Serrûpel Dosya DOSYA – Sed saliya Dr. Nûredîn Zaza

DOSYA – Sed saliya Dr. Nûredîn Zaza

Belav bike

 

Lehing û canfidayê Kurd û Kurdistanê, siyasetvan û rewşenbîrê hêja, damezrenêr û yekîmîn serokê partiya demokrata kurdî li Sûriyê Dr. Nûredîn Zaza dibe 100 sal.

Dr. Nûredîn Zaza, kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurd-perwer de rabûbû. Bavê wî “Ûsiv Efendî” û bira yê wî yê mezin “Dr.Ehmed Nafiz Beg”, hevalbendên “Şêx Seîd Efendî” bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijê dewleta Tirk ya nijad-perest. Pismamê wî “Osman Efendî” di wê şoreşê de şehîd ketibû.

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Kurdistana Bakur, desthilata Tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû, û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk “Nûredîn” binxet dibin Sûriyê, ku di bin mandata Firansa yê de bû.

Dr. Ehmed Nafiz, kesatiyeke; hekîm, tekûz, û mêrxas bû. Hatina wî ya Kurdistana Sûriyê bû hêzeke nû ji “Xoybûnê” re. Ew roleke girîng tê de dileyîze, û di salên çilan de serokatiya wê dike. Di warê bijîjkî yê de; Dr. Nafiz bi kar û xebateke mezin li herêma Cizîra Sûrî dirabe. Wê çaxê, êş û nexweşîyên weke; (êşa zirav, melariya, tîfo, sorik û xûrî) belav bûn, û mezin û piçûk bi wan êşan diçûn. Dr. Nafiz êşên cih naskirin û li ser destên wî yên pîroz bi dihên hezran nexweş saxbûn. Ji lewra, baweriya xelkê bi bijîjkiya Dr. Nafiz zêde bû, û nav û dengên wî ne tenê li herêma Cizîrê, lê belê di Sûrî tevî de belav bûbû.

“Nûredîn” vêce, li Kurdistana Sûrî di bin sih û perwedeya Dr. Nafiz de mezin dibe. Ew ne tenê bira ye jê re, lê belê ew dibe; bav û mamoste û rêber jî. Herwesa, Nûredînê piçûk, di nav civata welat-parêz û girgirekên kurdan de mezin dibe. Di salên sihan de, gelek şoreşvan û rewşenbîrên Kurdan ji ber zilm û zora rêjîma Ataturk ya nijad-perest binxet bûbûn Sûriyê. Ji wan “Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Begê Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axa yê Eliyê Ûnis, Dr.Nûrî Dêrsimî, Endeziyar Arif Ebas, û hin dîtir”. Wê teisîra wan camêran di warê netewe-perweriyê de li Nûredîn hebe. Bi wext re, wê Nûredîn ê dagirtî bi rihê şoreşvaniyê bide ser şopa wan, û barê kurdîtiyê giran bigre xwe û doza mafên gelê xwe yê kurd bike.Çalakî û xebatên Nûredînê 18 salî zû dixuyênin :

– Ew kuştar û qetlîamên mezin, ku dewleta Tirk dijê kurdan li Bakur û nexasim li Dêrsimê pêktanî, Nûredîn di dil de têşîne. Vêce ew raporekê derbarî wan bûyerên xirab û hov dinivîse û dide pêşiya hevalên xwe ji xwendekarên dibistana Firansawî li Şamê û çendek ji xwendekarê tara kurdan, û diçin radestî balyozxaneyên dewletên biyanî dikin.

– Di sala 1937an de, dîse jî bi serokatiya Nûredîn, civateke xwendekaran bi navê “Hêvî” li Şamê tê damezrandin. Civata Hêvî, rihê netewî di nav xwendekarên kurd de geş dike, û pirsa gelê xwe bi rê ya balyozxaneyên derve ku li Şamê heyî, digihîne “Lîga Neteweyan”

– Di paşiya sala 1937an de, Nûredîn Zaza û çend hevalên xwe, tîmeke fûtbolê bi navê “Kurdistan” li Şamê çêdikin. Tîma Kurdistan pir xweş dileyize û pêlewaniya Sûrî distîne.

– Nûredînê 20 salî, çalak û jêhatiyê di warê rojnamegeriyê de. Di nivîsên xwe de, ew tekez dike ser fêrkirina zimanê kurdî, û di kovarên “Hawar û Ronahî ” de berhemên wî hene. Mîr Celadet Bedirxan, çîrokên wî yên kurt bilind dinirxîne, û wî weke “Çêxovê kurdan” bi nav dike.

– Bûyera kû di sala 1942an de bi Nûredîn re di tirênê de qewimî bû (xwe ji tirênê avêtibû), û helwesta wî ya cesûr bi herdû mamosteyên Tirk û cendermeyan re, didin xuyanîn bê çiqas ew mirovekî zane mêrxas bû.

– Nûredîn, her û her amade ye ku tiştekî ji miletê xwe yê kurd re bike. Gava jê re dibêjin : em dikarin te bigihînin nik “seydayê Barzanî û komela Hêwa”, ew yekser qebûl dike, û dev ji mal û mewdanên xwe digere û diçe. Lê mixabin, wan li ser sînorê Sûrî bi Eraqê re digrin, û salekê Nûredîn di hepsên Mûsil û E’mara û Bexdayê de girtî dimîne.

– Li Bêrûdê, sala 1945an, dema ku Nûredîn Zaza xwendina xwe li zanîngiha Firansawî dike, ew şûna Mîr Kamîran Bedirxan di Radyo wa Libnanê – beşê kurdî de digre, û bi karekî mezin di behiskirina pirsa kurdî û ragihandina xeber û nûçeyan ji her çar parçeyên Kurdistanê dirabe. Piştî ku hikûmeta Libnanê beşê kurdî di Radyo wê de digre, Nûredîn dibistanekê şevane diveke, ji bo kurdên Libnanê fêrbike zimanê kurdî.

– Di sal 1947an de, Nûredîn Zaza derenca “Lîsnans” di zanîstên siyasî de ji zanîngiha Firansawî li Bêrûdê distînê û berê xwe dide Swêsrayê da xwendina xwe ya bilind bidomînê.

– Li Swêsrayê, qonaxeke nû û girîng di jiyana Nûredîn Zaza de destpêdike. Belê, ew çiwe wir xwendina xwe timam bike, lê pirsa miletê wî yê Kurd di bîrê de ye. Wî li ser xwe ferz didît ku her xizmetê jê re bikê. Sekin ji Nûredîn re nîn e. Li zanîngiha Lozanê, ew di ber xwendina xwe re, Kurd û Kurdistanê bi xwendekaran dide naskirin. Gava dibîne ku xwendekarên Kurd hewceyî rêxistinekê ne ku wan bide hev û bi heve girêde (da bikaribin bi awakî fermî dan û sitandin û têkiliyan bi berpirsiyarên Swêsrî û rêxistinên biyanî re pêk bênin), ew komela xwendekarên Kurd li Evropayê sala 1949an didamezrîne û dibe serokê wê, û kovarekê bi navê “Dengê Kurdistan” derdixin.

– Nûrdînê; zane, degel, û cesûr, illeh deng û pirsa miletê xwe û zilm û zor û te’dariya ku lê tê kirin bigihîne sazî, forûm, û kongireyên navntewî ku li Evropayê dihatin lidarxistin. Li Budapêstê, paytexta Meceristanê, di Fistîvala xortên cîhanê de, sala 1949an, bi ser hemû astengiyên ku partiyên komûnîst yên rojhilata navîn (ya Sûrî, Tirkî, û Îranê) li pêşiyê didanîn, wî weke nûnerê Kurdan xwe têde ferzkir, û qesîdek li ser rêber û qehremanê netewa kurd “Mele Mistefa Barzanî” li pêşiya 5000 kesî xwend. Piştî çend rojan ji wê Fistîvalê, li Sofyayê – paytexta Bulgaristanê- li kongireya xwendekarên cîhanê, wî weke nûnerê Kurdistanê qebûl dikin. Dr. Nûredîn Zaza di bîranînên xwe de dibêje : “ew serkrtineke mezin bû. Vêce ez rehet û bi dilekî xweş vegerehame Swêsrayê”.

Li Firansayê jî wilo, gava “Neteweyên yekbûyî”, cihê xwe di “Sera Şapo” de digirt, Nûredîn endamê şandekê bû ku raporekê ser rewşa Kurdan bide, bizav û hewildanên xwe dike ku bigihe nûnerên dewletan de guh bidin pirsa Kurdî û wê di cìvînê de guft û go bikin. Û li her derê jî wilo, Nûredîn bêtexsîr e. Raste Nûredîn yek bû, lê wî hamberî 100 çalakvanî kar û xebat dikir.

Di sala 1956an de, Nûredîn Zaza du karên pir girîng pêktîne. Yê pêşî, ew DOKTORA yê di zanistên perwedeyiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre. Karê didwan, ew “Yekîtiya xwedekarên Kurd li Evropayê” didamezrîne. Dûvre, ew dide rê û divegere Sûriyê.

Di bîranînên xwe de “Jiyana min a Kurdî”, Dr. Nûredîn Zaza dinivîse : “di paşiya hezîrana sala 1956an de, ez bi hisret bûm ku ez tiştekî ji Kurdan re bikim. Min rabû da rê – di rêya deryayê re (Îtaliya – Bêrûd), berê xwe da Sûriyê. Li Bêrûdê, piştî 9 salan ji mayîna li xurbetê, bira yê min yê mezin(Dr.Nafiz) û hin dostên me yên dilsoz, hatibûn pêşwaziya min. Çawa ez ji gemiyê peyabûm, min naskir ku Kurdên Sûriyê ji mêj ve li hêviya vegera minin. Vêce gelo ezê bikaribim wan ji bin sitem û te’dariyê xilas bikim û maf û daxwaz û meremên wan di heyif û salên werin de bi cih bênim, yan na ?!”.

Li Sûriyê, Dr.Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê Kurd xirab e. Ji kinarekî ve, Kurd ji nijad-perestiya “Partiya Beis” di metirsiyê de ne. Li kinarê dîtir, “Partiya komûnîsta Sûriyê”, ya qaşo întirnasyonalîst, xwe ji netewa Ereb re kiribû parêzer, lê li dijê Kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên netewî dikirin, û ew bi şûvînîzmê tometbar dikirin. Dr.Nûredîn Zaza dinivîse : “di rewşeke wesa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît.

Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herwesa, welat-parêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin. Û di paşiya sala 1957an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê pdks hate damezrandin” .Pdks, ji serokatiya xwe re, Dr.Nûredîn Zaza dihilbijêre, û di demeke kurt de gelek kurd tevlû Partiyê dibin. Pdks, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî, û civakî di nav Kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav Kurdan de.

Lê di salên 1958 – 1961î de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma “Nasir” ya dîktatûr de ye. Di wan her 3 salan de; rewşa siyasî, ewlekarî, û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê “Nasir” li Sûriyê (Evdihemîd Elserrac) û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin, û nemaze li Kurdan û helbet li pdks, ku hebûna wê weke xetereke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Vêce rêjîma “Nasir”, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û ekonomî dike sukra gelê Kurd de û pdks de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên pdks û serokê wê Dr. Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendkê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Dr. Nûredîn Zaza û 31, heval di hepis û zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên Kurd gelekî têne lêxistin û îşkence kirin.

Dishilata hepsê hemû rengnên kîn û buxzê dijê girtiyan derdixe. Mehkeme hikmê îdamê dide Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, û Reşîd Hemo. Lê bi saya zanebûn û berxwedana siyasî û qanûnî ya Dr. Nûredîn Zaza û parêzeran. Û herwesa bi hewildana dost û saziyên demokrat û mêdyayê li Sûriyê û Eraqê û Libnanê û Evropayê, hikmê îdamê sivik dibe heta salekê.

Di hepsê de, Dr. Nûredîn Zaza berxwedaneke mezin dike û ji ya xwe nayê xwar. Li ser qehremaniya bêhempa ya Dr. Nûredîn Zaza li ber celadên hov, heval û hogirê wî yê hepsê, helbestvan Emerê Eliyê Ûnis (Emer Xerzan) ev helbesta ha gotiye :

Vane Kurd tev rabûn……dane pey Dal û Nûn

Ser rêya serxwebûn……..bi hevre meşîn

Zind û dil tev qewî………..çav û ser netewî

Destê me bi destê wî…….bi hev re meşîn

Vaye dem bo me hat…….vaye roj jî hilat

Xort û keç bo felat……….bi hev re meşîn

Keç bi çavên dikil……….xort bi dest û bi mil

Tev bi can û bi dil………bi hev re meşîn

Tevde canê xwe dan……zar û kal û ciwan

Cahil û xwendevan……….bi hev re meşîn

Dal û Nûn – Doktor Nûredîn

Du heyiv nebihûrîn piştî sebestberdana Dr. Nûredîn Zaza û hevalan ji hepsê, “Yekîtiya Sûrî û Misrê” bi derbeyeke leşkerî di 28 ê heyiva 9 an de, sala 1961 diherife. Desthilata nû ya Sûriyê biryara lidarxistina hilbijartinên parlamanî di 5 heyiva 12 an sala 1961 de distîne.

Pdks, Dr. Nûredîn Zaza û endamekî dîtir, weke Nûnerên xwe (kandîdat) ji hilbijartinan re bi nav dike. Beriya destpêka prosêsa hilbijartinê bi 2 rojan, hêzên parastinê yê rêjîmê, Dr. Nûredîn digre. Lê bi ser girtina wî re, bandora wî gelek xurte ser encama hilbijartinê, û Kurd ber bi serketineke mezin ve diçûn. Desthilat dibîne ku Dr. Nûredîn Zaza biser dikeve, vêce ew zextê lê dike ku xwe ji nûnertiyê bikşîne. Lê Dr. Nûredîn emrên wan red dike, û li ser nûnertiya xwe dimîne. Tiştek di destê hikûmetê de namîne ji bilî hîle û pîleyan pêve, û sindoqan bi kaxezên sexte dadigre.

Bi wî awa yê qirêj, “hikûmeta şûvînîst” nahêle ku nûnerên Kurdan û nemsaze Dr. Nûredîn Zaza, bigihin parlamento ya Sûrî. Rêjîma Sûrî îde hew bela xwe ji Dr. Nûredîn Zaza diveke. Li Şamê, rewşa jiyana wî xirabe, lê digerin ku careke dîtir bavêjne hepis û zindanê. Fîrma wî ya dermanan “Fîrma Zaza” tê girtin. Di heyiva çile de (heyiva yekê), sala 1962an, derbeyeke leşkerî çêdibe û di encamê de, serokê dewletê “Nazim Elqudsî” ji ser hikim dikeve. Rêjîma leşkerî ya nû, navê Dr. Nûredîn Zaza dike lîsta reş de. Ev hemû ji aliyê dijmin ve. Hinek ji hevalan, yan jî em bibêjin”qaşo heval”, derba xedrê ji paş ve li Nûredîn dixin, û lê diqulibin. Dr. Nûredîn Zaza dikeve neqeba 2 agiran de. Ji pêş ve dijmin, û ji paş ve “qaşo heva”!!

Xwezî sedemeke giring hebane ji xedra “qaşo hevalan” dijê Dr. Nûredîn ?!

Di heps û zindanan de, Dr. Nûredîn ji wan degeltir û mêrtir bû. Rehmetî “Mihemed Nezîr Mistefa”, sekretêrê giştî yê berê yê partiya Demoqrata kurdî li Sûriyê, li ser vê xalê rawestabû, û di rojnama “ Dengê kurd “ de nivîstibû : “ Dr. Nûredîn ji hemiwan cesûrtir bû di hepsê de”.

Hêncetên ku “qaşo hevalan” dikirin, pûç û betal bûn. Tiştek nebû li cem wan, ji bilî kîn û buxz û zikreşiyê pêve. Dr. Nûredîn ji wan zanetir bû, û bi her xisletî ja wan mestir bû. Hinek ji wayên ku fitne û fesadî û tevdan di nava partiyê de dikirin, bi Nûredîn re di hepsê de bûn. Û hineke dîtir (Rovî û Revoker) li derveyî hepsê pîlanên xwe dikirin. Herdu derbecî (înqilabçî), rêjîma Sûrî û “qaşo heval” di xalekê de digihane hev; ew jî sitandina desthilatê bû. Çavê “qaşo hevalan” li ser kursiyê Nûredîn di serokatiya Hizbê de bû !

Dr. Nûredîn Zaza karîbû zora “qaşo hevalan” bibe, çiku behra mezin ji Partiyê pêre bû, lê wî ne kir û got :” na, ne ezim yê ku Partiyê bişkîne. Lê ku rewş halo (tevdan, kefteleft, û nakokî) di nava wê de bimîne, wê di paşe rojê de parçe bibe!”. Mixabin, lê weke gotina rehmetiyê Dr. Nûredîn Zaza derket; pdks parçe bû, û gelek Hizb û Girûb jê ketin!

Di rewşeke wesa dijwar û xirab de, ku derb ji paş û pêş ve lê diketin, mihwar ji Dr. Nûredîn re nema. Nexasim ku di 8 ê adara sala 1963an de, Beisiyên faşêst bi derbeyeke leşkerî dest danîbûn ser hikim li Sûriyê.

Bi arîkariya dost û nasan, Dr. Nûredîn derdikeve Libnanê. Ew 3 salan li Bêrûdê dimîne. Li wir, ew berxwedaneke mezin di ber pirsa Kurdî û şoreşa gelê Kurd li Kurdistana Başûr bi serokatiya “Mele Mistefa Barzanî” de, di rê ya rojname û mêdiya Libnanî û cîhanî re dike.

Di nav Kurdên Libnanê de, ew dixebite ku yekbûneke wan çêbe. Dewlet serê Dr. Nûredîn Zaza û şîretên wî, Kurdên Libnanê komela xwe ya xêr xwaziyê avakirin. Herwesa, Dr. Nûredîn Zaza sentereke fêrkirina zimanê Kurdî diveke da Kurdên Bêrûdê bi nivîsê û xwendinê fêrbike zimanê wa yê Kurdî. Lê mixabin, hikûmeta Libnanê di bin zexta rêjîma Bexdayê de, ku rehit bû ji çalakiên kurdî yên Dr. Nûredîn, wî teslîmî Sûriyê dike.

Heft heyvan, Dr. Nûredîn Zaza di hepsa “Şêx Hesen” – li şamê, di hucreyeke tekane de, bi îşkence, lêdan û sixêf girtî dimîne. Dûvre wî segûnî çiyayê Dirûzan(Siwêda) dikin. Li wir, Dr. Nûredîn di bin çavan û nîrên herî dijwar, perîşan û tengezar dikeve. Piştire li şamê, di bin kabûsa rêjîma Beis de, jiyaneke zor û zehmet derbas dike. Ezbenî ! ne bes ew zilm û te’darî li Dr. Nûredîn Zaza hatiye kirin .Fîrma wî ya dermanan jî li Şamê ji aliyê wekîlê wî yê kurd ve (Hesen Dêrikî) tê talan kirin. Yanî Dr. Nûredîn Zaza fetisandin!. Hezar heyif û mixabin, ku wilo were serê peyakî mezin û hêja weke Dr. Nûredîn Zaza !!!

Tu çare û derfet li ber Nûredîn namînin ku jiyana xwe li Sûriyê dewam bike. Vêce di hezîrana sala sala1967an de, di wê kefteleta cengê de di nav Ereb û Îsrayiliyan, firsendeke derketinê jê re çêdibe. Wî ji Şamê digihînin Qamişlo. Çend rojekî li cem dostê xwe “parêzer Cemîl Mêrgan” dimîne. Li wî alî sînor (li Tirkiyê), pismamê wî di şeveke tarî de, piştî 27 salan, careke dîtir wî derbasî Kurdistana Bakur dike. Li wir, Dr.Nûredîn Zaza dom nake. Piştî ku Mît ê Tirkan pê dihise, jiyana wî dikeve qelaq û metirsiyê de. Ji lewra, ew mecbûr dibe ji Tirkiyê derkeve. Di sala 1970 î de, ew careke din dizîvire Swêsrayê, dewleta ku xwendina xwe ya bilind lê kiribû.

Belê, behra mezin ji jiyana Dr.Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû . Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên Kurdî (HAWAR û RONAHÎ) û biyanî de nivîstibûn. Herwesa wî “Destana Memê Alan” ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû. Û di sala 1982an de, wî pirtûkek bi navê “Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd” nivîstibû, têde behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa Kurdî û Kurdistanê de kiribû. Herwesa Dr. Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê Kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Dr.Nûredîn Zaza ji Kurdan re gotibû :

“Gelî Kurdan ! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê”.

Weke ku me anîbû zimên; Dr. Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Siwêsrayê qedandibûn. Li wir, wî keçeke Siwêsrî bi navê “Gilberte Favre” anîbû, Xude Teala kurk dabû wan, navê kiribûn “Chango Valery”.

Mixabin, di sala 1988an de, piştî nexweşiyeke giran, Dr. Nûredîn Zaza wefat kir. Ew li goristana bajarê” Lozanê” veşartin.

Wê navê xebatkarê hêja, Dr.Nûredîn Zaza, her û her di bîra miletê Kurd de bimîne. (Zinar Mistefa – BasNews)