li xwendegeheke keçan û lawan, li herêmeke rojavayê Sydney (Casula), wek mamosteyê zimanê almanî bo polên 7-12 dest bi kar kir. Li dû nêzikî du salan wezareta perwerdeyê karê amojgariya perwerdeyî (murşid theqafî) û pirrçandiyê li wezaretê bi xwe, li navenda Sydney, da min, ji bo destpêkirina fêrkirina zimanan di xwendegehên sereta de, perwerdekirina mamosteyên fêrkirina zimanan û amadekirina matiryalê ji bo wê mebestê pêwîst. Li dû dora pênc salan di wî karî de, min biryara vegera li mamostetiyê da, çimkî şûna vî karî ji mala min dûr bû. Xwendgeha navend ya keçan (polên 7-12) li herêma Bankstown, nêzikî mala min wê demê, bi dest min ket û ez bûm mamosteyê zimanê almanî û zimanê înglizî wek zimanê 2yemîn. Li dû derbasbûna demekê, jimara keçên ji paşerehên lubnanî dest pê kir li vê xwendegehê zêde bibe. Mudîra xwendegehê ji min pirsî ger bixwazibim poleke zimanê e’rebî bo xwendekarên pola 7emîn bi rê xînim û min pejirand. Sal bi sal polek li ser wê polê zêde bû ta ku ew ziman ji pola 7emîn ta ya 12emîn ket wê xwendegehê. Ji sal 1996 ta dawiya sal 2004, dema teqaîtiya min, ez wek ma’mûrê wezareta perwerdeyê ji bo peywendiyên xwendegehan û xwediyên xwendekaran, û ji bo serpereştiya dewama xwendekaran li dora bîst xwendegehan di kar de bûm û wezaretê ji bo vî karî otomobîlek jî dabû min. Bi tevahî ez 26 salan wek karmendekî ji bo wezareta perwerdeyê ya herêma NSW mam. Di ber re, min hefteyê du yan sê şevan mamostetiya zimanên înglizî bo koçberan, yan almanî, yan e’rebî ji bo kolêjên êvarê dikir. Di vê qonaxa jiyana xwe de ez pirr û pirr mijûl bûm. Ji bilî karê ji bo jiyanê û ji bo malbatê, min karê siyasî jî dikir; û sal 1982 min dest bi rêvebirina bernameyek radyo ya hefteyî kir, li Radyoya bi navê 2SER FM, bi zimanên kurdî û înglizî, ku bawer im nêzikî du salan domand. Jina min Robyn, xwarzêya min Mayada Kordy û dostine australî û Kurd alîkariya min dikirin. Sal 1984 Dezgeha Taybet bo ragîhandinê bernameyeke fermî di Radyoya bi navê 2EA de da me, dezgeha ku dû re wek SBS hat binavkirin. Ta nîvê sal 2015, yanê bi dirêjiya 31 salan, ez wek berpirs û birêvebirê wê bernameyê mam û dawiya hefteyan pê ve mijûl bûm. Roza Germiyan (malbat kerkûkî ye) û Mayada Kurdî Xelîl (malbat kobanîyî ye) nuha wê bernameyê bi rê ve dobin, hefteyê du sa’etan, û bername digihê seranserê bajarên Australya.
-
Di vê qonaxa demî de, tu qe çûyî serîlêdana Ewropayê? Ger erê ji bo çi?
– Ez gellek caran çûm serîlêdana welatên ewropayî, carne wek tûrîst û carne ji bo domandina peywendîgirêdana bi ziman û çanda almanî re. Du caran jî ji bo rola wergerandina di cîh de çûm beşdariya di konferansan de, carekê li Parîsê (10/1989) û carekê li Sockholm (03/1991). Wek min ragîhand sal 1973 ji bo çend mehan li Berlînê bûm. Pêş dest bi mamostetiya zimanê almanî bikim (dawiya 1977/destpêka 1978) wek mêvanê Enstîtuya Goethe li Iserlohn, Almanya, beşdare kûrsekî taybet bûm, bo mamosteyên zimanê almanî.
-
Bi encama jiyana li welatên cuda, bêguman zimanên wan welatan dizanî. Tu bi kîjan zimanan dizanî?
– Zimanê min yê makî Kurmancî ye. Di salên zarotiyê de fêrî Tirkî jî bûm, çiqa ne bi fêrbûneke dibistanî ya rêk û pêk be jî, berê ji xoceyekî tirkman û ji zaroyên malbateke tirkman, ku cotkarî ji bavê min re dikir; dû re ji Ermeniyên bi bavên min re dost yan hevkar bûn. Xwendina ji pola 1emîn ta ya 12emîn bi E’rebî bû. Ji pola 7emîn ta ya 12emîn li xwendegehê fêrî înglizî dibûm. Di polên 11emîn û 12emîn de her weha fêrî fransî dibûm, lê fransiya min dû re pêş ve neçû. Li Otrîşê, Almanya, û li zanîngehê, fêrî Almanî bûm. Li Australya zimanê fermî Înglizî ye û xwendina akadêmî her weha ta radeyeke bilind bi Înglizî bû. Min li derve xwe fêrê axaftin û xwendina bi Soranî jî kir. Tevî ku bavê min ji paşerehên zazakî bû jî, mixabin fersenda fêrbûna dimilî bi dest neket. Ji zimanan pirr hez dkim. Çi heyf ku jiyan kurt e. Yek ji zimanên jê hez dikim Îtalî ye, lê mixabin tenê bi çed peyvan û hevokan dizanim, ku ji dema karê di klûbeke îtalî de li Sydney di bîa min de mane. Îtalî xwediyên dîrokeke balkêş û çandeke rengîn in, ji xwe û jiyanê hez dikin.
Bêguman dema xwendina bilind û karkirinê rastî hinek dostên E’reb, Tirk û Faris hatî. Peywendiyên te û wan bi hev re çawa bûn?
– Li Zanîngeha Macquarie dostine E’reb hebûn. Yek ji wan filistînî bû, mirovekî li dij neteweperestî û olperestiya tund bû û piştgirê mafên milletê Kurd bû. Du dostên din lubnanî bûn û mirovên qenc bûn. Yek ji wan xiristiyan bû û dû re li Zanîngeha Amerîkî ya Bêrûtê bû Mamoste. Dihêt bîra min, carê brayekî wî ji Lubnanê hat serîlêdana wî. Li kafêtêrya ya zanîngehê ez pê naskirin dam û got: ”Dostê min Şahîn e. Kurde ha!” Dû re li li çavên brayê xwe niherî û bi awayekî ceddîtor got: ”Bi Xwedê Kurd e. Henekan nakime!” Em her sê bi hev re keniyan… Dema karê bi wezareta perwerdeyê re jî min hinek kesên misrî û lubnanî nasîn, mirovên zimanxweş û dostîxwaz bûn. Pêş xwendina bilind li Sydney û li dû kutakirina zanîngehê rastî gellek kesên ji Rojhilatê Navîn hatim û hinek ji wan dost bûn. Di nav wan de E’reb, Tirk, Faris, Ermenî û Aşûrî hebûn. Hemiyan dizanibûn ez ji bo doza kurdî çalakvan im. Min ji wan dostan çi xirabî nedît û hemî ji bo min rêzgir bin. Heta bi hinek neteweperestên E’reb û Tirk be, dema gengeşekirina siyasî wek ”Kek Şahîn” (”Ex Şahîn”/”Şahîn Abê”) ez bi nav dikirim. Ger çi xirabî hebûn, mixabin ji çend kesên Kurd bû, çendekên xwe di bin siya partiya xwe de stûr didîtin. Peywendiya min hema-hema bi hemî Kurdên Australya re, kesên ji hemî beşên Kurdistanê, Ermenistanê, Gurcistanê û Lubnanê, peywendiyeke gellekî baş û bi rêz bû, rêza min ji wan re her bilind dimîne.
-
Dikarî ji me re behsa çend çalakiyên xwe yên bi doza kurdî re e’leqedar bikî?
– Dema dawiya meha 10emîn ji sal 1968 gihîştim Sydney çi rêxistin û civatên kurdî li Australya nebûn û min kesekî Kurd li vir nedinasî. Bi derbasbûna salan re hinek Kurd, bi pirranî ji Tirkiyeyê, gihîştin Australya. Ber bi dawiya sal 1979 me yekemîn komeleya kurdî li Australya damezirand, li Sydney. Dora 30 endamên wê hebûn û hinek endam ji heman malbatê bûn. Pirraniya malbatan ji Kurdên aliyê Tirkiyeyê bûn û malbatên manî ji Kobanî û Bêrûtê bûn. Ez dora şeş salan serokê wê komeleyê bûm û li dû destberdana ji serokiyê jî çend salan wek alîgir mam. Ev komele li ser hîmê qanûnên australî hatibû damezirandin, deriyê wê ji hemî Kurdan re vekirî bû û piştgiriya doza kurdî li hemî beşan dikir. Her weha kovar û pirtûkên hemî rêxistinên welêt û hinek rêxistin/kesên li ewrpayê belav dikirin. Wê demê me salê du aheng bi rê dixistin, yek ji bo Newrozê û yeke din ji bo piştgiriya doza kurdî û têkoşîna li welêt. Di navbera 300 û 500 kesan de, bi pirranî mêvanên ne-Kurd, beşdare van ahengan dibûn. Me her weha du komên folklorî hebûn, yeke zarokan û yeke mezinan. Em bi çalakiyên gelêrî yên kurdî beşdare festîvalan, yeke salane li ”Opera House” ya Sydney jî di nav de dibûn; her weha li paytextê australî Kanbêrra. Min wê demê hewl da dawiya hefteyan li xwendegeheke rojavayê Sydney poleke zimanê kurdî jî bo zarokên Kurdan bi rê ve bibim, lê li dû demekê rawestand, ji ber kêmbûna meraqê, tevliheviya temenên zarokan û dijwariyên din. Ne mumkin e hemî çalakiyên wan salan li vir xuya bikim. Bi kurtî, endamên komeleyê û civata kurdî ya biçûk hevgir û dilsoz bûn û Kurd bûn xwediyên navekî bi pesindarî li Australya. Komeleyeke kurdî tenê li Sydney hebû. Li Melborn pirraniya Kurdên hebûn bi rêxistinên çep yên tirkî re bûn, Ber komeleya kurdî li Sydney jî weha bû… Dihêt bîra min, carekê li ahengeke rêxistineke çep ya tirkî li Melborn mêvn bûm. Min xwazt li wir bi kurdî çend gotinan bikim. Endamên komîteyê yên tirk qayîl bûn, lê ne endamekî Kurd ku rê neda çi axaftina min bi kurdî. Me li Kanbêrra jî gellek çalakî hebûn, bi alîkarî û hevkariya birêz Muhemmed Umerî, Kurdekî ji Bêrûtê û ji paşerehên bakurî, mirovekî kurdperwer.
Bi taybetî salên 80yan û 90an ez beşdare bi dehan hevpeyvînên bi radyo, televizyon û çapemeniya australî re bûm, ji bo şîrovekirina doza kurdî û piştgiriya têkoşîna gelê Kurd û riswakirina ta’deyên li Kurdan dibin, her weha beşdare gellek gengeşeyan û axaftinan bûm, hinek ji wan bi berpirsên australî re, ji bo piştgiriya doza kurdî. Dema bêtara adara sal 1991 û riswabûna bi sedhezaran penaberên Kurd li çiyan û li ser sînoran li başûrê Kurdistanê, bi rojan bêxew mam û dezgehke ragîhandinê nema ku hevpeybîn bi min re nekir. Hinek dostan wê demê ji min re pêşniyaz kirin ku li şûna tenê bi navê xwe, bi navê tevahiya civata kurdî biaxafim û min pejirand. Wê demê bi berpisekî australî yê şûnbilind re, di televizyona neteweyî ya australî ABC de, beşdare gengeşeyeke germ bûm, ku min tê de rexne li hukûmeta australî digirtin, ji ber bêgavmayîna ta wê demê, sebaret bi alîkirina Kurdên başûr. Bi saya Kurdên ji bo doza gelê xwe dilsoz me gellek piştgirî bi dest xist û hukûmeta australî komeke ji pijîşk û karmendên tenduristî yên hêzên australî rêkir başûrê Kurdistanê bo alîkirina penaberên bi çolê û çiyan ketibûn. Bi saya beşdariya di kombûnên bi berpirsên australî re li Kanbêrra û Sydney, hukûmetê her weha rê da hatina jimareke ji penaberên Kurd…
Destpêkê Kurdên ji başûr û rojhilat nebûn, çiqa jimara wan nuha ji Kurdên aliyên din bilindtir be. Destpêka 80yan tenê çend Kurdên başûrî ji bo ”ixtîsasê” wek xwendekar ketin zanîngehên australî, bi alîkarî û piştgiriya hukûmeta îraqî. Hinek ji wan bi dizî dihatin serîlêdana min. Çiqa Kurdên dilsoz bûn jî, nikaribûn aşkere bi min re peywendîgir bin, çimkî kiryareke weha dê bibûya egera dawîdana alîkariya ji hukûmeta îraqî û heye ku ziyan bigîhanda endamên malbatên wan li welêt. Lewma, û ji ber ku înglîziya min baş bû, ez yê tenê bûm wan salan ku vekirî û aşkere derheqê piştgiriya doza gelê Kurd de di weşanên giştî û kombûnên fermî de dipeyivî. Alîne ji paşerehên cuda hewl dan salên 80yan û 90an çalakiyên min berbend bikin, destpêkê hinek Kurdên çep yên bakurî jî di nav de. Hinekan ez kirim Ermenî, hinek piştgirên karbidestiya îraqî ez kirim ajanê CIA, balyozxaneya tirkî ez kirim ”terorkarekî PKK;” hinekan gotin ”barzanî” ye, hinekan gotin ”talebanî” ye; geh gotin dixwaze bibe endamê parlemana australî û Kurdan û doza kurdî ji bo berjewendiya xwe bi kar dihîne, geh hat gotin borciwazî ye… Hinekan jî got qezenca aborê bi dest dikeve, tevî ku tevahiya jiyana xwe min bo xebata ji doza kurdî re daye û çi caran qezenca aborî ne armanca min bûye. Hema nimûneyekê li vir bidim: Carê Vêra Saeedpour (1930 – 2010), dema birêvebira Pirtûkxaneya Kurdî ya li Nûyorkê bû, ji min xwazt naveroka sê vîdyoyan, ku tê de agahiyên derbarê ola êzîdî de hebûn, ji Kurmancî wergerînim Înglizî. Karekî dirêj û dijwar bû. Dema min bi serî kir, pirsî ka çend dolaran ji bo keda xwe dixwazim. Min gotê, ”Na Vêra, min soz daye xwe ku dê ji xebata bo doza kurdî peran negirim.” Hîn gotina wê baş di bîra min de ye, got: ”Şahîn, bavê min digot ne rind e mirov her û her pirr rind be!” Ez keniyam û min gotê, ”Baş e, wan peran pêşkêşe Pirtûkxaneya Kurdî dikim.”
Gefxwarinên li dij min jî ne hindik bûn, wek nameyeke bi zimanê tirkî, ya bi destnivîseka xirab hatibû nivîsandin û iddî’a dikir ku ji ”Koma Piştgiriya Gelê Tirk” e. Ji min dihat xwaztin dest ji xebata siyasî, karê radyo, hevpeyvînan… berdim, yan na ew mala min dinasin, dizanin zarokên min li kîjan xwendegehê ne… Ji ber ku name li ser navnîşana radyo hatibû şandin, bi rojan asayişa australî mala min ji dûr ve tehqîb dikir, tevî ku ez li dij bûm û ez ne bawer bûm ku çi aliyên tirkî ew name rêkiribe. Min dizanibû yê/yên name şandibûn kî ne, lê çi îspat di dest de nebûn, û li milê din, min nedixwazt navê Kurdan xirab derkeve. Dû re gef di nameyekê de hat xwarin, îcar ne di bin navê rêxistineke tirkî de, ”Ger filankes ji karê radyo nehêt avêtin, xwîn dê di kolanên Sydney de bimeşe.” Carê jî ”nûnerekî,” yan ”şandeyekî,” rêxistinekeke kurdî ji derve hatibû şandin û wî bi telefonê gef xwarin, li dû ku berê 4-5 kesên tirkîziman hewl dan min wek ”xayîn” û nizanim çi bi nav bikin, lê min ji wan re digot, yan bi Kurdî yan bi Îngilizî biaxafin, û ji ber ku nikaribûn min telefon digirt. Dû re yê ji derve hatibû bi xwe îcar telefon kir û got: ”Şahîn, em ê dunyayê li te bikin zindan!” Ev hemî ji bo çi? Çimkî Televizyona Dezgera Neteweyî ya Australî ji min pirsîbû, ka Kurd hemî rijandina benzînê ji aliyê zarokan ve bi ser xwe de, li kolaneke Sydney… wek kiryareke baş dibînin? Min jî gotibû, Na, li dû ku min stemkariya li Kurdan dibe şîrove kiribû… Balzyozxaneya tirkî, li milê din, ji aliyê xwe ve, wê demê, bêtir ji carekê bi nivîs iddî’a dikir ku ez ji ”rêxistina terorîst PKK me !” Li vir aşkere spasdariya berpirsên şûnbilind yên hemî rêxistinên kurdî bikim, ku ji aliyê xwe ve ji bo min her rêzgir bûne û ma’zûvanên baş bûne dema li welêt bûm, yan dema bi wan re peywendîgir bûm. Vê jî bibêjim: Min çi caran di hevpeyvînên xwe yên bi zimanên din de, yan di axaftinên bi aliyên fermî re, çi gotinên nerênî li dij rêxistineke kurdî ranegîhandine. Lê ev hemî çîrokên kevn in û min hema-hema her kesê xirabî derheqê şexsê min de kirine bexşandiye (efû kiriye). Bawer im hinek ji wan jî dê poşman bibin, û hinekan heta bexşandin jî dû re xwaztine, hevkar û dostekî salên berê, birêzekî welatparêz, jî di nav de, yê ku demekê ez di ”pirtûkeke” bi zimanê tirkî de wek borciwaziyê Kurdan bi nav kiribûm…
Ez li Diyarbekir çûbûm serîlêdana şaredaiya bajêr. Li Brûkselê beşdare hevpeyvînên bi Roj TV re bûme. Li başûr beşdare hevpeyvînên bi KTV, Dengê Kurdistan û KurdSat re bûme; her weha beşdare gellek hevpevînên bi rojname û kovarên kurdî yên ji hemî beşên welêt û yên li Ewropayê dihatin weşandin bûme, yan ji wan re gotar nivîsandine… Ji bo min ne piştgiriya ji bo vê yan wê rêxistinê, lê piştgiriya ji bo doza milletê Kurd her grîng bûye.
Min dil heye li vir hema çend tiştên din ragihînim, ku min li şûneke din ranegîhandine, çiqa mirov nikaribe wan wek ”çalakî” bi nav bike jî:
A: Li dû têkçûna karbidestiya Seddam Husên hinek dostan li Sydney pêşniyaz kirin ku bibim nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistan. Min got, ger her du alî, yanê PDK û YNK, bipejirînin ez ê ne li dij bim. Lê min dizanibû ku ligor meraqa min nabe, çimkî van wezîfeyan nîvenîv di navbera her du rêxistinan de dihatin parvekirin û her du aliyan jî, ligel rêza wan bo min, ez wek kesekî ”ji xwe” nedidîtim. Ji wî alî ve kêmasî bêguman ji min bû.
B: Dema ji bo kombûna nivîskarên Kurd (2005) li Duhokê bûm, di kombûneke ku birêz Mesûd Barzanî jî tê de beşdar bû, serokê Dîwana serokiya herêmê hêja Dr. Fuad Husên ez nas kirim, hat li tenişta min danişt û pirsî ji bo çi nahêm karekî li Kurdistanê nakim? Min got, ger karekî ligor meslekên min, di warê perwerdeyê, rojnamevaniyê, yan wergerê de bo min bihêt dayîn ez ê ne li dij bim. Got biçe li Hewlêr Dr. Samî Şoreş bibîne û derbarê vê mijarê de pê re biaxafe. Wê demê Dr. Samî bi rehmetî di hukûmeta herêmê de wezîrê perwerdeyê yan çandê bû û wek lêrasthatin me li hev kiribû ku ez ji bo hevpeyvînekê biçim ofîsa wî. Dr. Samî got, ”kak Şahîn ji bo te xanî, otomobîl, asayiş … divên û tenê kak Nêçîrvan Barzanî dikare van tiştan misoger bike. Beleghên xwe kome ser hev bike û biçe dîtina wî. Ez tê de kûr ponijûm û ji ber hinek sedeman biryar girt dest ji karên xwe yên li Australya bernedim.
C: Carê, li mala hêja kek Sa’dî Ehmed Pîre, ku berpirsekî şûnbilind yê YNK e, mêvan bûm. Kek Sa’dî pirsî, ”Çima nahêyî Kurdistanê; em ê hevwelatiye îraqî ji te re bi dest xin û dikarî li vir kar bikî…” Berpirsiyên min li Australya, malbata min û karên min, her weha sedemine xwe bi rewşa kurdî ve e’leqedar dikin, wê demê armanceke weha berbend dikirin. Dihêt bîra min ku kak Sa’dî di nav komeke ji mêvanên xwe de carê ji rindiya xwe gotineke weha kir: ”Ger îroj me li Kurdistanê malek hebêt, kak Şahîn kevirekî hîmê wê ye.”
D: Bi rastî dostên gellekî hêja di nav her du rêxistinan de li welêt hebûn, her weha dostên ji rêxistinên din. Carê li Sulêmaniyê bûm û veciniqîm, dema gotin Dr. Ednan Muftî, ku wê demê berpirsê hukûmetê bû li Sulêmaniyê, hatiye te bibîne… Bi piştgirî û zimanxweşiya hemiyan, her weha berpirsên dezgehan û dayîreyan yên pêşwazî di dema serêlîdana Kurdistanê de li min kiribûn spasdar im. Divêt bibêjim ku min gellek kesayetiyên bi rûmet yên kurdperwer û zimanxweş di nav rêxistinên rojhilatî de jî nasîn, her weha Kurdên hêja ji beşên binxetê û ji bakur, bêguman. Gellek serpêhatiyên baş yên serbilindiyê bi Kurdan re hene, lê mixabin çendekên ne baş jî hene. Hema yek ji wan li vir: Carê du kesên, ku yek ji wan demekê nas û dost bû, li deriyê mala min xistin. Robynê ji me re çayê û piskewît hanîn û min bi rêzdarî mazûvaniya wan kir, dema yekî ji wan got: ”Heval, em ji bo tiştekî bixwazin hatine…” Cara yekemîn bû ku min peyva ”heval” derheqê xwe de ji Kurdekî li Australya dibihîst, û ez ji vê peyvê hez nakim, ne ji ber sedemên siyasî, lê ji ber ku di nav Kurdan de mirov bi dostekî re, yan ji kesekî ji xwe mezintir re ”Heval” nabêje. Bi kurtî ,eynî ew daxwazên di nameya bi tirkî hatibû rêkirin de dikirin: Dest ji radyo berde, beşdare hevpeyvînên derheqê doza kurdî de mebe, filan û bêvan karê xwe bi Kurdan ve girê dide meke … Ez bişirîm û min pirsî, ”Li vî warê weqa ji weltê me dûr, kê ev wezîfe daye we ku van şert û mercan li pêş min deynin!” Got: ”Gel!” Min pirsî, ”û ger ez bi ya we nekim?” Got, “Gel wê qerara xwe bigre.” Min got, “Herin ji gel re bibêjin, mafê gel niye li vê dewleta li dawiya dunyayê van daxwazan ji min bike, û bila ya gel dixwaze bike.”
E: Hema bi kurtî beşsa rûdaneke din bikim. Dema Miçael Çyet dest ji karê serdariya Beşê Kurdî, Dengê Amerîka berda, Dengê Amerîka bi nameyekê (ber bi dawiya sal 1999 bawer im) ji min xwazt ku karê serdariya beşê kurdî bi şêweyeke fermî ji dezgehê bixwazim. Min hemî belgehên pêwêst rêkirin, li balyozxaneya amerîkî ya li Sydney beşdare imtîhanên zimanê Kurdî û yê Înglizî bûm û di wan de serkevtî bûm… Her tişt bi serî bû û ez hema-hema li rê bûm, dema ji nişkan ve nameyeke lêborînê hat, ku ”tu yek ji yên herî serkevtî û guncav bûyî, lê kar bi dest yekî ku hevwelatiyê amerîkî ye ket…” Li dû demekê birêzekî pêbawwr û bi rêz ji Waşington ji min re got ku ”kar dê bi dest te keta, lê YNK bi tundî li dij derket…” Ez mat mam, çimkî min çi xirabî li dij rêxistinê nekiribû (ji bilî rexnegiriya li her du rêxistinan dema şerê navxweyî) û gellek dostên min ji salan û vir ve di nav YNK de hebûn… Bi kurtî, Omerê Dizzeyî bû berpirs û li dû wî Omer Şêxmûs, du birêzên hêja yên ji YNK nêzik… Ez bi pê neketim û min li xwe zor kir ku tevahiya mijarê ji bîr bikim. Zatî ez li Australya xwedî kar û bextyar bûm û pêdiviya min bi karekî li Amerîka nebû!
Li vir, bi rêdana we, vê yekê jî ji bo xatirê dîrokê ragihînim:
Li dawiya konferensa li Parîsê ya ji aliyê Enstîtuya Kurdî ve hatibû organîzekirin (14-15 cotmehê 1989) kombûneke ji bo mîdyayê li derveyê înstîtuyê cîh girt, ku tê de senatorê amerîkî Caliborn Pell, berpirsê Komîteya mafên Mirovan ya Seneta Amerîkî, û siyasetmedarê amerîkî Peter Galbrith, yê ku wek dostekî Kurdan dihêt binavkirin, ew jî beşdar bûn. Min di wê kombûnê de wek rojnamevan ji Senator Pell pirsî, “Ger Dewletên Yekgirtî yên Amerîka ji bo mafên mirovan yên Kurdan piştgir e, ji bo çi hema bernameyeke radyo bi zimanê kurdî di nav bernameyên Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de tune? Senator Pell di wê kombûnê de li pêş hemî beşdaran soz da ku dê derbarê vê pirsê de lêbikole û tiştê ji dest bihêt bike ji bo bicîhkirina beşê kurdî di VOA de.Wê êvarê serokê Enstîtuya Kurdî li parîsê Kendal Nezan li pêş komeke ji Kurdan got: “Bawer dikim Şahîn bernameyeke radyo li Amerîka ji bo Kurdan misoger kir.”Hîn ji destpêka salên 80yan de, wek serokê komeleya kurdî li Australya, min ji Dengê Amerîka VOA re name dinivîsandin ji bo destpêkirina beşekî kurdî. Wê demê bersîva wan ew bû ku budceya hebû têre bidestxistina wê armancê nedikir, lê dema zêdebûna budceyê dê mijar bidana pêş çavan. Li dû sozê Senator Pell beşê kurdî di nîsana sal 1992 de (25/04/1992) dest pê kir.
-
Civata kurdî li Australya çiqa mezin e? Tu rewşa wê di warê neteweyî de bi giştî çawa dibînî?
– Ligor jimartina fermî ya sal 2016, tevahiya jimara kesên kurdîziman li Australya wê demê nêzikî 6000 kesan bû, zarok jî di nav de. Nêzikî 33% li “Îraqê“ ji day bû bûn, nêzikî 25% li “Îranê“ û yên manî li Australya, Tiriyeyê, Sûriyeyê û şûnên din. Jimara kesên ku paşerehên xwe wek kurdî dane bilindtir e. Bi dîtina min ya şexsî, dora 8000 kesên kurdîziman ê li seranserê Australya hebin, bi pirranî li Sydney û dû re Adelaide, Melborn, Brisbane û Perth. Di van mehên dawîn de bi sedan malbatên êzîdî wek penaber gihîştin Australya û li hinek şûnan hatin bicîhkirin, lê yên bi navê wan diaxafin wan wek “Êzîdî,“ ne Kurd, didin nasîn. Çend rêxistinên kurdî li bajarên mezin hene û bi pirranî ji aliyê siyasî ve ser bi partiyên kurdî ve ne. Rêxistinke ciwanan jî heye, bawer im serbixwe ye. Ji çalakiyên herî mezin birêxistina kombûn û ahengên Newrozê ye. Carne xwepêşandanên piştgirtinê/ şermezarkirinê, yan ji bo beşdariya di çalakiyên partiyekê de, cîh digirin. Li hinek bajarên mezin yên Australya bernameyên radyo jî hebûne/hene, ku bi pirranî hefteyî û yeksa’etî ne/bûne. Ji bilî bernameya kurdî ya Dezgeha fermî SBS, ku hefteyê du bernameyên yeksa’etî ji Sydney bo pirraniya bajar û herêmên Australya diweşîne û rojên îroj ji aliyê Roza Germiyan û Mayada Kordy Khalil ve dihêt pêşkêşkirin, bernameyên di dezgehên FM yên herêmî de jî hene li bajarine mezin, wek ya ji 2000 FM (Sydney) dihêt pêşkêşkirin, ku bi salan e Mustefa Khalil wê bi rê ve dibe û bernameya kurdî ya ji dezgeha 3 ZZZ li Melborn.
Mixabin rojên îroj çalakiyên bi hevkariya hemî Kurdên li vir û ji bo armanceke neteweyî ya hevbeş pirr kêm in. Li dû ku partiyên Kurdan hinek piştgirên xwe li vî welatî xistin xizmeta rêxistinî, ew yeketî û hevgirtina kuurdistanî ya civata kurdî, ku berê hebû, ji hev ket. Hinek çalakiyên, ku min bi xwe li berjewendiya civata kurdî nedîtin jî mixabin cîh girtin. Ez ê li vir behsa wan nekim, lê dixawzim tenê nimûneyeke bi çûk ya “hizbayetiyê“ bidim, nimûnyeke biçûk ya ne weqa ziyanafer:
Di kombûneke komeke îraqî ya ne-kurd de, pêş çend salan, koma bo YNK piştgir li aliyekî solaneke herêma Sydney Fairfield daniştibû û ya ji bo PDK piştgir li aliyê din. Îcar piştgirên Yeketiyê dixwaztin birêzekî aşûrî, ku endamê parlemana kurdî bû û hatibû serîlêdana civata aşûrî li Sydney, neçar bike ku bila illeh “Mewqifî xo diyar bikat.” (Bila bibêje yan piştgirê PDK, yan yê YNK ye). Birêzê aşûrî bi Kurmancî û Soranî gellekî baş dizanibû, mirovekî dîplomatî bû û dil nebû kesekî li xwe biẍeyidîne, hêvî dikir ku her du alî li hev bihên… Îcar qirecira di navbera her du komikên kurdî de weqa dirêj û bilind bû ku ez ê bi serê xwe li pêşî daniştî nema dikaribû tehmûl bikira. Ez bêhemdê xwe rabûm, çûm di navbera her du aliyan de rawestiyam û got (bêyî guherandin): “Hûn bo gelê kurd îhanet û rûreşî ne. Şerm bikin!” Min ew hemî dinasîn û wan ez. Xwedê ji wan hezar carî razî bêt, rêz (hurmet) ji min re girtin û dawî dan qirecirê.
Min bi xwe nuha êdî hema-hema dest ji karê siyasî berdaye û nema li Sydney me, yanê ne tenê di teqawîta ji kar de me, lê her weha teqawîta ji siyasetê. Hewl didim carne ji bo doza gelê Kurd û pêşvexistina ziman û wêjeya kurdî karine bikim.
Beş 4
-
Tu kengê fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûyî û te çima karê nivîsandina bi kurdî bijart?
– Xwendina min ya bi kurdî gellekî bi sînor bû ta nîvê salên 70yan. Li dû xwendina berhemên ji wêjeya almanî hesteke daxwaza nivîsandina bi kurdî li nik min peyda bû. Min berê bizava nivîsandinê kiribû, lê bi E’rebî, Înglizî, yan almanî. Min xwe biçûk didît çimkî nikaribû bi zimanê zwe yê makî binivîsînim. Ji nîvê salên 70yan û şûn ve min hinek pirtûkên helbest û çîrokên bi zimanê Kurdî bi dest xistin, her weha kovarên ku êdî li Ewropayê, bi taybetî li Swêdê, dihatin weşandin. Min her weha HAWAR, jimarên 24 ta 57 di berhevkirineke Mamoste Hemreş Reşo de, ji wî bi xwe, bi dest xist û xwe bi şêweyeke ceddîtir da ber xwefêrkirina xwendin û nivîsandina bi Kurdî. Dema bûm serokê komeleyeke kurdî û dema min dest bi weşanên kurdî kir pêdiviya min bi kurdiya nivîskî zêdetir bû. Min hêdî-hêdî dest bi nivîsandinê kir û berhemine min dest pê kirin di hinek kovarên li Ewropayê de jî bihên weşandin, kovara Enstîtuya Kurdî Hêvî, Armanc, Kurdistan Pewss û Nûdem jî di nav de. Min dixwazt ligor xwe û pêkaniya xwe babetekî piçekî cihêreng bidim xwendevanên Kurmancî. Hinek berhemên bi serê xwe jî wek kurteçîrok dest pê kirin bihên weşandin… Ji aliyekî din ve, zanibûna bi sê rêzimanên din, weha kir ku ez xwe bi rêziman (gramer) û rastnivîsa Kurmancî ve jî mijûl bikim. Çîroka weşanên radyo bi dirêjiya bêtir ji sîh û sê salan jî di vî warî de xwedîrol e, lê ew mijareke berfireh e û nikarim pirsên pê ve girêdayî bi tevahî têxînim nav hevpeyvînekê. Ligel dûrbûna Australya û dema bi sînor ya bernameya radyo jî (ji Radyoyên 2EA/ dû re SBS), di nav van salan de hema-hema serokekî rêxistineke kurdî, hunermendek, stranbêjek û siyasetmedarek … nema ku min pê re hevpeyvîn bi rê nexist. Bi dehan hevpeyvînên min bi Mesûd Barzanê, Celal Talebanî, Abdullah Ocalan, Fuad Ma’sûm, Ibrahîm Ehmed, Mehned Uzun, Jan Dost, Şêrko Bêkes, … û gellek kesayetî û berpirsên ji başûr, bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê re, wekî bi Şivan Perwer, Nizamettin Ariç, Nasir Rezazî, Merziye û bi dehan kesayetiyên din re hene, her weha bi berpirsine biyanî re û bi balyozine dewletan re, derheqê doza Kurd û Kurdistanê de. Bêyî “mubalexe“ gellek kesan li Australya û li derve sûd ji bernameya me wergirtiye, hem ji aliyê zimên ve, hem ji aliyê şêweya pêşkêşkirina bernameyan ve. Hinek kesên ku nuha di dezgehên kurdî de rojnamevan in demekê peyamnêrên bernameya kurdî ya li Australya bûne, ji wan hevkarên me yên demekê bi telefonê raport ji me re pêşkêş dikirin hema çend nav: Dilbixwîn Dara, Ahmet Cantekin, Salihê Kevirbirî, Hatîce Kamer, Kameran Omer, Şahên Heme Nûrî, Hesen Kaya, Ebdulla Qeredaxi, Nûrddîn Zengene, Mihemed Sanri, Siüd Kiliç, Canî Dîlan, Ibrahîm Seydo Erdogan, Hêvîdar Zana, Sîrwan H. Berok, Ferîdûn Hewlêrî, Twana Qadir û hêjane din, ligel spasdariya ji wan re. Her weha hinekan ji xwîşk û brayên kurd li Australya carne bi me re hevkar û alîgir bûn, mala wan ava.
-
Her kes dizane ku tu her dem bi îsrar xwendin û nivîsandina bi kurdî ji Kurdan re pêşniyaz dikî, ligel ku ev bûn bêtir ji nîvê sedsalekê tu li derveyê welêt î? Bo çi?
– Hestê tawanê û evîndariya min bi zimanê min yê makî re xwedî rolên grîng bûn. Min dixwazt ramanên xwe bigihînim hevwelatiyên xwe. Ji ber ku min ji welatê xwe koç kiribû, min biryar girt ji zimanê welatê xwe koç nekim. Pêşiyên me zimanekî bedew û rengîn ji me re hîştibûn û karbidestiyên stemkar pêşkevtina nivîskî ya vî zimanê berbend kiribûn. Xwedê fersendên nivîsandinê dabûn min û min hewl da wan fersendan ta ji dest hat ji bo vî zimanî bi kar bihînim, wek erkekî pîroz. Em li welatê xwe yê duyemîn (bo min Australya) gihîştin gellek armancan, lê di heman demê de me bi encama koçkirina ji welatê yekemîn gellek tişt ji dest dan û kesek nikare wan vegerîne. Lewma ez bi rêya xizmeta ji zimanê kurdî re ji pêşiyên xwe, ji dê û bavê xwe, û ji welatê jidaybûna xwe bexşandinê hêvî dikim.
-
Bikaribî xwendevanên vê hevpeyvînê derheqê berhemên xwe yên hatinî weşandin de agahdar bikî? Gelo te ji wan çi qezenca aborî (pere) bi dest xistibe?
– Di jiyana min de min çi qezenca aborî ji nivîsandinê bi dest nexistiye, ne jî min pirtûkên xwe firotine. Tenê carê rojnameyeke australî, The Australian,hinek pere (ger ne şaş bim dora 300 dolaran) ji bo gotareke siyasî da min. Jê pê ve dostê hêja Ahmet Cantekin salên 80yan hinek kurteçîtokên min kiribûn pirtûk û li Swêdê firotibûn. Ji bo wan hinek pere ji min re şandibûn (dora 250 dolaran bû ger ne şaş bim). Ji bo çapkirindana çapa 2yemîn ya romanên min Vegerû Wendabûnmin pere ji beriya xwe dan (ger ne şaş bim nêzikî 3000 dolaran). Weşanxaneyê li hember van pereyan tenê jimareke ji wan pirtûkan dan dostekî min li Tirkiyeyê (heye ku ji her yekê 200 heb bû) û wî li dostan û nasan belav kirin; çend jimar jî ji min re şandin, ku min wek diyarî ji dostan re şandin. Nuha dema dostek wan ji min dixwaze, ez bi şêweya elektronî PDF jê re dişînim. Bidim zanîn ku ji bo bidesxistina çend jimarên ji romana xwe WENDABÛN (çapa 1emîn), ya ku bi inîsyatîva Enstîtiya Kurdî ya Bonn ji aliyê çapxaneyeke almanî ve hatibû weşandin, lê ji ber ku Enstîtû hatibû girtin her li weşanxaneyê mabûn, min 200 heb, wek dihêt bîra min, bi pereyên xwe ji weşanxaneyê kirrîn û li hinek rêxistinên li Ewropayê û dostan belav kirin. Çi pere ji wan negihîştin min.
Ji berhemêm min yên hatine çapkirin û weşandin:
-
NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE –
(Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel): DO, Stenbol, 2009).
-
VEGER –
(Roman: Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014.
Çapa 1emîn: Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006).
-
WENDABÛN –
(Roman: Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014.
Çapa 1emîn: Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1985).
-
ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN –
(Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel): DOZ, Stenbol, 2005).
-
PISIK JÎ XEWNAN DIBÎNIN –
(Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel): LÎS, Diyarbekir, 2004).
-
NAMÛSA ÊMO –
(Komeke ji çîrokan (112 rûpel): Haykurd, Stockholm,1994).
-
ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM –
(Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinriç Böll (139 rûpel) – Wergerandina ji almanî bo kurdî: Şahîn Bekir Soreklî – NÛDEM, Stockholm, 1997). -
JANA HEFT SALAN –
(Helbest, 155 rûpel: Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990).
-
Mehkemekirina Selaheddînê Eyûbî –
(Şano, 46 rûpel: Haykurde, Stockholm, 1989).
-
EM Û PIRSA ME –
(Gotar (124 rûpel): Weşanên Celadet Bedirxan, Sydney, 1987).
-
Destana Dewrêşê Evdî,wekî ku Baqî Xido gotibû; ji aliyê Şahînê Soreklî ve: nivîsandin ji guhlêdana kasêtan, edîtekirin, serrastkirin û tomarkirina berhemê li ser DVDyan: SBS, Sydney, 2004. Me ji SBS DVD bêpere ji hinekên meraq lê dikirin re şandin, li Australya û li derve.
-
Gelo kesekî Kurd çi rexnegiriya/ nerxdana wêjeyî derbarê her du romanên te de nivîsand? Bikaribî behsa rolgirên her du romanan yên serek bikî?
– Bawer nakim di nav Kurmancan de jimara kesên ji heqê nerxdana wêjeyî derkevin bilind be. Pirraniya caran dostên nivîskêr, û carne yên ji ber sedemên siyasî, yan yên din, jê hez nakin, çend rêzan derbarê nivîskêr û berhemê de dinivîsînin. Dostên hêja Can Kurd, Sulêman Demir û Eskerê Boyik derheqê Vegerê de çend rêz nivîsandin, lê çi rexnegiriyeke/ nerxdaneke objektîv ya rêk û pêk derheqê naveroka her du romanan ya zimanî, felsefeyî yan wêjeyê de, ku mirov bikaribe berawerde yên zimanên pêşkevtî bike ( bide hember wan), ger ne şaş bim, nebû.
Rola serek di ENDABÛN de ya ciwanekî di nav daristanekê de wenda ye. Her tişt û lawirê ew di wendabûna xwe de lê rast dihêt wî li salên berê yên jiyana wî û li welatê wî vedigerîne. Rolgirên VEGERê gellek in. Melle Boyar, Leheng Axa, Locan Efendî, Aramo, Rasîn, Pîran û Lorîn hinek ji wan in. Rojekê ji rojan, dema Kurd, yan em bibêjin Kurmanc, bûn xwediyên zanîngehan û dezgehên wêjeyî yên rêk û pêk, hêvîdar im nerxdaneke di cîh de ji bo naveroka vê berhemê, ku xwe bi jiyan, dîrok, siyaset, zihniyet û civatên Kurdan û beşine Rojhilatê Navîn ve rasterast, yan bi şêweyên sîmbolî (remzî) e’leqedar dike, were holê…
-
Tu meraqa nivîskariyê bêtir di kîjan beşê/beşên wêjeyê de dibînî?
– Ji helbestê hez dikim, wek pireke ragîhandina hestekê yan ramanekê. Min gellek gotar jî nivîsandine, ji bo armancên siyasî, wêjeyî yan derbarê mijarên civatî, yan perwerdeyî de. Karkirina min bi dehan sal wek rojnamevan û pêşkêşerê bernameyên radyo nivîsandina gotarê ji bo min hêsan kirin, bi hemî zimanên ez pê dixwînim û dinivîsînim. Heye ku nivîsandina kurteçîrokê li nik min taybetiyeke xwe hebe. Lewma, bi dehan kurteçîrokên min hene û hinek ji wan bi naveroka xwe dewlemend in, yan heye ku mirov bikaribe hinekan ji wan wek kurteroman bi nav bike. Min ji romanê bêtir kurteçîrok bijartiye, çimkî ji bo romanê dem divêt û bi salan dem ji bo min her kurt û teng bû, ji ber mijûlbûna bi gellek karan ve. Wek dizanî, di rastiyê de yên wek min ne “nivîskar“ in. Çima? Ji ber ku nivîsandina pirtûkan ne karê min yê serek e. Ji bo nivîsandina berhemên wêjeyî min ji dema vêsîbûna xwe, ji dema endamên malbata xwe û ji dema ku divabû min bi zaroyên xwe re derbas kiribûya dizîye, ta pêş kurtedemekê. Ya din, nivîskarên li welatên pêşkevtî xwediyên derfetên hêsankirina karên xwe ne. Ji bo nivîskarê Kurd, divêt hem binivîsîne, hem bi xwe ji bo serrastkirina şaşiyan, yan çêtirkirina hevokan, carekê û du caran pêş weşandinê bixwîne… Dema dihêt ser çapkirin û weşandinê, îcar ew şax bi serê xwe bi kêşe û serêşiyeke din e. Nivîskarên bi zimanên wek Înglizî, Fransî û Almanî… pirraniya wan berhemên xwe didin edîtoran, yan hinek ji wan re ji nû ve dinivîsînin. Bo me derfetên weha nebûne û lewma gellek caran kêmasî di berhemine me de hene, ji ber zûkirinê. Wek dizanî, nivîskarekî Kurmancan ku dikaribûye xwe û malbata xwe bi karê nivîsandinê xwedî bike hema-hema niye. Ji ber van sedeman min tenê dikaribûye du romanan binivîsînim û nivîsandina her yekê ji wan bi salan domandiye, çimkî min dema ji bo domandina nivîsandina wan diziye, li rêya kar nivîsandiye, yan derengê şevan, … Bi kurtî, rewşa min û fersendên ji bo nivîsandinê guncav rol di bijartina şêweya berheman de hebûne.
-
Bi dîtina te siyaset û rolên siyasî dikarin di warê wêjeyê de nivîskarên mezin bihînin holê?
– Bawer nakim, yan heye ku pirr kêm. Carine mirovine bijarte kirine, lê ka berhemên wan baş bûne yan na, ew tiştekî din e. Lê stemkariya siyasî, yan rasthatina li stemê, wekî êşkencekirinê, zindankirinê û ta’delêkirinê dikarin carne berhemên baş bihînin holê, li nik nivîskarên jêhatî.
-
Derheqê dîtina hinek nivîskarên Soran de, Şêrko Bêkes yek ji wan bû, ku Soranî bibe zimanê fermî, dîtina te çi ye?
– Mebesta wan xwe bi başûrê Kurdistanê ve girêdide. Ta radeyeke bilind berê jî Soranî li wir zimanê fermî ye. Wek dizanî birêzan Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî axaftinên xwe yên fermî bi Soranî pêşkêş dikin, tevî ku ne zimanê wan yê makî ye. Soranî ji gellek aliyan ve, û ji mêj ve, serpereşt e. Ya rast, gellekan ji nivîskarên Soran ta ber kurtedemekê pirr kêm derheqê Kurmancî de dizanibûn. Ew Kurmancî wek ”behdînî” bi nav dikin, yanê zaravayê ku Kurdên aliyê Duhokê, Zaxo, Amediyê… pê dipeyivin, û ”behdînî” grîng nabînin. Di van salên dawîn de, heye ku bi saya Kurdên ji herêmên rojavayî derbas wir bûn be, dezgehên ragîhandinê li başûr piçekî bêtir grîngî dan Kurmancî, lê gellek ji Soranan hîn jî berhemên Kurmancî yên wêjeyî nedinasin û nikarin wan bixwînin. Li milê din, li herêmên ku xelkê wan “behdînî“ bi kar dihînin jî meraq û xwedîderketine li Kurmancî zêdetir dibêye. Îcar çend cudatiyên di navbera “behdînî“ û Kurmanciya nivîskî ya standard de jî hene, lê hindik in û dikarin bihên çareserkrin. Kêşeya piçekî mezintir bikarhanîna du tîpên cuda ye, çiqa hinek ji nivîskarên “behdînî“ tîpên Latînî jî bi kar dihînin.
Mijara bikarhanîna Soranî wek zimanê fermî li başûr wek şûrekî dualî ye. Ji aliyekî ve baş dibe ku zimanekî fermî şûna du zimanan bigire, çimkî perwerdeyê hêsantir dike û hinek kêşeyên cudabûna xwendin û nivîsandinê çareser dike. Lê li milê din, Kurmanciya ku xwediya dîrokeke kevnar e, li gellek herêmên Kurdan zimanê xelkê ye û bi hezaran berhem pê hatine nivîsandin bêgrîngî dibe, bi kêmasî li başûr. Kurmancî, li bervaciya Soranî, di sedsala 20emîn de rastî stemeke mezin hatiye û di sedsala bîst û yekemîn de bûye xwediya gellek kêşeyan. Gellek nivîskar û rewşenbîrên Kurmancan hêviya xwe derbarê pêşvexistina Kurmanciya nivîskî de bi Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdabûn.
Ez bi xwe bi salan, û bi serhişkî, di wê baweriyê de bûme ku tenê zimanekî kurdî heye û beşên wek Kurmancî, Soranî, dimilî (zazakî) … zarava (lehce) ne, lê di van demên dawîn de nema wan wek zimanekî dibînim. Ji bo xatirê pirsa neteweyî me bi salan ew wek zimanekî dîtin, lê rastî ew e ku Soranî, Kurmancî û dimilî xwediyên taybetmendiyên ji hev cuda ne, bi taybetî cudabûna rêzimanî (gramerê). Lewma ez wan wek çemelên ji malbata zimanê kurdî dibînim. Ev wê wateyê nade ku mirov dê nikaribe ji wan zimanekî standard, zimanekî yekgirtî ji bo nivîsandinê, bihîne holê. Zimanê Almanî û yê Îtalî nimûneyên baş in, ku çêkirina zimanekî standard ji zaravayên ne wek hev pêkan e. Lê ji bo bizaveke weha derfetên bêhûde mezin û dem divên, ne tenê derfetên aborî, lê her weha derfetên xwe bi pisporan û kadiran ve girê didin, ku ez di dema me de nabînim. Ger derfet û zimanznên pispor hebûna û ger niyeteke pak ya hevgirtina neteweyî hebûya, mirov ê bikaribûya di nav 10-20 salan de zimanekî yekgirtî ji bo nivîsandinê amade bikira, gav bi gav û sal li dû salê. Ji bo nuha em xwe bi wê yekê bextyar dibînin ku bi saya zêdebûna peywendiyan, mîdyaya dengî/wêneyî û teknolojiyayê Soranî û Kurmancî hêd-hêdî ji hev nêziktir dibine, lê hîn demeke dirêj divêt. Ya grîng ew e ku em Kurmancî (her weha dimilî) ji têkçûnê biparêzin.
-
Gelo gotina ku nivîskarê hêja Şahînê Soreklî û berhemên wî ji Kurdên aliyê Sûriyeyê bêtir ji aliyê Kurdên bakur ve dihên nasîn, durist be bi dîtina te? Ger erê, çima?
– Rastî di vê gotinê de heye, lê heye ku Fêsbûkê di van demên dawîn de encam piçekî dabe guherandin. Berê di nav Kurdên binê xetê de xwendevanên berhemên kurdî gellekî kêm bûn. Yên hebûn jî nikaribûn pirtûk û kovarên kurdî bi dest xin. Li bakur pirtûkên kurdî êdî dihatin weşandin û firotin, kovar û rojnameyên bi Kurdî hebûn… Hinek berhemên min jî li Tirkiyeyê hatin weşandin. Li milê din, ez ji nifşê nivîskarên bakurî me ku li Ewropayê bûn û me hev ji nêzik ve yan ji dûr ve dinasî, yên wek Firat Cewerî, Mahmût Baksî, Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Dewrêş Ferho, Malmisanij, Lokman Polat û hêjane din. Berhemên me carne di heman kovaran de dihatin dîtin… Mixabin di nav Kurdên aliyê Sûriyeyê de, wek di nav pirraniya Kurdan de, meseleya herêmî jî heye. Ta pêş kurtedemekê her herêmek bêtir li yên xwe xwedî derdiket. Heye ku ta radeyekê nuha jî hîn weha be, mixabin.
Rast e, ta pêş çend salan heye ku ez wek nivîskar bêtir ji aliyê Kurdên bakurî ve dihatim nasîn. Li başûr, li milê din, ez bêtir wek siyasetmedarekî niştimanperwer, û ta radeyekê wek rojnamevan û wek berpirsê dezgeheke ragîhandina bi Kurdî dihatim nasîn, çimkî berhemên bi Kurmancî li başûr ta pêş kurtedemekê nedihatin dîtin û xwendin, û pirraniya xwendevanên Soran wan nedinasin, lê yên bi siyasetê ve mijûl, hinek rojnamevanan û berpirsên hinek rêxistinan ez dinasîm, hinekan bi şêweyeke şexsî û hinekan hay ji gotar yan hevpeyvînên min yên bi Înglizî hebûn. Hinek jî, bi rêya dost û nasên Soran li Australya, derbarê xebata min ya siyasî, piştgiriya bo doza kurdî li başûr û karê radyo de haydar bûn… Hinekan ji niştimanperwer û siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê jî ez dinasîm, bi rêya hevnasîna şexsî, hevpeyvînên min bi berpirs û hunermendên wî beşî re …
-
Dîtina te derheqê peywendiyên rojên îroj di navbera nivîskaran û xwendevanan de çi be?
– Peywendiya di navbera nivîskarê Kurmanc û xwendevanên berhemên wî/wê de di van salên dawîn de ji berê çêtir bû, lê mixabin negihîştiye radeya peywendiyên di navbera nivîskarên hinek zimanên pêşkevtî û xwendevanên wan de. Berhemên nivîskarê Kurmanc hîn di beşên edebiyatê yên zanîngehan de şûneke bilind negirtine. Berhemên Kurmancî hîn ji aliyê milyonek yan du milyon xwendevanan ve nahên xwendin û naveroka wan ji aliyê bi hezaran kes ve nahêt gengeşekirin. Xwendevanên hene jî, pirraniya wan nikarin, yan naxwazin, berhemên dirêj bixwînin. Naveroka pirtûkên hene di nav organên mîdyayê de bi şêweyeke profesyonel û objektîv nahên gengeşekirin. Mîdyaya kurdî xwe bêtir bi şexsê nivîskêr ve mijûl dike, ger bike, ne bi naveroka berhemên wî/wê ve. Peywendiya di navbera nivîskarê Kurmanc û xwendevanên berhemên wî de heye belkî peywendiyeke wek ya fêsbûkî be, peywendiyeke çend peyvî ya yek-du-hevokî. Ta ku berhemên bi Kurmancî hatinî nivîsandin qe nebe bi hezaran nehên firotin û xwendin û ta ku pêkaniya xwendin û nivîsandina bi Kurmancî pêşvetir neçe, ev peywendiya dê her bi sûnor be. Naxwazim reşbîn bim, lê her weha naxwazim zîv bikim zêr.
-
Dîtina te derbarê çapkirin û weşandina pirtûkên Kurmancî de çi be? Tu rola weşanxaneyan çawa dibînî?
– Di vî warî de jî hinek pêşveçûn heye, lê pêşveçûneke bi sînor e. Çiqa jimara weşaxaneyan zêdetir bûbe jî, kêşeyên xwe bi çapkirin û weşandinê ve girê didin kêmtir nebûne. Bêguman yek ji sedeman xwe bi wê yekê ve girê dide ku jimara pirtûkên dihên firotin bi sînor e. Gellek caran nivîskar hîn neçar e ji beriya xwe pereyan bide çapxaneyê/weşaxaneyê… Kalîteya çapkirinê ji berê çêtir e, lê carne ne wek kalîteya pirtûkên bi zimanên ewropayî ye. Ji bo min bi xwe, yek ji kêşeyên min bi hinek çapxaneyan/weşanxaneyan re ew bûye ku “edîtorê“ wê azadî daye xwe peyvine biguhere. Li şûna çêtirkirina şêweya hinek hevokan, yan serrastkirina peyvên şaş hatine nivîsandin, mixabin gellek caran peyveke durist bi yeke ligor min şaş hatiye guherandin. Ji bo min bi xwe, yek ji sedemên destberdana ji nivîsandina berhemên dirêj kêşeyên xwe bi çapkirin û weşaninê ve girê didin bûye, mixabin. Ya din, heta ger mirov pereyên xwe bide jî, tenê çend pirtûk bi dest dikevin û hew; min bi xwe nema ji weşanxaneyê bihîstiye û ne jî qezenceke aborî jê bi dest xistiye. Kêşeyên din jî hene ku xwe bi huneriya nasandina berheman, belavkirinê û firotinê ve e’leqedar dikin. Yanê kêmbûna “Marketing Skills“ wekî bi Înglizî dibêjin.
-
Te hinek berhem ji zimanên din jî wergerandine Kurdî? Gelo çi berhem bûne û gelo te ji Kurdî jî wergerandiye zimanekî din?–
Spas ji bo vê pirsiyasê, ji ber ku ez bi xwe jî alîne xebata xwe ya salên li paş manî ji bîr dikim. Divabû piçekî lêbikolim ji bo bersîvdana pirsiyasrê. Berê bibêjim ku beşekî mezin ji fîlm, dokument û bernemayên bi kurdî yên ji aliyê Dezgega Ragîhandina Taybet (SBS), radyo û televizyon, her weha Dezgeha Ragîhandinê ya Neteweyî ya Australî ABC, bi taybetî salên 70yan, 80yan û 90an, her weha hinekên li dû sal 2000 ji aliyê min ve hatine wergerandin. Bêguman min her weha ji bo pêşkêşkirina bernameyên radyo gellek gotar, ragîhandin û matiryalên din wergerandine. Lê li vir hema bi kurtî behsa wergerandina hinek berhemên wêjeyî bikim:
Ji Almanî bo Kurdî:
– Şerefa Wendabûyî ya katharîna Blûm (Roman): HeinriçBöll.
– Bîrhanînên Kiralekî Ciwan (Kurteçîrok): HeinriçBöll.
– Gotareke li ser Gunter Grass/ Kurtkirina naveroka romana wî Dahola Tenekeyî.
– Kiralê Pêriyan (Helbest): Goethe
– Du helbestên HeinriçHeine: Lawekî ji Asra û Li Sirgûniyê.
– Helbesta Bêhêzbûna Xudayê Çakmirovan, ji şanoya Bertolt Breçt “Der Gute Mensçvon Sezuan.“
Ji Înglizî bo Kurdî:
– Gotara bi nerx ya nivîskaêr/helbestvbanê îrlendî Seamus Heaney, ya bi sernivîsa Nerxdaîn bo Helbestê, gotara ku Heaney dema wergitrina Xelata Nobel bo Wêjeyê (1995) xwendibû.
– Gotara nivîskarê çînî GAO XINGJIYAN ya wergirtina Xelata Nobel bo Wêjeyê (2000)
– Çîroka nivîskarê australî Henry Lawson ya bi navê Jina Şivên.
– Çîroka nivîskara bengeledeşî Meqbûle Menzûr ya bi navê Qertel li her Derê.
– Helbesta Şakespeare ya bi navê “Jin.“
– Wergerandina beşên ji berhemên cuda, wek “Heciyên Seyr” ya Gabriel Garcia Marquez.
Ji Kurdî bo Înglizî
– Jimareke ji kurteçîrok û helbestên Şahîn Bekir Soreklî.
– Helbesta “Kîne Em” ya Cegerxwîn.
– Helbesta Cegerxwîn “Kurdistanê Kurdistan.“
– Helbesteke Ehmedê xanî.
Û hinekên din…
Yek ji bernameyên herî rengîn yên çand û folklora kurdî, ku li Australya di televizonê de hat weşandin konsêrta Şivan Perwer bû, Sydney: 1985, ku ez di çêkirina wê de xwedîrol bûm û min naveroka stranan wergerandibû Înglizî, bêyî guherandin û sansor kirin, strana “Kîne Em” ya helbesta cegerxwîn jî di nav de. Min hay jê niye ku konsêrteke stranên Kurdî pêş wê demê bi wî awayê profesyonel û serbest di dezgeheke fermî ya welatekî biyanî de hatibûbe pêşkêşkirin. Spasdarê Televizyona SBS dimînim ji bo çêkirin û pêşkêşkirina wê bernameya xweş û rengîn, bi naveroka stran û dîlanên Kurdan.
-
Tu rewşa wergerê ya ji zimanên din bo Kurdî çawa dibînî?
– Berê bibêjim ku min hemî berhemên ji zimanekî din bo Kurmancî hatine wergerandin nexwendine. Ji berhemên min xwendine hinek ne xirab in û hinek ne baş in. Wergerandin hunerek e. Yê ji zimanekî werdigerîne divêt derheqê wî zimanî, çanda yên pê diaxafin û rewşa jiyana wan de gellekî baş têgihîşt be. Mirov nikare berhemeke ji fransî baş wergerîne, ger ji bo demekê li Fransaya nejîbe û derheqê fransîzimanan de ne xwedî zanyarî be. Dema mirov berhemekê werdigerîne divêt wateya hevokan bihêt wergerandin, ne wateya peyvan yek bi yek. Hinek caran wateya peyvan ji ferhengan wateya hevokekê nade. Ya din, hinek berhemên bo Kurmancî hatine wergerandin rasterast ji zimanê orijînal nehatine wergerandin, heta carne ne ji wergera zimanê 2yemîn. Bo nimûne, heye ku nivîskarekî tirkîziman berhemek ji wergera Înglizî ya ji zimanê Rûsî wergerandibe tirkî. Dema berhemeke weha îcar ji Tirkî bo Kurmancî bihêt wergerandin, bêguman berhema oirijînal, ya pêşîn, gellekî ji nerxê xwe yê wêjeyî wenda dike.
Me ne tenê wergerandina ji berhemên wêjeyê divêt. Pêdivî bi wergerandina berhemên bi kalîte û naveroka baş heye, berhemên xwe bi gellek aliyên jiyanê û cîhanê ve peywendîgir dikin. Ya din, ji aliyê pisporiyê ve pêdivî bi derfetên xwendina bilind heye, ya xwe bi zimanan û hunera wergerandinê ve girê dide.
-
Kêşe û dijwariyên li pêş nivîskarên Kurmanc çi ne, bi dîtina te?
– Kêşe û dijwarî gellek in, hinek ji wan hema bi kurtî:
. Nezanîna hinek nivîskaran bi rêzimaniya Kurmancî û mercên nivîsandina bi zimanê standard.
. Nebûna qezenca aborî ya ku li pêş nivîskarên baş dibe dîwar, çimkî qezenca aborî ji berhemên Kurmancî rojên îroj nikare pêdiviyên jiyana wan û malbatên wan bi cîh bike. Bi encamê kesên jêhatî nikarin xwe bi tevahî bidin ber nivîsandinê, ya bi carekê ve jê dûr dimînin.
. Dijwariya çapkirin, weşandin û belavkirina berheman.
. Nebûna peywendîgirêdaneke zîz û sûdmend di navbera nivîskaran û xwendevanan de. Pirraniya Kurmancan her wek nexwendeyên zimanê xwe dimînin, mixabin, sedem çi bin jî. Gellek ji yên dikarin biçekî bixwînin ji berhemên dirêj hez nakin, têgihîştina mijarên kûr yên wêjeyî û felsefî dijwar dibînin û hinek ji peyvên standard yên ji peyvên zaravaya (lehceya) wî der û hevokên dirêj tênagihên.
. Mixabin hinek dijwariyên siyasî yên bi gellek babetan jî hene, wek qedexekirinê û nebûna azadiya tevahî ya ragîhandina ramanan. Dijwariyên ji ber tirsa ji hinek ‘tabû’ (qedexekirinên nixamtî) yên civatî û olî jî ne hindik in.
Ji ber kêmbûna derfetên pêwîst yên bikaribin van kêşe û dijwariyan a nuha ji holê rakin, heye ku tenê dem bikaribe wan derman bike. Em hêvî bikin Kurd bi derbasbûna demê re xwe ji van aliyan ve jî pêş ve bixin û civat, dewlet û rêxistin fêr toleransê, demokrasiya resen û dayîna nerxekî bilindtir bo zanînê bibin.
-
Dîtina te derbarê nebûna zimanekî standard de çi be? Mirov çawa bikaribe zaravayên cuda ji bo zimanekî standard ber bi hev wîne? Û dîtina te derbarê vegera li tîpên E’rebî de çi be?
– Zimanê standard ne tenê peyv û rêzimaniya zimanekî diparêze, lê her weha wê yekê pêkan dike ku axafgerên hemî zaravayên wî zimanî bi saya şêweya standard ji hev têbigihên. Zimanê standard bi taybetî ji bo nivîsandina ligor şert û mercên rêzimanî (gramerî) yên zimanekî ye û ev şêweya standard ji bo Kurmancî ev bûn dora 90 salan heye û her pêş ve diçe. Celadet Bedirxan, Kameran Bedirxan û hemî nivîskarên ji salên 1930an û şûn ve berhemên wan di kovarên wek Hawarê de dihatin nivîsandin zimanê standard bi kar dihanîn, çiqa hîn hinek cudatî hebûn jî. Ji salên 70yan û vir ve jimareke ji nivîskarên nifşê min bizava pêşvexistina vî zimanî dikine. Ta nuha bi hezaran pirtûk, kovar, rojname û gotar bi zimanê standard hatine weşandin. Nivîskarên wek Jan Dost, Mehmed Uzun, Mahmut Baksî, Hesenê metê, Bavê Nazê, Firat Cewerî, Şahînê Bekirê Soreklî û bi dehan hêjayên din roman, kurteçîrok, helbest û gotarên xwe bi vî zimanî weşandine, çiqa hîn çend cudadtiyê biçûk mabin jî. Yên hay ji vê rastiyê nînin yan derbarê wêjeya Kurmancî de ne haydar in, yan nizanin zimanê standard çi ye. Mixabin hinek kes hîn weha texmîn dikin ku divêt di zimanekî de tenê yek peyv ji bo ragîhandina wateyekê hebe. Yanê hîn nizanin ku di zimanan de peyvên hevwate hene û zêdebûna peyvên weha şana dewlemendiya wî zimanî ne. Li milê din, hinek kes peyveke ku wan hay jê niye wek yeke şaş texmîn dikin û dibêjin, “Li hêla me weha yan weha tê gotin.” Hinek jî derbarê duristiya rêzimanî de ne haydar in û tenê şêweya devokî ya zaravayê xwe wek “rast” texmîn dikin. Yanê mumkin e bibêjin, bo nimûne, peyvke wek “dihêt xwendegehê” şaş e, çimkî ew wê wek “tê mektebê” bi kar dihînin. Wekî em dizanin bi dehan zaravayên zimanê E’rebî hene, lê bi saya zimanê wan yê standard, “E’rebiya Fuşa” E’rebekî sûrî dikare rojnameyeke li Yemenê hatî çapkirin bixwîne. Ji bo Almanan, Îtaliyan, Yewnanan û milletine din bi salan ajotiye ta ku zimanekî standard hatiye birêxistin û ew ziman bi taybetî ji bo mebestên fermî, nivîsandinê û jihevtêgihîştinê hatiye/dihêt bikarhanîn. Di zimanên dewlemend û pêşkevtî de mirov dikare bi peyv û hevokên ji hev cuda wateya mebestekê ragihîne. Ev ne kêmasî, lê dewlemendiya wî zimanî ye. Hîn di Kurmanciya me ya standard de çend kêmasî, yan em bibêjin jihevcudabûn, hene, lê dê bi rê ve çareser bibin.
Bi salan e ez Fêsbûkê jî ji bo pêşvexistina Kurmanciya Standard bi kar dihînim û min bêtir ji 150 postên derbarê rêzimaniya Kurmancî de danîn ser malpera xwe. Şad im ku jimareke ji kesên me yên hêja sûd ji wan weşanan wergirtin, xwendin û nivîsandina Kurmancî pêş ve xistin. Mixabin hinek kes fêrbûna zimanê standard dijwar dibînin, çimkî çi zanîna rêzaniya zimanî bi wan re tune, heta bi rêzimaniya zimanekî din be. Soranî di warê standardkirinê de bêtir pêş ve çûye, çimkî bi salan e di xwendegehan de dihêt fêrkirin. Ez bi xwe nema Kurmancî û Soranî wek du zaravayên zimanê kurdî bi nav dikim. Bi dîdtina min ya îroj ew du zimanên ji mabata zimanê Kurdî ne, çimkî gramera wan, rêzimaniya wan, ji hev cuda ye.
Derheqê ewên vegera li alfabêya E’rebî pêşniyaz dikine de, êdî dereng e. Celadet Bedirxan alfabêya latînî ji bo Kurmancî baştir dît, li dû ku ji sal 1928 û şûn ve ya latînî ji bo Tirkî şûna alfabêya E’rebî girt. Hêviya wî bi vê yekê ew bû, ku bi encama guhertinê Kurdên Tirkiyeyê ji zimanê xwe bêpar nebin; yanê hêvî dikir Kurd li dû guherandina alfabêya bo zimanê tirkî xwendin û nivîsandina Kurdî bi alfabêya nû hêsantir bibînin. Nuha, li dû derbasbûna nêzikî 90 salan êdî dereng e. Guherandineke nû dê Kurmancên bakur û beşên din bêtir ji hev bi dûr xîne. Jê pê ve, alfabêya latînî ji bo teknolojiya dema me û bikarhanîna di mîdyaya civatî, kompiyûteran û mobîlfonan de hêsantir û sûdmendtir e.
Beş 5
-
Sehneya kurdî li Sûriyeyê di nav çend salên derbas bûnî de çendîn rêxistin û yeketiyên nivîskaran û rewşenbîran dîtin, lê hîn jî tevgera nivîskaran û rewşenbîran ji hev belavbûyî dimîne û ne xwediya stratêjiyeke tevkarkirinê ye. Ev rewşa kambax li holê ye, li şûna ku di vê qonaxa demî ya diltezîne de nivîskar/rewşenbîr bibin xwedî rol û derfet. Gotina te derbarê vê pirsê de çi be?
– Wesifkirina objektîv û dermandîtina ji kêşeyên “sehneya kurdî ya li aliyê sûriyeyê” re mixabin ne tiştekî hêsan e. Ev ne tenê xwe bi neyekgirtina rêxistinên nivîskaran û rewşenbîran ve girê dide, lê bi yên siyasî ve jî. Bi dîtina min, yek ji sedemên kevn yên hevgirtin berbend dikirin xwe bi rewşa Kurdên Sûriyeyê ya erdnigarî ve girê dide. Ji berê vê beşbeşiya sêqolî peywendiyeke siqe-siq di navbera her sê herêmên kurdî de nebûye. Ta van demên dawîn tenê hevgirêdaneke siyasî di navbera endamên hinek rêxistinan de hebû. Çiqa ev nuha piçekî ji berê çêtir be jî, hîn jihevcudatiyeke ji aliyê zihniyetê û herêmiyê ve di nav Kurdên binê xetê de heye. Sedema din ya hevnegirtinê xwegirêdanên wan yên bi partiyên beşên din re ye. Ev xwegirêdan wan hîn bêtir ji hev diqetîne. Nuha rewşenbîrên van her sê herêman li seranserê dunyayê belav bûne û hinek ji wan li welêt in. Tevî pêşkevtina teknolojî ya peywendîgirêdanê jî bihevgîhandina wan li dora hêvî û armancên hevbeş di rewşa îroj de ne hêsan e. Ji bo guherandina vê rastiya li holê şoreseheke hindirî ya xwevejandinê û lixwevegerê divêt, ku mixabin ji ber bandorên ji derve ve anuha ne pêkan e. Vê jî bibêjin, hinek ji wan sedemên xwegirêdana bi rêxistinên beşên din re wek “kurdistanîbûna xwe” didin zanîn. Şahînê Soreklî bi xwe jî demekê weha bûye, lê ev “kurdistanîbûna,” çiqa ji aliyê neteweyî ve erênî bihêt xuyakirin jî, ne mîkanîzmeke derbarê herêmên kurdî yên rojavayî bi xwe de di cîh de ye. Çima? Ji ber ku mirov nikare bajarekî baştir bike, ger nikaribe berê xaniyê xwe û taxa xwe baştir bike. Ev wê wateyê nade ku Şahîn Soreklî yê îroj xwe wek “kurdistanî,” nabîne, lê wê wateyê dide ku kurdistanîbûna wî nikare rewşa herêma ew lê ji day bûye ji rastiya wê derxîne û têxîne nav qalibekî din. Her weha wê wateyê dide, ku li ser milê wî erk e, ger xwe wek nivîskarekî Kurd dibîne, ku ligor wûjdan û derfetên xwe tiştekî bide vî beşê welêt yê ji hemî beşên din bêtir perîşan. Xizmetkitina ji PDK, YNK, PKK, yan rêxistineke din ya beşekî Kurdistanê re ji xizmetkirina bo pêşvexistina Kurdên aliyê Sûriyeyê pirr hêsantir e, û heye ku ji bo yê xizmetkar bêtir sûdmend be jî, lê pêdiviya herêmên kurdî yên aliyê Sûriyeyê bêtir bi xizmetkirinê heye.
Kurd, rewşenbîr dibin yan siyasî, tenê li ser hîmê hestên a’tifî û rotîneke klasîk “yeketiyê” dixwazin, lê danîna hîmên ji bo vê yeketiyê û birêxistina derfetên realîst yên li ser erdê sûdmend li holê nînin. Sedemeke din ya hevnegirtina siyasî xwe bi dîroka Kurdên binê xetê ve girê dide. Ji berê ve Kurdên li Sûriyeyê, mebest hinekên navdar ji wan, heta Kurdên ji dema Selaheddînê Eyûbî, tev aliyên sûrî yên ne Kurd kar kirine. Hestê neteweyî yê kurdî di nav Kurdên van herêman de berê gellekî bêhêz bûye. Di sedsala 20emîn de hestê neteweyî dîsa bi saya tevgerên li beşên din germ bûyî bûye, û yên di germtirkirina wan hestan de xwedîrol hinek Kurdên ji bakur hatinî bûne, Celadet û Kameran Bedirxan, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Ismet Şerîf Vanlî û Qedrîcan di nav de; her weha hinek malbatên ji bakur koç kiribûn. Jê pê ve, ji aliyê siyasî û xwerêxistinî ve bandora herî mezin berê ji “Kurdistan Îraqê” bûye, ji sal 1958 û şûn ve û dû re ji bakur bûye, bi taybetî bi encama rola PKK û hebûna serokê wê Abdulla Ocalan bi salan li Sûriyeyê. Bêguman hinek ji Kurdên Sûriyeyê naxwazin van rastiyan bibihîsin, lê ev bi xwe sedemeke negihîştina hêviyan e, çimkî ji bo xwegîhandina armanên mentiqî û serkevtina di xebatê de têgihîştina dîroka durist û xwenasîna rasteqîne divên. Ji bîr neçe, heta ji hevcudabûna li başûr li dû veqeta Ibrahîm Ehmed hatî holê û damezirandina YNK dû re, wê jî rol di zêdebûna hevrikiya di navbera siyasetmedar/rewşenbîrên herêmên binê xetê de hebûye, her weha hevrikiya PKK bi rêxistinên kurdî yên din re. Heta bi tirsa Kurdan ji Kurdan be, yan bikarhanîna zorê ji bo sedemên siyasî, ew jî berê di nav Kurdên Sûriyeyê de nebûne û ji rêxistinên din derbas nav wan bûne. Li dû “Bihara E’rebî,” destpêkirina şerê navxweî li Sûriyeyê û rola gemarî ya dewletên derveyî di kûrkirindana gerreka sûrî de, rêxistinên kurdî yên klasîk li aliyê sûrî hema-hema bi tevahî bêhêz bûn. Koma PKKyî dikaribû xwe bi piştgiriya cudaşêwe û pirralî ya PKK û alîne din bike serpereşta rewşa li ser erdê û bi rê ve bibe xwediya hêzeke mezin ya bi hêzên amerîkî re hevkar. Vê melaxmeya siyasî, dûrketina ji welêt ya kesan û rêxistinan, rewşa tevlihev ya tevahiya Sûriyeyê, gefên berdewam yên Tirkiyeyê, mirîdiya hinekan bo navan û doçikbûnê; her weha xwegirêdana rêxistinan bi partî û aliyên bi xwe hevrikên hev û din re piçek yekgirtina a’tifî ya hebû jî tar û mar kir û dijberî kûrtir kir. Nivîskar û rewşenbîrên bêlayan (serbixwe) û jêhatî yan bi pirranî ji hev dûr in, yan bêderfet in û ta radeyekê ji pêkaniya ragîhandina tevahiya rastiyê bi tirs in, ne tenê ji hinek rêxistinan û zimandirêjên wan, lê her weha ji hinek Kurdên naxwazin rastiyê bibihîsin û bibînin û baştir dibînin di nav mijê xeyalên xwe de heyloyê xwe bistrên. Di van demên dawîn de hişyariyeke siyasî, bi encama tecrûbeyên salên par, di nav gellek Kurdên rojavayî de dest pê kir cîh bigire, lê derfetên ku wan di bin sûwaneke siyasî de bigihînin hev li holê tune û dûrbûna rewşenbîrên hişyar ji hev kêşeyê hêsantir nake.
Bi kurtî, ez çi hêviya ku mu’cizeyek di siberoja nêzik de biqewime û rewşeke baştir û bi kelk têxîne şûna rewşa nuhayî ya diltezîne li aso nabînim. Em hêvî bikin hinek rûdanên kesek ne li bendê ye rewşê û hêviyê baştir bikin, li şûna ku bêtareke din wînin serê yên me.
-
Me pirseke derheqê xwendegehên li herêmên ji aliyê PYD ve dihên birêvebir jî heye. Ta nuha pêbaweriyeke derveyî, yan yeke navneteweyî bi bernameyên wan tune û weha xuya ye ku hinek kêşeyên perwerdeyî li holê ne. Dîtina te derbarê vê mijarê de çi be?
– Mixabin zarokên pirraniya herêmên li wan şer û ne-aramî hebûn/hene rastî ziyaneke bêhûde mezin hatin/dihên. Guman tê de tune ku perwerdekirina bi zimanê kurdî gellekî grîng e û ji mafê zarokên kurd e ku bi zimanê xwe yê makî bihên perwerdekirin, lê ji ber sedemên xwe bi rewşa îroyîn ve girêdidin, heye ku ko-ordînasyoneke bi wezareta perwerdeyê ya sûrî, yan ya welatekî din re hebe, da ku fersenda domandina perwerdeya bilind, naskirina navneteweyî bo belgehnameyên ji xwendegehên herêmê, yan ji bo karkirina di salên li pêş de, hêsantir bibin.
Ligor mercên perwerdekariya ligor dema me li welatên demokrat û pêşkevtî, ji bo serkevtina armancên perwerdeyî hinek şertên pêwîst hene, wek:
-
Perwedekirina mamosteyan ji bo şaxên ew ê di xwendegehan de xwendin bidin.
-
Amadekirina pirtûk û matiryalên bo perwerdekirina zarokan û ciwanan di hemî beşên akadêmî de, ji aliyê pisporên akadêmî ve.
-
Bidûrxistina metodên mêjîşuştina siyasî, propagandayê û tundrêbûna bi her awayî ji proseya perwerdeyî.
-
Misogerkirina domandina proseya perwerdeyî qonax bi qonax ji bo xwendekaran.
-
Danîna bernameyên dîtina kar ji bo xwendekarên proseya perwerdeyî bi serî dikin.
Ji ber ku ji welêt dûr im û agahiyên rêk û pêk derheqê proseya perwerdekirina li wir de di dest de nînin, baştir dibînim li ser gotinên li jor ziyade nekim.
-
Salên jiyana te li Kobanî ji salên te yên li derve derbas bûnî gellekî kêmtir in. Te pirraniya jiyana xwe li derve derbas kiriye. Gelo girêdana te ya ”rûhî” bi warê yekemîn re dimîne?
– Wekî min got, ez nozdeh salî ji Sûriyeyê derketim. Ji wan nozdeh salan min pirraniya pênc salan ji bo xwendinê li Helebê derbas kiribûn. Bi gotineke din, ji jiyana min dora panzdeh salên destpêkê li gundê Mezra E’brûş, Kobanî û gundên herêma Kobanî derbas bûne. Kêm-zêde çar sal ji jiyana min li Ewropayê derbas bûne û nuha pênceh sal bi ser gihîştina min bo Australya ketine. Bêyî zêdekirin, di riya jiyanê de min bi hezaran kes ji nêzik ve yan ji dûr ve nasîne û di nav civatên corbicor de mame, lê çavkaniya ku ez car li dû carê lê vedigerim, ruhê xwe pê av didim û bîrhanînên xwe jê vedijînim herêma Kobanî û xelkê wê yê wê demê ye. Ligel ku ava wê çavkaniyê bi encama salan û rûdanan bêguman hatiye guhertin jî, ew çavkaniya ye ku beşekî grîng ji şexsiyeta min av dide. Kesên min bi rê ve nasîn, tecrûbeyên jiyanê, perwerdeyê, karên min û yên min bi wan re kar dikirin, hevwelatiya min ya australî, endamên malbata min ya biçûk, heta bi xwendekarên min ku fêr dikirin, hemiyan bêguman bandor li zihniyeta min kirine û bi encamê bawerî û zihniyeta min nema wek dema ciwaniya min in, lê dilê min û hestên min hîn di kûraniya xwe de bi wan panzdeh salên li welêt yên di nav xelkê min de girêdayî dimînin; û ew erda ye ku xewnên min hîn xwe pê ve girê didin, çimkî li ser wî erdî ji day bûme, li ser wî erdî yekemîn peyvên zimanê min yê makî ji devê min derketine û di nav wî milletî de min xwe wekî di nav endamên malbata xwe de bim aram û şad hest kiribûye. Bêguman xwe wek endamekî gelê Kurd û wek Kurdekî binê xetê hest dikim, lê di navbera min û kobanîyîyan de lihevxwedîderketineke bingehîn dimîne, heta bi yên ez û wan hev nedinasin be jî.
-
Warê zarotî û destpêka ciwaniya te rastî wêrankirineke mezin hat, bêtareke ku ne tenê bajar rûxand, lê her weha şêniyê Kobanî û yê gundên wê ji hev belav kirin û li welatan kirin penaber. Vê yekê çi bandor li te kir? Tu rewşa herêmê û siberoja wê, li dû wê berxwedana ku hinekan demekê wek “berxwedana sedsalê” bi nav kir çawa dibînî? Tu siberoja xelkê Sûriyeyê bi giştî çawa dibînî?
– Tevahiya xelkê Sûriyeyê, bi taybetî ewên bêtawan, heta ne siyasî, di çend salên li paş manî de ketin nav goleke bi janê û trajêdiyan dagirtî. Bi sedhezaran malbat ne tenê zarokên xwe, bav û diyên xwe, bra û xwîşkên xwe wenda kirin, lê hemî tiştên xwe. Bi milyonan sûrî hîn li derve yan li hindir ji warên xwe dûr penaber in.
Dagirtina hema-hema tevahiya Kobanî û hemî gundên wê, koçkirina komî ya daniştvanên herêmê, endamên malbata min jî di nav de, encamên bêtarî yên vê koçkirinê, libaketina ala reş li ser kaşê Miştenûrê… janeke zirav xistin kûraniya hebûna min û bi rojan xew ji çavên min bi dûr xistin. Di jiyana xwe de min jimareke ji bêtarên li herêmên Kurdistanê qewimîbûn dîtin, lê çi caran neket hişên min ku bêtareke weha bêhûde dê bi ser herêma ez lê ji day bûme de bihêt. Çi caran neket bîra min ku xwîşkên min, brayên min, xwarzêyên min, brazêyên min, kurmamên min, kurxalên min, bixaltiyên min, nas û dostên min ê bibin penaxwazên perîşan. Derheqê iddî’aya “berxwedana sedsalê” de, ma ez ê çi bibêjim! Gotinên weha ji afirandina ewên dixwazin mêjiyê xelkê bişon ve dihên bikarhanîn, yan hinekên bi xwe dikenin wan bi kar dihînin, çawa ku kesekî serê xwe diêşê hebên serêşê bi kar dihîne. Rast e ciwanên me ber xwe dan û hinek ji wan di şerê li dij şervanên Da’işê de ketin, lê top û mûşekên amerîkî bûn ku bajar tax bi tax, kolan bi kolan bi ser da’işiyan de hilweşandin û yên manî neçare revê kirin. Ji bîr neçe ku hema-hema tevahiya xelkê herêmê bi mehan li aliyê Tirkiyeyê man, bi hezaran malbat derbas başûr bûn, bi hezaran ciwan li Ewropayê û şûnên din bûn penaber û hîn venegeriyane. Bi hezaran rewşenbîr, xwendekar, mamoste û pispor bi dûr ketin… Bi dirêjiya dîrokê gotinên wek “berxwedana demê, serkevtina sedsalê…” hatine bikarhanîn. “Berxwedan û serkevtina Stalîngradê” bi bîr wîne. Recîma Stalîn ew kir durişm û li dunyayê belav kir; ji bo demekê bû durişma partiyên komonîst yên cîhanê. Lê rastiya xwe bi wê mijarê ve girê dide xwediya aliyekî dine jî ku aliyekî reş e. Wê “berxwedana sedsalê” bajar tar û mar kir û şêniyê wê xist nav pêlên janê û mirinê… Bi sedhezaran ciwanên rûsî dihatin neçarkirin bêyî çek hêrîşe hêzên almanî bikin, da ku çekên lesgherên li tenişta wan diketin hilgirin. Mirov wek dewêr ber bi tank û topên hêzên almanî dihatin gêrkirin. Ligor belgehên dîrokî, rojê 19000 endamên hêzên sovyêtî û kesên medenî li Stalîngradê dihatin kujtin. Milyonek û 900 000 endamên hêzên sovyêtî bûn qurbanên şerê Stalîngradê yê dora pênc mehan domandî. Bi sedhezaran kes ji birçîna û bi encama nexweşiyan mirin. Yên hewl didan birevin dihatin girtin û wek xayîn dihatin binavkirin, û bajar bi ser û binê xwe ve hat rûxandin. Û tiştê seyr ev e : Nuha bajarekî bi navê Stalîngrad tune. Hukûmeta Sovyêtî ya bi serdariya Xurotşov navê bajêr sal 1961 gughert û kir Volgograd.
Serdarên hêzên amerîkî li herêmê roleke ne qenc lîztin derbarê daniştvanên Kobanî û gundên wê de. Bêyî guman çavdêrîkirina asîmanî ew haydare wê yekê kiribûn ku şervanên Da’işê ber bi Kobanî di rê de bûn, lê ji bo rawestandina wan bi rêya lêdana ji jor ve tiştek nehat kirin. Aşkere bû ku wan Kobanî wek dehfeke nêçîrkirina da’işiyan bi kar hanîn. Wê demê Ceneralê amerîkî Lloyd Austin di hevpeyvîneke bi kovara TIME re got, “Bila Da’iş çekdarên xwe rêbike Kobanî; çiqa jimara ji wan li wir bikujim bilind be, jimara ku divêt li şûnên din bikujim dê kêmtir be…” Di wê hevpeyvînê û ragîhandinên din yên berpirsên amerîkî de aşkere dibû ku Amerîka tenê ji bo lêdana Da’iş li rojhilatê Sûriyeyê ye, bi taybetî ji bo parastina rewşa li Îraqê (dû re hevrikiya bi Rûsyayê û Îranê re dema mayîna hêzên amerîkî li wir dirêjtir kir). Min tevahiya gotara derheqê Kobanî de wê demê di kovarê de hatibû weşandin wergeraand Kurdî û di malpera xwe ya Fêsbûkê de weşand. Tenê quncekî Kobanî neket dest Da’iş û hinekan weha texmîn dikir ku jimareke ji hêzên amerîkî yên taybet li wir di nav şervanên YPG de bûn, bo agaghdarkirina navenda hêzên amerîkî li Hewlêr yan li Qeterê bo haydarîkirina elektronî derheqê şûn û livên şervanên Da’işê de, da ku firrokên cengê li wan bidin. Hatina pêşmergeyan bi rêya Tirkiyeyê, ew jî çîrokeke din e û dê bêtir beşsê nekim. Lê divêt bihêt gotin ku Amerîka ya bi tonan bombe û mûşek bi ser Kobanî de berdan û bajar kir goreke mezin bo da’işiyan ne ji bo vegera xelkê herêma Kobanî bû alîkar, ne jî heta tevdêrên parastina yên vedigeriyan ji tehlûkeya bi encama maddeyên teqînê û termên miriyan dikaribûn di nav xelkê de belav bibûna kirin. Alîkariya ji aliyên ne-hukûmetî û hukumetî ve ji xelkê herêma Kobanî re dihat şandin jî bi pirranî nediket dest xelkê perîşan…
Li vir bibêjim, ku hinekan di nav hêzên amerîkî de, her weha hinek senatoran û siyasetmedaran, meraq li domandina mayîna amerîkî li Sûriyeyê dikirin. Xwediyên vê meraqê domandina mayînê li hember mayîna hêzên rûsî, û bêtir yên îranî, dixwaztin, lê di meha 12emîn ya sal 2018 de serokê amerîkî Donald Trump, yê ku ta nuha hîn siyaseta hukûmeta Obama li Sûriyeyê û Îraqê didomand, ji nişkan ve meraqa aliyên amerîkî yên derçûna ji Sûriyeyê nedixwaztin pûç kir, çiqa wekî berê hatibû texmînkirin di çi derçûna zû cîh negirtibe jî. Rûdanên li dû biryara derhanîna hêzên amerîkî cîh girtinî, îmkana jidestçûna Munbicê û tehlûkeya ku hêzên tirkî tev yên pê re derbas rojhilatê Ferêt bibin, hemî tehlûkeyên ku min bi salan berê bi xwe derbarê wan de çendîn car nivîsandibû… Kurd bi şêweyeke giştî her dem aliyên derveyî tawanbar û riswa dikin, lê wekî her dem dibêjim, qe nebe nîvê tawanê di stuyê hinek rêxistin û berpirsên wan de ye, û li vir rêxistinên li herêmên Kurdî desthelatdar. Bêguman ew Kurdên ku nikarin şaşiyan û rastiyan ji hev derxin û zû bejnên xwe li ber daholên cengê li ba dikin, ew jî ne bi tevahî bêtawan in.
Guhertinên bi encama dagirtina da’işî û koçkirinê hatinî holê encamên weqa diltezîne hanîn holê, ku ne herêma ji Şêxlera li rojhilatê Ferêt ta Til-Ebyeda nêzikî herêmên Cizîrê dikişe, ne jî havgirêdana xelkê vê herêma mezin ê çi vcaran wek berê bibin… Li dû nemana Da’iş li vê herêmê jî ragîhandina rastiya nîvçe derbarê Kurdên Sûriyeyê de domand. Amerîka di ragîhandinên xwe de weha dikir, wekî ku hevkariyê bi tevahiya Kurdên Sûriyeyê re dikêye. Navê “Kurdên Sûriyê” bi kar hanî, dû re neçar ma nav biguhere “Hêzên Sûrî yên Demokrat,” û bi ser de ji bo dagirtina Efrînê ji aliyê hêzên tirk û şervanên E’reb/îslamî yên pê re ve jî Amerîka û hevalbendên wê bêdeng man. Wek rojê aşkere dibû, heta ji yên di warê siyasetê de herî nezan, ku Amerîka ne ji bo alîkirina Kurdan, lê ji bo bikarhanîna çekdarên Kurd yên di bin bavê YPG û navên din de bû, di şerê li dij Da’işê de. Û Amerîka derew nekirine, ne jî li peymaneke îmzekirî xwedî derneketiye. Siyaseta amerîkî di vî warî de ji destpêkê ve aşkere bû û hinekan ji me jî dît û ragîhand. Bêguman ji bo vê hevkariyê pere jî dê hatibin dayîn. Çiqa pere û ligor çi şert û mercan, hîn nehatiye ragîhandin.
Ji bo xatirê ragîhandiya rastiyê, divêt bihêt gotin ku karbidestiya amerîkî îcar, bi saya hinekên baqil di nav hêzên amerîkî û wezareta peywendiyên derve de, hema weha bi hêsanî rê neda hêzên tirkî û hevkarên wan ku derbas herêmên kurdî yên li rojhilatê Ferêt bibin. Mike Pompea, wezîrê amerîkî yê peywendiyên derve, di ragîhandina xwe ya dawîn de (12/01/2019) got, ew geşbîn e ku çareseriyeke bi razîbûna Tirkiyeyê û Kurdan (PYD/YPG) dê nêzik be. Ya ez ji gotinên wî têdigihêm ew e, ku aliyê amerîkî hêvîdar e YPG/HSD… û hukûmeta sûrî dê li hev bikin ku herêmên li rojhilatê Ferêt têkevin bin desthelatdariya sûrî. Bi gotineke din, li ser kaxizê hukûmeta sûrî dibe desthelatdar û ev yeka daxwaza Tirkiyeyê ku “terorkar ji ser sînorê wê rabin” bi cîh dike. Bi encamê pêdivî bi çi hêrîşan namîne, ligor aliyê amerîkî. Di vê qonaxa bi mij û tevliheviyê dagirtî de hîn jî encama dawîn ne zelal e, lê şanên li holê xuya dikin ku herêmên li rojhilatê Ferêt jî dê têkevin dest desthelatdariya Şamê û aliyê kurdî yê nuha desthelatdar dê li herêmên kurdî bi awayekî ji awayan serpereşt bimîne.
-
Cara dawîn kengê li Kobanî bûyî? Çi tevdêrên serîlêdaneke nû hene? Ger biçî gotinên te ji bo xelkê Kobanî dê çi bin?
– Serîlêdana min ya dawîn sal 2009 bû, dema tev dostekî almanî çûm wir. Min pirr bîre Kobanî, meriyên xwe, dostan û nasan kiriye. Dizanim gellek ji wan nuha li derve ne jî. Wê rojê dostekî bi henekî digot, “Bo çi çûna Kobanî? Nîvê Kobanî li Danmarkê û Almanya ye.” Hêvîdar im rewş baştir bibe û dîsa biçim û li şûna navê “Kobanê” navê resen “Kobanî” li pêş deriyê bajêr bibînim. Min pirr li ser Kobanî, û ji bo xelkê herêma Kobanî, nivîsandiye. Pêdivî bi çi gotinên din li vir tune. Ger çûm dê hewl bidim bêtir guh bidim gotinên xelkê.
-
Derheqê Efrînê û xelkê wê û gundên wê de çi gotinên te hebin?
– Trajêdiya Efrînê û daniştvanên herêma Çiyayê Kurmênc xelekeke ji zincîra bêtarên bi ser Kurdan de hatine û dihên. Van bêtaran dê bidomin ger yên bi şêweyeke rasterast, yan ne-rasterast, dibin sedema cîhgirina wan tevdêrên baştir di siberojê de negirin û bi cîh nekin. Ew Kurdên ku hîn rojên îroj jî dibin sedema cîhgirtina bêtaran, yan hatina wan texmîn nakin, ji şaşiyên dîrokî û tecrûbeyên sedsalan fêr nebûne, ne jî siyaseta herêmî û navneteweyî baş fêhm kirine, mixabin. Yek ji kiryarên ku dikarin rê li bêtarên weha bigirin ew yeka ye ku aliyê berpirs ji Kurdan wek gotina pêşiyên Kurmancan radigihîne “Lingên xwe ligor bera xwe ranin,” rastiya siyasî ya hindirî, herêmî û navneteweyî fêhm bikin û berjewendî û “selameta” xelkê bidin ser ya xwe. Bêtara Efrînê ta’l e, çimkî nêzike me ye, beşekî ji me ye û rûdaneke nûqewimî ye. Pêdivî li vir bi gotinên derheqê dewleta tirkî de nake. Kurdan, min bi xwe jî, pirr û pirr derbarê siyaseta Tirkiyeyê de nivîsanine. Li milê din, dem êdî hatiye ku Kurd bizava guherandina stratêjiya xwe li hember Tirkiyeyê bikin. Guman tê de tune ku pêdivî bi stratêjiyeke cudaşêwe heye, çimkî xwerakişandina li dij Dewleta Tirk û têkoşîna çekdar ji sedsalan û vir ve ji bilî bêtir û bêtirtir ziyan çi destkevtiyên domandî negîhandine Kurdan û welatê wan. Ev wê wateyê nade ku Kurd neheq bûne, lê wê wateyê dide ku stratêjiya wan ne serkevtî bûye.
Divabû ji daniştvanên herêma Çiyayê Kurmênc hatibûya xwaztin, ku çi bibe-nebe bila dest ji warên xwe bernedin. Hinek ji rewşenbîrên aliyê Efrînê, ez bi xwe jî, li dij koçkirinê bûm û baş bû ke beşek ji xelkê li gund û bajarên xwe man, lê gellek derketin, mixabin. Çi heyf ku aliyê kurdî yê berpirs li şûna ku tevdêrên ne-koçkirinê bike, rê heta li vegera hinek malbatan girt, ligor ragîhandina hinek raportan û gotina hinek Efrîniyan bi xwe.
-
Çi tevdêrên nivîsandina bîrhanînên xwe li cem te hebin?
– Tê de ponijîme, lê her paş ve xistiye. Carne dibêjim xwe “grîng e,” carne dibêjim “ne grîng e.” Hinek rûdan hene ku hîn îroj jî ragîhandina wan bi şêweyeke durist û rasteqîne ne guncav e. Ger Xwedê got erê, heye ku rojekê xwe pê ve mijûl bikim.
-
Ger kurtegotineke te ji bo nûnerên van koman hebe, dê çi be: Nivîskaran, siyasetmedaran, rêberên olê, ciwanan, jinan, penaberan, xelkê bi giştî?
– Bo nivîskaran: Ne dema xwe wenda bike, ne jî yên din bi xwe re westa bike, ger tiştekî rast sûdmend, yan bedew, ji bo nivîsandinê li cem te nebe.
– Bo siysetmedaran: Bibe siyasetmedar ger ji bingehên siyasetê fêhm dikî û niyeta te xizmetkirina xelkê û pêşvexistina civatê be. Mebe siyasetmedar ger niyeta te bikarhanîna xelkê be, ji bo xwe, yan ji bo eşîra xwe, yan ji bo partiya xwe, yan ji bo ola xwe…
– Bo rêberên olê: Ji ola xwe hez bike, lê kîna li dij olên din belav meke. Ji her kesî û kesê mepê ku bibe wek te; li hember yên wek te nafikirin bi tolerans be (tehmûlkirî be).
– Ji bo ciwanan: Serkevtin pêdivî bi xebatê, keda dûrdemî, îsrarê û bêhna fireh heye. Xwedî xewn be, lê bizanibe ku cudatiyeke mezin di navbera xewnê û rastiya li ser erdê de heye. Her hewl bide kûrtir bifikirî, çimkî carne rastiyê ji rûyekî bêtir heye.
– Penaberan: Ji roja 1emîn ya gihîştina welatê lê bi cîh dibî ve bizava fêrbûnê û pêşvexistina xwe û endamên malbata xwe bike. Mehêle tenbelî û bidestketina hêsan rê li ked û têkoşana ji bo rewşeke baştir bigirin. Ji zorê û bikarhanîna wê dûr bimîne, di hindir malê de dibe, yan di hindir civatê de. Bizanibe ku sal bi sal û bi mezinbûna zarokan re vegera li welêt dijwar û dijwartir dibe.
– Xelkê bi giştî: Di cîhana me de mirovên bed (xirab) ne hendik in. Wek wan mebe. Mafên xwe ji bîr meke, lê hewl bide ji kînê û nefreta giştî bi dûr kevî. Wek mirov, ligel hemî cudatiyên me jî, em hemî dikenin, digirîn û ji bextyariyê hez dikin, lê mixabin gellek ji me dikarin bi kîn û nerindî jî bimînin, lê evîndarî pirr ji kînê hêsantir e. Wek Kurd, me hemiyan pêdivî bi toleransê (tehmûlkirina ji hev) û bizava yekgirtina ji bo armancên mentiqî heye. Ger te ji kesekî hez nekir pê re mede-mestîne, ger te nexwazt, lê gora wî mekole.
-
Gotineke dawîn?
– dixwazim bibêjim ku salên li paş manî bûyerên diltezîne yên di wan salan de qewimîn û li hinek şûnan xelkê me xistin nav rewşên trajêdî, her weha rastiya nuha li ser erdê li holê û siyaseta hinek rêxistinên kurdî hinek ji me bi rê ve dilsar kirin. Xewnên niştimanperwerên ji nifşê min berê rengîntir bûn, hêviyên me mezintir bûn û baweriya me bi gelê me ji rastiya rewşê pirr bilindtir bû. Destkevtin bi sînor bûn û ziyana li welatê me bûyî berfirehtir bû. Heta li başûr be, ku ji sal 1991 ve birêvebirina herêmeke ne biçûk di dest rêxistinên kurdî de ye, divabû destkevtî gellekî berfirehtir û bêtir bûna. Ligel hinek aliyên erênî jî, Kurdan bi rêxistin û komên xwe ve, nikaribûn ji aliyê neteweyî ve, ya me ji wan, û bo wan, hêvî dikir bi dest xin. Nebûna yekgirtineke neteweyî ya rêk û pêk, domandina hevrikiya siyasî, berdewamiya hinek armancên pûç yên rêxistinî, tundrêbûna olî li nik hinek koman, zindîmayîna kînê û gendeliyê li hinek şûnan… ne tenê pêşkevtin bi sînor kir, lê her weha bûn sedema rênegirtina li bêtaran, wekî li Helebçe, li Şengalê, li Kerkûkê, li Kobanî, li Efrînê …
Nuha ku min 70 sal ji jiyana xwe erbas kirine, ew germahiya hestan, ew rengîniya xewnan û ew mezinbûna hêviyan di kûraniya dilê min de nema wek berê bi alawî ye. Heye ku ev yeka di hinek nivîsarên min yên dawîn de carne xuya be, û ev sedeman in ku çalakiyên min yên siyasî û afirandinên wêjeyî bi sînor kirine. Bêguman rola salan jî tê de heye. Ya min îroj ji acizbûna ji kiryarên neyarên Kurdan bêtir diêşîne ew yeka ye ku gelê Kurd bi giştî, wek millet, ji aliyê siyasî ve hîn bêçare dimîne û siyaseta kurdî ya li holê bûye wek otomobîleke kevn, ya bi motorên li bervaciya hev di kar de. Bi encamê ev otomobîla her li dor xwe dizivire, li şûna ku aram bibe, ber bi pêş bi rê keve û pêşveçûnê bidomîne. Ji vê otomobîlê re motoreke, yan motorên, nû divêt, û ev motor baştir e ji nav xelkê bi xwe derkeve, ne ku ji çêkirina şofêrekî nîvzan yê “sihirbaz” be, yan ji nav rîhên mehdiyekî rêber derkeve holê, wekî ku gellek li bendê ne! Rojên îroj baştir dibînim ku çend xwendevanên hene haydare rastiyê û xwenasînê bikim, li şûna xapandina wan bi gotinên mezin yên bi rê ve fiş dibin û bêhna gennî belav dikin. Her weha dixwazim ji ciwanên Kurdan re bibêjim, çiqa dizanim ku pirraniya wan dê van gotinan nebînin: kurdperweriya we bêyî axaftin û xwendina bi zimanê kurdî nîvçe ye. Bo siberojê, heta ger desthelatdarî di dest komeke xwe wek “Kurd” bide nasîn de be, di nav dewleteke serbixwe de yan li herêmeke kurdî ya ne serxwe, bêyî zimanê kurdî ne ew dewlet kurdî ye, ne jî ew herêm. Myîna Kurmancan wek Kurd bi mayîn û pêşkevtina zimanê wan ve girêdayî ye.
Li dawiyê vê jî ragihînim: Hemî gotinên li jor wê wateyê nadin ku di nav gelê Kurd de rêberên dilpak û dilsoz nebûne, ne jî wê yekê înkar dikin ku milletê Kurd bi sedan sal bi şêweyekê ji şêweyan ji bo nasnme û mafên xwe têkoşiyaye, lê wê wateyê didin ku milltekî ku jimara endamên xwe îroj bi kêmasî 30-40 milyon e û xwe gîhandiye sedsala 21emîn, divabû nuha xwediyê şanên bi encamên girantir bûya.
Ji berpirsên “MedaratKurd.com” re spas dikim ji bo dayîna vê fersendê û ji hêja Omar Rasoul (Omer Resûl) re spasdar im ji bo pirsiyarên wî yên ku “îlham” dan min bersîvên hema-hema bi dirêjiya pirtûkekê bidim û beşekî ji agahiyên bi kîbûna min, jiyana min, xebata min û ramanên min ve peywendîgir têxim nav peyvan.
_____________
* Hevpeyvîna Omar Rasoul/Medaratkurd.com bi Şahîn Bekir Soreklî re, berê di meha 10emîn/ 2018 de bi E’rebî cîh girtibû û hatibû weşandin. Bersîvên vê hevpeyvîna bi zimanê kurdî di meha 1emîn ya sal 2018 de hatin dayîn (ta 13/01/2019). Ne her tiştê di naveroka beşê Kurdî de hatiye ragîhandin di hevpeyvîna bi E’rebî de hebû.